BEŞ 20
Îsa Mesîh Dimire
Îsa cejneke nû dide destpêkirin. Xiyanetî lê tê kirin û ew li ser Stûna Cefayê tê kuştin.
ÎSAYÊ ku sê sal û nîv bû, bi belavkirina Mizgîniyê û dayîna perwerdehiyê re mijûl dibû, êdî dizanibû ku jiyana wî ya li ser rûyê erdê, bidawî dibe. Zaneyên Yasaya Pîroz ên Cihûyan bi armanca ku Îsa bidin kuştin, di nav xwe de bi dizî gotina xwe kiribûn yek, lê belê ew ditirsîn ku di nav gel de tevliheviyek derdikeve, ji ber ku Îsa ji aliyê gel ve wekî pêxamber dihat pejirandin. Di vê navê de Şeytên Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku yek ji 12 şandiyên Îsa bû xist bin bandora xwe û wî xiyanetî li Îsa kir. Zaneyên Yasaya Pîroz ên Cihûyan 30 zîv pêşkêşî Cihûda kirin, da ku ew Îsa bide destê wan.
Îsa di şeva dawîn de ji bo pîrozkirina Cejna Fishê, li cihekî şandiyên xwe li cem xwe civandin. Wî piştî ku Cihûdayê Îsxeryotî ji wir şand derve, cejneke nû da destpêkirin. Ev cejin wekî: Cejna Bîranîna Efendiyê Me, hat binavkirin. Îsa li wir rahişt nanekî, piştî ku şikirdarî kir ew şkand û da her 11 şandiyên xwe û ji wan re weha got: “Ev bedena min [temsîl dike], ya ku di ber we de hatiye dayîn; vêya ji bo bîranîna min bikin!” Îsa heman tişt bi kasa şerabê jî kir û ji wan re got: Ev kasa ha Peymana Nû ku xwe dispêre xwîna min a ku di oxira we de tê rijandin, temsîl dike (Lûqa 22:19, 20).
Îsa wê şevê, wê gelek tişt ji şandiyên xwe re bigotana. Wî ji wan re fermaneke nû da; divê wan bi hezkirineke bêxweperestî ji hevdû hez bikirana. Îsa weha got: “Ger hezkirina we ji hev û din re hebe, her kes wê fêhm bike ku hûn şagirtên min in” (Yûhenna 13:34, 35). Herweha wî tembîh li wan kir, da ku ew ji bo bûyerên dijwar ên ku di demeke nêzîk de wê pêk bihata xemgîn nebin. Wî ji dil û can bo şandiyên xwe dua kir. Wan paşê bi hev re, lavije strandin û di taristaniya şevî de, derketin rêwîtiyê.
Îsa li Baxçeyê Gîtşemaniyê çû ser çokan û bi tevahiya dilê xwe dua û lava ji Xweda re kirin. Piştî ku demeke kurt bi ser vê yekê re bihûrî, ajaweyeke ku ji kesên kahîn, leşker û hin mirovên çekdar pêk dihat, ji bo desteserkirina wî hatin wir. Cihûda ji bo ku îşaretekî bide wan, hat nêzîk û Îsa ramûsa. Gava leşkeran Îsa girê da, şandiyên wî ji wir reviyan.
Îsa li ber Dadgeha Netewî ya Cihûyan xwe wekî Lawê Xweda da nasîn. Dadgehê bi angaşta ku çêrî Xweda kiriye, ew sûcdar dît û derbarê wî de biryara cezayê mirinê da. Wan wê çaxê Îsa birin cem walî Pantos Pîlatos ê ku bi eslê xwe Romayî bû. Walî pê derxist ku tu sûcekî Îsa nîne, lê wî dîsa jî Îsa da destê ajaweya ku li derve bi qîrîn û gazî kuştina wî dixwest.
Leşkerên Romayî Îsa birin cihê ku jê re Golgota dihat gotin û li wir li Stûna Cefayê xistin. Wê çaxê ligel ku cîhan hê roj bû jî, bi awayeke mûcîzeyî taristaniyek daket ser tevahiya welêt. Îsa piştî nîvroj jiyana xwe ji dest da û di wê gavê de, erdhejîneke mezin cêbû. Bedena Îsa ya bêcan hat xistinî gorekî ku di zinêr de hatibû kolandin. Kahînan dotira rojê derê gorê dan morkirin û ji bo ku nobedariya gorê bikin, nobedar li wir hiştin. Gelo Îsa wê di gorê de bimana? Na. Mûcîze ango kerameta herî mezin, li ber pêkhatinê bû.
Ji Metta beşên 26 û 27; Marqos beşên 14 û 15; Lûqa beşên 22 û 23; Yûhenna beşên 12 heta 19.
^ par. 15 Derbarê girîngiya mirina Îsa Mesîh a di wateya fîdye de, di berhevoka bi navê Birastî Xwedê pêwendî û eleqeya xwe bo me heye? ya ku ji aliyê Şahidên Yahowa ve hatiye weşandin de, di rûpelên 17-18-an de, bêtir agahî dikarin bêne dîtin.