Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Tu Xwe Dispêrî Yehowa Xwedê?

Gelo Tu Xwe Dispêrî Yehowa Xwedê?

“Ji bo evdên xwe xilaskar e Xudan, yên ku xwe dispêrin wî, nastînin tu cezayan” (ZEB. 34:22).

KILAM: 8, 54

1. Seba gunehkariyê, gelek xizmetkarên Xwedê yên dilsoz xwe çawa dibînin?

PAWLOS wisa gotibû: “Ez çi mirovekî reben im!” (Rom. 7:24). Îro jî, gelek xizmetkarên Xwedê yên dilsoz xwe wisa dibînin. Belê, em her tim dixwazin dilê Yehowa şa bikin, lê ji ber ku me gunehkarî mîras stendiye, em carinan şaşiyan dikin û seba van xemgîn dibin. Hin şagirtên Îsa, yên ku guneheke giran kiriye, difikirin ku Xwedê nikare wan efû bike.

2. (a) Zebûr 34:22 çawa nîşan dide ku ne lazim e ku xizmetkarên Xwedê li bin barê sûcdariyê bimînin? (b) Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin? (Li çarçoveya “ Ders an Temsîl?” binêre)

2 Kitêba Pîroz nîşan dide ku ne lazim e ku kesên ku xwe dispêrin Yehowa li bin barê sûcdariyê bimînin (Zebûr 34:22 bixwîne). Em çawa dikarin xwe bispêrin Yehowa, yanî xwe bavêjin ber bextê wî? Gerek em çi bikin ku Yehowa ji me re dilovaniyê bike û me efû bike? Ji bo ku em cewabên van pirsan bistînin, emê li sîstema bajarên îlticayê binêrin, a ku di demên berê de li welatê Îsraêl hebû. Rast e ku ew sîstem li bin Qanûna Mûsa hatibû saz kirin û li roja Pentîkostê ya sala 33an a P.M. hat betal kirin. Dîsa jî, ji bîr neke ku Qanûn ji Yehowa hatibû. Loma sîstema bajarên îlticayê rêyî me dide ku Yehowa li gunehê, li tobeyê û li kesên gunehkar çawa dinêre. Serê pêşîn, bila em bielimin ku sebeb û armanca van bajaran çi bû.

“BAJARÊN [KU] JI WAN RE BIBIN STARGEH, JI XWE RE HILBIJÊRIN”

3. Li gor Qanûna Mûsa, cezaya qatilekî bi qesdî çi bû?

3 Kuştin, di çavê Yehowa de sûcekî pir giran e. Li gor Qanûna Mûsa, qatilekî bi qesdî ji aliyê “yê ku tola xwîne hilde” ve, yanî ji aliyê merivê herî nêzik ê qurban ve, dihat kuştin (4. Mû. 35:19). Bi vî awayî, kefareta xwîna kesê mesûm dihat dayîn. Ji ber ku ceza zû dihat dayîn, Welatê Sozdayî pak dima, çimkî Yehowa wisa emir dabû: “Welatê ku hûn tê de ne mindar nekin; ji ber ku xwîn welat mindar dike” (4. Mû. 35:33, 34).

4. Li gor Qanûna Mûsa, wexta ku yekî bi bêhemdî xwîn dirijand, çi dihat kirin?

4 Lê belê wexta ku yekî bi bêhemdî xwîn dirijand, çi dihat kirin? Kirina wî her çi qas ne bi qesdî bû jî, destê wî bixwîn bû (1. Mû. 9:5). Bi saya merhameta Yehowa, îzin dihat dayîn ku ew bireve yek ji şeş bajarên îlticayê, da ku xwe ji heyfê bifilitîne. Li wê derê, ew dihat parastin. Lazim bû ku kesê ku bi bêhemdî xwîn rijandibû li bajarê îlticayê bimîne heta ku serokkahîn bimire (4. Mû. 35:15, 28).

5. Bi saya sîstema bajarên îlticayê, em çawa dikarin Yehowa baştir fehm bikin?

5 Hilbijartina bajarên îlticayê ne fikreke beşerî bû. Yehowa xwe bi xwe emir dabû Yêşû: “Ji lawên Îsraêl re bibêje ku bila bajarên [ku] ji wan re bibin stargeh, ji xwe re hilbijêrin.” Ew bajar, ji bo Yehowa pîroz bûn (Yêşû 20:1, 2, 7, 8). Belê, Yehowa rasterast emir dabû ku ew bajar ji bo armanceke taybet bên veqetandin. Lê ev sîstem çawa alî me dike ku em dilovaniya Yehowa baştir fehm bikin? Îro em çawa dikarin xwe bispêrin wî?

