Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 14

KILAM 56 Rêya Rastiyê Hilbijêre

Ber bi Gihîştîbûnê ve Here

Ber bi Gihîştîbûnê ve Here

“Ber bi bêkêmahîtiyê [gihîştîbûnê] ve pêşve herin” (ÎBRANÎ 6:1).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê hîn bibin ku şagirtên gihîştî yên Îsa Mesîh çawa li gor daxwaza Xwedê difikirin û hereket dikin û qerarên baş didin.

1. Daxwaza Yehowa çi ye?

 GAVA ZAROKEK tê dinyayê, dê û bavê wî pir dilxweş dibin. Dîsa jî, ew helbet naxwazin ku zarokê wan her tim biçûk bimîne. Eger zarok mezin nebûya, ewê xemgîn bibûna. Mîna vê, gava em nû dibin şagirtên Îsa Mesîh, Yehowa pir dilxweş dibe, lê ew naxwaze ku em di rêya rastiyê de wek zarok bimînin (1. Korîntî 3:1). Ew dixwaze ku em bibin mirovên “gihîştî” (1. Korîntî 14:20).

2. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?

2 Gelo maneya vê ku kesek di rêya rastiyê de gihîştî ye, çi ye? Em çawa dikarin ber bi gihîştîbûnê ve herin? Ji bo ku em di heqîqetê de mezin bibin, çima lazim e ku em rastiyên Kitêba Pîroz kûr lêkolîn bikin? Çima gerek em bi zêdeyî xwebawer nebin? Di vê meqaleyê de, emê cewabên van pirsan bibînin.

XISÛSIYETÊN ŞAGIRTÊN GIHÎŞTÎ YÊN ÎSA MESÎH ÇI NE?

3. Maneya vê ku kesek di heqîqetê de gihîştî ye, çi ye?

3 Peyva Yûnanî, ya ku di Kitêba Pîroz de wek “gihîştî” hatiye tercûmekirin, ji bo kesên kamil yan kesên mezin, yanî kesên ku êdî ne zarok in, tê bikaranîn a (1. Korîntî 2:6). Wexta ku em di heqîqetê de êdî ne wek zarok in, dostaniya me ya bi Yehowa re xurttir dibe û em dibin kesên gihîştî. Piştî ku em gihîştine vê hedefê, helbet lazim e ku em di cihê xwe de nesekinin, lê dîsa jî bi pêş ve herin (1. Tîmotêyos 4:15). Eger tu hê ciwan bî jî, tu dikarî di heqîqetê de bibî mirovekî gihîştî. Gelo çawa xuya dibe ka kesek di heqîqetê de gihîştî ye yan na?

4. Kesên ku di heqîqetê de gihîştî ne, kesên çawa ne?

4 Kesekî ku di rêya Yehowa de gihîştî ye li gor xwesteka xwe hereket nake, lê her tim guh dide Yehowa. Ji ber ku ev xwişk yan bira qisûrdar e, ew helbet carinan şaşiyan dike. Dîsa jî, ew bi hal û hereketên xwe nîşan dide ku fikir û kirinên wî li gor daxwaza Xwedê ne. Wî şexsiyeta nû li xwe kiriye, û ew xîret dike ku nêrînên xwe li gor nêrînên Xwedê eyar bike (Efesî 4:22-24). Wî ji xwe re kiriye adet ku li gor prensîpên Yehowa qerarên baş bide, loma ne lazim e ku ji bo her tiştî qanûnek hebe. Gava ew qeraran dide, ew hewl dide ku li gor van qeraran hereket bike (1. Korîntî 9:26, 27).

5. Çima ne baş e ku kesek di heqîqetê de wek zarok bimîne? (Efesî 4:14, 15)

5 Ji aliyê din ve, kesekî ku di heqîqetê de wek zarok dimîne bi hêsanî dikare bikeve ber bayê “hîlekariyên” dijminên rastiyê û kesên ku teoriyên komployê belav dikin b (Efesî 4:14, 15 bixwîne). Kesekî wisa dikare bibe kesekî çavnebar, şerok yan zû xeydok. Gava ew tê ceribandin, ew zû şaşiyan dike (1. Korîntî 3:3).

