Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 42

“Yên ku bi Dilrastî Dimeşin Dilxweş in”

“Yên ku bi Dilrastî Dimeşin Dilxweş in”

“Yên ku bi dilrastî û li gor qanûna Yehowa dimeşin çi qas dilxweş in!” (ZEBÛR 119:1, NWT).

KILAM 124 Tim Dilsoz Be

PÊŞGOTIN a

Hin xwişk û birayên me yên mêrxas, ên ku seba dilsoziya xwe ya ji serweriya Yehowa re ketine hebsê (Li paragrafên 1 û 2yan binêre)

1-2. (a) Hin hukûmet li Şahidên Yehowa çawa dinêrin, lê xizmetkarên Xwedê çi dikin? (b) Mirov çawa dikare li gel zilmê dilxweş be? (Behsa resmê li rûyê kovarê jî bike.)

 ÎRO, fealiyetên me li zêdetirî 30 welatên li seranserê dinyayê yan bi temamî yan jî bi qismî qedexe ne. Li hin welatan, xwişk û birayên me hatine avêtin hebsê. Sûcê wan çi ye? Bi dîtina Yehowa, qet sûcê wan tune. Ew tenê Kitêba Pîroz dixwînin û lêkolîn dikin, ji kesên din re behsa baweriya xwe dikin û bi xwişk û birayên xwe re diçin civînan. Wekî din, ew xwe ji siyasetê dûr digirin. Li gel zilmê, ev xizmetkarên Yehowa li ber wî dilsoz û dilrast b mane, û ew bi vê yekê serbilind in!

2 Gava tu li resmên Şahidên mêrxas dinêrî, ma bala te nakişîne ku ew çi qas dilxweş û serbilind xuya dikin? Belê, ew dilxweş in, çimkî ew dizanin ku Yehowa ji wan razî ye ji ber ku ew li ber wî dilrast mane (Zebûr 15:1, 2). Îsa Mesîh wisa gotibû: “Xwezî bi wan ên ku di ber rastdariyê de mirov tengahiyê didin wan …. Şa bibin û dilgeş bin! Çimkî xelata we … mezin e” (Metta 5:10-12).

EMSALEKE JI BO ME

Gava xwişk û birayên me baweriya xwe li ber mehkemeyan diparêzin, ew Petrûs û Yûhenna ji xwe re emsal digirin (Li paragrafên 3 û 4an binêre)

3. Li gor Karên Şandiyan 4:19, 20, gava zilmê dest pê kir, şandiyan çi kir, û çima?

3 Mîna xwişk û birayên me yên îro, şandiyên di sedsala yekê de jî zilm didît ji ber ku wan mizgîna di heqê Îsa Mesîh de belav dikir. Hakimên dîwana bilind a Cihûyan çend caran “li wan emir kirin ku êdî bi navê Îsa qet nepeyivin” (Karên Şandiyan 4:18; 5:27, 28, 40). Îcar şandiyan çi kir? (Karên Şandiyan 4:19, 20 bixwîne). Wan dizanibû ku otorîteyeke hê bilindtir emir dabû wan ku ew mizgînê belav bikin û di heqê Mesîh de şahidiyê bikin (Karên Şandiyan 10:42). Loma, Petrûs û Yûhenna bi cesaret got ku gerek ewê ji hakiman zêdetir guh bidin Xwedê, û wan eşkere kir ku ewê dev ji xeberdana di heqê Îsa Mesîh de bernedin. Qey wan ji hakiman re wisa digot: “Ma hûn difikirin ku emrên we ji yên Xwedê bilindtir in?”

4. Li gor Karên Şandiyan 5:27-29, şandiyan çi kir, û em çawa dikarin wan ji xwe re emsal bigirin?

4 Wek şandiyên di sedsala yekê de, lazim e ku em jî “ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin” (Karên Şandiyan 5:27-29 bixwîne). Piştî ku şandî hatin lêxistin, ew ji dîwana bilind a Cihûyan derketin, “pê şa bûn ku ew ji ber navê Îsa hêjayî bêrûmetkirinê hatin dîtin” û dîsa çûn xizmetê (Karên Şandiyan 5:40-42).

5. Kîjan pirs tên meydanê?

5 Lê belê, hin pirs tên meydanê. Madem ku Kitêba Pîroz dibêje ku “bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike”, gelo qerara şandiyan ku ji însanan zêdetir bi ya Xwedê bikin, minasib bû? (Romayî 13:1). Em çawa dikarin guh bidin “serok û hukûmetan” û dîsa jî li ber Xwedê, yê ku Hukimdarê meyî herî bilind e, dilrast û dilsoz bimînin? (Tîtos 3:1).