“BILA ... REWŞA XWE JI PÊŞHATIYÊN BAJÊR RE BIBÊJE”

6, 7. (a) Kalan li doza kesekî ku bi bêhemdî xwîn dirijand çawa dinêrî? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Çima lazim bû ku ew here cem kalan?

6 Piştî ku kesek bi bêhemdî bû sebeba mirina kesekî din, lazim bû ku ew “rewşa xwe ji pêşhatiyên bajêr re bibêje”, yên ku li deriyê bajarê îlticayê rûdiniştin. Lazim bû ku kalên bajêr wî qebûl bikin û mêvan bikin (Yêşû 20:4). Paşê, multecî dihat şandin cem kalên bajarê ku hadîse tê de qewimîbû ku ew li doza wî binêrin (4. Mûsa 35:24, 25 bixwîne). Piştî ku wan tesbit dikir ku hadîse bi rastî jî qeza bû, îzin dihat dayîn ku multecî vegere bajarê îlticayê.

7 Wezîfeya kalên bajêr çi bû? Lazim bû ku ew hem pakiya civata Îsraêl biparêzin hem jî alîkariyê bikin kesê ku bi bêhemdî xwîn rijandibû ku ew ji dilovaniya Yehowa feyde bistîne. Li gor zanyarekî Kitêba Pîroz, multeciyek ku nediçû cem kalan, “diket rîskeke mezin”. Zanyar paşê wisa dibêje: “Loma xwîn li serê wî bû, çimkî wî parastina Xwedê bi dest nedixist.” Belê, ji bo kesên ku bi bêhemdî xwîn dirijand hawar hebû, lê lazim bû ku ew li wê hawarê bigerin û wê qebûl bikin. Eger kesekî wisa li yek ji bajarên ku Yehowa hilbijartibûn îltica nekiriba, merivê herî nêzik ê kesê kuştî wê bikariba wî bikuje.

8, 9. Eger şagirtekî Îsa guneheke giran kiriye, çima lazim e ku ew ji kalên civatê alîkariyê bixwaze?

8 Îro jî, eger şagirtekî Îsa guneheke giran kiriye, gerek ew alîkariya kalên civatê bixwaze ku ew şîfa bibîne. Ev yek çima muhîm e? A yekê, li gor Kitêba Pîroz, Yehowa dixwaze ku kalên civatê li gunehên giran binêrin (Aqûb 5:14-16). A diduwan, bi saya vê tenzîmê, kesên ku tobe dikin dikarin li bin hîmayeya Xwedê bimînin û qewetê bistînin ku ew gunehê ji xwe re nekin adet (Gal. 6:1; Îbr. 12:11). A sisêyan, kalên civatê wezîfe û perwerde stendine ku ew cesaretê bidin gunehkarên tobedar û alî wan bikin ku ew ji êş û hîsên sûcdariyê bifilitin. Yehowa dibêje ku kalên civatê “li dijî rêjnê mîna cîhekî girtî” ne (Îşa. 32:1, 2). Ma tu nafikirî ku ev tenzîm dilovaniya Xwedê eyan dike?

9 Gelek xizmetkarên Xwedê bi xwe dîtiye ku alîkariya kalên civatê çi qas bifeyde ye. Mesela, birayekî bi navê Danîel guneheke giran kiribû, lê paşê, ew çend mehan neçû cem kalên civatê. Danîel wisa dibêje: “Ji ber ku ew qas wext derbas bûbû, ez difikirîm ku kalên civatê êdî nikarin alî min bikin. Dîsa jî, wijdanê min ne rihet bû, û ez hê li benda netîceyên sûcê xwe bûm. Wexta ku min ji Yehowa re dua dikir, min her tim ji bo sûcê xwe efû dixwest.” Nîhayet, Danîel ji kalên civatê alîkarî xwest. Ew wisa dibêje: “Helbet ji min re zor hatibû ku ez herim ba wan. Lê paşê, ez ji barekî giran filitîm. Aniha ez dikarim bi wijdanekî rihet ji Yehowa re dua bikim.” Belê, wijdanê Danîel êdî paqij e, û çendek berê ew bû alîkarê xizmetê.

