Li Gor Baweriya Xwe Bijî – Qerarên Biaqil Bide!
“Bi baweriyê bixwaze û dudilî nebe” (AQÛB 1:6).
KILAM: 118, 35
1. Qayîn çima qerarekî xerab da, û netîceyên vê yekê çi bûn?
LI BER Qayîn, du rê hebû: Gelo wiyê hîsên xwe yên gunehkar kontrol bikira, an jî îzin bidaya ku kirinên xwe ji aliyê hîsên xwe ve bên kontrol kirin? Netîceyên vî qerarî wê temamiya jiyana wî tesîr bikira. Em dizanin ku Qayîn çi kir: Wî qerarekî xerab da. Qerar û kirinên wî bûn sebebê mirina birayê xweyî dilsoz, Habîl. Bi ser de, qerarê Qayîn dostiya xwe bi Xwedê re xirab kir (1. Mû. 4:3-16).
2. Çima gelek muhîm e ku em qerarên bihîkmet bidin?
2 Gerek em jî di jîyana xwe de qeraran bidin. Hin qerar pir muhîm in, hin jî na. Lê tesîra gelek qerarên me mezin e. Eger em qerarên baş bidin, zehmeta me wê kêmtir bibe û jiyana me wê rihettir bibe. Lê eger em qerarên xerab bidin, zehmeta me wê pir bibe û emê dilteng bibin (Mtl. 14:8).
3. a) Ji bo ku em qerarên bihîkmet bidin, gerek em baweriya xwe bi kê bînin? b) Niha emê li ser kîjan pirsan şêwir bikin?
3 Çi wê alî me bike ku em qerarên bihîkmet bidin? Gerek em baweriya xwe bi Xwedê bînin û bawer bin ku ew dikare Aqûb 1:5-8 bixwîne). Her ku em nêzikî Yehowa dibin û Peyva wî hez dikin, emê bawer bin ku ew dizane ku ji bona me çi baş e. Berî ku em qerarekî bidin, emê li şîretên Peyva Xwedê bigerin. Lê em çawa dikarin qerarên baştir bidin? Û eger me êdî qerarek daye, gelo ew tê maneya ku çi dibe bila bibe, gerek em êdî bi vî qerarî ve girêdayî bimînin?
alî me bike û hîkmet bide me. Ji xeynî vê, gerek em baweriya xwe bi Peyva Yehowa bînin û şîretên wî qebûl bikin (LAZIM E KU HER KES QERARAN BIDE
4. Adem çawa qerar da, û neticeya vî qerarî çi bû?
4 Ji afirandina mirovan heta niha, hemû mirovan qerarên muhîm dane. Lazim bû ku Adem qerar bide ku ew guh bide kê – Afirandêr an Hewayê. Çi heyf e ku Adem qerarekî xerab da. Ji ber ku wî guh da jina xweye xapandî, wî jiyana xwe ya bêdawî winda kir. Hemû mirov ji qerarê wî tesîr girt. Heta roja îroyîn, her kes netîceyên xerab ên qerarê Adem dikişîne.
5. Em ji ku dizanin ku Yehowa dixwaze ku em qeraran bidin?
5 Hinek difikirin ku eger lazim nebûya ku em qeraran bidin, jîyan wê hêsantir bibûya. Dibe ku tu jî wisa difikirî. Lê belê ji bîr neke: Mirov mîna robotên bêhiş û bêîrade nehatine afirandin. Yehowa Kitêba Pîroz daye me ku em bielimin ku em çawa karibin qerarên bihîkmet bidin. Wek emê niha bibînin, Yehowa dixwaze ku em qeraran bidin, û ev ne tiştekî xerab e.
6, 7. Lazim bû ku Îsraêliyan li ser çi qerar bidin? Çima ji wan re zor tê ku ew qerarekî bi hîkmet bidin? (Li resmê ewilî binêre.)
