Here Naverokê

Here naverokê

Bala Xwe Bide Doza Herî Mezin

Bala Xwe Bide Doza Herî Mezin

“Bila mirov zanibin ku tu – ku navê te Yehowa ye – li ser tevahiya erdê yê herî bilind tenê tu yî” (ZEB. 83:18, WDN).

KILAM: 9, 22

1, 2. a) Hemû însan li hemberî kîjan doza mezin in? b) Çi qas muhîm e ku em vê dozê rind fehm bikin?

JI BO gelek mirovan, doza herî mezin pere ye. Ew her tim bi qezenckirina dewlemendiyê û bi parastina mal û milkê xwe mijûl dibin. Kesên din jî malbatê, sihetê an serkeftinên şexsî wek doza herî mezin dibînin.

2 Bi eslê xwe, doza herî mezin ev e ku her kes heqiya serweriya Yehowa qebûl bike. Gerek em hay ji xwe hebin ku em vê doza muhîm ji bîr nekin. Dibe ku em bi hewcedariyên jiyanê ve ew qas mijûl bin ku em ji bîr bikin ku heqdarbûna serweriya Xwedê çi qas muhîm e. An jî dibe ku di çavê me de, kul û derdên me yên şexsî ji doza mezin girantir bin. Lê eger em bala xwe bidin heqdarbûna serweriya Yehowa, emê hêsantir serî bi tengahiyên jiyanê re derkevin. Wekî din, emê nêziktirî Yehowa bibin.

EV DOZ ÇIMA EW QAS MUHÎM E?

3. Şeytan der heqê hikumdariya Xwedê de çi dibêje?

3 Bi kirinên xwe, Îblîs Şeytan doza heqiya serweriya Yehowa derxist. Ew îdîa dike ku hikumdariya Xwedê xerab e ku Yehowa tiştên baş ji me vedişêre. Li gor Îblîs, eger însanan li ser xwe bi xwe hikumdarî bikira, ewê hê dilşadtir û serkeftîtir bibûna (1. Mû. 3:1-5). Ji xeynî vê, Şeytan îma kiriye ku tu kes ji dil ji Xwedê re ne dilsoz e, û eger mirov bikeve tengahiyeke giran, her kes wê hikumdariya Xwedê red bike (Eyûb 2:4, 5). Loma Yehowa wext daye ku însan bibînin ku jiyana bê hikumdariya adil a Xwedê bi rastî tiştekî çawa ye.

4. Çima lazim e ku doza serweriyê bê çareser kirin?

4 Yehowa helbet dizane ku îdîayên Şeytan derew in. Madem ku wisa ye, Xwedê çima wext daye Şeytan ku ew îdîaya xwe îsbat bike? Cewaba vê pirsê, bi hemû mirov û melekan ve girêdayî ye (Zebûr 83:18 bixwîne). Adem û Hewayê serweriya Yehowa red kir, û piştî wan, gelek mirovên din jî wisa kir. Gelo îdîayên Şeytan rast in? Heta ku cewaba vê pirsê bi temamî neyê dayîn, di nav milet, xelk, eşîr, malbat û ferdan de bêahengî wê dewam bike. Lê piştî ku serweriya Yehowa wê bê heqdar kirin, her kes wê heta bi hetayê stûyê xwe li ber hikumdariya wî ya adil xwar bike. Di temamiya kaînatê de selamet wê çêbe (Ef. 1:9, 10).

5. Em çawa dikarin di doza serweriyê de aliyê Yehowa bigirin?

5 Heqdariya serweriya Xwedê wê bê îsbatkirin, lê hikumdariya Şeytan û mirovan wê betal bibe. Hikumdariya Xwedê wê bi destê Padîşahiya xwe serkeftî bibe. Heta niha, kesên dilsoz îsbat kir ku mirov dikare pişta hikumdariya Xwedê bigire (Îşa. 45:23, 24). Bêguman tu jî dixwazî yekî ji wan bî, ne wisa ye? Ji bo ku em dilsoz bin, lazim e ku em doza mezin qet ji bîr nekin û fehm bikin ku ev doz bi rastî çi qas muhîm e.

