Here Naverokê

Here naverokê

BEŞ 24

Pawlos ji Civînan re Nameyan Dinivîse

Pawlos ji Civînan re Nameyan Dinivîse

Nameyên Pawlos ji bawermendên sedsala yekemîn re dibin çavkaniya hêz û qewetê.

CIVÎNA Mesîhiyan a ku nû hatibû damezrandin, di pêkhatina armanca Yahowa Xweda de, wê roleke mezin bilîstana. Lê Mesîhiyên sedsala yekemîn hema bi êrîşên dijberan re rûbirû mabûn. Gelo endamên civînê dikaribûn hem ligel zilma ku li derve didîtin û hem jî, ligel zexeliya ku ji aliyê hin kesên ku di nav wan bixwe de dihat kirin û bo civînê dibû xetereke mezin, ji Xweda re dilsoziya xwe biparêzin? Çavkaniyên Încîlê di naveroka xwe de 21 nameyên ku bo vê mijarê dikarin bibin teşwîq û şîretan bidin dihewînin.

Ji van nameyan, 14 nameyên ku ji Romayî heta Îbranî pêk tên, bi navgîniya Ruhê Pîroz ji aliyê şandî Pawlos ve hatine nivîsîn. Ev name yan bi navê civînan, an jî bi yê kesên ku jê re hatine şandin, hatine binavkirin. Niha em dikarin derbarê hin mijarên ku di nameyên Pawlos de derbas dibin de, lêkolînê bikin.

Tembîhên derbarê sincî û tevgerê de. Ji kesên ku bêsincîtî, zîna û gunehên din ên giran ji xwe re kirine edet re, tê gotin ku ew: “Padîşahiya Xwedê mîras nastînin” (Galatî 5:19-21; 1. Korîntî 6:9-11, MIZ). Ji kîjan neteweyê dibin bila bibin, tevahiya kesên ku bawermendên Yahowa Xweda ne, divê bi hev re di yekîtiyê de bin (Romayî 2:11; Efesî 4:1-6). Ew divê tiştên ku di dest wan de hene, bi kêf û şahî bi hembawermendên xwe yên ku hewcedarî pê hene re parve bikin (2. Korîntî 9:7). Şandî Pawlos dibêje ku “bê rawestin dua bikin!” Belê, bawermendên Yahowa Xweda tên teşwîqkirin, da ku bi riya duakirinê dilê xwe ji WÎ re vekin (1. Selanîkî 5:17, MIZ; 2. Selanîkî 3:1; Filîpî 4:6, 7). Ji bo ku Xweda bibihîze, pêwîste, ku bi baweriyeke zexim jê re bê duakirin (Îbranî 11:6).

Çi dikare têkiliyên di navbera endamên malbatekî de, zeximtir bike? Zilam divê wekî bedena xwe ji hevsera xwe hez bike. Jin divê ji dil siyaneta hevserê xwe bigire. Pêwîste ku zarok bi ya dê û bavê xwe bikin; ji ber ku ev yek li xweşa Xweda diçe. Dê û bav jî, divê bi navgîniya şîret û pîvanên Xweda zarokên xwe bi hezkirinê perwerde bikin û bidin tevgerandin (Efesî 5:22-6:4; Kolosî 3:18-21).

Zanyariyên ku armanca Xweda didin zelalkirin. Yasaya Mûsa bi gelek xalên xwe ve heta hatina Mesîh, lawên Îsraêl parastin û ji wan re rêberî kir (Galatî 3:24). Lê ji bo ku biperizin Xweda hewcedariya şopînerên Îsa êdî bi vê Yasayê nîne. Pawlos di nameya xwe ya ku ji Mesîhiyên Îbranî re nivîsîbû de, derbarê wateya Yasaya Mûsa û bi navgîniya Mesîh pêkhatina armanca Xweda de, agahiyên zelaltir ragihandin. Wî gelek xalên di çarçovaya vê Yasayê de, wekî zanyariyên derbarê fêmkirina tiştên ku di pêşerojê de wê pêk bên, binav kirin. Bi mînak goriyên ajalan jiyana Îsa ya ku wê wekî gorî bihata pêşkêşkirin, temsîl dikir; lêbihûrîna gunehan a rasteqîn jî, bi navgîniya mirina Îsa wê pêkan bibûya (Îbranî 10:1-4). Xweda bi mirina Îsa, Yasaya Mûsa temam kir, ji ber ku êdî hewcedarî bi pêkanîna wê tune bû (Kolosî 2:13-17; Îbranî 8:13).

Rêxistina civînê. Zilamên ku dixwazin di civînê de berpirsyariyê ango îmtiyazê bistînin, divê di warê exlaqî de paqij bin û jiyana xwe li gor Yasa û Standardên Pirtûka Pîroz bidomînin (1. Tîmotêyos 3:1-10, 12, 13; Tîtos 1:5-9). Bawermendên Yahowa Xweda ji bo ku hevdû teşwîq bikin, divê bi rêk û pêk li hev bicivin (Îbranî 10:24, 25). Lê ev civînên ku bi armanca perestinê tên lidarxistin, pêwîste ku di warê ruhî û perwerdebûyînê de, bibandor bin (1. Korîntî 14:26, 31).

Şandî Pawlos gava ji Tîmotêyos re nameya xwe ya duyemîn nivîsî, li Romayê bû û di girtîgehê de, li benda darizandinê bû. Bi tenê çend kesan wêrîbû ku di girtîgehê de biçin serdana wî. Pawlos dizanibû ku êdî dema wî kêm e, loma wî got: “Min tekoşîna qenc kir, min hevbezîna xwe qedand û min bawerî parast” (2. Tîmotêyos 4:7, MIZ). Şandî Pawlos bi îhtimaleke pirr mezin demeke kurt piştî vê yekê hat kuştin. Lê nameyên vî şandiyê dilsoz heta îro jî, ji kesên ku bi rastiyê diperizin Xweda re rêberiyê dikin.

Ji Nivîsarên Romayî; 1. Korîntî; 2. Korîntî; Galatî; Efesî; Filîpî; Kolosî; 1. Selanîkî; 2. Selanîkî; 1. Tîmotêyos; 2. Tîmotêyos; Tîtos; Filêmon; Îbranî.