Derbazî serecemê

Baxşandin Kilîta Edilayê ye

Baxşandin Kilîta Edilayê ye

Baxşandin Kilîta Edilayê ye

“QEWATA xebera ‘bibaxşîne’, mezin e. Ew şer-dewên mezin bê zorbetiyê safî dike, orta miletada dijminatî hildide, alî serwêrên dewleta dike ku dîna xwe bidin kul-derdên cimetê û heleqetiya orta meriva baş dike”. Eva xeberên Dêbora Tanên e, ya ku nivîskar û sosyalîngvîst e ji Ûnîvêrsîtêta Waşîngtonê.

Kitêba Pîroz îzbat dike ku çaxê meriv baxşandinê ji hev dixwazin, diha zû orta wanda çetinayî tê safîkirinê. Meteloka Îsada derheqa kurê undabûyî, çaxê ew vegeriya mal ewî bi dil û can baxşandinê ji bavê xwe xwest, û bav bi şabûnê dîsa wî qebûl kir (Lûqa 15:17-24). Hergê me kesekî daye xeydandinê û dilê wî êşandiye, em gerekê milûk bin û baxşandinê ji wî bixwazin. Merivên milûkra çetin nîne vê yekê bikin.

Çaxê Em Baxşandinê Dixwazin Em Kareke Mezin Distînin

Abîgaîl, kulfeteke serwaxt Îsraêla berêda dijît. Çaxê mêrê wê zulmiyê kir, ewê dewsa wî baxşandinê xwest. Bi vê yekê, ewê meseleke baş hîşt ku kareke çiqas mezin e çaxê meriv baxşandinê ji hev dixwazin. Were em vê qewimandinê şêwir kin. Gava Dawid, yê ku paşê bû padşê Îsraêlê, beriyêda xwe vedişart, ewî keriyên pezên Nabal diparast, yê ku mêrê Abîgaîlê bû. Lê çaxê eskerên Dawid ji Nabal nan û av xwestin, ewî gelek sert caba wan da û berî wan da. Hingê Dawid gelek hêrs ket û 400 mêr tevî xwe hilda, wekî hicûmî ser Nabal û eskerên wî ke. Çaxê Abîgaîl derheqa vê yekê pêhesiya, ew çû wekî rastî Dawid bê. Gava ewê Dawid dît, ew ber wî kete ser çoka. Ewê got: “Ezxulam, sûcdar ez im, tenê ez sûcdar im. Destûrê bide ku xulama te tera bêje. Li gotinên wê guhdarî bike”. Paşê Abîgaîlê derece jêra şirovekir, û ça pêşkêş nan-xwarin dayêda. Dawid ser vê yekê jêra got: “Bi xêr û xweşî here malê. Min guhdariya te kir û qedrê te girt” (1 Samûyêl 25:2-35, ÎM).

Milûktiya Abîgaîlê û ew yek ku ewê pêş mêrê xweva baxşandinê xwest, wê û malbeta wê xwey kir. Dawid hela hê razîbûna xwe jî Abîgaîlêra da kifşê wekî ewê riya wî girt ku xûnê nerijîne. Rast e Abîgaîl tu xirabî li Dawid û eskerên wî nekiribû, lê ewê gunê mêrê xwe kire stûyê xwe û tevî Dawid li hev hat.

Pawlosê şandî jî meseleke baş hîşt vê yekêda ku kengê baxşandinê bixwazin. Carekê çaxê Pawlos ber Civîna Giregira, dêmek ber dîwana herî bilind ya Cihûya, xwe diparast, serekkahîn Hananiya usa ser xeberdana Pawlos hêrs ket, wekî temî da ku devê wî xin. Hingê Pawlos wîra got: “Xwedêyê jî li te xe, dîwarê sîwaxkirî! Tu rûniştî yî anegorî Qanûnê dîwana min dikî û ji Qanûnê der emir dikî ku ew min xin”. Çaxê wêderê meriv Pawlos neheq kirin ku ew serekkahîn bêhurmet dike, ewî derbêra şaşiya xwe anî rûyê xwe û got: “Birano, min nizanibû ku ew serekkahîn e. Çawa nivîsar e: ‘Hindava serwêrê miletê xweda xirab xeber nede’” (Karên Şandiya 23:1-5).

