Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 19

“Padîşahê Bakur” di Dema Dawiyê de

“Padîşahê Bakur” di Dema Dawiyê de

“Di wexta dawiyê de dê qiralê başûrê bi wî [padîşahê bakur] re şer bike” (DAN. 11:40).

KILAM 150 Xwe li Xwedê Bigire ku Xilaz bî

PÊŞGOTIN *

1. Pêxemberiyên Kitêba Pîroz çi eyan dikin?

DI DEMEKE nêzik de, çi wê bê serê xizmetkarên Yehowa? Pêxemberiyên Kitêba Pîroz – yanî gotinên Kitêba Pîroz ên ku nîşan didin ku çi wê biqewime – bi zelalî eşkere dikin ku kîjan bûyerên mezin wê li ser me tesîr bikin. Bi xisûsî beşa 11an a kitêba Danîêl nîşanî me dide ku hin hikumdariyên xurt wê çi bikin. Ev pêxemberî behsa tarîxa du padişahan dike – padîşahê bakur û padîşahê başûr – yên ku dijminên hev in. Gelek qismên vê pêxemberiyê jixwe hatine cih, û em dikarin bawer bin ku qismên din jî wê bên cih.

2. Wek 1. Mûsa 3:15, Peyxam 11:7 û 12:17 nîşan didin, gerek em çi ji bîr nekin gava em pêxemberiya Danîêl lêkolîn dikin?

2 Ji bo ku em gotinên beşa 11an a kitêba Danîêl fehm bikin, gerek em ji bîr nekin ku ew tenê behsa wan hikumdar û hikumdariyan dike, yên ku rasterast li ser xizmetkarên Xwedê tesîr dikin. Xizmetkarên Xwedê li gor nifûsa dinyayê her çi qas hindik bin jî, ew gelek caran rastî zilmê tên. Gelo çima? Çimkî armanca sereke ya Îblîs û dinyaya wî ev e ku xizmetkarên Yehowa û Îsa tune bike (1. Mûsa 3:15 û Peyxam 11:7; 12:17 bixwîne). Ji xeynî vê, lazim e ku gotinên Danîêl bi pêxemberiyên din ên Kitêba Pîroz ve hevgirtî be. Eger em qismên din ên Kitêba Pîroz nekin hesabê, emê nikaribin pêxemberiya Danîêl rast fehm bikin.

3. Li vê meqaleyê û li meqaleya bê, emê li çi binêrin?

3 Li vê meqaleyê, emê Danîêl 11:25-39 lêkolîn bikin. Emê bibînin ku padîşahê bakur û padîşahê başûr ji sala 1870yî heta sala 1991ê kî bûn, û emê bibînin ku gerek em hin gotinên vê pêxemberiyê çima bi awayekî din fehm bikin. Li meqaleya bê, emê Danîêl 11:40–12:1 lêkolîn bikin û bibînin ku ev para pêxemberiyê di heqê dema ji 1991ê heta cenga Harmegedonê de çi nîşan dide. Gava tu van du meqaleyan lêkolîn dikî, wê baş be ku tu li cedwela “Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de” binêrî. Serê pêşîn, gerek em tê derxin ku padîşahên ku li vê pêxemberiyê derbas dibin kî ne.

PADÎŞAHÊ BAKUR Û PADÎŞAHÊ BAŞÛR KÎ NE?

4. Ji bo ku em fehm bikin ku padîşahê bakur û padîşahê başûr kî ne, gerek em kîjan nuqteyan bikin hesabê?

4 Di serî de, hikumdariyên li bakur û başûrê welatê Îsraêl wek “padîşahê bakur” û “padîşahê başûr” dihatin bi nav kirin. Em vêya ji ku dizanin? Melekê ku ev xeber ji Danîêl re digihand, wisa got: “Niha ez hatim ku, ka dê di rojê dawîn de çi bê serê netewa te ez ji te re bibêjim” (Dan. 10:14). Heta roja Pentîkostê ya sala 33yan a P.M., miletê Îsraêl ‘neteweya’ Xwedê bû. Lê belê, ji wê demê û pê ve, Yehowa nîşan da ku wî êdî şagirtên Îsa yên dilsoz wek ‘neteweya’ xwe didît. Loma, pêxemberiya li beşa 11an a kitêba Danîêl bi zêdeyî ne bi miletê Îsraêl ve, lê bi şagirtên Îsa ve girêdayî ye (Kar. 2:1-4; Rom. 9:6-8; Gal. 6:15, 16). Wekî din, cure cure hikumdarî bi zeman re bûn padîşahê bakur û padîşahê başûr. Lê ji hin aliyan ve, ew gişt wek hev bûn. A yekê, tesîra van padîşahan a li ser xizmetkarên Xwedê mezin bû. A diduyan, ev yek ku wan li xizmetkarên Xwedê çawa muemele dikir nîşan dide ku wan ji Yehowa nefret dikir. A sisêyan jî, van du padîşahan li dijî hev reqabet dikir.