“BILA HER KES BI YA HUKÛMETA LI SER XWE BIKE”

6. (a) Li gor Romayî 13:1, mesûliyeta me ya li hemberî “hukûmetan” çi ye? (b) Gelo otorîteya hukimdarên dinyayê bêsînor e?

6 Romayî 13:1 bixwîne. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike.” Ji ber vê yekê, şagirtên Îsa Mesîh guhdariya hukûmetan dikin. Hukûmetên dinyayê nîzama umûmî diparêzin, qanûnan datînin û heta carinan xizmetkarên Yehowa diparêzin jî (Peyxam 12:16). Loma, ji me re emir tê dayîn ku em bac, xerac, tirs û rûmeta ku ew ji me dixwazin, bidin wan (Romayî 13:7). Lê belê, sebeba ku otorîteya hukûmetên dinyayê heye tenê ev e ku Yehowa destûrê dide wan. Wexta ku waliyê Romayî Pontiyos Pîlatos Îsa Mesîh da ber pirsan, Îsa Mesîh bala wî kişand ser vê yekê. Gava Pîlatos jê re got ku ew dikare wî bide îdamkirin yan canê wî bibexşîne, Îsa got: “Eger ji jor ji te re nehata dayîn, tu desthilatiya te wê li ser min tunebûya” (Yûhenna 19:11). Çawa ku sînorên otorîteya Pîlatos hebûn, îro jî sînorên otorîteya hemû hukimdar û siyasetvanan hene.

7. Gerek em kengê guhdariya hukimdarên dinyayê nekin, û gerek ew çi bizanibin?

7 Heta ku qanûnên hukûmetên dinyayê li dijî qanûnên Xwedê naçin, em guh didin wan. Lê eger ew tiştekî ku Xwedê qedexe dike bixwazin yan tiştekî ku Xwedê dixwaze qedexe bikin, emê nikaribin guhdariya wan bikin. Mesela, dibe ku ew bixwazin ku hemû xort bibin leşker. c Yan jî, dibe ku ew wergera me ya Kitêba Pîroz û weşanên me yan jî xizmet û civînên me qedexe bikin. Wexta ku hukimdar zilmê li şagirtên Îsa Mesîh dikin û xerabiyên din dikin, gerek ew hesab bidin Xwedê. Bila ew rind bizanibin ku Yehowa her tiştî dibîne! (Waiz 5:8).

8. Ferqa di nav hukûmetên dinyayê û Yehowa de çi ye, û ev yek çima muhîm e?

8 Her çi qas otorîteya hukûmetên dinyayê hebe jî, ev yek nayê maneya ku otorîteya herî bilind ew in. Bi eslê xwe, otorîteyeke hê jî bilindtir heye – Yehowa Xwedê. Di Kitêba Pîroz de, Yehowa Xwedê çar caran wek “Yê Bilind” tê binavkirin (Danîêl 7:18, 22, 25, 27).

“YÊ BILIND”

9. Danîêl pêxember di dîtiniyan de çi dît?

9 Ji dîtiniyên Danîêl pêxember bi zelalî tê fehmkirin ku Yehowa ji hemû otorîteyên din bilindtir e. Ewilî, Danîêl çar cinawirên mezin dîtibûn, ên ku qudretên cîhanê yên kevn û nû temsîl dikin: Babîl, Med û Faris, Yûnanistan û Roma û zîla Romayê ku niha hukim dajo, yanî qudreta Brîtanya û Amerîkayê (Danîêl 7:1-3, 17). Paşê, Danîêl Yehowa Xwedê li ser textê li dîwana ezmanî rûniştî dît (Danîêl 7:9, 10). Wê baş be ku hukimdarên dinyayê tiştên ku Danîêl pêxember paşê dîtin, cidî bigirin.

10. Li gor Danîêl 7:13, 14, 27, Yehowa hukimdariya dinyayê teslîmî kê dike, û ev yek di heqê Yehowa de çi nîşan dide?

10 Danîêl 7:13, 14, 27 bixwîne. Xwedê wê hukimdariyê ji destê hukûmetên dinyayê bigire û bide kesên hêjatir û biqudrettir. Gelo ew kî ne? “Yekî mîna lawê mirov”, yanî Îsa Mesîh, û “pîrozên Yê Bilind”, yanî 144.000 kesên ku wê “her û her” hukim bajon (Danîêl 7:18, Mizgînî). Xuya ye ku Yehowa “Yê Bilind” e, çimkî tenê otorîteya wî heye ku gaveke wisa bavêje.