Pawlos rast bû gava got, merivê ku ça hakim kifşkirî ye, gerekê zorbetiyê neke. Çi jî hebû, Pawlos baxşandin xwest, ku pê nezaniya xwe giliyên usa gote serekkahîn, ku ça bêhurmetî hatine kifşê. * Çaxê Pawlos baxşandinê xwest, ew yek dilê endemên Civîna Giregira nerm kir, û wana guh da Pawlos. Pawlos zanibû ku orta endemên Civîna Giregirada cudetî hebû. Lema jî ewî got ku dîwana wî dikin, çimkî ew baweriya xwe saxkirina miriya tîne. Paşî vê yekê Fêrisî û qanûnzan hevra ketine hucetê, û Fêrisiya pişta Pawlos girtin (Karên Şandiya 23:6-10).

Em ji van du mesela çi hîn dibin? Herdu derecada jî ew yek ku wana ji dil baxşandinê xwest, mecal vebû ku heleqetiya baş bê xweykirinê. Hergê em jî ji meriva baxşandinê bixwazin, emê bikaribin tevî wan li hev bên. Çaxê em gunê xwe didine rûyê xwe û baxşandinê dixwazin, mecal vedibe ku bi edilayî problêmê safî kin.

“Lê Min Tiştekî Xirab Nekiriye”

Çaxê em pêdihesin ku xeberdan yan kirên me dilê kesekî êşandine, mera dikare bê kifşê wekî ew merivê ku ser me xeydî ye, badîhewa dixeyde yan jî tişta zû hildide dilê xwe. Lê Îsa temîke usa da şagirtên xwe: “Awa heger tu hediya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye, hediya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşiyê here birê xwera li hev were û paşê were hediya xwe bide” (Metta 5:23, 24).

Mesele, birak dikare bifikire ku te himberî wî gune kiriye. Hingê li gora giliyên Îsa tu gerekê herî û tevî wî li hev bêyî, hela hê wî çaxî jî gava tu difikirî wekî te tu xirabî lê nekiriye. Li gora ferhengekê, têksta Yûnanîda xebera ku Îsa da xebatê lihevhatin, tê hesabê “çaxê meriv dijminatî hevdura dikişandin, û herdu jî gunê xwe anîne rûyê xwe” (“Vine’s Expository Dictionary of Old and New Testament Words”). Û rastî jî çaxê du merî hevdura şer kirine, gelek car usa dibe ku ewana herdu jî neheq in, çimkî herdu jî gunekar in û şaşiya dikin. Lema jî lazim e wekî ewana jî ji hevdu baxşandinê bixwazin.

Bi rastî pirs ne vê yekêda ne ku kê rast e û kê nerast e, lê ferz ew e ku kê gava pêşin bavêje, wekî li hev bên. Çaxê Pawlosê şandî pêhesiya ku Mesîhiyên Korintêda ji bo pera hevdu didine destê dîwanê, ewî şîret da wan: “Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne neheqkirinê? Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne şêlandinê?” (1 Korintî 6:7). Rast e vira Pawlos Korintiya hêlan kir, wekî ji bo şer-dewa hevdu nedine dîwanê, yeke prînsîp eşkere ye: Edilayî nava xûşk-birada diha ferz e, ne ku îzbat kin ku kê rast e û kê neheq e. Hergê em vê prînsîpê bîr nekin, mera wê diha hêsa be baxşandinê bixwazin, gava kesek difikire wekî me hindava wîda neheqî kiriye.

Gerekê Dilsax bin

Hine meriv giliyên baxşandinê bê hemdê xwe didine xebatê. Besa xeberê, Japonyayêda xebera “sûmîmasên”, ku didine xebatê çaxê baxşandinê dixwazin, dikarin bi hezara cara bêjin seva cûre-cûre meniya. Ew xeber hela hê hingê jî didine xebatê, gava ji kesekî razî ne, lê nikarin bin qenciya wî derên. Ew yek ku ev xebera gelek car didine xebatê, hine meriv îda dudilî dibin, ku gelo rastî meriv bi dilê sax baxşandinê dixwaze yan na. Hine kûltûrên dinda jî xebera “bibaxşîne” timê didine xebatê.

Firqî tune ser kîjan zimanî em xeber didin, em gerekê bi dilê sax baxşandinê bixwazin. Gilî û dengê me gerekê bidine kifşê, ku em bi rastî poşman dibin. Îsa wedê Xizmetkirina ser Çiyê şagirtên xwera usa got: “Bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’. Ji vê zêdetir ji Mîrêcin e” (Metta 5:37). Gava hûn ji kesekî baxşandinê dixwazin, bira baxşandina we baxşandina rast be. Dîna xwe bidine vê meselê: Mêrikek ku aêroportêda rêgîstratûrêda hîviya siriya xwe bû, nişkêva çentê wî jinika kêleka wî ket û ewî baxşandinê ji wê xwest. Çend deqe şûnda, dîsa usa bû, û ewî dîsa jêra got bibaxşîne. Gava ew yek dîsa carekê qewimî, mêrikê ku tevî vê jinikê bû, gote wî ku hergê giliyê wî “bibaxşîne” rastî bûya, ewê dîsa wê jinikê pê çentê xwe eciz nekira. Ça tê kifşê giliyên baxşandinê hingê bi helalî ne, gava merî aliyê xweda her tiştî dike, wekî îda wan şaşiya neke.

