Li gor Lûqa 7:1-50
7 Gava Îsa gotinên xwe ji xelkê re gotin û xelas kirin, ew ket Kapernaûmê.
2 Li wê derê, xulamê fermandarekî* hebû, yê ku pir nexweş ketibû û li ber mirinê bû. Fermandar ji wî xulamî pir hez dikir.
3 Gava wî di heqê Îsa de bihîst, wî çend rîspiyên Cihûyan şandin ba wî, da ku ji wî rica bikin ku ew were û xulamê wî qenc bike.
4 Ew hatin ba Îsa û jê lava kirin û gotin: “Ew hêja ye ku tu vê yekê ji bo wî bikî,
5 çimkî ew ji miletê me hez dike û wî bi xwe sînagoga* me ava kiriye.”
6 Hingê Îsa bi wan re çû. Lê gava ew nêzîkî malê bû, fermandar dostên xwe şandin pêşiya wî ku ji wî re bibêjin: “Ezbenî, zehmetê nekişîne, çimkî ez ne hêja me ku tu werî mala min.
7 Loma min xwe hêja nedît ku ez werim ba te. Bi tenê yek peyv ji devê te derkeve bes e, da ku xulamê min qenc bibe.
8 Çimkî ez jî di bin hukmê kesên din de me, û esker di bin destê min de ne, û gava ez ji yekî re dibêjim ‘Here!’, ew diçe, ji yekî din re dibêjim ‘Were!’, ew tê, û gava ez ji xulamê xwe re dibêjim ‘Vêya bike!’, ew wisa dike.”
9 Gava Îsa ev gotin bihîstin, ew bi wî ecêbmayî ma. Wî berê xwe da xelkê ku li pey wî diçû û got: “Ez ji we re dibêjim, di nav Îsraîlê de jî min baweriyeke ew qas mezin qet nedîtiye.”
10 Û gava yên ku hatibûn şandin vegeriyan malê, wan dît ku xulam qenc bûye.
11 Hinek wext piştî vê, Îsa çû bajarekî bi navê Nayîn, û şagirtên wî û gelek mirov bi wî re çûn.
12 Gava ew nêzîkî dergehê bajêr bû, wî dît ku cenazeyê zilamekî ji bajêr dihat birin. Ew kurê yekta yê jinebiyekê bû û gelek kesên ji bajêr bi wê re diçûn.
13 Gava Efendiyê me ew dît, dilê wî pê şewitî, û wî jê re got: “Negirî.”
14 Îsa nêzîk bû, destê xwe da darbestê û yên ku ew hilgirtibû, sekinîn. Hingê wî got: “Xorto, ez ji te re dibêjim: Rabe!”
15 Û zilamê mirî rabû, rûnişt û dest bi xeberdanê kir, û Îsa ew da diya wî.
16 Her kes heyran ma, dest pê kir ku pesnê Xwedê bide û got: “Di nav me de pêxemberekî mezin rabûye” û “Xwedê bala xwe daye xelkê xwe.”
17 Û ev xebera li ser wî li temamiya Cihûstanê û li temamiya herêmê belav bû.
18 Şagirtên Yehya* ev hemû tişt ji wî re gotin.
19 Hingê Yehya* du şagirtên xwe şandin ku ew ji Efendiyê me bipirsin: “Gelo yê ku wê bihata tu yî, yan gerek em li benda kesekî din bin?”
20 Gava ew hatin ba Îsa, wan got: “Yehyayê* Vaftîzkar* em şandin ba te, da ku bipirsin: ‘Gelo yê ku wê bihata tu yî, yan gerek em li benda kesekî din bin?’”
21 Wê gavê Îsa gelek mirov ji nexweşî û êşên giran qenc kirin, cin* derxistin, û çavên gelek koran vekirin.
22 Îsa cewab da wan: “Herin û tiştên ku we bihîstine û dîtine ji Yehya* re bibêjin: Yên kor êdî dibînin, yên seqet baş dimeşin, yên bi nexweşiya cuzamê* qenc dibin*, yên ker dibihîzin, yên mirî tên rakirin û ji belengazan re mizgînî tê dayîn.
23 Çi qas dilxweş in kesên ku ji ber min nakevin şik û gumanan*.”
24 Gava şagirtên Yehya* çûn, Îsa dest pê kir ku ji xelkê re li ser Yehya xeber bide: “Gava hûn çûn çolê, we dixwest çi bibînin? Ma we dixwest qamîşekî ku li ber ba diheje, bibînin?
25 Îcar we dixwest li wê derê çi bibînin? Ma hûn çûn ku mirovekî ku kincên giranbiha li xwe kirine, bibînin? Jixwe, kesên ku kincên biqîmet li xwe dikin û di dewlemendiyê de dijîn, di qesrên padîşahan de ne.
26 Ka bibêjin, hûn çûn wê derê ku çi bibînin? Ku pêxemberekî bibînin? Erê, ez ji we re dibêjim, ew ne tenê pêxember e, lê ew ji pêxemberan mezintir e.
27 Yê ku di Nivîsarên Pîroz de li ser wî wisa hatiye nivîsîn, ew e: ‘Ez xeberbêjê xwe li pêşiya te dişînim. Ewê li pêşiya te rê hazir bike.’
