DERS 17
Mûsa Qerar Da ku ji Yehowa re Xizmetê Bike
Bi zeman re malbata Aqûb li Misrê wek Îsraîlî dihat naskirin. Piştî mirina Aqûb û Ûsiv, Fîrawûnekî nû dest bi hukimdariyê kir. Ew ditirsiya ku Îsraîlî ji Misriyan xurttir bibin. Loma Fîrawûn Îsraîlî kirin koleyên xwe. Wî zor li wan dikir ku ew kerpîçan çêkin û di nav zeviyan de karên zehmet bikin. Gava Misriyan tehde li wan dikir ku ew karên giran bikin, Îsraîlî hê zêdetir dibûn. Ji ber ku kêfa Fîrawûn ji vê yekê re nehat, wî emir da ku hemû kurên Îsraîliyan, ên ku nû çêbûbûn, bên kuştin. Gelo tu dikarî xeyal bikî ku Îsraîlî çi qas tirsiyan?
Jineke Îsraîlî ya bi navê Yoxeved kurekî xweşik anî dinyayê. Ji bo ku ew wî biparêze, wê ew xist selikekê û di nav zilên çemê Nîlê de veşart. Xwişka bebek Mîryam li cihekî nêzîk sekinî û dixwest bibîne ka wê çi bibe.
Keça Fîrawûn hat ku di çem de xwe bişo û selikek dît. Gava devê selikê vekir, bebek
digiriya û gunehê wê pê hat. Mîryamê pirsî: ‘Gelo ez herim ji te re jineke ku şîr bide vî bebekî bînim?’ Keça Fîrawûn got erê. Îcar Mîryam çû diya xwe Yoxeved anî. Keça Fîrawûn jê re got: ‘Vî zarokî bibe, ji bo min şîr bidê û ezê heqê te bidim te.’Gava kurik mezin bû, Yoxevedê ew ji keça Fîrawûn re bir. Wê navê kurik kir Mûsa û ew wek kurê xwe mezin kir. Mûsa wek prensekî mezin dibû û çi bixwesta dikaribû bi dest bixista. Lê Mûsa tu carî Yehowa ji bîr nekir. Wî dizanibû ku ew bi eslê xwe ne Misrî, lê Îsraîlî bû. Mûsa qerar da ku ji Yehowa re xizmetê bike.
Wexta ku Mûsa 40 salî bû, wî dixwest alî miletê xwe bike. Rojekê wî dît ku zilamekî Misrî çawa li koleyekî Îsraîlî dixist. Îcar Mûsa derbeke ew qas giran li wî zilamî xist ku ew mir. Mûsa ew di nav qûmê de veşart. Gava Fîrawûn bi vê yekê hesiya, wî xwest Mûsa bikuje. Lê Mûsa reviya û çû welatê Mîdyanê. Li wir Yehowa li wî xwedî derket.
“[Mûsa] bi baweriyê red kir ku jê re kurê keça Firewn bê gotin. … Wî bi gelê Xwedê re cefakişandin bijart” (Îbranî 11:24, 25, Mizgînî).