5. Gelo em dikarin bizanibin ku ji sedsala diduyan heta dawiya sedsala 19an, padîşahê bakur û padîşahê başûr kî bûn?

5 Li sedsala diduyan a P.M., civata şagirtên Îsa hêdî hêdî bi Mesîhiyên sexte ve tije bû, yên ku fikrên sexte qebûl dikirin û rastiyên Peyva Xwedê vedişartin. Ji wê wextê heta dawiya sedsala 19an, li rûyê erdê teşkîlateke Xwedê tune bû. Mesîhiyên sexte wek zîwan pir bûn. Loma pir zor bû ku mirov tê derxe ku kî bi rastî şagirtên Îsa ne (Met. 13:36-43). Ev nuqte çima muhîm e? Ev yek nîşan dide ku gotinên Kitêba Pîroz ên di heqê padîşahê bakur û padîşahê başûr de behsa hikumdar yan hikumdariyên ku ji sedsala diduyan heta dawiya sedsala 19an hikum ajotibû, nakin. Li wan sedsalan, teşkîlata xizmetkarên Xwedê tunebû, loma van hikumdar yan hikumdariyan wê nikaribûya hicûmî wan bikira. * Lê belê, nêzikî dawiya sedsala 19an, padîşahê bakur û padîşahê başûr ji nû ve derketin meydanê. Em vêya ji ku dizanin?

6. Xizmetkarên Xwedê kengê ji nû ve organîze bûn?

6 Ji sala 1870yî û pê ve, xizmetkarên Xwedê hêdî hêdî wek komek organîze bûn. Li wê salê, Charles Russell û hevalên wî komeke ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz saz kir. Bi vî awayî, birayê Russel û hevalên wî bûn “xeberbêjê” ku berî sazbûna Padîşahiya Xwedê rê hazir kiribû (Malx. 3:1, WDN). Belê, teşkîlata xizmetkarên Xwedê ji nû ve derketibû meydanê! Li wê demê, gelo kîjan hikumdariyan li ser xizmetkarên Xwedê tesîr dikir? Niha emê cewaba vê pirsê bibînin.

PADÎŞAHIYA BAŞÛR KÎ YE?

7. Heta sala 1917an, padîşahê başûr kî bû?

7 Di sala 1870yî de, Brîtanya êdî împaratoriya herî mezin bû, û ordiya wê ordiya herî xurt bû. Ev împaratorî wek striyekî biçûk dihat temsîl kirin, ê ku sê striyên din – Fransa, Spanya û Holenda – mexlûb kiribûn (Dan. 7:7, 8). Heta sala 1917an, Brîtanya padîşahê başûr bû. Lê belê ji wê demê û pê ve, Amerîka – ya ku êdî bû welatê herî dewlemend – û Brîtanya êdî pir nêzikî hev bûn.

8. Padîşahê başûr niha kî ye?

8 Li dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peymaneke leşkerî danî. Bi wî awayî, ev du welat êdî bûn Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê. Wek Danîêl ji berê de gotibû, vî padîşahî ji xwe re ordiyeke xurt ava kir (Dan. 11:25). Di temamiya rojên dawîn de, hevalbendiya Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rola padîşahê başûr lîstiye. * Lê gelo padîşahê bakur kî ye?

PADÎŞAHÊ BAKUR JI NÛ VE DERDIKEVE MEYDANÊ

9. Padîşahê bakur kengê ji nû ve derket meydanê, û Danîêl 11:25 çawa hat cih?

9 Di sala 1871ê de, salek piştî ku Russel û hevalên wî komeke ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz saz kiribû, padîşahê bakur ji nû ve derket meydanê. Wê salê, Împaratoriya Almanî bi destê Otto von Bismarck hat saz kirin. Padîşahê Prûsyayê Wilhelm I bû qeyserê pêşîn, û wî Bismarck wek serokwezîr tayîn kir. * Li salên piştî vê, Almanya gelek welatên li Afrîkayê û li Okyanûsa Pasîfîk bindest kirin û ji Brîtanyayê re bû reqîb (Danîêl 11:25 bixwîne). Piştî Brîtanyayê, ordiya Almanyayê bû ordiya herî mezin. Li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Almanyayê bi vê ordiyê hicumî dijminên xwe kir.

