Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 19

Tu Tişt Nikare Kesên Rast Biterpilîne

Tu Tişt Nikare Kesên Rast Biterpilîne

“Yên ku ji şerîeta te hez dikin, aştiyeke mezin dibînin, tu tişt wan naterpilîne” (ZEBÛR 119:165).

KILAM 122 Sebat Bike

PÊŞGOTIN *

1-2. Nivîskarekî çi got, û li vê meqaleyê, emê çi lêkolîn bikin?

ÎRO bi milyonan însan îdîa dikin ku ew baweriya xwe bi Îsa Mesîh tînin, lê bi eslê xwe, ew hîndariyên wî qebûl nakin (2. Tîmotêyos 4:3, 4). Nivîskarekî fikra xwe wisa anî zimên: “Eger îro ‘Îsayekî nû’ hebûya, yê ku wek Îsayê berê xeber bidaya ... gelo meyê jî wek mirovên ku ew 2.000 sal berê red kiribû, ew red bikira? ... Cewab wisa ye: Erê, meyê ew red bikira.”

2 Li sedsala yekê, gelek kesan gotinên Îsa Mesîh dibihîstin û mucîzeyên wî didîtin, lê wan baweriya xwe bi wî nedianî. Gelo çima? Li meqaleya berê, me bala xwe dabû çar sebebên ku mirov seba gotin û kirinên Îsa Mesîh çima diketin şikê. Niha emê li çar sebebên din binêrin û bibînin ku îro gelek kes çima şagirtên Îsa Mesîh red dikin. Wekî din, emê bibînin ku gerek em çi bikin ku tu tişt me ji Yehowa dûr nexe.

(1) ÎSA MESÎH DI NAV MIROVAN DE CIHÊTÎ NEDIKIR

Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh bi kê re hevaltî dikir. Îro, hin kes çawa seba eynî tiştî dikevin şikê? (Li paragrafa 3an binêre) *

3. Hin kesan çima Îsa Mesîh red dikir?

3 Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, wî bi cure cure mirovan re hevaltî dikir. Rast e, wî bi kesên dewlemend û bi nav û deng re xwarin dixwar, lê wî bi kesên feqîr û belengaz re jî pir wext derbas dikir. Bi ser de, dilê wî bi kesên ku ji aliyê xelkê ve wek “gunehkar” dihatin dîtin, dişewitî. Hin kesên pozbilind bi kirinên Îsa Mesîh ne razî bûn. Wan ji şagirtên wî wisa pirsî: “Çima hûn bi bacgir û gunehkaran re dixwin û vedixwin?” Îsa Mesîh wisa cewab da: “Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm in. Ez nehatime, ku ji bo tobekirinê gazî rastan bikim, lê ez hatim ku gazî gunehkaran bikim” (Lûqa 5:29-32).

4. Li gor gotinên Îşaya pêxember, gerek Cihûyan di heqê Mesîh de çi bizanibûya?

4 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Çend sedsal berî hatina Mesîh, Îşaya pêxember gotibû ku dinya wê Mesîh qebûl neke. Wî di heqê Mesîh de nivîsîbû: “Ji aliyê mirovan ve ew hat kêmkirin û redkirin. ... Wekî zilamê ku mirov rûyê xwe jê vedişêrin, ew hat kêmkirin. Me qedir neda wî” (Îşaya 53:3, Mizgînî). Li gor gotinên vê ayetê, gerek Cihûyên li sedsala yekê bizanibûya ku Mesîh wê bihata redkirin.

5. Gelek kes şagirtên Îsa Mesîh çawa dibînin?

5 Gelo ev problem îro jî heye? Belê. Gelek alimên dînî mirovên dewlemend û bi nav û deng, yên ku ji aliyê dinyayê ve wek kesên aqilmend tên dîtin, wek endamên civatên xwe qebûl dikin. Ji bo wan, qet ferq nake ku jiyana van endamên nû li gor standardên Xwedê ye yan na. Ji aliyê din ve, alimên dînî xizmetkarên Yehowa yên bixîret, ên ku xwe li standardên exlaqê digirin, biçûk dibînin, ji ber ku ew li gor dinyayê kesên bi nav û deng nînin. Lê belê, wek Pawlosê şandî gotibû, Xwedê kesên ku ji aliyê dinyayê ve “kêm tên dîtin” ji xwe re hildibijêre (1. Korîntî 1:26-29). Belê, Yehowa qîmetê dide hemû xizmetkarên xwe yên dilsoz.

