Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Yehowa Hindava Meda Qenc bû

Yehowa Hindava Meda Qenc bû

EZ Û pîreka min Danièle’ê, em nû hatibûn otelê. Wezîfedarê resepsiyonê ji min re got: “Ji kerema xwe re ji polîsê re telefon bikin.” Hingê çend saet bû ku em hatibûn Gabonê, welatekî Afrîkaya Rojava. Li salên 1970an, îşê me li vî welatî qedexe bû.

Danièle’ê, a ku yeke serwext bû, bi pistepist wisa got: “Ne hewce ye ku tu ji polîsê re telefon bikî, çimkî ew li vir in!” Me dît ku li ber otelê, erebeyek park dikir. Çend deqe bi şûn de, leşkeran em girtin. Lê bi saya hişyariya Danièle’ê, wexta min hebû ku ez hin belgeyan bidim birayekî din.

Gava em diçûn qereqolê, min şikur kir ku pîreka min ew qas mêrxas û xwediyê zîhniyeta ruhî ye. Danièle’ê gelek caran wisa piştgiriya min dikir. Niha ez dixwazim ji we re bibêjim ku em çima diçûn welatên ku îşê me li wê derê qedexe bû.

YEHOWA BI REHMA XWE ÇAVÊ MIN VEKIR

Ez li sala 1930î li Croix’yê hatim dinyayê, bajarekî biçûk ê li Fransaya bakur. Malbata me Katolîkên pir dîndar bûn. Malbata me her hefte diçû dêrê, û bavê min bi şixulên dêrê mijûl bû. Lê çaxa ez weke 14 salî bûm, tiştek qewimî ku çavê min vekir û min durûtiya dêrê dît.

Li Şerê Cîhanî ya Diduyan, Fransa ji aliyê ordiya Elman hat dagir kirin. Li weazên xwe, keşîşê me em her tim teşwîq dikirin ku em di bajarê Vichy’yê de piştgiriya îdareya Naziyan bikin. Em seba gotinên wî şaş û metel man. Hingê me wek gelek kesên din bi dizîka radyoya BBCyê guhdarî dikir, a ku nûçeyên ji aliyê Hêzên Hevpeymaniyê ve diweşand. Ji nişka ve, keşîş zivirî û li meha Îlonê ya sala 1944an ji bo pîrozkirina pêşveçûna Hêzên Hevpeymaniyê ayîn saz kir. Ez seba durûtiya wî şaş mam. Piştî vê yekê, min baweriya xwe bi dêr û keşîşan winda kir.

Hinek wext piştî şer, bavê min mir. Xwişka mine mezin hingê zewicî bû û li Belçîkayê dijiya, loma min gerek li diya xwe binêriya. Min dest bi îşekî tekstîlê kir. Serkarê min û kurên wî, Katolîkên dîndar bûn. Ez li vê fîrmayê pir serkeftî bûm, lê pir wext derbas nebû ku ez rastî ceribandinê hatim.

Li sala 1953an, xwişka min Simone, a ku Şahida Yehowa bû, hat ziyareta me. Bi alîkariya Kitêba Pîroz, wê bi hostetî nîşan da ku hîndariyên dêra Katolîk ên li ser cehenem, Sêyane û halê miriyan sexte ne. Di serî de, min gotinên wê qebûl nekir, çimkî wê Kitêba Pîroz a Katolîk bi kar nedianî. Lê pir wext derbas nebû ku min fehm kir ku gotinên wê rast in. Paşê, wê çend kovarên Birca Çavdêriyê yên kevin dan min. Li şevê, min ev kovar dixwendin, û min dengê zelal ê rastiyê zû fehm kir. Dîsa jî, ez ditirsiyam ku ezê îşe xwe winda bikim eger aliyê Yehowa bigirim.