Hergê em helal in, emê ji dil şaşiya xwe bînin ser xwe, baxşandinê bixwazin û me çi zirar aniye, vê yekê rast kin. Lê ewê ku xeyîdiye, aliyê xweda gerekê ji dil bibaxşîne wî, yê ku tobe dike (Metta 18:21, 22; Marqos 11:25; Efesî 4:32; Kolosî 3:13). Ew herdu meriv jî gunekar in, lema jî lihevhatin cara nehêsa ye. Lê dîsa jî giliyên baxşandinê alî dikin, wekî ewana zû li hev bên.

Çaxê Nelazim e Baxşandinê Bixwazin

Rast e gava meriv baxşandinê ji hev dixwazin, ew yek dilê wan nerm dike û edilayê tîne, lê merivê bîlan zane kengê nelazim e baxşandinê bixwaze. Besa xeberê, çaxê derece aminiya hindava Xwedêda girêdayî ye. Çaxê Îsa Mesîh ser erdê bû, “ewî xwe nimiz kir, heta mirinêra jî qayl bû” ser stûna cefayê (Fîlîpî 2:8). Lê yeke ewî tu car ji bo baweriya xwe ji meriva baxşandinê nedixwest, seva ku ewana gelek lê neçerçirînin. Îsa ne gote serekkahîn wekî bibaxşîne wî, gava ewî ji Îsa dewa kir: “Ez te bi Xwedêyê sax didime sondê. Mera bêje, tu yî Mesîh, Kurê Xwedê?”. Dewsa poşmanbûnê û baxşandinê bixwaze, Îsa bi mêrxasî caba wî da û got: “Te bi devê xwe got. Lê ez wera dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurê Însan li kêleka Yê Herî Zor, li milê wiyî rastê rûniştî û li ser ewrên ezmên tê bibînin” (Metta 26:63, 64). Hişê Îsara ne jî derbaz dibû, wekî pişta xwe bide Xwedê ku tevî serekkahîn edilayê xwey ke.

Mesîhî qedirê merivên xweyîhukum digirin. Lê ewana baxşandinê ji wana naxwazin bona vê yekê, ku gura Xwedê dikin û xûşk-birên xwe hiz dikin (Metta 28:19, 20; Romayî 13:5-7).

Gava Orta Merivada Timê Edilayî Hebe

Em şaşiya dikin, çimkî em gunekar in û ev gune ji kal-bavê me Adem derbazî ser me bûye (Romayî 5:12; 1 Yûhenna 1:10). Adem bû merivekî gunekar, gava miqabilî Efirandarê xwe derket. Pêşiyê Adem û Hêwa bêqisûr bûn, û Xwedê soz dide wekî meriv wê dîsa bibine bêqisûr. Yehowa wê gune û hemû zirara ku ji bo gune pêşda hatiye, bide hildanê (1 Korintî 15:56, 57).

Hela bifikirin ew yek çi tê hesabê! Aqûbê birê Îsa, gava derheqa ziman şîret da, got: “Heger yek xeberdanêda tu şaşiyê nake, ew yekî kamil e, ku dikare temamiya qalibê xwe zeft ke” (Aqûb 3:2). Merivê bêqisûr dikare zimanê xwe kontrol ke, û jêra nelazim e ku ji bo giliyên xwe ji kesekî baxşandinê bixwaze. Ew dikare “temamiya qalibê xwe zeft ke”. Çiqas wedekî xweş wê bê, gava em gişk bibine bêqisûr! Hingê îda tu tişt wê riya me negire, wekî edilayê xwey kin. Lê heta vê rojê, gava em şaşiya bikin, were bi dil baxşandinê ji hev bixwazin û li hev bên.

[Spartin]

^ Diqewime ku Pawlos çevada sist bû, lema jî ewî serekkahîn nas nekir.

[Şikil]

Em ji mesela Pawlos çi hîn dibin?

[Şikil]

Gava her kes bibe bêqisûr, îda tu tişt wê riya me negire, wekî edilayê xwey kin