Derbazî serecemê

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Gelo Şedên Yehowa dikarin firaksiyên xûnêye biçûk bidine xebatê?

Caba vê pirsê, ji neşirkirina 15 Hezîranê, sala 2 000 hatiye hildanê.

Caba sereke ew e, wekî Şedên Yehowa qebûl nakin ku xûnê berî bedena wan din. Em bawer in, wekî qanûna Xwedê derheqa xûnê zelal e û gerekê li gora nihêrandina meriya neyê guhastinê. Lê ji bo vê yekê ku îro îda dikarin xûnê ser çar komponênta parevekin, pirsên teze pêşda tên. Gava Mesîhî mêtoda qenckirinê dijbêre, ew gerekê ne tenê derheqa kara xwe bifikire, lê berî ewlin nihêrandina Xwedê hilde hesab. Ew usa jî gerekê bifikire ku bijartina wî ça dikare hukum be ser heleqetiya wî tevî Xwedayê Himzor.

Pirsên sereke hêsa ne. Înformasiya ku ser hîmê Kitêba Pîroz, terîxiyê û mêdîsînayê ye alî me dike cabên wan pirsa pêbihesin.

Yehowa Xwedê gote Nuh pêxember, wekî xûn mexsûs e û gerekê hindava wêda ça bin (Destpêbûn 9:3, 4). Wede şûnda, Xwedê qanûnên usa da Îsraêliya, kîjanada pîroziya xûnê dihate kifşê: “Heger yekî ji mala Îsraêl, yan jî xerîbekî . . . xûna heywanekî bixwe, ezê berê xwe bidime ew kesê xûnxwar”. Hergê Îsraêlîkî qanûna Xwedê biteribanda, ew bona merivên din dibû meseleke xirab. Lema jî Xwedê serda zêde kir: “Wî ji nava cimeta wî unda kim” (Qanûna Kahîntiyê 17:10). Paşê jî şandî û rûspî, çaxê Orşelîmêda civiyan, safî kirin ku dûrî xûnê bin. Teribandina vê qanûnê gunê usa giran dihate hesabê, ça pûtparistî û bênamûsî (Karên Şandiya 15:28, 29).

Mesîhiyên wan çaxa, ça fem dikirin qanûna ku digot, “dûrî” xûnê bin? Wana ne xûna teze vedixwarin, ne jî xûna meyayî dixwarin. Wana ne jî goştê wî heywanî dixwarin, xûna kîjanî berî erdê nedabûn. Wana ne jî xwarina usa dixwar, kîjan ji xûnê dihate çêkirinê. Hemû cûre xebitandina xûnê ku me jorê got, dihate hesabê teribandina qanûna Xwedê (1 Samûyêl 14:32, 33).

Çawa ji nivîsarên Têrtûllîan (qirna duda û sisiya D.M.) tê kifşê, wekî gelek meriva xebitandina xûnê xwarinêda, hesab nedikirin tiştekî nerast. Çaxê Mesîhî dihatine neheqkirinê ku yan çi xûnê vedixwin, Têrtûllîan seva ku rastiyê eyan ke derheqa wan bereka nivîsî, kîjana ku wedê peymangirêdanê bi vexwarina gulmeke xûnê, peyman destûr dikirin. Ewî usa jî gilî dikir, derheqa wan meriya, yên ku “wedê lîstikên gladîatorê bi timayî xûna qaçaxên tezekuştî vedixwarin . . . seva ku ji êpîlêpsiyayê qenc bin”.

Bona Mesîhiya qeydên usa qedexekirî bûn (hergê jî Romaya hesab dikirin ku xûn bona sihet-qewatê baş e). Têrtûllîan nivîsî: “Mesîhî hela hê xûna heywana jî naxwin”. Romaya pê xwarinên ji xûnê çêkirî, aminya Mesîhiya dicêribandin. Têrtûllîan berdewam dike: “Ça hûn dikarin wê yekê bawer bikin, wekî [Mesîhî] yên ku xûna heywana înkar dikin, hizret in xûna meriva bixwin?”