6. Gihîştîbûn tê çi maneyê? (Li resim jî binêre.)

6 Di Kitêba Pîroz de, gihîştîbûna di heqîqetê de tê şibandin gihîştîbûna zarokan. Ji ber ku zarok gelek tiştan nizanin, lazim e ku mezinek wan biparêze û rêberiya wan bike. Mesela, gava keçikeke biçûk ji rêyê derbas dibe, dibe ku dayika wê destê wê bigire. Gava keçik mezintir dibe, dibe ku dayik êdî îznê bide ku ew bi tena serê xwe ji rêyê derbas bibe. Dîsa jî, ewê jê re bibêje ku bila ew rind mêze bike berî ku ew derbas bibe. Gava keçik êdî mezin bûye, ew xwe bi xwe dîqat dike. Çawa ku alîkariya mezinan lazim e ku zarokek ji talûkeyan bê parastin, şagirtên Îsa Mesîh ên negihîştî hewceyî alîkariya kesên gihîştî ne, da ku ew xwe ji tiştên ku dikarin dostaniya wan ya bi Yehowa re xera bikin, dûr bigirin û qerarên baş bidin. Ji aliyê din ve, gava kesekî ku di heqîqetê de gihîştî ye qerarekê dide, ew li ser prensîpên Kitêba Pîroz difikire û pê derdixe ka nêrîna Yehowa çi ye. Paşê, ew li gor van prensîpan hereket dike.

Şagirtên Îsa Mesîh ên negihîştî gerek hîn bibin ku li ser esasê prensîpên Kitêba Pîroz qerarên baş bidin (Li paragrafa 6an binêre)


7. Gelo kesên gihîştî hewceyî alîkariyê ne?

7 Gelo ev yek tê maneya ku ji kesên gihîştî re alîkarî qet ne lazim e? Helbet na. Kesên gihîştî jî carinan hewceyî alîkariyê ne. Dîsa jî di nav kesên gihîştî û negihîştî de ferq heye. Kesekî ku di heqîqetê de hê negihîştî ye belkî li bendê ye ku kesên din li şûna wî qerarê bidin yan jê re bibêjin ku gerek ew çi bike. Lê kesekî ku di heqîqetê de gihîştî ye her çi qas ji hîkmet û tecrûbeya kesên din feydeyê bistîne jî, ew dizane ku gerek her kes “barê xwe hilgire” (Galatî 6:5).

8. Kesên gihîştî çawa ji hev cuda ne?

8 Çawa ku bejn û bala her kesî ne wek hev e, kesên ku di heqîqetê de gihîştî ne jî ji aliyê xisûsiyetên wek hîkmet, cesaret, comerdî û hevdiliyê ve ne wek hev in. Wekî din, gava du kesên gihîştî rastî eynî rewşê tên, dibe ku qerarên wan ji hev cuda bin, lê dîsa jî li gor Kitêba Pîroz meqbûl bin, bi xisûsî gava lazim dibe ku ew li gor wijdanê xwe qerarê bidin. Ji ber vê yekê, ew hevdû rexne nakin, lê ew xîret dikin ku yekîtiya xwe biparêzin (Romayî 14:10; 1. Korîntî 1:10).

GELO EM ÇAWA DIKARIN BER BI GIHÎŞTÎBÛNÊ VE HERIN?