HEQDARBÛN JI XELASBÛNÊ MUHÎMTIR E

6. Heqdarbûna serweriya Yehowa çi qas muhîm e?

6 Belê, heqdarbûna serweriya Yehowa doza herî muhîm e. Ev doz ji dilşadiya me ya şexsî muhîmtir e. Gelo maneya vê ev e ku xelasbûna me bêqîmet e an ku Yehowa ji me hez nake?

7, 8. Heqdarbûna serweriya Xwedê çima bicihanîna sozên wî jî îhtiwa dike?

7 Yehowa ji însanan pir hez dike û qîmet dide wan. Bi saya xwîna Kurê xwe, wî rê vekiriye ku em heta bi hetayê xelas bibin (Yûh. 3:16; 1. Yûh. 4:9). Eger Yehowa sozên xwe neaniya cih, Şeytan wê bigota ku Xwedê hikumdarekî xerab e, yê ku xêra me naxwaze. Wekî din, qerfokên ku wisa dibêjin wê heqdar derketana: “Ka soza hatina wî li ku derê ma? Ji mirina bav û kalan ve, her tişt wekî destpêka afirandinê berdewam dike” (2. Ptr. 3:3, 4). Ji ber vê yekê, wexta ku serweriya Yehowa wê bê heqdar kirin, ewê kesên guhdar jî bifilitîne (Îşaya 55:10, 11 bixwîne). Bi ser de, Yehowa serweriya xwe ji hezkirinê pêk tîne. Loma ewê her tim qîmet bide xizmetkarên xwe yên dilsoz, ji wan hez bike û wan teqdîr bike (2. Mû. 34:6).

8 Gava em dibêjin ku serweriya Yehowa tiştê herî muhîm e, ev nayê maneya ku li ber çavê wî, qîmeta me kêm e an xelasbûna me ne muhîm e. Mesele tenê ev e ku em li mijara serweriyê û li mijara xelasbûnê rast binêrin. Bi vî awayî, emê bala xwe bidin doza herî mezin û aliyê hikumdariya adil a Yehowa bigirin.

DERSEKE MUHÎM

9. Şeytan der heqê Eyûb de çi gotibû? (Li resmê ewilî binêre.)

9 Kitêba Eyûb – yek ji qismên herî kevn ê Kitêba Pîroz – nîşan dide ku nêrîna rast çima lazim e. Li gor vê kitêbê, Şeytan gotibû ku eger tiştên pir xerab bên serê Eyûb, ewê dev ji xizmetkirina Xwedê berde. Şeytan xwest ku Xwedê xwe bi xwe zerar bide Eyûb. Yehowa ev nekir, lê wî îzin da ku Şeytan Eyûb biceribîne. Xwedê wisa got: “A vay, heçî tiştên wî yên hene, di destê te de ne” (Eyûb 1:7-12 bixwîne). Di hundirê demeke kin de, Eyûb xizmetkarên xwe, heywanên xwe û 10 zarokên xwe winda kir. Gava Şeytan ev tişt anî ser Eyûb, wî wisa nîşan da wekî ku ev bela ji aliyê Xwedê ve hat serê Eyûb (Eyûb 1:13-19). Piştî vê, Şeytan nexweşiyeke giran û pîs da Eyûb (Eyûb 2:7). Wekî din, hem pîreka wî hem jî sê hevalên wî dilê wî bi gotinên xerab êşand (Eyûb 2:9; 3:11; 16:2).

10. a) Eyûb çawa dilsoziya xwe li ber Xwedê îsbat kir? b) Kêmahiya Eyûb çi bû?

10 Netîce bû çi? Îdîaya Şeytan bi temamî derew derket. Eyûb pişt neda Xwedê (Eyûb 27:5). Dîsa jî, Eyûb nêrîna rast ji bo demekê winda kir. Ew tenê li pey heqiya xwe ket û pirsî ku ev kul û derd çima hatin serê wî (Eyûb 7:20; 13:24). Dibe ku em bifikirin ku di halekî wisa de, ev normal e. Lê Xwedê dîsa jî şîret da Eyûb. Yehowa jê re çi got?