28 Ez ji we re dibêjim, di nav hemû mirovên ku hatine dinyayê de, kesekî ku ji Yehya* mezintir e, tune ye. Lê belê, di Hukimdariya Xwedê de, yekî biçûk jî ji wî mezintir e.”
29 (Gava temamiya xelkê û bacgiran ev yek bihîst, wan qebûl kir ku Xwedê adil e, çimkî ew bi destê Yehya* hatibûn vaftîzkirin*.
30 Lê Fêrisî û yên ku Qanûn baş dizanî rêberiya ku Xwedê dabû wan qebûl nekir, çimkî ew bi destê Yehya* nehatibûn vaftîzkirin*.)
31 Îsa xeberdana xwe dewam kir: “Ez mirovên vî neslî bişibînim kê û ew mîna kê ne?
32 Ew mîna wan zarokan in, ên ku di sûkê de rûniştî ne û gazî hevdû dikin û dibêjin: ‘Me ji bo we li bilûrê xist, lê hûn nereqisîn. Me stranên şînê gotin, lê hûn negiriyan.’
33 Mîna vê, Yehyayê Vaftîzkar hat, ne nan dixwar û ne jî şerab vedixwar, lê hûn dibêjin: ‘Ew bi cin ketiye.’
34 Kurê Mirov hat, dixwe û vedixwe, lê hûn dibêjin: ‘Ka li wî binêrin! Ew li pey xwarin û vexwarinê ketiye, û dostê bacgir û gunehkaran e.’
35 Çawa tê gotin: Hîkmet bi netîceyên xwe eşkere dibe*.”
36 Yekî ji Fêrisiyan çend caran Îsa ji bo xwarinê dawet kir. Ew jî çû mala yê Fêrisî û li ser sifrê rûnişt.
37 Li wî bajarî jinikek hebû, ya ku wek keseke gunehkar dihat naskirin. Ew pê hesiya ku Îsa li mala yê Fêrisî şîvê* dixwe, û wê şîşeyeke biçûk ji mermerê bi rûnê bêhnxweş bi xwe re anî.
38 Ew li ber lingên wî ket ser çokan û giriya. Hêstirên wê diketin ser lingên wî û wê bi porê xwe ew ziwa kirin. Wê lingên wî bi nermî maç kirin û rûnê bêhnxweş li wan da.
39 Fêrisiyê ku ew gazî mala xwe kiribû ev yek dît û ji xwe re got: “ Eger ev zilam bi rastî pêxember bûya, wiyê zanibûya ku ev jinika ku destê xwe dida wî kî ye û çi jin e. Çimkî ew yeke gunehkar e.”
40 Lê Îsa ji wî re got: “Şîmûn, ez dixwazim tiştekî ji te re bibêjim.” Wî got: “Kerem ke, Mamoste!”
41 Îsa got: “Du zilam deyndarê kesekî bûn. Yek bi 500 dînarî û yê din jî bi 50 dînarî deyndar bû.
42 Ji ber ku tiştekî wan tunebû ku deynê xwe bidin, wî kesî bi comerdî deynê her duyan efû kir. Îcar kî ji wan her duyan wê zêdetir ji wî hez bike?”
43 Şîmûn got: “Ez texmîn dikim, yê ku jê re zêdetir deyn hat efûkirin.” Îsa ji wî re got: “Te rast got.”
44 Paşê wî berê xwe da jinikê û ji Şîmûn re got: “Tu vê jinikê dibînî? Ez hatim mala te, lê te ji bo şûştina lingên min av neda min. Lê vê jinikê lingên min bi hêstirên xwe şil kirin û bi porê xwe ziwa kirin.
45 Te ez maç nekirim, lê vê jinikê ji wexta ku ez ketim malê, heta niha dev jê berneda ku lingên min bi nermî maç bike.
46 Te rûn li ser serê min nerijand, lê vê jinikê rûne bêhnxweş li lingên min da.
47 Loma ez ji te re dibêjim, gunehên wê her çi qas gelek* bin jî, hatine efûkirin, çimkî wê hezkirineke mezin nîşan da. Lê ji kesê ku hindik tê efûkirin, ew hindik hez dike.”
48 Paşê wî ji wê re got: “Gunehên te hatine efûkirin.”
49 Kesên ku bi wî re li ser sifrê rûniştibûn ji hevdû re gotin: “Gelo ev zilam kî ye ku heta gunehan jî efû dike?”
50 Lê wî ji jinikê re got: “Baweriya te tu xelas kirî. Bi selametî here.”
Jêrenot
^ Yan “kesekî ku di ser 100 eskerî re ye”.
^ Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.
^ Yan “Yûhena”.
^ Yan “Yûhena”.
^ Yan “Yûhena”.
^ Yan “Imadkar”, “Binavkar”.
^ Bi herfî “ruhên xerab”.
^ Bi herfî “tên paqijkirin”.
^ Nexweşiyeke çerm.
^ Yan “Yûhena”.
^ Yan “ji ber min naterpilin”.
^ Yan “Yûhena”.
^ Yan “Yûhena”.
^ Yan “Yehya”.
^ Yan “imadkirin”, “binavkirin”.
^ Yan “Yûhena”.
^ Yan “imadkirin”, “binavkirin”.
^ Yan “tê îsbatkirin”.
^ Yan “li ser sifrê rûniştiye”.
^ Yan “mezin”.