Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Yehowa Tu Caran Ez Tenê Nehiştim

Yehowa Tu Caran Ez Tenê Nehiştim

CAREKÊ, piştî gotara Adolf Hitler çar zarokên biçûk hatibûn bijartin ku kulîlkan bidin wî. Yek ji wan zarokan jî ez bûm. Çima ez? Bavê min bi karê Naziyan ve pir mijûl bû û şofêrê lîderekî herêmî bû. Diya min katolîk bû û pir li ser dîne xwe bû. Wê dixwest ku ez bibim rahibe. Her çi qas dê û bavê min li ser min tesîr dikir jî, ez ne bûm Nazî û ne jî rahibe. Niha ezê ji we re bibêjim çima.

Ez li Grazê, bajarekî Awistiryayê mezin bûm. Gava ez 7 salî bûm, dê û bavê min ez şandim mekteba dînî. Lê belê, min didît ku rahib û rahibeyan bi hev re bêexlaqiya cinsî dikir. Loma ez bi îzna diya xwe di hundirê salekê de ji mektebê derketim.

Malbata min; bavê min bi kincê leşkerî

Paşê, ez çûm mektebeke bi cihên raketinê. Şevekê, bavê min hat û ez birim, çimkî Graz dihat bombe kirin. Em reviyan bajarê Schladming. Piştî ku em ji pirekê derbas bûn, ev pir hat bombe kirin. Careke din, gava ez û pîrika min li baxçeyê xwe bûn, teyarên ku nizm difiriyan li ser me gule barandin. Gava Şerê Cîhanî yê Duyem xelas bû, me fehm kir ku dewlet û dêrê xema me nexwar û em tenê hiştin.

EM DESTEKA SAXLEM DIBÎNIN

Li sala 1950î, yek ji Şahidên Yehowa bi diya min dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Min guh dida sohbetên wan û carinan jî tevî diya xwe diçûm civînan. Gava diya min fehm kir ku riya Şahidên Yehowa rast e, ew li sala 1952an bin av bû.

Wê çaxê, civat ji min re wek mala pîrikan xuya dibû. Lê paşê, em çûn civateke din, û li wê derê gelek ciwan hebûn. Piştî ku em vegeriyan Grazê, ez êdî diçûm hemû civînên Şahidên Yehowa, û pir wext derbas nebû ku ez jî bawer bûm ku riya rast ev e. Ji xeynî vê, ez elimîm ku Yehowa xizmetkarên xwe qet tenê nahêle. Gava em xwe bêçare hîs dikin jî, Yehowa destek dide me (Zeb. 3:5, 6).

Bi zeman re, min dixwest mizgînê belav bikim. Serê pêşîn, min mizgîn da xwişk û birayên xwe. Çar xwişkên min ên mezin mamoste bûn û li gundên cuda cuda dijiyan. Lê belê min ew ziyaret dikirin û ew teşwîq dikirin ku ew jî Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Nîhayet, hemû xwişk û birayên min Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin û bûn Şahidên Yehowa.

Du hefte piştî ku min dest bi xizmeta mal bi mal kiribû, ez rastî pîrekeke nêzikî 30 salî hatim, û min pê re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Ev pîrek ji aliyê ruhî ve bi pêş ve çû û hat bin av kirin. Paşê, zilamê wê û du kurên wê jî hatin bin av kirin. Min ji vê kursê pir feyde dît. Çima? Berî ku ez li Nîsana 1954an ji Yehowa re weqf bûm û bin av bûm, min kursa Kitêba Pîroz nestandibû. Ji ber vê yekê, lazim bû ku ez ji bo her dersê rind haziriyê bikim. Yanî, ji bo ku ez karibim Kitêba Pîroz ji wê re bielimînim, lazim bû ku ez serê pêşîn xwe bi xwe rind bielimim. Bi saya vê, min qîmeta rastiyê rind fehm kir.

ME ZILM DÎT, LÊ EM BÊXWEDÎ NEMAN

Li sala 1955an, ez çûm civînên navnetewî yên li Almanya, Fransa û Îngilîstanê. Wexta ez li Londonê bûm, ez rastî Albert Schroeder hatim. Ew li Mekteba Gîleadê mamostetî dikir, û paşê bû endamê Koma Rêberiyê. Carekê em çûn British Museum. Li wê derê, birayê Schroeder hin destnivîsarên Kitêba Pîroz nîşanî me dan. Di van nivîsaran de navê Xwedê bi herfên Îbranî hebûn, û birayê Schroeder ji me re îzah kir ku ev çi qas muhîm e. Vê melûmatê pir dilê min girt û ji aliyê ruhî ve li ser min pir tesîr kir ku ez bala xwe bidim belavkirina rastiya Kitêba Pîroz.