Roja îroyîn, gava hekîm dibêjin ku gerekê xûnê berî xwe din wekî qenc bin, heçî zef meriv hesab nakin wekî bi wê yekê aminiya wane hindava Xwedê tê cêribandinê. Hemikî, Şedên Yehowa jîyînê qîmet dikin, lê ewana usa jî dixwazin qanûna Yehowa Xwedêye derheqa xûnê neteribînin. Gelo li gora mêtodên qenckirinêye îroyîn, ev yek çi tê hesabê?

Paşî Şerê Hemdinyayêye II xûnberdan mêdîsînayêda gelek bela bû. Lê Şedên Yehowa fem kirin, wekî ev yek miqabilî qanûna Xwedê ye. Heta roja îroyîn jî nihêrandina wan nehatiye guhastinê. Wede şûnda mêdîsîna diha pêşda çû û niha îda ne ku xûnê bi temamî, lê parên wê berî meriva didin: 1) êrîtrosît; 2) lêykosît; 3) trombosît; 4) plazma (şijû), dêmek para avî. Hekîm dikare li gora sihet-qewata merivê nexweş safî ke ku kîjan para xûnê lazim e berî wî din: êrîtrosît, lêykosît, trombosît yan plazmayê. Ev yek ku xûn ser parên sereke parevedibe, mecalê dide hekîma ku hine xûn bona êpêce nexweşa bidine xebatê. Şedên Yehowa bawer in, wekî berîdayîna xûnê bi temamî yan jî yek ji çar parên wêye sereke, miqabilî qanûna Xwedê ye. Em usa jî dikarin bêjin, wekî ew nihêrandina wane ku ser hîmê Kitêba Pîroz e, sihet-qewata wan diparêze, mesele ji nexweşiyên usa ça hêpatît (nexweşiya cegerê) û nexweşiya AIDS (SPÎD).

Xûn parevedibe ne ku tenê ser parên sereke, lê usa jî ser parên diha biçûk, ku nav dikin firaksiya. Ji bo wê yekê hine pirs pêşda tên. Gelo ev firaksiya ça têne xebitandinê? Mesîhî gerekê çi hildin hesab, gava safî dikin wan firaksiya bidine xebatê yan na?

Xûn gelek çetin hatiye çêkirinê. Mesele plazmayêda, ku 90 selefê vê av e, gelek hormon, xwêya neorganîkî, enzîm, dêmek makromolekulên proteînî hene, û elementên xurdemenî, mesele mînêral û şekir. Xêncî wê yekê plazmêda protêînên usa hene ça albûmîn, faktorên tîrbûna xûnê, û dijbeden ku alî bedena me dikin, wekî ji nexweşiya qenc bin. Ji plazmê gelek protêîn derdixin, kîjan ku zef kêrhatî ne. Mesele faktora xûntîrbûnêye VIII, ku bona qenckirina hêmofîlîyê didine xebatê, dêmek bona nexweşên ku xûna wan nayê meyandinê. Mesele bona qenckirina hine nexweşiya, hekîm dikarin kifş kin îniyêksiyên gama-globûlînê, yê ku ji plazma wan meriya hildidin, îmûnîtêta kîjana ku hindava vê nexweşiyê qewî ye. Plazmêda protêînên din jî hene, kîjan ku mêdîsînayêda didine xebatê. Meselên jorê nivîsar, didine kifşê ku ji komponênta xûnêye sereke, dêmek ji plazmê, dikarin gelek firaksiyên biçûk bistînin. *