6. Li gor Metta 11:25, 26, Îsa Mesîh çi gotibû, û em çawa dikarin wî ji xwe re emsal bigirin?

6 Ji bo ku em nekevin şikê, gerek em çi bikin? (Metta 11:25, 26 bixwîne). Bila nêrîna dinyayê ya li ser xizmetkarên Xwedê li ser te tesîr neke. Ji bîr neke ku Yehowa tenê mirovên dilnizm wek xizmetkarên xwe qebûl dike (Zebûr 138:6). Bi ser de, bîne ber çavê xwe ku Yehowa bi destê kesên ku dinya biçûk dibîne, îşên çi qas mezin dike!

(2) ÎSA MESÎH FIKRÊN ŞAŞ ÎFŞA DIKIRIN

7. Îsa Mesîh ji Fêrisiyan re çima digot “durû”, û reaksiyona wan çi bû?

7 Îsa Mesîh durûtiya dînî bi mêrxasî rexne dikir. Mesela, wî durûtiya Fêrisiyan îfşa dikir, ên ku qedrê dê û bavê xwe nedigirt, lê diketin pey tiştên biçûk wek adetên destşûştinê (Metta 15:1-11). Şagirtên Îsa Mesîh seba gotinên wî şaşmayî man û ji wî pirsî: “Ma tu dizanî gava ku Fêrisiyan ev bihîst, enirîn?” Îsa Mesîh wisa cewab da: “Her şitilê ku Bavê min ê li ezmanan neçandiye, ewê ji ra ve bê rakirin. Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê” (Metta 15:12-14). Belê, Îsa Mesîh îzin nedida ku nêrîna nerast a alimên dînî riya wî bigire û bibe sebeb ku ew rastiyê neyne zimên.

8. Îsa Mesîh çawa zelal kir ku Xwedê hemû dîn û baweriyan qebûl nake?

8 Wekî din, Îsa Mesîh hîndariyên sexte îfşa dikirin. Wî negot ku Xwedê hemû dîn û baweriyan qebûl dike, lê wî got: “Deriyê ku dibe helakê fireh e, riya ku diçe wê rihet e û yên ku pê ve diçin gelek in. Lê deriyê ku dibe jiyanê teng e, rê jî dijwar e û yên ku wê dibînin hindik in” (Metta 7:13, 14). Wekî din, wî eşkere kir ku hin kesên ku wek xizmetkarên Xwedê xuya dikin bi eslê xwe daxwaza Xwedê naynin cih. Îsa Mesîh wisa got: “Hay ji pêxemberên derewîn hebin. Ew di postê miyan de tên ba we, lê di hundir de ew gurên har in. Hûnê wan ji berê wan nas bikin” (Metta 7:15-20).

Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh adet û baweriyên sexte red dikirin. Îro, hin kes çawa seba eynî tiştî dikevin şikê? (Li paragrafa 9an binêre) *

9. Hin hîndariyên sexte, yên ku Îsa Mesîh îfşa dikirin, çi ne?

9 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku Mesîh wê ji bo mala Yehowa pir bixîret bibe (Zebûr 69:9; Yûhenna 2:14-17). Bi saya vê xîretê, Îsa Mesîh adet û baweriyên sexte îfşa dikirin. Mesela, Fêrisiyan bawer dikir ku ruh namire. Lê belê, Îsa Mesîh hîn dikir ku yên mirî di xewê de ne (Yûhenna 11:11). Sadûqiyan rabûna miriyan înkar dikir, lê Îsa Mesîh dostê xwe Lazar ji mirinê rakir (Yûhenna 11:43, 44; Karên Şandiyan 23:8). Fêrisiyan bawer dikir ku her tişt ji Xwedê û ji qederê ye, lê Îsa Mesîh hîn dikir ku mirov dikare xwe bi xwe hilbijêre ka ewê ji Xwedê re xizmet bike yan na (Metta 11:28).