9. Gelo em bi otomatîk di heqîqetê de dibin mirovên gihîştî?

9 Zarokek bi zeman re xwe bi xwe mezin dibe, lê çend sal derbas bin jî, gihîştîbûna di rêya Yehowa de bi otomatîk çênabe. Mesela, xwişk û birayên li bajarê Korîntê mizgînî qebûl kiribû, hatibûn vaftîzkirin, ruhê pîroz standibû û rasterast ji aliyê Pawlosê şandî ve hatibûn hînkirin (Karên Şandiyan 18:8-11). Lê dîsa jî, çend sal piştî vaftîzbûnê, hin kes hê negihîştî bûn (1. Korîntî 3:2). Ji bo ku em nekevin halekî wisa, em dikarin çi bikin?

10. Ji bo ku em bibin kesên gihîştî, gerek em çi bikin? (Cihûda 20)

10 Ji bo ku em di heqîqetê de bibin mirovên gihîştî, gerek daxwaza me hebe ku em bigihîjin vê hedefê. Kesên ku ji bêtecrûbetiyê hez dikin û tercîh dikin ku di heqîqetê de wek zarok bimînin nikarin bi pêş ve herin (Methelokên Silêman 1:22). Em naxwazin bişibin kesên ku emrê wan mezin e, lê hê jî li bendê ne ku dê û bavê wan li şûna wan qeraran bidin. Em dizanin ku em ji pêşveçûna xwe mesûl in (Cihûda 20 bixwîne). Eger tu xîret dikî ku ber bi gihîştîbûnê ve bi pêş ve herî, dua bike ku Yehowa daxwaza te zêde bike û qewetê bide te (Filîpî 2:13).

11. Yehowa çawa alî me dike ku em ber bi gihîştîbûnê ve herin? (Efesî 4:11-13)

11 Yehowa dizane ku ji bo ku em bigihîjin vê hedefê, em hewceyî alîkariyê ne. Rîspiyên civatê hazir in ku alî me bikin ku em di rastiyê de ber bi gihîştîbûnê ve herin û “bigihîjin pîvana bejna Mesîh a temam û tije” (Efesî 4:11-13 bixwîne). Wekî din, Yehowa ruhê pîroz dide me, da ku em “fikra Mesîh” bi dest bixin (1. Korîntî 2:14-16). Bi ser de, Xwedê bi destê çar qeydên îlhamkirî yên Încîlê fikir, gotin û kirinên Îsa Mesîh nîşanî me dide. Eger em fikir û kirinên Îsa Mesîh ji xwe re bikin emsal, em dikarin di rêya Yehowa de bibin mirovên gihîştî.

LÊKOLÎNA KÛR MUHÎM E

12. “Hîndariya pêşî ya li ser Mesîh” çi ye?

12 Ji bo ku em ber bi gihîştîbûnê ve herin, “hîndariya pêşî ya li ser Mesîh” ne bes e. Mijarên wek tobe, îman, vaftîz û rabûna miriyan parên vê “hîndariya pêşî” ne (Îbranî 6:1, 2). Hîndariyên wisa helbet esasê baweriya me ne. Ji ber vê yekê, Petrûsê şandî di roja Pentîkostê de ji mirovan re behsa van mijaran kir (Karên Şandiyan 2:32-35, 38). Ji bo ku em bibin şagirtên Îsa Mesîh, gerek em van hîndariyên esasî qebûl bikin. Mesela, Pawlosê şandî gotibû ku eger kesek hîndariya rabûna miriyan înkar bike, ew bi eslê xwe ne şagirtê Îsa Mesîh e (1. Korîntî 15:12-14). Lê belê, ne bes e ku em tenê van tiştan bizanin.

13. Em çawa dikarin ji “xwarina giran”, a ku Îbranî 5:14 behsa wê dike, feydeyê bistînin? (Li resim jî binêre.)

13 Ji xeynî hîndariyên esasî yên Kitêba Pîroz, gerek em prensîpên Yehowa jî bizanin, da ku em nêrîna wî fehm bikin. Ji bo ku em van prensîpan hîn bibin, gerek em “xwarina giran” a Kitêba Pîroz hûr û kûr lêkolîn bikin, li ser wê kûr bifikirin û li gor tiştên ku em hîn dibin, bijîn. Bi vî awayî, em xwe perwerde dikin ku qerarên baş bidin, ên li Yehowa xweş tên c (Îbranî 5:14 bixwîne).