6 Çaxa miletê Îsraêl di Welatê Sozdayî de cihwar bû, lazim bû ku wan qerarekî muhîm bidin: Gelo wanê ji Yehowa re an ji pûtan re xizmet bikira? (Yêşû 24:15 bixwîne). Her çi qas ev qerar wek tiştekî giran xuya nabe, jiyana wan bi vî qerarî ve girêdayî bû. Di dema Hakiman, miletê Îsraêl pir caran qerarên bêaqil didan. Wan dev ji xizmetkirina Yehowa berdida û ji pûtan re îbadet dikir (Ser. 2:3, 11-23). Paşê, di dema Êlyas pêxember de, milet dîsa li ber qerarekî bû: Gelo wanê ji Yehowa re an ji Baal re xizmet bikira? (1. Qra. 18:21). Ji ber ku xelk bêqerar dima, Êlyas ji wan re bi hêrs bû. Dibe ku tu difikirî ku ev qerarekî hêsan bû, çimkî xizmetkirina ji Yehowa re ji xwe tiştekî bihîkmet û bifeyde ye. Hem jî, dibe ku tu nikarî fehm bikî ku Baal ji kesekî biaqil re çawa cazîb tê. Dîsa jî, ew Îsraêlî “bi her du alî ve” dikuliyan. Êlyas bi israr ji wan re got ku ew îbadeta rast hilbijêrin – xizmetkirina ji Yehowa re.
7 Ji bo Îsraêliyan çima ev qas zor bû ku ew qerarekî bihîkmet bidin? A yekê, wan baweriya xwe bi Yehowa winda kiribû û guh nedida wî. Wan li gor melûmata tam û hîkmeta Xwedê hereket nedikir û pişta xwe nedida Yehowa. Eger wan li gor melûmata tam hereket bikira, wanê bikaribûya qerarên bihîkmet bidana (Zeb. 25:12). Wekî din, ew ber bayê miletên din ketibûn, yên ku ji Yehowa re xizmet nedikir. Îsraêliyan îzin dabû ku kesên din di şûna wan de qeraran bidin. Wan pûtperestan hişê Îsraêliyan zivirand ku ew jî ji pûtan re îbadetê bikin. Gelek sal berê, Yehowa ew hişyar kiribûn ku ew nekevin vî halî (2. Mû. 23:2).
GELO WÊ RAST BE EGER KESÊN DIN LI ŞÛNA ME DE QERARAN BIDIN?
8. Tarîxa miletê Îsraêl çi rêyî me dide?
8 Mîsalên jor ji me re derseke muhîm dielimînin. Lazim e ku her kes xwe bi xwe qeraran bide. Wekî din, ji bo ku em karibin qerarên rast bidin, gerek em Kitêba Pîroz rind bizanin. Galatî 6:5 wisa dibêje: “Her kes wê barê xwe hilgire.” Belê, em nikarin mesûliyeta qerardayîne bidin kesekî din. Gerek em rind bielimin ku li ber çavê Xwedê çi rast e, û vê yekê hilbijêrin.
9. Gerek em çima îzin nedin ku kesên din di şûna me de qeraran bidin?
9 Lê hinek çawa îzin didin ku kesên din di şûna wan de qeraran bidin? Dibe ku kesên din zorê didin wan ku ew qerarekî xerab bidin (Mtl. 1:10, 15). Lê kesên din her çi qas zorê bidin me jî, gerek em li pey wijdanê xwe, yê ku li gor Kitêba Pîroz hatiye perwerde kirin, herin. Lê kesekî ku îzin dide ku kesên din di şûna wî de qeraran dide, di eslê xwe de li pey wan diçe. Qerarên wisa carinan pir xerab dibin.
10. Pawlos civatê Galatê ji bo çi hişyar kir?
10 Pawlos civata Galatê hişyar kir ku gerek ew îzin nedin ku kesên din di şûna wan de qeraran bidin (Galatî 4:17 bixwîne). Di wê civatê de, hinekan dixwest di şûna xwişk û birayên din de qeraran bidin. Gelo mexseda wan çi bû? Wan dixwest ku xwişk û bira dev ji şandiyan berdin û li pey wan herin. Wan kesên xwehez dixwest meşhûr bibin. Wan qebûl nedikir ku dayîna qeraran, mesûliyeta şexsî ya her kesî ye.
