DERS 1
Destpêka Bitesîr
Karên Şandiyan 17:22
BI KURTASÎ: Destpêka sohbet an gotara te gerek bala guhdaran bikişîne, mijara te xuyanî bike û nîşan bide ku mijara te ji bo wan çima muhîm e.
ÇAWA:
-
Bala guhdaran bikişîne. Bi alîkariya pirs, gotin, serpêhatî an nûçeyekê bala guhdaran bikişîne.
-
Mijara xwe xuyanî bike. Destpêka te gerek mijar û armanca pêşkêşiya te xuyanî bike.
-
Nîşan bide ku mijar çima muhîm e. Gotinên xwe li gor hewcedariyên guhdaran eyar bike. Gerek ew bi zelalî fehm bikin ku mijar ji bo wan çima bifeyde ye.