Gerek em rastiyên kûr ên Kitêba Pîroz hîn bibin, da ku em bikarin qerarên baş bidin (Li paragrafa 13an binêre) d


14. Pawlos çawa alî Korîntiyan kir ku ew ber bi gihîştîbûnê ve herin?

14 Gava lazim dibe ku li gor prensîpên Kitêba Pîroz qerarek bê dayîn, ev yek ji bo kesên negihîştî carinan ne hêsan e. Eger li ser rewşa wan qanûneke Kitêba Pîroz tune be, hinek difikirin ku ew dikarin li gor dilê xwe qerarê bidin. Ji bo hin rewşan, qaîde ne lazim e, lê hin kes dîsa jî dixwazin ku qaîdeyek hebe. Mesela, wisa tê fehmkirin ku Mesîhiyên li bajarê Korîntê xwest ku Pawlos ji wan re rasterast bibêje ka ew dikarin xwarina ku ji pûtan re hatibû qurbankirin bixwin yan na. Lê li şûna ku qaîdeyekê deyne, Pawlos ji wan re got ku di vî warî de, gerek her kes li gor wijdanê xwe qerarê bide. Li ser esasê çend prensîpan, wî zelal kir ku her kes çawa dikare li gor wijdanê xwe hereket bike, lê di eynî demê de wijdanê kesên din neêşîne (1. Korîntî 8:4, 7-9). Bi vî awayî, Pawlos alî xwişk û birayên li Korîntê kir ku ew di rêya Yehowa de ber bi gihîştîbûnê ve herin. Wî nîşanî wan da ku ew çawa dikarin aqlê xwe bi kar bînin bêyî ku qaîdeyek hebe û bêyî ku kesekî din ji wan re bibêje ku gerek ew çi bikin.

15. Pawlos çawa alî xwişk û birayên Îbranî kir ku ew di heqîqetê de bi pêş ve herin?

15 Em dikarin ji gotinên Pawlos ên ji Îbraniyan re derseke muhîm bistînin. Hin ji wan ber bi gihîştîbûnê ve bi pêş ve neçûbûn. Ji aliyê heqîqetê ve, ew “hê hewcedarê şîr” bûn, û wan “xwarina giran” nedixwar (Îbranî 5:12). Ew tiştên nû, yên ku Yehowa her ku diçû bi destê civatê hînî wan dikirin, hîn nedibûn (Methelokên Silêman 4:18). Mesela, weke 30 sal piştî ku Qanûna Mûsa li ser esasê qurbanbûna Îsa Mesîh hatibû îbtalkirin, gelek Mesîhiyên Cihû xwe hê li Qanûna Mûsa digirt (Romayî 10:4; Tîtos 1:10). Wexta derbasbûyî bê guman têra wan kiribû ku ew nêrîna xwe serrast bikin. Li nameya xwe ya ji Îbraniyan re, Pawlos hewl da ku xwişk û birayan îqna bike ku ew heqîqetên kûr, ên ku wî hînî wan dikirin, qebûl bikin. Bi destê vê nameyê, Pawlos baweriya wan xurttir kir ku rêya Mesîh, rêya herî bilind e, û cesaret da wan ku ew li gel muxalefeta Cihûyan dev ji belavkirina mizgîniyê bernedin (Îbranî 10:19-23).

BI ZÊDEYÎ XWEBAWER NEBE

16. Ji xeynî vê ku em ber bi gihîştîbûnê ve herin, gerek em çi bikin?

16 Pir muhîm e ku em bibin mirovên gihîştî û wisa bimînin. Ji bo vê, gerek em bi zêdeyî xwebawer nebin, lê bi dewamî xîret bikin ku em dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin (1. Korîntî 10:12). Gerek em xwe bi dewamî kontrol bikin û emîn bin ka em bi pêş ve diçin yan na (2. Korîntî 13:5).