Cûre-cûre firaksiyên xûnê, dêmek komponêntên wêye biçûk, ne ku tenê ji plazmayê distînin, lê usa jî ji parên xûnêye din (ji êrîtrosîta, lêykosîta, trombosîta). Mesele, ji lêykosîta hildidin înterferona û înterleykîna, yên ku didine xebatê bona qenckirina vîrûsên înfêksiyayî û kanserê. Ji trombosîta distînin faktorên ku birîna zû qenc dikin. Him jî bona çêkirina hine dermanên teze, komponêntên xûnêye diha biçûk didine xebatê (sêrîda usa dikirin). Qenckirina bi wan dermana, nayê hesabê ku parên xûnêye sereke berî meriv didin, lê parên wêye biçûk, dêmek firaksiya. Gelo Mesîhî dikare wan firaksiya bona qenckirina xwe bide xebatê? Caba vê pirsê em nikarin bidin. Kitêba Pîrozda derheqa vê pirsê tu rêberiya konkrêt tune, lema jî Mesîhî gerekê xwexa rind bifikire û safîkirina usa bike, ku îsafa wî ber Xwedê temiz be.

Hine meriv înkar dikin bidine xebatê hemû cûre derman, ku ji xûnê hatine çêkirinê (hela hê ji firaksiya jî, yên ku ser wedekî îmûnîtêtê qewî dikin). Ewana temiya Xwedê, ku dûrî xûnê bin, usa fem dikin. Ewana safîkirina xwe hîmlî dikin ser qanûna Xwedê, ku digote Îsraêliya, wekî xûna ku ji bedenê dertê, birêjin “ser erdê” (Qanûna Ducarî 12:22-24). Gelo ev qanûn vê derecêva girêdayî ye? Şixul wê yekêda ne ku mesele, seva çêkirina gamo-globûlînê, dêmek faktorên tîrbûna xûnê û dermanên din, yên ku ser hîmê xûnê ne, gerekê xûnê top kin û ser bixebitin. Ji bo vê yekê hine Mesîhî difikirin ku qebûlkirina wan dermana mîna wê yekê ye, ça xûnê bi temamî yan yek ji çar parên wêye sereke, berî xwe din. Lema jî em gerekê qedirê safîkirina wan Mesîhiya bigirin.

Hine Mesîhî jî cûrekî mayîn difikirin. Ewana jî berîdayîna xûnêye bi temamî, yan jî êrîtrosîta, lêykosîta, trombosîta û plazmayê, qebûl nakin. Lê ewana dikarin qayîl bin dermanên usa bidine xebatê, ku ji firaksiyên biçûk hatine çêkirinê. Lê hela hê vê derecêda jî nihêrandina Mesîhiya dikare ji hev cude be. Kesek dikare qayîl be gama-globûlînê xwe xe, lê înkar ke wan dermana xwe xe, kîjan ku ji êrîtrosîta û lêykosîta hatine çêkirinê. Lê gelo Mesîhiyên ku qayîl dibin firaksiyên xûnê bidine xebatê, bi çi rêberî dibin?

Jûrnala “Birca Qerewiliyêda”, ya 1 Hezîranê, sala 1990, para “Pirsên Xwendevana”, dihate gotinê, wekî protêînên (firaksiya) ji plazmê ya xûna kulfeta hemle dikeve nav xûna zara zikê wêda, cem kîjanê ku sîstêma gera xûnêye başqe heye. Usa îmûnoglobûlîn ji dê derbazî zara wê dibe û îmûnîtêta zarê qewî dike. Xêncî wê yekê, çaxê xûna zarêda êrîtrosît gera xweye tebiyetî xilaz dikin, parên wan ku oksîjênê derbaz dikin, têne guhastinê. Hine ji wan êrîtrosîta dibine bîlîrûbîn, kîjan ku derbazî bedena dê dibin û tevî edeba wê ji wê dertên. Ji bo wê yekê ku firaksiyên xûnê ji bedenekê bi tebiyetî derbazî bedena din dibin, hine Mesîhî qayîl dibin bona qenckirinê firaksiyên xûnê bidine xebatê, kîjan ku ji plazmayê yan jî ji şanên xûnê derdixin.

