XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ
Yehowa Welatê Sozdayî bi Hîkmet Parve Kir
Wisa tê fehmkirin ku Yehowa bi navgîniya pişkkişandinê rêberî dida ku erdê her eşîrekê wê li ku derê bibe (Yş 18:10; it-1-E 359 par. 1)
Yehowa wisa kir ku gotinên ku Aqûb li ber mirinê gotibûn, bên cih (Yş 19:1; it-1-E 1200 par. 1)
Yehowa îzin da ku xelk mezinahiya erdê her eşîrekê xwe bi xwe tesbît bike (Yş 19:9; it-1-E 359 par. 2)
Erd wisa hat parvekirin ku di nav eşîran de çavnebarî û munaqeşe dernekeve. Ev yek çawa baweriya te xurt dike ku Yehowa di dinyaya nû de jî bi eynî awayî rêberiya me bike?