Here Naverokê

Here naverokê

DERS 13

Dînên Sexte di Heqê Xwedê de Derewan Dibêjin

Dînên Sexte di Heqê Xwedê de Derewan Dibêjin

Madem ku Xwedê dilrehm e, çima gelek dîn û bawerî bi navê Xwedê ew qas tiştên xerab çêdikin? Bi rastî, em dikarin bibêjin ku ew dînên sexte ne û di heqê Xwedê de derewan dibêjin. Gelo ew li ser Xwedê çi derewan dibêjin? Xwedê li ser derewên wan çi difikire? Û ewê çi bîne serê wan?

1. Dînên sexte bi navê Xwedê çi derewan dibêjin?

Dînên sexte ‘rastiya Xwedê bi derewê ve guhertiye’ (Romayî 1:25). Mesela, gelek dîn nabêjin ku navê Xwedê çi ye. Lê Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em navê Xwedê bînin zimên (Romayî 10:13, 14). Hin alim û rêberên dînî dibêjin ku şer û bela ji Xwedê tên. Lê ev sirf derew e. Li gor Kitêba Pîroz, xerabî qet ji Xwedê nayê (Aqûb 1:13 bixwîne). Çi heyf e ku ji ber derewên wan, însan naxwazin Xwedê nas bikin û li ser rêya wî bimeşin.

2. Dînên sexte bi navê Xwedê çi tiştên xerab dikin?

Yehowa xêra însanan dixwaze. Lê dînên sexte xêra me naxwazin. Kitêba Pîroz li ser dînên sexte dibêje ku “gunehên wê gihîştin heta bi ezmên” (Peyxam 18:5). Bi sedan salan, dînên sexte hem dest avêtine siyasetê û hem jî tev li şeran bûne. Ji ber vê yekê, gelek însan hatine kuştin. Hin rêberên dînî dixwazin li ser kîsê xelkê jiyaneke xweş û rihet derbas bikin û ji mirîdên xwe pereyan dixwazin. Kirin û emelên wan îsbat dikin ku ew Xwedê qet nas nakin, û heqê wan tune ye ku ew Xwedê temsîl bikin (1. Yûhena 4:8 bixwîne).

3. Xwedê li ser dînên sexte çi difikire?

Ma tu ji kirin û emelên dînên sexte hêrs nabî û naqehirî? Îcar ka hesab bike ku hêrs û xezeba Yehowa çi qas bilind rabûye. Xwedê ji hemû însanan hez dike. Lê belê, kirinên rêberên dînên sexte hêrsa Xwedê radikin. Gelo çima? Çimkî ew li ser Xwedê derewan dibêjin û ew ji mirîdên xwe re ne qenc in. Xwedê soz dide ku dînên sexte wê bên tunekirin, yanî ewê ‘êdî tu caran xuya nebin’ (Peyxam 18:21). Erê, di demeke nêzîk de, koka dînên sexte wê bê qelandin (Peyxam 18:8).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo Xwedê li ser dînên sexte çi difikire? Dînên sexte çi xerabî û qebehetên mezin kirine? Û çima gerek kirinên wan nebin sebeb ku tu Yehowa nas nekî?

4. Xwedê dîn û baweriyên sexte qebûl nake

Gelek însan bawer dikin ku Xwedê yek e, lê rê pir in. Ma ev rast e? Meta 7:13, 14 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Kitêba Pîroz li ser rêya ku dibe jiyanê çi dibêje?

VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gelo Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê ji hemû dîn û baweriyan razî ye?

5. Dînên sexte li gor hezkirina Xwedê nameşin

Dîn û baweriyên sexte bi navê Xwedê gelek tiştên xerab kirine. Mesela, ew tev li şer û herban bûne. Ji bo mîsalekê, vê VÎDEOYÊ vêxe. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Di Şerê Cîhanê yê Duyem de gelek Mesîhiyên sexte çi tiştên xerab dikirin?

  • Tu li ser kirinên wan çi difikirî?

Yûhena 13:34, 35 û 17:16 bixwîne. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Dînên sexte tev li şer û herban dibin. Gelo Yehowa vê yekê çawa dibîne?

  • Dînên sexte gelek xerabiyên mezin kirine. Bi dîtina te, gelo ew li gor hezkirina Xwedê dimeşin?

Dînên sexte li gor hezkirina Xwedê tevnagerin

6. Xwedê dixwaze ku însan ji dînên sexte derkevin

Peyxam 18:4 a bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Li gor vê ayetê, Xwedê dixwaze ku însan ji dînên sexte derkevin û ji tesîra wan xelas bibin. Gelo tu li ser vê yekê çi difikirî?

7. Bi dewamî Xwedê baştir nas bike

Çima gerek tu nehêlî ku dînên sexte te ji rêya Xwedê dûr bixin? Xeyal bike ku kurek li ber bavê xwe radibe û ji gotina wî derdikeve. Ew bi çolan dikeve û tiştên xerab dike. Lê bavê wî ji kirinên wî qet ne razî ye. Gelo sûc sûcê kê ye? Ma em dikarin sûc û guneh bixin stûyê bavê wî?

  • Ma aqil qebûl dike ku em ji ber kirinên dînên sexte sûc û guneh bavêjin ser Yehowa û ji rêya wî derkevin?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez îmana xwe bi Xwedê tînim, lê tu îşê min bi dîn nemaye.”

  • Tu li ser vê yekê çi difikirî?

  • Çima gerek em nehêlin ku kirinên dînên sexte me ji Yehowa dûr bixin?

BI ÇEND GOTINAN

Dînên sexte bi navê Xwedê derewan dibêjin, gelek tiştên xerab û qebehetên pir mezin dikin. Xwedê wê dînên sexte helak bike.

Tu çi elimî?

  • Li ser elimandin û kirinên dînên sexte tu çi difikirî?

  • Yehowa li dînên sexte çawa dinêre?

  • Xwedê wê çi bîne serê dînên sexte?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Çima em dikarin bibêjin ku Xwedê ji piraniya dîn û baweriyan ne razî ye?

“Gelo Hemû Dîn û Bawerî Wek Hev in? Gelo Ew Gişt li ser Rêya Xwedê Dimeşin?” (Meqaleya Înternetê)

Yehowa çima dixwaze ku em tevî xizmetkarên wî jê re îbadetê bikin?

“Gelo Hewce ye ku Mirov Bibe Endamê Teşkîlateke Dînî?” (Meqaleya Înternetê)

Keşîşek ji kirinên dînê xwe aciz dibû. Wî rojekê dest pê kir ku rastiya li ser Xwedê nas bike.

“Keşîşekî Çima Dêra Xwe Terk Kir?” (Hişyar Bin!, Sibat 2015)

Di dîroka mirovahiyê de, dîn û olan der barê Xwedê de gelek derew belav kirine. Bi gotina wan Xwedê xema me naxwe û bêrehm e. Bala xwe bide van sê derewên wan.

“Derewên der barê Xwedayê Dilovan de” (Birca Çavdêriyê, 1 Mijdar 2013)

a Kitêba Peyxamê çima dibêje ku dînê sexte wek jineke bi navê Babîla Mezin e? Li Zanîna zêde 1 binêre.