GEREK EW ‘BIREVE YEK JI VAN BAJARAN’

10. Ji bo ku kesê ku bi bêhemdî xwîn dirijand merhametê bibîne, lazim bû ku ew çi bike?

10 Lazim bû ku kesekî ku bi bêhemdî xwîn dirijand tiştekî bike ji bo ku ew merhametê bibîne. Belê, lazim bû ku ew bireve bajarê îlticayê yê herî nêzik (Yêşû 20:4 bixwîne). Ji bo ku ew neyê kuştin, lazim bû ku ew zû bigihîje wî bajarî û li wê derê bimîne. Ji bo vê, helbet fedakarî lazim bû: Heta mirina serokkahîn, lazim bû ku ew dev ji xebata xwe ya berê û mala xwe ya rihet berde û ji bajarê îlticayê dernekeve * (4. Mû. 35:25). Ev fedakarî ji bo wî heyatî bû. Eger ew ji bajarê îlticayê derketa, wiyê xwîna rijandî wek tiştekî nemuhîm bidîta, û wiyê jiyana xwe bavêta talûkeyê.

11. Gerek şagirtekî Îsa yê tobedar çi bike, û çima?

11 Îro jî, lazim e ku gunehkarên tobedar tiştekî bikin da ku Xwedê ji wan re merhamet bike. Gerek em bi temamî dev ji gunehê berdin û ne tenê ji gunehên giran, lê ji gunehên biçûk ên ku carinan dibin sebeba sûcên cidî jî dûr bisekinin. Bi îlhama Xwedê, Pawlosê şandî nîşan da ku şagirtên Îsa yên li bajarê Korîntê çawa tobe kiribû: “Xemgînbûna li gor Xwedê bi we re çi sergiranî, çi daxwaza li we neyê girtin, çi hêrs, çi hişyarbûn, çi bêrîkirin, çi xîret û çi cezakirina neheqiyê pêk anî” (2. Kor. 7:10, 11). Eger em xîret bikin ku em dev ji gunehê berdin, Yehowa wê bibîne ku em ne bêxem in û ku em texmîn nakin ku ewê jixwe ji me re merhamet bike.

12. Dibe ku şagirtekî Îsa çi feda bike ku ew merhameta Xwedê bibîne?

12 Dibe ku gerek şagirtekî Îsa dev ji çi berde ku ew merhameta Xwedê bibîne? Eger hin tiştên ku jê re biqîmet in, dibin sebeb ku ew gunehan bike, gerek ew van tiştan feda bike (Met. 18:8, 9). Mesela, eger hin hevalên te dibin sebeb ku tu tiştên ku Yehowa ji wan hez nake bikî, gelo tuyê dev ji wan berdî? Eger tu micadele dikî ku bi zêdeyî venexwî, gelo tu ji derên ku dikarin bibin sebeb ku tu bi zêdeyî vexwî, dûr disekinî? Eger tu dixwazî serî bi xwestekên bêexlaq re derxînî, gelo tu ji fîlm, malperên înternetê an fealiyetên ku dibin sebeba fikrên nepak, direvî? Eger lazim be ku em fedakariyan bikin ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin, bila em wan fedakariyan bikin. Tiştê herî xerab ê ku dikare bê serê me ev e ku Yehowa me terk bike. Tiştê herî xweş jî ev e ku em ji aliyê wî ve “abadîn dilovaniyê” bibînin (Îşa. 54:7, 8).

“[EWÊ] JI WAN RE BIBIN STARGEH”

13. Li bajarên îlticayê, multecî çawa dijiyan?

13 Li hundirê bajarekî îlticayê, multecî di emniyetê de bû. Yehowa der heqê wan bajaran de wisa got: “[Ewê] ji wan re bibin stargeh” (Yêşû 20:2, 3). Yehowa nedixwest ku multecî ji bo doza xwe dîsa û dîsa bê mehkeme kirin. Wekî din, îzin nedihat dayîn ku yê ku heyfa xwînê digire bikeve bajarê îlticayê û multecî bikuje. Loma ne lazim bû ku multecî ji întiqamê bitirse. Heta ku ew li hundirê bajêr bimîne, ew di emniyetê de û li bin parastina Yehowa bû. Bajarê îlticayê ne wek hebsê bû. Wî dikaribû li wî bajarî bixebite, alî kesên din bike û bi rihetî ji Yehowa re xizmet bike. Belê, wî dikaribû bi dilşadî û bi kêfxweşî bijî!

Bi efûkeriya Yehowa ewle be (Li paragrafên 14 heta 16an binêre)

14. Şagirtekî Îsa yê ku tobe dike dikare ji çi emîn bibe?

