Here Naverokê

Here naverokê

Dubarekirina Qisim 4

Dubarekirina Qisim 4

Bi mamoste re li ser van pirsan sohbetê bike:

  1. Methelokên Silêman 13:20 bixwîne.

    • Çima muhîm e ku tu ji xwe re dost û hevalên qenc bibînî?

      (Li Ders 48 binêre.)

  2. Kîjan şîreta ji Kitêba Pîroz dikare alî te bike …

    • eger tu jin yan mêr bî?

    • eger tu dê, bav yan zarok bî?

      (Li Ders 49 û 50 binêre.)

  3. Em çawa dikarin bi gotinên xwe dilê Yehowa xweş bikin? Gerek em çawa xeber nedin?

    (Li Ders 51 binêre.)

  4. Kîjan pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu li ser şeklê xwe û kincên xwe qerarên baş bidî?

    (Li Ders 52 binêre.)

  5. Dema tu li kêf yan rihetiya xwe dinêrî, tu çawa dikarî dilê Yehowa xweş bikî?

    (Li Ders 53 binêre.)

  6. Meta 24:45-47 bixwîne.

    • Xulamê dilsoz û bihîkmet kî ye?

      (Li Ders 54 binêre.)

  7. Tu çawa dikarî bi wext, qewet û malê xwe piştgiriya civatê bikî?

    (Li Ders 55 binêre.)

  8. Zebûr 133:1 bixwîne.

    • Tu çawa dikarî yekîtiya civatê biparêzî?

      (Li Ders 56 binêre.)

  9. Gava em gunehekî giran bikin, em çawa dikarin alîkariya Yehowa bistînin?

    (Li Ders 57 binêre.)

  10. 1. Dîrokan 28:9 bixwîne.

    • Gava kesên din li hemberî îbadeta rast serî hildidin yan ji rêya rastiyê derdikevin, tu çawa dikarî dilsoziya xwe ji Yehowa re nîşan bidî?

    • Ji bo ku tu ji Yehowa re dilsoz bimînî û ji dînê sexte qut bibî, gelo hewce dike ku tu di jiyana xwe de tiştekî serrast bikî?

      (Li Ders 58 binêre.)

  11. Tu çawa dikarî xwe ji bo wexta zilm û zordariyê hazir bikî?

    (Li Ders 59 binêre.)

  12. Ji bo ku tu ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî, te ji xwe re kîjan hedef danîne pêşiya xwe?

    (Li Ders 60 binêre.)