10. Gelek kes çima seba hîndariyên Şahidên Yehowa dikevin şikê?

10 Gelo ev problem îro jî heye? Belê. Gelek kes aciz dibin ji ber ku em hîndariyên sexte îfşa dikin. Alimên dînî ji mirîdên xwe re dibêjin ku Xwedê kesên xerab diavêje cehenemê. Bi vê hîndariyê, ew însanan di bin destê xwe de digirin. Lê belê, Şahidên Yehowa eşkere dikin ku ev yek derew e, çimkî Xwedê hezkirin e. Wekî din, alimên dînî dibêjin ku ruh namire, lê Şahidên Yehowa îsbat dikin ku ev fikir ji pûtperestiyê tê. Jixwe, eger ev fikir rast bûya, rabûna miriyan wê bêmane bûya. Ji xeynî vê, gelek dîn û bawerî hîn dikin ku her tişt di bin kontrola qederê de ye, lê Şahidên Yehowa dibêjin ku însan xwediyê îradeya azad e û dikare bi daxwaza dilê xwe ji Xwedê re xizmet bike. Gava Şahidên Yehowa derewan îfşa dikin, gelo reaksiyona alimên dînî çi ye? Ew pir hêrs dikevin!

11. Li gor Yûhenna 8:45-47, Xwedê ji xizmetkarên xwe çi dixwaze?

11 Ji bo ku em nekevin şikê, gerek em çi bikin? Madem ku em dibêjin ku em ji rastiyê hez dikin, gerek em gotinên Xwedê qebûl bikin (Yûhenna 8:45-47 bixwîne). Em ne wek Îblîs in, ê ku ji rastiyê dûr ketiye. Çi dibe bila bibe, em bi rastiyê ve girêdayî dimînin û her tim li gor baweriya xwe hereket dikin (Yûhenna 8:44). Xwedê dixwaze ku xizmetkarên wî wek Îsa Mesîh “ji ya xerab nefret bikin” û “xwe li ya qenc bigirin” (Romayî 12:9; Îbranî 1:9).

(3) ÎSA MESÎH ZILM DIDÎT

Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh li ser stûnekê mir. Îro, hin kes çawa seba eynî tiştî dikevin şikê? (Li paragrafa 12an binêre) *

12. Ev yek ku Îsa Mesîh çawa hat kuştin ji bo gelek Cihûyan çima “terpilînek” bû?

12 Gelo gelek Cihûyan ji bo kîjan sebeba din Îsa Mesîh qebûl nedikir? Pawlosê şandî zelal kir ku ev yek ku Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê hat kuştin, ji bo Cihûyan “terpilînek” e (1. Korîntî 1:23). Ji ber ku Îsa Mesîh li ser stûnekê hat îdamkirin, wî ji wan re ne wek Mesîh, lê wek gunehkarek xuyanî dikir (5. Mûsa 21:22, 23).

13. Kesên ku Îsa Mesîh red dikir çi fehm nedikir?

13 Cihûyên ku Îsa Mesîh red dikir fehm nedikir ku ew bêsûc e. Îsa Mesîh bi neheqî hat dîwankirin. Mehkemeya bilind a Cihûyan bi ecele li hev top bû, û doza Îsa Mesîh bi awayekî neqanûnî hat îdarekirin (Lûqa 22:54; Yûhenna 18:24). Bi eslê xwe, wê lazim bûya ku hakiman bi bêterefî bala xwe bidaya îsbatan, lê çi heyf e ku ew bi xwe “li şahidiya derewîn digeriyan ku biryara kuştina wî bidin”. Belê, kirinên wan bi temamî li dijî qanûnê bûn (Metta 26:59; Marqos 14:55-64). Wekî din, piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, van hakimên bêedalet “gelek pere dan” nobedarên Romayî, yên ku li ber tirbeya wî sekinîbûn, da ku ew derewekê belav bikin ku tirbe çima vala bû (Metta 28:11-15).