11. Em çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin çaxa gerek ew qerarên şexsî bidin?
11 Pawlos ji vî alî ve ji me re bû nimûne. Wî dizanî ku azadiya xwişk û birayan heye ku ew xwe bi xwe 2. Korîntî 1:24 bixwîne). Îro jî, çaxa kalên civatê der heqê qerarên şexsî de şîret didin xwişk û birayan, gerek ew wisa bikin. Ew bi dil û can hazir in ku şîretên Kitêba Pîroz ji xwişk û birayan re bibêjin. Dîsa jî, kalên civatê di şûna wan de qeraran nadin, çimkî xwişk û bira ji bo netîceyên qerarên xwe mesûl in. Di vê yekê de, gerek em derseke muhîm bistînin: Rast e ku em dikarin alî kesên din bikin, û em dikarin prensîp û şîretên Kitêba Pîroz rêyî wan bidin, lê dîsa jî lazim e ku ew qerarên şexsî xwe bi xwe bidin. Eger ew qerarên bihîkmet bidin, ewê feyde bibînin. Belê, gerek em tu caran nefikirin ku selahiyeta me heye ku em di şûna xwişk û birayan de qeraran bidin.
qeraran bidin, û wî hurmet dida vê azadiyê (LI PEY DILÊ XWE NEÇE
12, 13. Çaxa em bi hêrs an dilteng dibin, çima bilatûke ye eger em tenê li pey dilê xwe herin?
12 Di vê dinyayê de, gelek kes wisa difikirin: “Li pey dilê xwe here.” Lê belê ev fikir pir bitalûke ye û ne li gor Kitêba Pîroz e. Kitêba Pîroz şîret dide me ku em li gor dilê xwe qeraran nedin (Mtl. 28:26). Serpêhatiyên Kitêba Pîroz nîşan didin ku çaxa mirov guh dide dilê xwe, netîceyên xerab dertên. Çima? Çimkî “dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e” (Yêr. 3:17; 13:10; 17:9; 1. Qra. 11:9). Lê gerek em çima tenê li pey dilê xwe neçin?
13 Dilê me roleke muhîm dilîze, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em bi hemû dilê xwe ji Yehowa hez bikin. Ji xeynî vê, wek ku em ji xwe hez dikin, gerek em ji cîranê xwe jî hez bikin (Met. 22:37-39). Lê wek di ayetên paragrafa jor de tê nîşan dayîn, gerek em îzin nedin ku hîsen me fikir û kirinên me kontrol bikin. Mesela, çaxa em bi hêrs bin, dibe ku em qerarên şaş bidin (Mtl. 14:17; 29:22). An jî, çaxa em dilteng dibin, dîsa dibe ku em qerarên bêaqil bidin (4. Mû. 32:6-12; Mtl. 24:10). Ji ber vê yekê, riya hîkmetê ev e ku em “ji qanûna Xwedê re . . . xulamtiyê” bikin (Rom. 7:25). Belê, çaxa em qerarên muhîm didin, gerek em ji aliyê dilê xwe ve neyên xapandin.
GEREK EM QERARÊN XWE KENGÊ BIGUHERÎNIN?
14. Carinan çima lazim e ku em qerarên xwe biguherînin?
14 Her çi qas lazim e ku em qeraren bihîkmet bidin, ev nayê maneya ku gerek em qerarên xwe tu caran neguherînin. Carinan lazim e ku em li ser qerarên xwe bifikirin û wan biguherînin. Bîne ber çavê xwe ku di dema Yûnis pêxember de, Yehowa der heqê xelkê Neynowayê de çawa qerarê xwe guherand: “Xwedê karên wan û vegera wanî ji rêya xerab dît û ji ber xerabiya ku gotibû, dê bi wan bike, Xwedê poşîman bû û wê nekir” (Yns. 3:10). Belê, Yehowa dît ku xelkê Neynowayê ji riya xerab vegeriya û tobe kir, û ji ber vê yekê, Yehowa qerarê xwe guherand. Bi vî awayî, Yehowa nîşan da ku ew çi qas maqul, dilnizm û dilovan e. Mirov carinan ji nişka ve bi hêrs dibin û tiştekî dikin, lê Yehowa qerarên xwe wisa nade.