Nihêrandin û safîkirina Mesîhiya derheqa vê pirsê, ji hev cude dibin, çimkî ev yek îsafa wanva girêdayî ye. Lê ev tê hesabê, ku ev pirseke ferz nîne? Na. Ev pirseke gelek ferz e. Ji şêwirkirina me em pêhesiyan, wekî Şedên Yehowa înkar dikin xûnê bi temamî û parên wêye sereke berî xwe din. Kitêba Pîroz temiyê dide Mesîhiya, wekî “dûrî qurbanên pûta, xûnê, . . . û bênamûsiyê bin” (Karên Şandiya 15:29). Çaxê pirsa derheqa berîdana firaksiyên pareke xûnêye sereke pêşda tê, hingê her Mesîhî, gerekê kûr bifikire û bi duakirinê xwexa safîkirinê bike.

Gelek meriv hemû cûre mêtodên qenckirinê qebûl dikin, seva ku derbêra alîkariyê bistînin. Ewana qayîl dibin hela hê ser mêtodên qenckirinêye usa jî, kîjan ku dikarin ziyanê bidine sihet-qewata wan. Hema evê yekê em dikarin bêjin derheqa xebitandina xûnê. Mesîhiyên dilsax her tiştî hildidine hesab, ne ku tenê derheqa sihet-qewata xwe difikirin. Şedên Yehowa cefê doxdira gelek qîmet dikin, ku bi mêtodên herî baş meriva qenc dikin. Dîsa jî ewana hildidin hesab ne ku tenê kara mêtodeke qenckirinê, lê usa jî ziyana ku ev mêtod dikare bîne. Lê çaxê pirs derheqa xebitandina dermanên ji xûnê çêkirî, pêşda tê, hingê bona wan gelek ferz e, wekî safîkirina wan ber çevê Xwedê rast be û heleqetiya wan tevî Jîyîndarê wan xirab nebe (Zebûr 36:9).

Bextewar e ew Mesîhî, ku mîna zebûrbêj dikare wan giliya bêje: “Çimkî Xudan Xwedê tev û mertal e. Xudan kerem û rûmetê dide. Ew tu qencîyê ji ser wan nabire, kîjan ku dijîn bêleke. . . . xwezî li wî merivî, ku gumana wî li ser Te ye”! (Zebûr 84:11, 12)

[Spartin]

^ Binihêre “Pirsên Xwendevana” jûrnala “Birca Qerewiliyêda”, ya 15 Hezîranê, sala 1978, û ya 1 Cotmehê, sala 1994. Kompaniyên mêdîsînayê, dermanên usa derxistine, yên ku ji xûnê nayêne çêkirinê û dikarin dewsa wan firaksiyên xûnê bigirin, kîjan ku berê didane xebatê.

[Çargoşe]

PIRSÊN KU DIKARIN BIDINE DOXDIRA

Hergê hûn gerekê opêrasiyayê bikin yan jî bi mêtodeke usa bêne qenckirinê, kîjanêda pareke xûnê tê xebitandinê, ji doxdira bipirsin:

Gelo hemû doxdir, yên ku wê min qenc kin, zanin wekî ez ça Şedê Yehowa dixwazim ku çi jî hebe xûnê berî min nedin (ne xûna bi temamî, ne jî êrîtrosît, trombosît, lêykosît û plazma)?

Hergê nava dermanekîda parên lêykosîta, êrîtrosîta, trombosîta yan plazmayê hene, hingê ji doxdira bipirsin:

Bona çêkirina vî dermanî, yek ji çar komponêntên xûnêye sereke hatine xebitandinê? Hergê erê, minê bixwesta pêbihesiyama ku ev konkrêt çi komponênt e?

Ev dermanê ku ji xûnê çêkirî ye, doxdir wê çiqasî minra kifş ke û çi cûreyî ew wê bikeve bedena min?

Hergê îsafa min îzinê bide min, ku qenckirina bi vê firaksiyayê qebûl kim, hingê ez çi ziyanê dikarim bistînim?

Hergê îsafa min nahêle evê firaksiyayê bidime xebatê, kîjan mêtodên qenckirinêye din ez dikarim dewsê bistînim?

Ez dixwazim derheqa vê pirsê kûr bifikirim. Kengê ez gerekê caba xwe bidim ku ez qayîl im yan na?