Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ciwanno – Dilê Xwe ji Dê û Bavê Xwe re Vekin

Ciwanno – Dilê Xwe ji Dê û Bavê Xwe re Vekin

Gelo çima muhîm e ku hûn dilê xwe ji dê û bavê xwe re vekin? (Mtl 23:26). Çimkî Yehowa mesûliyet daye dê û bavan ku ew zarokên xwe perwerde bikin û rêberiyê bidin wan (Zb 127:3, 4). Eger hûn xemên xwe ji wan veşêrin û ji wan re nebêjin ku derdê we çi ye, ewê nikaribin alî we bikin û hûnê nikaribin ji tecrûbeya wan feydeyê bistînin. Ma lazim e ku hûn hemû fikrên xwe ji wan re bibêjin? Ne her dem. Lê belê, pir muhîm e ku hûn dê û bavê xwe nexapînin (Mtl 3:32).

Gelo hûn çawa dikarin bi dê û bavê xwe re xeber bidin? Wexteke ku hem ji bo te hem jî ji bo wan minasib e hilbijêre. Eger ev yek çênabe, tu dikarî ji dê yan bavê xwe re nameyekê binivîsî ku behsa hîsên xwe bikî. Eger dê û bavê te dixwazin bi te re di heqê mijarekê de xeber bidin, lê tu naxwazî, gelo tuyê çi bikî? Ji bîr neke ku ew dixwazin alî te bikin. Dê û bavê xwe ne wek dijmin, lê wek heval bibîne. Xîreta te ku bi dê û bavê xwe re xeber bidî ji te re heta bi hetayê feydeyan bîne! (Mtl 4:10-12).

LI VÎDEOYA JIYANA CIWANAN – GELO EZ ÇAWA DIKARIM BI DÊ Û BAVÊ XWE RE XEBER BIDIM? TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Ester û Partik di heqê xwe de çi tê derxistin?

  • Gelo tu ji emsala Îsa Mesîh dikarî çi dersan bigirî?

  • Gelo dê û bavê te çawa nîşan didin ku ew xema te dixwin?

  • Dê û bavê we xêra we dixwazin

    Kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu bi dê û bavê xwe re xeber bidî?