14. Nivîsarên Pîroz ji berê ve di heqê mirina Mesîh de çi gotibû?

14 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Li rojên Îsa Mesîh, gelek Cihûyan fehm nedikir ku gerek Mesîh bimire. Lê belê, Nivîsarên Pîroz ji berê ve di heqê Mesîh de wisa gotibû: “Ji ber ku canê xwe ji mirinê re rijand û bi gunehkaran re hate hesibandin; sûcê gellekan wî kişand û bona gunehkaran lava kir” (Îşaya 53:12). Loma, gava Îsa Mesîh wek gunehkar hat îdamkirin, gerek Cihûyan ew red nekira.

15. Hin kes seba kîjan derewan di heqê Şahidên Yehowa de dikevin şikê?

15 Gelo ev problem îro jî heye? Belê! Îsa Mesîh bi neheqî hatibû dîwankirin, û mîna wî, Şahidên Yehowa jî rastî neheqiyê tên. Mesela, ji sala 1930yî heta sala 1950yî, Şahidên Yehowa li Amerîkayê gelek caran mecbûr man ku ji bo azadiya îbadetê li mehkemeyan micadele bikin. Hin hakim rasterast li dijî Şahidan bûn. Li Quebecê (Kanada), dêr û dewletê li dijî me hevkarî dikir. Wan gelek mizgînvan avêtin hebsê ji ber ku wan ji kesên din re behsa Padîşahiya Xwedê dikir. Li dema Naziyan, gelek birayên ciwan seba baweriya xwe ji aliyê dewleta Almanyayê ve hatin kuştin. Niha jî, gelek xwişk û birayên li Rûsyayê tên mehkûmkirin ji ber ku ew behsa Kitêba Pîroz dikin, û îşê me wek “faeliyeta ekstremîst” tê binavkirin. Bi ser de, Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz a bi zimanê Rûsî hatiye qedexekirin û wek “malzemeya ekstremîst” tê dîtin ji ber ku tê de navê Yehowa heye.

16. Wek 2. Petrûs 2:1 nîşan dide, gerek em çima hişyar bimînin?

16 Ji bo ku em nekevin şikê, gerek em çi bikin? Pê bihese ku bi rastî çi qewimiye. Li Weaza li ser Çiyê, Îsa Mesîh ji guhdarên xwe re gotibû ku mirov wê di heqê wan de derewan bibêjin (Metta 5:11). Çavkaniya van derewan, Îblîs e. Ew li ser muxalifan bandor dike, da ku ew îftirayan bavêjin ser xizmetkarên Yehowa (Peyxam 12:9, 10). Gerek em derewên wisa red bikin û tu caran îznê nedin ku ew me bitirsînin yan baweriya me sist bikin (2. Petrûs 2:1 bixwîne).

(4) ÎSA MESÎH HAT DAYÎN DEST Û TERKKIRIN

Gelek kes diketin şikê ji ber ku Îsa Mesîh ji aliyê Cihûda ve hat dayîn dest. Îro, hin kes çawa seba eynî tiştî dikevin şikê? (Li paragrafên 17 û 18an binêre) *

17. Hin kes belkî çima seba bûyerên berî mirina Îsa Mesîh ketin şikê?

17 Îsa Mesîh ji aliyê şandiyekî xwe ve hat dayîn dest. Şandiyekî din jî Îsa sê caran înkar kir, û li şeva berî mirina wî, hemû şandiyan ew terk kir (Metta 26:14-16, 47, 56, 75). Îsa Mesîh şaşmayî nema, çimkî wî ji berê ve dizanibû ku ev yek wê biqewime (Yûhenna 6:64; 13:21, 26, 38; 16:32). Lê belê, hin kes belkî ketin şikê û fikirîn: “Madem ku şandiyên Îsa Mesîh mirovên wisa ne, ez naxwazim di nav wan de bim!”