15. Dibe ku çima lazim be ku em qerarên xwe biguherînin?
1. Qra. 21:20, 21, 27-29; 2. Qra. 20:1-5). An jî, çaxa em melûmatên nû distînin, dibe ku wê baş be ku em qerarekî xwe li gor van biguherînin. Mesela, Dawid Padîşah der heqê nebiyê Saûl Mefîboşet tiştên nerast bihîstibû. Lê paşê, gava Dawid melûmata rast stand, wî qerarê xwe guherand (2. Sam. 16:3, 4; 19:24-29). Dibe ku carinan wê biaqil be eger em jî wisa bikin.
15 Dibe ku carinan lazim be ku em li ser qerarên xwe dîsa kûr bifikirin, mesela çaxa rewşa me diguhere. Gava rewş diguherî, Yehowa jî car caran qerarên xwe diguherand (16. a) Ji bo ku em karibin qerarên bihîkmet bidin, gerek em çi bikin? b) Gerek em li qerarên me yên berê çawa binêrin?
16 Peyva Xwedê şîret dide me ku em qerarên muhûm bi lez nedin (Mtl. 21:5). Eger em li hemû teferuatan hûr û kûr binêrin, emê bi îhtimaleke mezin qerarekî baştir bidin û hê serkeftî bibin (1. Seln. 5:21). Berî ku bavek qerarê xwe dide, gerek ew di Kitêba Pîroz û weşanên şagirtên Îsa de rind lêkolîn bike. Wekî din, gerek ew fikrên ferdên malbata xwe jî bide ber çavê xwe. Bîne bîra xwe ku Xwedê ji Birahîm re jî gotibû ku ew bi ya jina xwe bike (1. Mû. 21:9-12). Berî ku kalên civatê qeraran bidin, ji bo wan jî muhîm e ku ew rind lêkolîn bikin. Gava ew tiştekî nû bielimin û fehm bikin, dibe ku gerek ew li ser qerarên xwe dîsa bifikirin. Eger kal maqul û nefsbiçûk bin, ew natirsin ku ev yek wê wan biçûk bixe. Lazim e ku kalên civatê her tim hazir bin ku fikir û qerarên xwe rast bikin. Bila em jî wisa bikin! Bi vî awayî, em dikarin selamet û nîzama civatê bi pêş bixin (Kar. 6:1-4).
QERARÊN XWE BÎNE CIH
17. Em çawa dikarin qerarên baş bidin?
17 Ji bo qerarên muhîm, wext lazim e ku em li ser wan kûr bifikirin û dua bikin. Mesela, dibe ku gerek şagirtekî Îsa qerar bide ku ew bizewice an na, bi kê re bizewice an jî kengê dest bi xizmetkirina tamrojî bikin. Ji bo qerarên wisa, pir muhîm e ku em bi temamî bawer bin ku Yehowa wê rêberiya bihîkmet bide me (Mtl. 1:5). Ji ber vê yekê, gerek em li şîretên Kitêba Pîroz bigerin û di dua de ji Yehowa rêberî bixwazin. Yehowa dikare qabîliyetên lazim bide me ku em karibin qerarên rast bidin. Berî ku tu qerarekî bidî, her tim ji xwe wisa bipirse: Gelo ev qerar wê nîşan bide ku ez ji Yehowa hez dikim? Gelo ewê şadî û selamet bide malbata min? Gelo ev qerar wê xuya bike ku ez sebirdar û nazik im?
18. Yehowa çima dixwaze ku em xwe bi xwe qeraran bidin?
18 Yehowa zor nade me ku em jê hez bikin û jê re xizmet bikin. Ev qerar, qerarê me ye. Xwedê hurmet dide îradeya azad. Ji ber vê yekê, gerek em xwe bi xwe hilbijêrin ku ka em jê re xizmet bikin an na (Yêşû 24:15; Waiz 5:4). Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku em qerarên xwe, yên ku em li gor rêberiya wî didin, bînin cih. Eger em baweriya xwe bi rê û prensîpên Yehowa bînin, em dikarin qerarên bihîkmet bidin û di hemû gavên xwe de saxlem bisekinin (Aqûb 1:5-8; 4:8).