Ez û hevala min (li aliyê rastê) gava em li Mistelbachê pêşengên xusûsî bûn

Li yekê meha yekê ya 1956an, ez bûm pêşenga daîmî. Çar meh pişt re, ez li Awistiryayê bûm pêşenga xusûsî. Wê çaxê li Mistelbachê – yanî li bajarê ku min li wir xizmet dikir – Şahidên Yehowa tune bûn. Lê belê problema herî mezin ev bû ku ez û hevala mine pêşeng, em ji hev pir cuda bûn. Ez 19 salî û bajarî bûm, lê belê ew 25 salî û gundî bû. Ez sibehê dereng radibûm, lê belê ew zû radibû. Êvarê jî ez dereng radikevim, li ew zû radiket. Dîsa jî, bi alîkariya şîretên Kitêba Pîroz, me ev mesele hel kir û em li xizmetê serkeftî bûn.

Bi eslê xwe, problemên me yên din jî derketin. Me zilm jî dît, lê em tu caran bêxwedî neman (2. Kor. 4:7-9). Carekê, gava me li gundekî xizmet dikir, mirovan kûçikên xwe li ser me berdan. Kûçikên mezin dora me girt, li me dihewtin û diranên xwe rêyî me didan. Me destê hev girt û wisa dua kir: “Yehowa, em ji te re niyaz dikin, gava ew bên ser me, bila em zû bimirin!” Gava kûçik pir nêzikî me bûn, ew sekinîn, teriyên xwe hejandin û ji cem me çûn. Me hîs kir ku Yehowa em ji wan parastin. Piştî vê, me mizgîn li wî gundî belav kir, û em pir kêfxweş bûn ku mirovên li wê derê pir qîmet dan mizgînê. Dibe ku ew ecêbmayî man ku kûçikan zerar nedabûn me an jî ku me piştî vê serpêhatiyê pes nekir. Hinek ji wan paşê bûn Şahidên Yehowa.

Rojekê, tiştekî pir xerab çêbû. Xwediyê mala me pir vexwaribû. Wî dixwest me bikuje ji ber ku em nerihetiyê didin cîranan. Jina wî kir ku wî sakîn bike, lê belê ew sakîn nebû. Ji odeya me ya jorîn, me dengê wan bihîst. Me zû zû sendelî xistin li ber derî û walîzên xwe hazir kirin. Gava me derî vekir, xwediyê malê li ber me disekinî, û di destê wî de kêreke mezin hebû. Loma me eşyayên xwe hildan û em ji deriyê paşîn reviyan û êdî venegeriyan.

Nêzikî salekê, em di hotelekê de man. Ev yek ji bo xizmeta me pir bifeyde bû. Çima? Hotel di merkeza bajêr de bû, û hin xwendekarên Kitêba Pîroz dixwest li hotelê lêkolîn bikin. Pir wext derbas nebû ku li hotelê, li odeya me, me bi nêzikî 15 xwendekaran re dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz û Birca Çavdêriyê kir.

Em ji salekê zêdetir li Mistelbachê man. Paşê, teşkîlatê ez şandim Feldbachê, cihekî li rojhilata başûrê Grazê. Cem min pêşengeke din hebû, lê belê li wê derê jî civat tune bû. Em li xaniyekî ji darê, li odeyeke biçûk a li qata jorîn diman. Me qulikên di nav texteyan de bi kaxazan ve tije kir ku ba neyê. Ji bo avê, lazim bû ku em herin bîrê. Lê belê di hundirê çend mehan de, komek saz bû. Bi zeman re, nêzikî 30 ferdên malbateke ku me bi wan re Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, hatin ser riya rastiyê!

Bi saya serpêhatiyên wisa, min rind fehm kir ku Yehowa kesên ku li menfaetên Padîşahiyê digerin, tenê nahêle. Eger însan nikarin werin hawara me jî, Yehowa wê her tim li cem me be (Zeb. 121:1-3).

DESTEKA DESTÊ XWEDÊ YÊ RAST

Li sala 1958an, li bajarê New Yorkê, li “Yankee Stadium” û “Polo Grounds”, civîna navnetewî çêbû. Min jî dixwest herim, û buroya Awistiryayê ji min pirsî ku ka ez dixwazim herim sinifa 32an a Mekteba Gîleadê. Ma minê çawa îmtiyazeke wisa red bikira? Min hema got: “Helbet!”