10. Danîêl 11:25b, 26 çawa hat cih?

10 Danîêl nîşan dabû ku çi wê bê serê Împaratoriya Almanî û ordiyên wê. Wî gotibû ku padîşahê bakur wê nikaribe ser piyan bisekine. Gelo çima? Kitêba Danîêl wisa dibêje: “Ji ber ku dê li dijî wî dek û dolaban deynin. Yên xwarina wî yî xweşik xwarine jî wî bişikînin” (Dan. 11:25b, 26a). Li rojên Danîêl, di nav ên ku “xwarinên xweşik” ên padîşah dixwarin de, memûrên padîşah hebûn (Dan. 1:5). Pêxemberî behsa hin fermandar, şêwirmend û memûrên qeyserê Almanyayê dike. Seba kirinên van kesan, qudreta padîşah sist bû. Di netîceyê de, padîşahî hat betal kirin, û hikumdariyeke din hat saz kirin. * Ji xeynî ketina împaratoriyê, pêxemberî ji berê de gotibû ku netîceya şerê bi padîşahê başûr re wê çi bibe. Pêxemberî di heqê padîşahê bakur de wisa dibêje: “Dê artêşa wî belav bibe û gellekan dê bên lêxistin û bikevin” (Dan. 11:26b). Bi rastî jî wisa bû. Li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, ordiya Alman ‘belav bû’ û ‘hat lêxistin û ket’. Di vî şerî de, ji hemû şerên berê zêdetir însan hatin kuştin.

11. Padîşahê bakur û padîşahê başûr çi kir?

11 Danîêl 11:27, 28 behsa dema berî Şerê Cîhanî yê Yekemîn dike. Di van ayetan de hatibû gotin ku padîşahê bakur û padîşahê başûr wê “di sifreyekê de derewan bibêjin”. Wekî din, van ayetan gotibû ku padîşahê bakur wê “gellekî malan” bi dest bixe. Bi rastî jî wisa bû. Almanya û Brîtanyayê ji hev re got ku ew aştiyê dixwazin, lê gava şer di sala 1914an de dest pê kir, eşkere bû ku gotinên wan gişt derew bûn. Ji xeynî vê, li salên berî sala 1914an, Almanya êdî pir dewlemend bûbû. Ji aliyê ekonomîk ve, Almanya bû welatê diduyan ê hemû dinyayê. Paşê, wek Danîêl 11:29, 30a nîşan dabû, Almanyayê bi padîşahê başûr re şer kir, lê ew mexlûb bû.

HER DU PADÎŞAH LI DIJÎ XIZMETKARÊN XWEDÊ ŞER DIKIN

12. Li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, padîşahê bakur û padîşahê başûr çi kir?

12 Ji sala 1914an û pê ve, padîşahê bakur û padîşahê başûr hem li dijî hev hem jî li dijî xizmetkarên Xwedê zêdetir şer kiriye. Mesela, li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, hem hikumeta Almanyayê hem jî hikumeta Brîtanyayê zilm li xizmetkarên Xwedê kir ji ber ku wan xizmeta leşkerî nedikir. Hikumeta DYA jî birayên ku rêberiya îşê belavkirina mizgînê dikir, avêtin hebsê. Peyxam 11:7-10 ji berê de behsa vê zilmê kiribû.

13. Li salên 1930yan û li Şerê Cîhanî yê Duyemîn, padîşahê bakur çi kir?

13 Paşê, li salên 1930yan û bi xisûsî li dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn, padîşahê bakur bi zalimî hicûmî xizmetkarên Xwedê kir. Piştî ku partiya Naziyan desthilatiya li ser Almanyayê bi dest xistibû, Hitler û alîgirên wî îşê xizmetkarên Xwedê qedexe kir. Wan bi sedan Şahidên Yehowa kuştin û bi hezaran kes şandin kampan. Ev bûyer ji berê de di kitêba Danîêl de hatibû gotin. Padîşahê bakur îşê belavkirina mizgînê qedexe kir û bi vî awayî ‘perestgeh xera kir’ û ‘pêşkêşiya ku her tim tê şewitandin rakir’ (Dan. 11:30b, 31a). Bi ser de, Hitler sond xwar ku ewê xizmetkarên Xwedê li Almanyayê ji holê rake.

WELATEKÎ DIN DIBE PADÎŞAHÊ BAKUR

14. Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, kî bû padîşahê bakur?

14 Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, Yekîtiya Komarên Sovyet bû padîşahê bakur. Gelek erdên ku aîdî Almanyayê bûn êdî ketin destê Yekîtiya Komarên Sovyet. Wek Naziyan, Yekîtiya Komarên Sovyet jî li her kesê ku ji dewletê zêdetir guh dida Xwedê, zilm dikir.

