XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ
Şer, Şerê Yehowa ye
Baweriya Dawid a bi Yehowa li ser zanîn û tecrûbeyê ava bûbû (1Sm 17:36, 37; wp16.5-RDU 11 par. 2-3)
Gava Dawid li Golyat nêrî, wî bala xwe neda vê yekê ku bejna Golyat ji bejna wî çi qas dirêjtir bû. Dawid dizanibû ku Golyat li gor Yehowa pir biçûk e (1Sm 17:45-47; wp16.5-RDU 11-12)
Yehowa zafera li ser dijminekî xurt da destê Dawid (1Sm 17:48-50; wp16.5-RDU 12 par. 4; li resmê li rûyê bernameyê binêre)
Carinan, em rastî ceribandinên mezin tên. Mesela, kesek zilmê li me dike yan jî em xîret dikin ku dev ji adeteke xerab berdin. Problemên me her çi qas mezin xuya bikin jî, gerek em ji bîr nekin ku di çavê Yehowa de ew pir biçûk in (Eyûb 42:1, 2).