Çend mehan, min bi tena serê xwe Kitêba Pîroz lêkolîn dikir û weşanên Birca Çavdêriyê dixwend. Paşê, min qerar da ku herim civînan. Dilgermiya civatê pir dilê min girt. Li meha Îlonê ya sala 1954an, piştî ku birayekî ceribandî Kitêba Pîroz ji min re şeş mehan elimandibû, ez hatim bin av kirin. Piştî vê pir wext derbas nebû ku diya min û xwişka mine biçûk jî bûn Şahidên Yehowa.

XIZMETA TAMROJÎ

Li sala 1958an, ez çûm New Yorkê ji bo civîna navnetewî. Mixabin, çend hefte berî civînê, diya min mir. Gava ez piştî civîna mezin vegeriyam malê, mesûliyeta min a malbatê êdî tune bû. Loma min dev ji xebata xwe berda û dest bi pêşengiyê kir. Li wê demê, pêşengeke bixîret a bi navê Danièle Delie bû dergistiya min, û li meha Gulanê ya sala 1959an, em zewicîn.

Danièle’ê li gundên Bretanyayê, dûrî mala xwe, dest bi xizmeta tamrojî kiribû. Ji wê re cesaret lazim bû, çimkî mirovên li wê herêmê Katolîk in, û lazim bû ku ew bi bisîkletê here gundan. Wek min, ew jî difikirî ku belavkirina mizgînê îşekî pir muhîm e, çimkî me nizanibû ku dawiya dinyayê çi qas nêzik e (Met. 25:13). Fedakariya wê pir alî me dikir ku em di xizmeta tamrojî de sebat bikin.

Çend roj piştî daweta me, me dest bi naziriya herêmî kir. Em hînî jiyaneke pir mutewazî bûn. Li civata pêşîn, a ku me ziyaret kir, 14 mizgînvan hebûn. Ji ber ku ew feqîr bûn, wan nikaribû em bikirana mêvan. Loma em li Salona Îbadetê, li sehneyê li ser doşekan radiketin. Belê, cihê me ne rihet bû, lê ji bo pişta me gelek baş bû!

Em bi erebeya xweye biçûk diçûn ziyareta civatan

Gelek şixulê me hebû, lê Danièle rind hînî xizmeta naziriya herêmî bû. Gelek caran lazim bû ku Danièle seba civînên kalên civatê di erebeyê de li benda min be. Lê wê tu caran rûyê xwe tirş nedikir. Em tenê du sal li xizmeta naziriya herêmî man. Li wan salan, me rind fehm kir ku çi qas muhîm e ku jin û mêr dilê xwe ji hev re vekin û hevkariyê bikin (Waiz 4:9).

TAYÎNÊN NÛ

Li sala 1962an, em ji bo sinifa 37an a Mekteba Gîleadê çûn Brooklynê (New York). Kursa me 10 mehan berdewam kir. Bi giştî 100 xwendekar hebûn, lê tenê 13 cotên zewicî hebûn. Li wê derê, me gelek birayên dilsoz nas kirin, mesela Frederick Franz, Ulysses Glass, û Alexander Macmillan.

Em pir bextewar bûn ku em bi hev re çûn Mekteba Gîleadê

Di kursê de, ji me re digotin ku gerek em bala xwe baş bidin her tiştî. Carinan li roja Şemiyê piştî nîvro em ji bo gerê diçûn New Yorkê. Ev jî pareke dersan bû. Me dizanibû ku li roja Duşemê, gerek em bi kurtasî der heqê tiştên ku me dîtine de binivîsin. Piştî gerê, em carinan pir westiyayî vedigeriyan malê, lê rêberê me der heqê gerê de pirs dipirsiyan ku em ji bo testê hazir bin. Carekê, em roja Şemiyê piştî nîvro bi saetan di hundirê bajarê de geriyan. Li nêrîngehekê, em der heqê meteor û meteorîtan de elimîn. Piştî vê, em çûn muzeya dîroka tebîatê. Li wê derê, ji me re gotin ku ferqa navbera tîmsehan û alîgatoran çi ye. Gava em vegeriyan Beytelê, rêber ji me pirsî: “Hela bêjin, di nava meteor û meteorîtan de çi ferq heye?” Danièle gelek westiyayî bû, û wê wisa cewab da: “Diranên meteorîtan hê dirêj in!”