17. Li gor nameya ji Kolosiyan re, çima muhîm e ku em mirovên gihîştî bimînin?

17 Li nameya xwe ya ji Kolosiyan re, Pawlosê şandî dîsa got ku pir muhîm e ku em mirovên gihîştî bimînin. Ew her çi qas di heqîqetê de êdî bûn mirovên gihîştî, Pawlos ji wan re got ku bila ew nekevin ber bayê fikrên dinyayê (Kolosî 2:6-10). Wekî din, Êpafras, ê ku bi îhtimaleke mezin xwişk û birayên li wê derê rind nas dikirin, her tim dua dikir ku ew “bêkêmahî” – yanî wek mirovên gihîştî – bimînin (Kolosî 4:12). Hem Pawlos hem Êpafras fehm dikir ku ji bo ku kesek gihîştî bimîne, gerek ew xîret bike û desteka Xwedê bistîne. Wan dixwest ku xwişk û birayên li bajarê Koloseyê li gel tengasiyan di rêya Xwedê de gihîştî bimînin.

18. Çi dikare were serê kesekî gihîştî jî? (Li resim jî binêre.)

18 Pawlos ji Îbraniyan re got ku kesekî gihîştî jî, eger dîqat neke, dikare heta bi hetayê ji pêş çavê Xwedê bikeve. Dibe ku dilê kesekî ew qas hişk bibe ku ew êdî nikare tobe bike û ji aliyê Xwedê ve bê efûkirin. Xwişk û birayên Îbranî helbet ew qas ji rêya Xwedê dûr neketibûn (Îbranî 6:4-9). Gelo halê kesên ku dev ji xizmetê berdidin yan ji civatê tên derxistin, lê paşê tobe dikin, çi ye? Ev yek ku ew bi dilnizmî tobe dikin nîşan dide ku ew ji kesên ku Pawlos di heqê wan de nivîsîbû, cuda ne. Lê belê, gava ew vedigerin ba Yehowa, alîkariya wî ji wan re lazim e (Hêzekîêl 34:15, 16). Ji ber vê yekê, rîspiyên civatê wê belkî ji xwişk yan birayekî bitecrûbe rica bikin ku ew alî wan bike ku ew dostaniya xwe ya bi Yehowa re ji nû ve ava bikin.

Yehowa destekê dide kesên ku dostaniya wan ya bi wî re sist bûye (Li paragrafa 18an binêre)


19. Gerek hedefa me çi be?

19 Eger tu li ser rêya Yehowa bi dil û can ber bi gihîştîbûnê ve herî, tuyê bigihîjî hedefa xwe! Rastiyên kûr ên Kitêba Pîroz bi dewamî hîn bibe û fikrên xwe li gor fikrên Yehowa serrast bike. Û eger tu jixwe bûyî kesekî gihîştî, xîret bike ku tu wisa bimînî.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Maneya gihîştîbûna di heqîqetê de çi ye?

  • Em çawa dikarin ber bi gihîştîbûnê ve herin?

  • Çima lazim e ku em bi zêdeyî xwebawer nebin?

KILAM 65 Tu Caran Nesekine!

a Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî peyvên “gihîştî” û “negihîştî” bi kar naynin. Dîsa jî, fikra van peyvan di wan de heye. Mesela, kitêba Methelokên Silêman behsa kesên ciwan û bêtecrûbe û kesên bihîkmet dike (Methelokên Silêman 1:4, 5).

b Li ser jw.org yan li JW Library® li rêza meqaleyan a bi navê “Mijarên Din”, li meqaleya “Xwe ji Melûmatên Şaş Biparêze” binêre.

c Di vê kovarê de li qismê “Projeya Lêkolînê” binêre.

d RESIM: Birayek li gor prensîpên ku ew ji Kitêba Pîroz hîn bûye qerarê dide ku li televîzyonê li çi temaşe bike.