14 Hin xizmetkarên Xwedê her çi qas tobe kiriye jî, ew li sûcdariya xwe “hebs” bûne û difikirin ku Yehowa wan heta bi hetayê wek gunehkarên bileke bibîne. Eger tu wisa difikirî, ji kerema xwe re dev ji vê fikrê berde! Gava Yehowa sûcên me efû dike, em li bin merhameta wî di emniyetê de dimînin. Danîel, ê ku li paragrafa jorîn derbas bû, rastiya van gotinan fehm kiriye. Piştî ku kalan ew serrast kiribû û alî wî kiribû ku ew wijdanekî pak qazanc bike, wî got: “Barekî mezin ji milên min çû. Piştî ku her tişt bi awayekî nîzamî hat hel kirin, êdî ne lazim bû ku ez xwe sûcdar bibînim. Wexta ku guneh diçe, ew bi rastî jî tune dibe. Wek Yehowa gotiye, ew barê me hildide û ji me dûr dixe. Loma em dikarin ji vî barî heta bi hetayê bifiltin.” Wexta ku multecî gihîşt bajarê îlticayê, êdî ne lazim bû ku ew ji yê ku heyfa xwînê digire, bitirse. Mîna vê, gava Yehowa gunehên me efû dike, ne lazim e ku em bitirsin ku ewê gunehê dîsa bixe rûyê me an me seba wê gunehê mehkûm bike (Zebûr 103:8-12 bixwîne).

15, 16. Ev yek ku Îsa fîdye daye û Serokkahîn e çawa alî me dike ku em bi merhameta Xwedê zêdetir ewle bin?

15 Îsraêliyan dikaribûn bi merhameta Xwedê ewle bin, lê sebeba me hê jî mezintir e ku em bi merhameta wî ewle bin. Piştî ku Pawlos seba şaşiyên xwe li ber xwe ketibû, wî wisa got: “Bi saya Xudanê me Îsa Mesîh, şikir ji Xwedê re!” (Rom. 7:25). Pawlos seba şaşiyên xwe yên berê tobe kiribû, lê ew hê jî bi gunehkariyê micadele dikir. Dîsa jî, ew emîn bû ku Xwedê wê wî bi navgîniya Îsa efû bike. Bi saya fîdyeyê, Îsa wijdanê me paqij dike û hizûra hundirîn dide me (Îbr. 9:13, 14). Wekî din, Îsa Serokkahînê me ye, û “ji ber vê yekê ew dikare wan ên ku bi destê wî nêzîkî Xwedê dibin, bi tevahî xilas bike. Çimkî ew herdem dijî, da ku ji bo wan mehderê [an şefaetê] bike” (Îbr. 7:24, 25). Wekî ku xebata serokkahîn alî Îsraêliyan dikir ku ew bawer bin ku gunehên wan wê bên efû kirin, xizmeta Serokkahînê me Îsa jî temînat dide me ku “rehm li me bibe û ji bo dema ku em hewcedarê alîkariyê bin, em keremê bibînin” (Îbr. 4:15, 16).

16 Loma xwe bavêje ber bextê Yehowa û bi qurbanbûna Îsa bawer be. Ne bes e ku tu tenê qebûl bikî ku bi milyonan însanan ji fîdyeyê feyde stendiye. Gerek tu bawer bikî ku fîdye bi rastî ji bo te hatiye dayîn (Gal. 2:20, 21). Bawer be ku bi saya fîdyeyê, gunehên te dikarin bên efû kirin. Bawer be ku bi saya fîdyeyê tu dikarî heta bi hetayê bijî. Belê, qurbanbûna Îsa hediyeyekî Yehowa ji bo te ye.

17. Tu çima dixwazî xwe bispêrî Yehowa Xwedê?

17 Bajarên îlticayê bala me dikişînin ser dilovaniya Yehowa. Bi saya vê sîstemê, Xwedê nîşan dida ku jiyan çi qas pîroz e. Wekî din, ji vê mîsalê em fehm dikin ku kalên civatê çawa alî me dikin, tobeya jidil çi ye û em çima dikarin emîn bin ku Yehowa wê me efû bike. Gelo tu xwe dispêrî Yehowa Xwedê? Tu derekî hê biemniyettir tune! (Zeb. 91:1, 2). Li meqaleya bê, emê bibînin ku bajarên îlticayê çawa rêyî me didin ku em wek Yehowa adil û dilovan bin.

^ par. 10 Li gor çavkaniyên Cihû, ferdên malbata wî jî diçûn cem wî li bajarê îlticayê.