15. Piştî dawiya Şerê Cîhanî yê Duyemîn, padîşahê bakur çi kir?

15 Piştî dawiya Şerê Cîhanî yê Duyemîn, pir wext derbas nebû ku padîşahê bakur ê nû – yanî Yekîtiya Komarên Sovyet û hevalbendên wê – hicûmî xizmetkarên Xwedê kir. Wek Peyxam 12:15-17 ji berê de gotibû, ev zilm “wek çem” bû. Padîşahê bakur îşê belavkirina mizgînê qedexe kir û bi hezaran Şahidên Yehowa şandin sirgûnê. Ji bo ku îşê xizmetkarên Xwedê bide sekinandin, padîşahê bakur di temamiya rojên dawîn de dev ji zilmkirinê bernedaye, lê dîsa jî bi ser neketiye. *

16. Yekîtiya Komarên Sovyet gotinên Danîêl 11:37-39 çawa anîn cih?

16 Danîêl 11:37-39 (bixwîne) ji berê de gotibû ku padîşahê bakur wê “ji îlahên bapîrê xwe re ... hurmetê neke”. Ev pêxemberî çawa hat cih? Yekîtiya Komarên Sovyet hewl dida ku bandora dîn û baweriyan bişikîne. Ji bo vê, hikumeta Sovyet di sala 1918an de qanûnek derxistibû ku li mekteban, ateîzm gerek bê hîn kirin. Gelo vî padîşahê bakur çawa li şûna îlahên berê hurmet dida “îlahê bircan”? Ji bo ku xwe bişidîne, Yekîtiya Komarên Sovyet ji bo avakirina ordiya xwe û ji bo çêkirina hezaran çekên nûkleer pir pere xerc kir. Çekên padîşahê bakur û padîşahê başûr ew qas pir bûn ku wanê bikaribûya bi milyaran însan bikuştana.

DU PADÎŞAH HEVKARIYÊ DIKIN

17. “Tiştê mekrûh yê ku xera dike” çi ye?

17 Padîşahê bakur di yek warî de piştgiriya padîşahê başûr kiriye: Wan bi hev re “tiştê mekrûh yê ku xera dike” ava kir (Dan. 11:31). Ev “tiştê mekrûh”, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye.

18. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî çima wek “tiştê mekrûh” tê bi nav kirin?

18 Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wek “tiştê mekrûh” tê bi nav kirin ji ber ku ew dibêje ku ew dikare aştiyê bîne dinyayê, lê bi eslê xwe, tenê Padîşahiya Xwedê dikare vêya bike. Wekî din, ev yek ku “tiştê mekrûh ... xera dike” tê maneya ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wê hemû dînên sexte ji holê rake (li cedwela “Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de” binêre).

TARÎX ÇI RÊYÎ ME DIDE?

19-20. (a) Tarîx çi rêyî me dide? (b) Li meqaleya bê, emê cewaba kîjan pirsê bistînin?

19 Gava em li tarîxê dinêrin, em dibînin ku ji sala 1870yî heta sala 1991ê, pêxemberiya Danîêl a li ser padîşahê bakur û padîşahê başûr hat cih. Loma em dikarin bawer bin ku qismên din ên vê pêxemberiyê jî wê bên cih.

20 Di sala 1991ê de, Yekîtiya Komarên Sovyet hilweşiya. Gelo padîşahê bakur niha kî ye? Li meqaleya bê, emê cewaba vê pirsê bistînin.

KILAM 128 Heta Xilaziyê Sebir kin

^ par. 5 Pêkhatina pêxemberiya Danîêl a li ser “padîşahê bakur” û “padîşahê başûr” heta îro berdewam dike. Gelo em vêya ji ku dizanin? Çima lazim e ku em hûrgiliyên vê pêxemberiyê fehm bikin?

^ par. 5 Ji ber vê yekê, em êdî nikarin bibêjin ku împaratorê Romayê Aurelîanus (270-275 P.M.) “padîşahê bakur” bû yan ku qralîçe Zenobîa (267-272 P.M.) “padîşahê başûr” bû. Ev melûmata nû, beşên 13 û 14an a kitêba Pay Attention to Daniel’s Prophecy! serrast dike.

^ par. 9 Di sala 1890î de, Wilhelm II wezîfeya Bismarck ji destê wî girt.

^ par. 10 Van kesan ketina împaratoriyê bi çend awayan bi lez kir. Mesela, wan destê xwe ji qeyser kişand, melûmatên veşartî yên di heqê ziyanên şer de eşkere kirin û zor li qeyser kir ku ew dev ji tehtê xwe berde.

^ par. 15 Danîêl 11:34 ji berê de gotibû ku padîşahê bakur wê ji bo demeke kin dev ji zilmkirina li şagirtên Îsa berde. Mesela, gava Yekîtiya Komarên Sovyet di sala 1991ê de hilweşiya, ev pêxemberî hat cih.