Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 11

Yên ku Îro Îmana Rast Nîşan Didin

Yên ku Îro Îmana Rast Nîşan Didin

ÎRO gelek mirov îdîa dikin ku ew bi xwe bi îman in. Lê belê, Îsa pêxember ji berê ve gotibû ku kêm kes wê bibin xwediyê îmana rast. Wî wiha gotibû: “Deriyê ku dibe helakê fireh e, riya ku diçe wê rihet e û yên ku pê ve diçin gelek in. Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e û yên ku wê dibînin hindik in” (Metta 7:13, 14).

Îro em çawa dikarin fehm bikin ku kî xwediyê îmana rast e? Îsa Mesîh gotibû ku “hûnê wan ji berê wan nas bikin. Bi vî awayî her dara qenc berê qenc, lê her dara xerab jî berê xerab dide” (Metta 7:16, 17). Belê, îmana rast di mirovan de “fêkiyên qenc” pêk tîne, ango sifetên ku dilê Xwedê xweş dikin, dide pêşkêşkirin. Gelo ev sifet di jiyana rojane de, çawa xwe diyar dikin?

Qudreta Xwe bi Awayekî Rast bi Kar Tînin

Yekî ku xwediyê îmana rast e, hêz û desthilatiya xwe ji bo rûmetdayîna Xwedê û alîkariya ji kesên din re bi kar tîne. Îsa Mesîh gotibû ku “di nav we de kî ku bixwaze bibe yê mezin, divê bibe xizmetkarê we” (Marqos 10:43). Mîna vê yekê zilamekî bi îman jî, li hember malbata xwe û kesên din, bi awayekî zilimkar tevnagere. Li eksî vê, ew rûmetê dide hevsera xwe, wê bilind digire û bi hezkirinê hewcedariyên wê bi cih tîne. Kitêba Pîroz wiha dibêje: “Mêrno, bila her kes ji jina xwe hez bike û bi wê re ne hişk be” (Kolosî 3:19). Û di cihekî din de jî dibêje: “Mêrno, bila bi vî awayî her yek di jiyana bi jina xwe re fêmdar û têgihiştî be, ji jina ku naziktir e re, hurmetê bikin, çimkî ew bi xwe jî wêrisên kerema jiyanê ne. Wisa ku ji duayên we re asteng dernekeve” (1. Petrûs 3:7).

Jineke ku li îmana rast xwediye jî, “siyaneta mêrê xwe” digire (Efesî 5:33). Jin divê “ji mêrê xwe û zarokên xwe hez bikin” (Tîtos 2:4). Dê û bavên ku xwediyê îmana rast in, zehf demê bi zarokên xwe re derbas dikin û qanûn û pîvanên Xwedê fêrî wan dikin. Ew hem li malê û li cihê ku kar dikin û hem jî li her derê, her dem li hember kesên din bi rûmet û rêzdariyê, tevdigerin. Her wiha ew vê şîreta Nivîsarên Pîroz pêk tînin: “Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir, hurmeta hevdû bigirin” (Romayî 12:10).

Xizmetkarên Xwedê li gor vî emrê ku di Nivîsarên Pîroz de ye dikin: “Divê tu bertîlê nestînî” (2. Mûsa 23:8). Ew mertebeya xwe tu caran ji bo menfaeta xwe bi xerabî bi kar naynin. Ew li dijî vê hewl didin ku di her fersendekê de, ji kesên din re, bi taybetî jî, ji yên ku hewcedar in re, alîkariyê bikin. Û vê şîretê pêk tînin: “Ji bîr nekin ku hûn qenciyê bikin û tiştên xwe li hev leva bikin. Çimkî goriyên wiha li Xwedê xweş tên” (Îbranî 13:16). Û ew bi vî awayî rastiya vê gotina Îsa pêxember a ku dibêje: “Bextewariya dayînê ji ya standinê meztir e” bi xwe dijîn û dibînin (Karên Şandiyan 20:35).

Hewl Didin ku bi Edaletê Tevbigerin

Yên ku xwediyê îmana rast in, ji qanûnên Xwedê re îtaetê dikin; ji bo wan “emirên wî ne giran in” (1. Yûhenna 5:3). Ew bi vê yekê ewle ne: “Zagona XUDAN rayedar e … qeydeyên XUDAN rast in, dil kêfxweş dikin, fermana XUDAN pak e, çavan ronî dike” (Zebûr 19:7, 8).

Yên ku xwediyê îmana rast in, bi saya îmana xwe her cûreyê pêşdaraziyê têk dibin. Ew tu nîjad, welat an jî civakek sosyal bi ser a din re nagirin, lê belê ji dêla vê ji xwe re Yehowa Xwedê mînak digirin. “Li ba Xwedê xatirgirtin tune. Lê di nav her miletî de, yê ku ji wî ditirse û ya rast dike, ji wî re meqbûl e” (Karên Şandiyan 10:34, 35).

Îmana rast, di mirovan de daxwaza “di her tiştî de bi awayekî rast rêveçûyînê” hişyar dike (Îbranî 13:18). Yekî bi îman ji paşgotiniyê dûr disekine û navê kesî xera nake. Dawid pêxember der heqê yê ku li xweşa Xwedê diçe de, gotibû: “Bi zimanê xwe buxtanê nake. Bi hevalê xwe xerabiyê nake” (Zebûr 15:3).

Hîkmeta Xwedê Mînak Digirin

Baweriya yên ku xwediyê îmana rast in, bi tenê xwe dispêre Nivîsarên Pîroz. Ew bi vê yekê bawer dikin: “Tevahiya Nivîsarên Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de, bi kêr tê, da ku mirovê Xwedê ji her karê qenc bêkêmahî û rapêçandî be” (2. Tîmotêyos 3:16). Ew di têkiliyên xwe yên bi mirovan re de “şehrezayiya ku ji jor e” nîşan didin; ev şehrezayî ango hîkmet “paqij e, piştre aştîhez, berbiwêr û nerm e. Bi rehmê û berê qenc tije ye” (Aqûb 3:17). Mirovên bi îman ji ruhbazî û kevneşopên li dijî emrên Xwedê, dûr disekinin û “xwe ji pûtan diparêzin” (1. Yûhenna 5:21).

Hezkirina Rast Nîşan Didin

Mûsa pêxember wiha gotibû: “Xwedayê xwe XUDAN bi hemûya dilê xwe û bi hemûya canê xwe û bi hemûya hêza xwe hez bike” (5. Mûsa 6:5). Kesên bi îman, wisa ji Xwedayê me hez dikin. Ew rûmeteke mezin didin Navê ku Xwedê ji bo xwe hilbijartiye û ev nav, Yehowa ye. Ew “şikirdariyan ji XUDAN [Yehowa] re dikin” û bi îmanê “bangî navê wî dikin” (Zebûr 105:1). Her wiha ew li gor emrê “mîna xwe ji cîranê xwe hez bike” tevdigerin (3. Mûsa 19:18). Ji zordariyê dûr disekinin û xîret dikin ku “bi hemû mirovan re di aştiyê de bin” (Romayî 12:18). Ji ber ku hînî cengê nabin, bi gotineke din ew “şûrên xwe dikin hesinên qanikê û rimên xwe jî dikin kêrên rezvanan” (Îşaya 2:4). Di tevahiya cîhanê de, di navbera wan û birayên wan ên bi îman de “hezkirineke” kûr, heye û ew malbateke gerdûnî pêk tînin (Yûhenna 13:35). Hûn îro mirovên wiha nas dikin?