Em pir şa dibûn gava me li Afrîkayê xwişk û birayên dilsoz ziyaret dikirin

Paşê, teşkîlatê em şandin buroya Fransayê. Li wê derê, me zêdetirî 53 salan xizmet kir. Li sala 1976an, ez bûm koordînatorê Heyeta Temsîlkar. Wekî din, min wezîfe stend ku herim ziyareta welatên Afrîkayê û Rohilata Navîn, ku li wê derê îşê me qedexe bû an jî sînorkirî bû. Carekê, em çûn Gabonê. Serpêhatiya ku min li serê meqaleyê behsa wê kiribû, li wê derê qewimî. Ez ji we re rast bibêjim, ez gelek caran difikirîm ku ezê nikaribim serî bi wan wezîfeyên nû re derxînim. Lê belê Danièle’ê her tim alî min dikir ku ez karibim wezîfeyên xwe bînim cih.

Parîs, 1988: Li civîna mezin a bi temaya “Edaleta Xwedê”, ez gotareke Birayê Theodore Jaracz werdigerînim

DERDEKÎ NEHÊVÎKIRÎ

Me ji xizmeta Beytelê pir hez dikir. Berî ku Danièle hatibû Gîleadê, ew zimanê Îngilîzî di hundirê pênc mehan de elimîbû. Bi zeman re, ew bû tercûmaneke baş, a ku weşanên me bi hostetî werdigerandin. Me ji xizmeta Beytelê gelek kêf distend, û têkiliyên me yên bi civatê re kêfa me hê jî zêde dikir. Carinan, ez û Danièle piştî îdarekirina kursên Kitêba Pîroz li şevê li metroya Parîsê sîwar dibûn. Em hem pir westiyayî dibûn, hem jî pir şa dibûn. Çi heyf e ku ji nişka ve, siheta Danièle’ê xera bû, û wê êdî nikaribû wek berê aktîf xizmet bikira.

Li sala 1993an, li Danièle’ê kansera memikê hat dîtin. Tedawiya wê pir giran bû. Jê re hem emeliyat hem jî kemoterapî lazim bû. 15 sal bi şûn de, kanser dîsa pêşde hat. Îcar, nexweşî hê jî giran bû. Dîsa jî, wê ew qas qîmet dida îşê wergerandinê ku gava halê wê hebek baş bû, wê îşê xwe berdewam kir.

Nexweşiya Danièle’ê çi qas xerab bû jî, qet di hişê me re derbas nedibû ku em dev ji xizmeta Beytelê berdin. Helbet ne hêsan e ku mirov bi nexweşiya giran li Beytelê bişixule, bîlhesa gava kesên din nizanin ku problem çi qas mezin e (Mtl. 14:13). Gava Danièle ji 70 salî mezintir bû jî, rûyê wê û rewşa wê eyan nedikir ku ew nexweş e. Ew tu caran li ber halê xwe nediket. Li şûna vê, wê her tim alîkariya kesên din dikir. Wê her tim rind guh dida mirovan û bi vê yekê dilê wan rihet dikir (Mtl. 17:17). Danièle’ê xwe tu caran wek şêwirmendekê hesab nedikir, lê wê serpêhatiya xwe wisa bi kar dianî ku xwişkên din ji kanserê netirsin.

Bi zeman re, em rastî çetinahiyên din jî hatin. Çaxa Danièle’ê êdî nikaribû ji sibehê heta êvarê bixebitiya, wê zêdetir alî min dikir. Bi saya alîkariya wê, ez 37 sal koordînatorê Heyeta Temsîlkar bûm. Mesela, wê her tim hazirî dikir ku em karibin nîvro di odeya xwe de xwarinê bixwin û hebekî bi hev re îstirhetê bikin (Mtl. 18:22).