18. Li dema mirina Îsa Mesîh, kîjan gotinên Nivîsarên Pîroz hatin cih?

18 Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? Yehowa çend sedsal berê bi navgîniya Peyva xwe eyan kiribû ku Mesîh wê bi 30 zîvî bê dayîn destê xeraban (Zekerya 11:12, 13). Ji berê ve hatibû gotin ku xayîn wê yek ji dostên Îsa Mesîh be (Zebûr 41:9). Zekerya pêxember wisa nivîsîbû: “Li şivan bixe ku, bila mîh belav bibin” (Zekerya 13:7). Gava tiştên ku Nivîsarên Pîroz ji berê ve gotibûn hatin cih, kesên dilpak neketin şikê, lê baweriya wan xurttir bû.

19. Kesên dilpak çi dizanin?

19 Gelo ev problem îro jî heye? Belê. Li dema me, çend birayên mesûl ji riya rastiyê derketine, li dijî rastiyê serî hildaye û paşê hewl daye ku kesên din jî ji riya rastiyê derxînin. Wan xeberên nîvrast û derewên di heqê Şahidên Yehowa de li rojname, televîzyon û Înternetê belav kirine. Lê belê, kesên dilpak nakevin şikê. Ew rind dizanin ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku tiştên wisa wê biqewimin (Metta 24:24; 2. Petrûs 2:18-22).

20. Ji bo ku em nekevin ber bayê kesên ku ji riya rastiyê derketine, gerek em çi bikin? (2. Tîmotêyos 4:4, 5)

20 Ji bo ku em nekevin şikê, gerek em çi bikin? Ji bo ku baweriya me qewî be, gerek em bi dewamî Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, dua bikin û bi îşê ku Yehowa daye me, mijûl bin (2. Tîmotêyos 4:4, 5 bixwîne). Eger baweriya me qewî be, emê seba xeberên negatîf tev li hev nebin (Îşaya 28:16). Ji ber ku em ji Yehowa, ji Peyva wî û ji xwişk û birayan hez dikin, emê nekevin ber bayê kesên ku ji riya rastiyê derketine.

21. Piraniya mirovan mizgînê her çi qas qebûl nakin jî, em ji çi emîn in?

21 Li sedsala yekê, gelek kes diketin şikê, û wan Îsa Mesîh red kir. Ji aliyê din ve, gelek kesên din Îsa wek Mesîhê sozdayî qebûl kir. Di nav wan de, gelek kahîn û herî kêm yek endamê civîna giregiran jî hebûn (Karên Şandiyan 6:7; Metta 27:57-60; Marqos 15:43). Îro jî, bi milyonan kes nakevin şikê. Gelo çima? Çimkî ew rastiya Kitêba Pîroz dizanin û ji vê rastiyê hez dikin. Peyva Xwedê wisa dibêje: “Yên ku ji şerîeta te hez dikin, aştiyeke mezin dibînin, tu tişt wan naterpilîne” (Zebûr 119:165).

KILAM 124 Tim Dilsoz Be

^ par. 5 Li meqaleya berê, me bala xwe dabû çar sebebên ku mirovan çima Îsa Mesîh red dikir û îro gelek kes çima şagirtên wî red dikin. Li vê meqaleyê, emê çar sebebên din bibînin. Wekî din, emê bibînin ku kesên dilpak, ên ku ji Yehowa hez dikin, çima naterpilin.

^ par. 60 RESIM: Îsa Mesîh bi Metta û çend bacgirên din re xwarinê dixwe.

^ par. 62 RESIM: Îsa Mesîh kesên ku li perestgehê ticaretê dikin, diavêje der.

^ par. 64 RESIM: Îsa Mesîh darê îşkenceyê hildide.

^ par. 66 RESIM: Cihûda Îsa Mesîh bi ramûsanekê dide dest.