WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Tebîet Hîkmeta Yehowa Îsbat Dike
Gelo Yehowa her tim dizane ku çi ji bo me baş e? Helbet! Eger em bi vê yekê bawer bin, emê li gor rêberiya wî hereket bikin (Mtl 16:3, 9). Lê belê, gava fikrên me ji nêrîna Xwedê cuda ye, gelo emê xwe dîsa jî bispêrin rêberiya wî? Ji bo ku baweriya me ya bi hîkmeta Yehowa xurttir bibe, wê baş be ku em li ser tiştên ku Yehowa xuliqandine, kûr bifikirin (Mtl 30:24, 25; Rm 1:20).
LI VÎDEOYA KÊ ÇÊKIRIYE? TRAFÎKA MORIYAN ÇIMA TEV LI HEV NABE? TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Gelo îşê rojane ya moriyan çi ye?
-
Gava morî diçin û tên, trafîka wan çima tev li hev nabe?
-
Wê baş be ku însan ji trafîka moriyan çi hîn bibin?
LI VÎDEOYA KÊ ÇÊKIRIYE? BIVBIVINK ÇAWA FIRÎNA XWE KONTROL DIKE? TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Gava însan bi teyarên biçûk difirin, ew rastî çi probleman tên?
-
Gelo bivbivink firîna xwe çawa kontrol dike?
-
Gelo însan ji hîkmeta xwezayî ya bivbivinkan dikarin çi feydeyê bistînin?
Tebîeta li derdora te çawa hîkmeta Yehowa îsbat dike?