MICADELEYA LI HEMBERÎ XEMÊ

Danièle’ê her tim hêvîdar bû, û wê ji jiyanê hez dikir. Lê çi heyf e ku nexweşiya wê cara sisêyan rabû. Îcar em gelek ber xwe ketin. Kemoterapî û radyoterapî wisa giran bûn ku carinan lê zor dihat ku bimeşe. Dilê min diêşiya gava min didît ku xanima mine delal, a ku tercûmaneke pir baş bû, ancax bi zorê bi min re xeber dida.

Gava me xwe bêcare hîs dikir, me her tim dua dikir û bawer dikir ku Yehowa wê tu caran nehêle ku em ji qeweta xwe zêdetir bên ceribandin (1. Kor. 10:13). Em her tim şikurdar bûn ku Yehowa bi navgîniya Peyva xwe, personela bijîşkî ya Beytelê û piştgiriya malbata me ya ruhî alî me dikir.

Em pir caran li rêberiya Yehowa digeriyan ku gerek em çi cure tedawiyê qebûl bikin. Carekê, em bêtedawî man. Hekimê Danièle’ê, ê ku 23 sal li wî nêrîbû, nizanibû ku Danièle’ê piştî her seansa kemoterapiyê dixeriqî. Hekîm nikaribû bigota ku li şûna kemoterapiyê çi alternatîf heye. Me xwe bêkes hîs dikir, û me nizanibû ku halê me wê çi be. Paşê, onkologekî din bi Danièle’ê eleqedar bû. Bi saya vê alîkariyê, Yehowa xema me sivik kir.

Em elimîn ku gerek em tenê ji bo rojekê xem bixwin. Çawa ku Îsa got: “Derdê rojê têra rojê dike” (Met. 6:34). Mîzah û nêrîna pozîtîf jî alî me dikir. Mesela, gava Danièle du mehan bê kemoterapiyê ma, wê bi rûkenî ji min re got: “Tu zanî, ez tu caran wisa baş nebûm” (Mtl. 17:22). Ew her çi qas pir nexweş bû jî, wê kilamên me yên nû bi dengê bilind digotin.

Nêrîna wê ya pozîtîf alî min dikir ku ez serî bi sînorên xwe re derxînim. Di nava 57 salên zewaca me de, wê li hemû hewcedariyên min dinêrîn. Wê nedixwest rêyî min bike ku ez çawa karibim hêkan biqelînim! Lê gava ew nexweş ket, lazim bû ku ez êdî hînî şûştina firaq û kincan û çêkirina xwarinan bim. Min çend qedeh şikênandin, lê di netîceyê de ez pir kêfxweş bûm ku min alî wê kir. *

JI BO KEREMA YEHOWA ŞIKURDAR IM

Li jiyana xwe, min ji çetinahiyên emrê mezin û nexweşiyê gelek ders stendin. A yekê, gerek em ew qas mijûl nebin ku em nikaribin tevî jin an mêrê xwe wext derbas bikin. Heta ku qewet û siheta me hebe, gerek em bi hezkiriyên xwe eleqedar bibin (Waiz 9:9). A diduyan, gerek em tu caran ji bo tiştên biçûk bi zêdeyî xem nekişînin, çimkî eger em wisa bikin, emê nîmetên ku em her roj distînin, nebînin (Mtl. 15:15).

Di xizmeta me ya tamrojî de, Yehowa em pir bibereket kirine. Belê, kerema Yehowa her tim ser me bû! (Zeb. 116:7).

^ par. 32 Çaxa ev meqale dihat hazir kirin, Danièle Bockaert jiyana xwe ji dest da. Wê çaxê, ew 78 salî bû.