WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Yehowa Dilovaniya Xwe ji Me re Eyan Dike
Tu di çavê Yehowa de biqîmet î (Îş 43:4). Wî tu ba xwe û teşkîlata xwe kişandî. Bi navgîniya xwedayîn û binavbûna te, tu bûyî aîdî Yehowa. Loma ewê li te xwedî derkeve û li demên zor alî te bike. Ewê bi destê teşkîlata xwe hezkirina xwe ya dilsoz ji te re eyan bike (Zb 25:10).
Niha emê bibînin ku teşkîlata Yehowa piştî felaketan çawa alî xwişk û birayan kiriye. Ev yek wê şikurdariya me ya ji bo hezkirina dilsoz a Yehowa hê jî zêdetir bike.
LI VÎDEOYA RAPORA KOMÎTEYA KOORDÎNATORAN – 2019 TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Komîteya Koordînatoran buroyên li seranserê dinyayê çawa hazir kirine, da ku ew bizanibin ku gerek ew piştî felaketan çi bikin?
-
Li Endonezya û Nîjeryayê, teşkîlata Yehowa çawa piştî felaketan alîkarî û rêberî da?
-
Tu li vê yekê ku teşkîlatê li dema pandemiya COVID-19 çi kiriye, çawa dinêrî?