Li Gîleadê, ez li cem Martin Poetzinger rûdiniştim. Ew li kampên Naziyan pir zilm û zorî dîtibû. Ew jî paşê bû endamê Koma Rêberiyê. Li dersê, Martin carinan bi dengê nizm digot: “Erika, ev bi zimanê Almanî tê çi maneyê?”

Gava nîvê kursê xelas bû, birayê Nathan Knorr tayîna me îlan kir. Ezê biçûma Paraguayê. Ji ber ku ez hê ciwan bûm, îzina bavê min lazim bû ji bo ku ez herim Paraguayê. Min ev îzin stand û ez li meha Adarê ya sala 1959an gihîştim Paraguayê. Ez û hevaleke min, em li bajarê Asunciónê li mala mizgînvanên wezîfedar diman.

Pir wext derbas nebû ku min birayê Walter Bright nas kir, ê ku sinifa 30yî ya Mekteba Gîleadê xelas kiribû. Bi zeman re, em bi hev re zewicîn. Me êdî dikaribû bi hev re bi çetinahiyan jiyanê re micadele bikin. Her ku em rastî problemekê hatin, me dixwend ku Yehowa li Îşaya 41:10 çi soz da: “Metirse, ji ber ku ez bi te re me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ez ê te zexm bikim.” Loma em bawer bûn ku heta ku em ji Xwedê dilsoz bimînin û ji her tiştî zêdetir li Padîşahiye bigerin, ewê me qet tenê nehêle.

Bi zeman re, tayîna me derket cihekî nêzikî sînora Brazîlê. Li wê derê, alimên dêrê ciwan tahrîk dikirin ku keviran bavêjin li ser mala mizgînvanên wezîfedar. Halê mala me jixwe xerab bû, lê wan hê jî xerabtir kir. Paşê Walter bi serokê polîsê dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Serokê polîsê ji bo heftiyekê nobedar şandin ku mala me biparêzin, û ciwanan êdî dev ji me berdan. Pir wext derbas nebû ku em derbasî sînora Brazilê bûn û li maleke xweştir cihwar bûn. Bi vî awayî, me êdî dikaribû hem li Brazîlê hem jî li Paraguayê civînan organîze bikin. Berî ku me dev ji vê tayînê berda, li wê derê du civatên biçûk hebûn.

Ez û zilamê min Walter gava em li Asunciónê mizgînvanên wezîfedar bûn

YEHOWA BI DEWAMÎ QEWETÊ DIDE MIN

Doktorên min ji min re gotibû ku zarokên min wê çênebin, lê belê ji me re surprîz bû ku li sala 1962an, ez bihemle mam! Paşê em çûn Hollywoodê (Florida), nêzikî malbata Walter. Çend salan, min û Walter, me nikaribû pêşengiyê bikira. Lazim bû ku em hewcedariyên malbata xwe binêrin. Dîsa jî, me bala xwe dida menfaetên Padîşahiyê (Met. 6:33).

Gava em li sala 1962an gihîştin Floridayê, em ecêbmayî mabûn ku xwişk û birayên spî û reş bi hev re nediçûn civînan. Wekî, ew ji bo xizmetê diçûn cihên cuda. Lê belê Yehowa însanan li gor kok û milet venaqetîne, û pir wext derbas nebû ku xwişk û birayên ji kok û miletên cuda bûn yek. Destê Yehowa di vî îşî de aşkera bû, çimkî niha li wê derê bi dehan civat hene.

Çi heyf e ku li sala 2015an, Walter ji kansera mejî mir. Me bi hev re 55 salan derbas kir, û ew mêrekî gelek baş bû, yê ku ji Yehowa hez dikir û alî xwişk û birayan dikir. Ez li bendê me ku ez wî dîsa bibînim gava ew bi siheta xweş ji miriyan rabe (Kar. 24:15).

Ez gelek şa me ku niha zêdetirî 40 salî pêşengiyê dikim. Di van salan de, min gelek nîmet stendin. Mesela, min û Walter, me binavbûna 136 xwendekarên me dît. Helbet, em carinan rastî probleman hatin, lê dîsa jî, me qet dev ji xizmeta Xwedê berneda. Li şûna vê, em hê nêziktirî wî dibûn, û em bawer bûn ku ewê van probleman di wexteke minansib de û bi metoda xwe çareser bike. Û wisa jî bû! (2. Tîm. 4:16, 17).

Ez pir bêriya Walter dikim, lê xizmeta pêşengiyê alî min dike ku ez sebir bikim. Dilê min şa dibe ku ez mizgînê didim mirovan û behsa rabûna miriyan dikim. Belê, Yehowa ez tu caran tenê nehiştim. Yehowa li gor sozê xwe her tim qewetê dide min û destê min digire (Îşa. 41:10).