11. Ev yek ku Yehowa ji miletan bilindtir e ji kîjan gotinên din ên Danîêl tê fehmkirin?

11 Ev dîtiniya Danîêl tiştekî ku wî berê gotibû teyîd dike. Wî gotibû ku “Xwedayê ezmanan … qiralan radike û qiralan datîne”. Wekî din, wî gotibû ku “li ser qiraletiya mirovan Yê ku Bilind e serweriyê dajo û wê dide zilamê ku jê re dixwaze” (Danîêl 2:19-21; 4:17). Gelo Yehowa qet qiral yan padîşahek rakiriye yan daniye? Belê!

Yehowa padîşahî ji destê Belşatsar girt û ew da Med û Farisan (Li paragrafa 12an binêre)

12. Di demên berê de, Yehowa çawa padîşah ji text rakirin? (Li resim binêre.)

12 Yehowa bi eşkereyî nîşan daye ku ew ji hukûmetên dinyayê bilindtir e. Ka bala xwe bide van sê mîsalan: (1) Padîşahê Misrê Fîrawûn Îsraêlî ji xwe re kiribûn kole, û wî çend caran dazwaza Mûsa ku wan azad bihêle, red kir. Lê belê, Xwedê ew rizgar kirin û Fîrawûn avêt Behra Sor (2. Mûsa 14:26-28; Zebûr 136:15). (2) Padîşahê Babîlê Belşatsar ziyafeteke mezin çêkir û xwe “li hemberî Xudan … bilind kir” û li şûna Yehowa pesnê “îlahên zîv û zêr” da (Danîêl 5:22, 23). Lê belê, Xwedê ev zilamê qure nizm xist. “Wê şevê”, Belşatsar hat kuştin, û padîşahiya wî kete destê Med û Farisan (Danîêl 5:28, 30, 31). (3) Padîşahê Filistînê Hêrodês Egrîpa I Aqûbê şandî dabû kuştin û paşê Petrûsê şandî avêt zindanê ku wî jî bikuje. Lê Yehowa îzin neda ku Hêrodês plana xwe pêk bîne. “Milyaketekî Xudan li wî xist”, û ew mir (Karên Şandiyan 12:1-5, 21-23).

13. Di demên berê de, Yehowa çawa li dijî îtifaqên hukimdaran bi ser diket?

13 Ji xeynî vê, Yehowa nîşan daye ku ew ji îtifaqên hukimdaran jî bilindtir e. Mesela, wî alî Îsraêliyan kir ku ew li hemberî îtifaqeke 31 padîşahên Kenanî bi ser bikevin û qismên mezin ên Welatê Sozdayî bin dest bikin (Yêşû 11:4-6, 20; 12:1, 7, 24). Wekî din, Yehowa alî Îsraêliyan kir ku ew Ben-Hadad û 32 hukimdarên din ên Aramî, yên ku li dijî wan şer dikir, bi temamî mexlûb bikin (1. Qiralan 20:1, 26-29).

14-15. (a) Nebûkadnetsar Padîşah û Daryûs Padîşah di heqê serweriya Yehowa de çi got? (b) Zebûrbêj di heqê Yehowa û gelê wî de çi got?

14 Yehowa gelek caran îsbat kiriye ku “Yê Bilind”, ew e! Wexta ku padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar bi quretî pesnê qudreta xwe da û serê xwe li ber mezinahiya Xwedê xwar nekir, Xwedê wisa kir ku ew hişê xwe winda bike. Piştî ku aqlê Nebûkadnetsar vegeriya serê wî, wî “Yê ku Bilind e pîroz kir” û qebûl kir ku “serweriya [Yehowa] serweriya abadîn e”. Wekî din, wî got: “Tu kesê ku destê wî bisekinîne û jê re: Tu çi dikî? bibêje nîne” (Danîêl 4:30, 33-35). Piştî ku dilrastiya Danîêl hatibû ceribandin û Yehowa ew ji kortala şêran rizgar kiribû, Daryûs Padîşah emir da ku bila hemû mirov ji “Xwedayê Daniyêl bitirsin û bilerizin. ‘Xwedayê Jîndar ew e, Ewê her û her hebe. Wê padîşahiya wî hilneweşe, Serweriya wî her û her e’” (Danîêl 6:7-10, 19-22, 26, 27, Mizgînî).