11, 12. Yehowa alî Eyûb kir ku ew çi fehm bike, û Eyûb çi kir?

11 Gotinên Xwedê di kitêba Eyûb, beşên 38 heta 41ê de hatine qeyd kirin. Gelo Xwedê ji Eyûb re got ku ev kul û derd çima hatin serê wî? Kitêba Pîroz tiştekî wisa nabêje. Xwedê ne mecbûr e ku sebeba her tiştî eyan bike. Lê Xwedê alî Eyûb kir ku ew fehm bike ku ew li ber mezinahiya Xwedê çi qas biçûk e. Wî rêyî Eyûb da ku gerek ew bala xwe bide dozên mezintir (Eyûb 38:18-21 bixwîne). Bi vî awayî Eyûb ji nû ve bû xwediyê nêrîna rast.

12 Piştî ku Eyûb ew qas kul û derd kişand, gelo şîreta Yehowa sert bû? Na. Eyûb jî nefikirî ku şîreta Xwedê sert bû. Halê wî her çi qas hê xerab bû jî, Eyûb nêrîna xwe guherand. Wî wisa got: “Ez xwe biçûk dibînim û di xwelî û tozê de di tobe kirinê de me!” Belê, şîreta Yehowa li ser Eyûb tesîreke baş hişt (Eyûb 42:1-6). Berê, Elîhû jî jê re nesîhet kiribû (Eyûb 32:5-10). Piştî ku Eyûb şîreta Yehowa qebûl kir û nêrîna xwe guherand, Yehowa ji kesên din re got ku ew ji Eyûb çi qas razî ye, ji ber ku ew li hemberî tengahiyan dilsoz ma (Eyûb 42:7, 8).

13. Piştî ceribandina Eyûb, netîceyên baş ên şîreta Yehowa çawa dewam kir?

13 Piştî ku ceribandina Eyûb xelas bû, netîceyên baş ên şîreta Yehowa devam kir. Çawa? Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa “dawiya Eyûb ji pêşiya wî zêdetir berdar danî”. Heta ku her tişt baş bû, bêguman hebekî wext derbas bû. Paşê, “heft law û sê qîzên wî jî bûn” (Eyûb 42:12-14). Eyûb bêguman bêriya zarokên xwe dikir, ên ku ji aliyê Şeytan ve hatibûn kuştin. Dibe ku heta wextekê, kul û derdên wî her tim dihatin bîra wî. Belkî wî sebeba ceribandina xwe paşê baştir fehm kir. Dîsa jî dibe ku ew fikirî ku çima lazim bû ku tiştên ew qas giran bên serê wî. Di her halî de, wî karibû li ser şîreta Xwedê bifikire. Fikirîna li ser şîreta Xwedê wê dilê wî rihet bikira û alî wî bikira ku ew nêrîna rast xwedî bike (Zeb. 94:19).

Gava tiştên xerab tên serê me, gelo tê bîra me ku doza herî mezin çi ye? (Li paragrafa 14an binêre)

14. Em ji serpêhatiya Eyûb çi dielimin?

14 Serpêhatiya Eyûb dikare dilê me rihet bike û alî me bike ku em bibin xwediyê nêrîna rast. Yehowa ev serpêhatî “ji bo perwerdebûna me ..., da ku bi sebir û bi handana Nivîsarên Pîroz hêviya me hebe” da qeyd kirin (Rom. 15:4). Em ji vê çi dielimin? Dersa herî muhîm ev e: Gerek em wisa nekevin derdê xwe ku em doza herî mezin – heqdarbûna serweriya Yehowa – ji bîr bikin. Di vê dozê de, wezîfeya me ev e ku çi qas zor be jî, em wek Eyûb dilsoz bimînin.

