WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Bi Van 3 Avayan Xwe Bispêre Yehowa
Ji ber ku Dawid xwe spartibû Yehowa, ew li hember Golyat bi ser ket (1Sm 17:45). Yehowa qeweta xwe ji bo xêra hemû xizmetkarên xwe bi kar tîne (2Dr 16:9). Em çawa dikarin nîşan bidin ku em xwe dispêrin qeweta Yehowa, ne huner û tecrûbeya xwe? Mesela, bi navgîniya van 3 awayan:
-
Her gav dua bike. Ne tenê ji bo efûkirina şaşiyên xwe dua bike, lê belê, gava tu dikevî ceribandinê, ji bo qeweta Xwedê dua bike (Mt 6:12, 13). Ne tenê ji bo bereketa Yehowa piştî ku te êdî qerarek daye dua bike, lê berî ku tu qerarekê bidî ji bo rêberî û hîkmeta wî dua bike (Aq 1:5).
-
Bi dewamî Kitêba Pîroz bixwîne û lêkolîn bike. Her roj Kitêba Pîroz bixwîne (Zb 1:2). Li ser serpêhatiyên Kitêba Pîroz kûr bifikire, û tiştên ku tu hîn dibî di jiyana xwe de bi kar bîne (Aq 1:23-25). Xwe ji bo xizmetê rind hazir bike û nefikire ku tu têra xwe bitecrûbe yî. Berî civînan haziriyê bike ku tu li dema civînê ji bernameyê feydeyê bistînî.
-
Tevî teşkîlata Yehowa hevkariyê bike. Hay ji rêberiya nû hebe û hemen li gor wê hereket bike (4Mû 9:17). Gava rîspiyên civatê şîret û rêberiyê didin, rind guh bide (Îbr 13:17).
LI VÎDEOYA NE LAZIM E KU EM JI ZILMÊ BITIRSIN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
• Xwişk û birayên me ji çi ditirsiyan?
• Çi alî wan kir ku ew ji tirsên xwe bifilitin?