XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE
Alî Xwendekarên Xwe Bike ku Ew Xwe ji Hevalên Xerab Dûr Bigirin
Ji bo ku xwendekarên Kitêba Pîroz dostaniya Yehowa bi dest bixin, gerek ew ji xwe re hevalên baş bibînin (Zb 15:1, 4). Hevalên baş wê alî wan bikin ku ew tiştên rast bikin (Mtl 13:20; lff ders 48).
Gava tu alî xwendekarên xwe dikî ku ew xwe ji hevalên xerab dûr bigirin, fehmdar û nazik be. Belkî li wan zor tê ku ew dev ji hevalên xwe yên berê berdin. Loma, her tim bi wan eleqedar bibe. Mesela, ji wan re mesajekê bişîne, telefon bike yan jî wan ziyaret bike. Her ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin, wan dawet bike ku ew tevî xwişk û birayan wext derbas bikin. Bi vê yekê, ewê bibînin ku tiştên ku wan qazanc kirine ji tiştên ku wan winda kirine zêde ne (Mq 10:29, 30). Her ku malbata Yehowa mezintir dibe, dilxweşiya te jî wê zêde bibe!
LI VÎDEOYA ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKE KU EW XWE JI HEVALÊN XERAB DÛR BIGIRIN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Hevalên xerab kî ne? (1Kr 15:33)
-
Jiyana difikirî ku kêf û şahiyên Şahidên Yehowa çawa ne?
-
Nîtayê çawa alî Jiyanayê kir ku ew dev ji hevalên xerab berde û ji xwe re hevalên baş bibîne?