15. Feydeya dilsoziya me çi ye?

15 Serpêhatiya Eyûb dilê me rihet dike, çimkî ew nîşan dide ku dilsoziya me muhîm e. Gava em kul û derdan dikişînin, ev nayê maneya ku Yehowa ji me ne razî ye. Na, tiştên wisa fersend didin me ku em pişta serweriya Xwedê bigirin (Mtl. 27:11). Sebra me rizaya Xwedê peyda dike û hêviya me xurttir dike (Romayî 5:3-5 bixwîne). Serpêhatiya Eyûb îsbat dike ku Yehowa “gelek dilovan û tije rehm e” (Aqûb 5:11). Belê, em dikarin bawer bin ku ewê me û her kesê ku aliyê serweriya wî digire xelat bike. Loma em dikarin şahiya xwe xwedî bikin û “her tiştî bi bîhnfirehî ragirin” (Kol. 1:11).

DOZA HERÎ MEZIN JI BÎR NEKE

16. Çima lazim e ku em ji bîr nekin ku heqdarbûna serweriya Yehowa çi qas muhîm e?

16 Helbet carinan zor e ku em bala xwe bidin heqdarbûna serweriya Yehowa. Dibe ku derdên me yên mezin hebin. Derdên biçûk jî carinan di çavê me de wek derdên mezin xuya dibin. Ji ber vê yekê, gava em li ber tengahiyan dibin, lazim e ku em her tim bînin bîra xwe ku piştgirtina serweriya Xwedê çi qas muhîm e.

17. Şixulê Yehowa çawa dikare alî me bike ku em bala xwe bidin doza herî mezin?

17 Eger em her tim şixulê Yehowa bînin cih, ev yek wê alî me bike ku em bala xwe bidin doza herî mezin. Mesela, xwişkeke me ya bi navê Renee hem felc bû, hem êşa kronîk dikişand û hem jî kanser bû. Gava ew di nexweşxaneyan de tedawî didît, wê ji personela nexweşxaneyê, ji nexweşên din re û ji ziyaretkaran re behsa mizgînê dikir. Di nexweşxaneyekê de, wê di hundirê du û nîv heftiyan de 80 saet şahidî kir. Li ber mirinê jî, Renee serweriya Yehowa tu caran ji bîr nekir. Ji ber ku wê wisa dikir, dilê wê hebekî sivik dibû.

18. Serpêhatiya xwişkekê çawa nîşan dide ku em ji piştgirtina serweriya Yehowa feyde dibînin?

18 Di jiyana me de problemên biçûk jî derdikevin. Çi dibe bila bibe, em dixwazin her tim bala xwe bidin serweriya Yehowa. Jennifer di balafirgehê de sê roj li benda teyareyê ma. Lê yek bi yek, hemû sefer hatin betal kirin. Ji ber ku ew tenê bû û betilîbû, wêyê bikariba bitemamî biketa derdê xwe. Lê li dewsa ku ew wisa bike, wê ji Xwedê re dua kir ku fersend derkeve ku ew ji aliyê ruhî ve alîkariya rêwiyên din bike, yên ku di eynî halî de bûn. Netîce bû çi? Wê ji gelek kesan re behsa mizgînê kir û gelek weşan belav kirin. Jennifer wisa dibêje: “Halê min çi qas perîşan bû jî, Yehowa ez bi bereket kirim û qewet da min ku ez navê wî bilind bikim.” Belê, wê mexseda Yehowa ji bîr nekir.

19. Xizmetkarên Xwedê ji dînên sexte çawa cuda ne?

19 Di hemû tarîxê de, xizmetkarên Xwedê qîmet daye serweriya Yehowa. Di vê mijarê de, ferqa li navbera dînê rast û dînên sexte mezin e. Lazim e ku her yekî me vê nêrîna li gor Kitêba Pîroz xwedî bike.

20. Gava em alî serweriya Yehowa digirin, Yehowa wê me çawa bibîne?

20 Gava em bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin û li ber tengahiyan alî serweriya wî digirin, bawer be ku Yehowa wê qîmet bide xîreta me (Zeb. 18:25). Li meqaleya bê, emê sebebên din bibînin ku gerek em çima bi dil û can alî serweriya Yehowa bigirin.