15 Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Xudan xera dike şêwra miletan, vala dertîne fikrên gelan. Xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e, ew gel ku wî wek mîras hilane!” (Zebûr 33:10, 12). Madem ku wisa ye, ma ne hêja ye ku em li ber Yehowa dilrast bimînin?

CENGA DAWÎN

Îtifaqa miletan wê nikaribe li hemberî ordiya ezmanî ya Yehowa bi ser bikeve (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16. Em bawer in ku di wexta ‘tengahiya mezin’ de çi wê biqewime, û çima? (Li resim binêre.)

16 Me xwendiye ku di demên berê de, Yehowa çi kiriye. Gelo ewê di demeke nêzîk de çi bike? Em dikarin bawer bin ku di wexta ‘tengahiya mezin’ de, ewê xizmetkarên xwe yên dilsoz rizgar bike (Metta 24:21; Danîêl 12:1). Gava îtifaqeke miletan a bi navê Gogê ji Magogê li seranserê dinyayê hicûmî dilsozên Yehowa bike, ewê wan bin dest bike. Eger hemû 193 endamên Neteweyên Yekbûyî di vê koalîsyonê de hebin jî, ewê nikaribin li dijî Yê Bilind û ordiya wî ya ezmanî bi ser bikevin. Yehowa soz daye: “Ez ê xwe mezin bikim û xwe pîroz bikim û ez ê di çavê gellek neteweyan de xwe bidim nasîn û dê bizanibin ku, ez XUDAN im!” (Hêzekîêl 38:14-16, 23; Zebûr 46:10).

17. Li gor Kitêba Pîroz, çi wê bê serê padîşahên dinyayê û serê kesên ku li ber Yehowa dilrast dimînin?

17 Gava ku Gog hicûmî xizmetkarên Xwedê bike, Yehowa wê dest bi cenga Harmegedonê bike û “hemû padîşahên dinyayê” ji holê rake (Peyxam 16:14, 16; 19:19-21). Ji aliyê din ve, “kesên dilrast wê li welêt bijîn, kesên bêsûc wê li welêt bimînin” (Methelokên Silêman 2:21, Mizgînî).

GEREK EM DILRAST BIMÎNIN

18. Gelek şagirtên Îsa Mesîh hazir bûn ku çi bikin, û çima? (Danîêl 3:28)

18 Bi sedsalan, gelek şagirtên Îsa Mesîh azadiya xwe û heta canê xwe avêtiye talûkeyê ji ber ku wan ji Yehowa hez dikir û ew wek Serwer qebûl dikir. Wek sê xortên Îbranî, yên ku seba dilsoziya xwe ya ji Yê Bilind re ji nav êgir hatibûn xelaskirin, şagirtên Îsa Mesîh jî tu caran dev ji dilrastiya xwe bernadin (Danîêl 3:28 bixwîne).

19. Yehowa wê li ser çi esasî hukim bide xizmetkarên xwe, loma gerek em niha çi bikin?

19 Bi van gotinan, Dawid Padîşah nîşan dabû ku çi qas muhîm e ku em li ber Xwedê dilrast bimînin: “Li miletan hukum dike Xudan, li min jî hukum bike ya Xudan! Li gor rastî û durustiya [dilrastiya, NWT] min” (Zebûr 7:8). Di ayeteke din de jî, Dawid wisa gotibû: “Bila rastî û durustî [dilrastî, NWT] min biparêze, hêviya min hergav tu yî” (Zebûr 25:21). Loma, çi dibe bila bibe, em dixwazin ji Yehowa re dilsoz bimînin! Îcar emê jî wek zebûrbêjê ku wisa gotibû, hîs bikin: “Yên ku bi dilrastî û li gor qanûna Yehowa dimeşin çi qas dilxweş in!” (Zebûr 119:1, NWT).

KILAM 122 Sebat Bike

a Kitêba Pîroz şagirtên Îsa Mesîh tembîh dike ku bila ew guhdariya hukûmetên dinyayê bikin. Lê belê, hin hukûmet rasterast li dijî Yehowa û xizmetkarên wî ne. Gelo em çawa dikarin hem guhdariya hukimdaran bikin hem jî li ber Yehowa dilrast bimînin?

b NOT: Ji bo ku em li ber Yehowa dilrast bimînin, gerek em li gel tengasiyan ji wî re û ji serweriya wî re dilsoz bimînin.