Mexseda Yehowa wê Bê Cih!
“Min got û ez ê bînim cîh; min pêşniyar kir û ez ê wê bikim” (ÎŞA. 46:11).
KILAM: 25, 18
1, 2. a) Yehowa ji me re çi eyan kiriye? b) Îşaya 46:10, 11 û 55:11 çi soz dide?
GOTINÊN pêşin ên Kitêba Pîroz wisa ne: “Di destpêkê de Xwedê ezman û erd afirand”. Di van gotinan de fikreke gelek muhîm heye (1. Mû. 1:1). Rast e ku em li ser tiştên ku Xwedê çêkiriye – mesela li ser kaînat, ronahî û erdkêşiyê – tenê hindik tişt dizanin, û em tenê dikarin piçikeke kaînatê bibînin (Waiz 3:11). Dîsa jî, Yehowa mexseda xwe ji bo erd û însanan ji me re eyan kiriye. Mexseda wî ew bû, ku mirovên ku di sûretê Xwedê de hatine afirandin, bi dilşadî li ser erdê bijîn (1. Mû. 1:26). Ewê bibûna zarokên wî, û Yehowa wê bibûya Bavê wan.
2 Wek kitêba 1. Mûsa, beşa 3yan nîşan dide, tiştekî xerab qewimî (1. Mû. 3:1-7). Lê mexseda Yehowa dîsa jî wê bê cih. Tu kes nikare mexseda wî bisekinîne (Îşa. 46:10, 11; 55:11). Em dikarin bawer bikin ku mexseda Yehowa ya pêşin wê mutleqe bê cih û dereng namîne.
3. a) Em ji Kitêba Pîroz kîjan tiştên temelî elimîn? b) Çima em niha li ser van tiştan şêwir dikin? c) Di vê meqaleyê de emê cewabên kîjan pirsan bibînin?
3 Di Kitêba Pîroz de hatiye nivîsîn ku mexseda Xwedê ji Lûqa 22:19, 20). Ewên ku werin Bîranînê wê mexseda Xwedê hê zêde bielimin. Ji bo ku mirov werin vê êvara muhîm, wê gelek baş be, ku em li ser hin pirsan bifikirin. Di vê meqaleyê de, emê li ser sê pirsan şêwir bikin: Mexseda Xwedê ya pêşin ji bo erd û însanan çi bû? Çi qewimî ku mexseda Xwedê hê nehatiye cih? Û bi qurbanbûna Îsa, rê çawa vebû ku mexseda Xwedê bê cih?
bo erd û însanan çi ye, û Îsa Mesîh bi mexseda Xwedê ve çawa girêdayî ye. Evana tiştên temelî ne, û dibe ku dema me dest bi xwendina Peyva Xwedê kiribû, em berê van tiştan elimîn. Niha daxwaza me ev e, ku mirovên dilpak jî van tiştên muhîm bielimin. Bi taybetî em vê yekê li dema Bîranîna Mirina Îsa dikin, û em dixwazin gelek mirovan dawet bikin ku ew jî werin Bîranînê (MEXSEDA XWEDÊ YA PÊŞIN ÇI BÛ?
4. Şixulên Xwedê çawa mezinahiya wî eyan dikin?
4 Yehowa Afirandêrê mezin e. Her tiştê ku wî çêkiriye, bêkêmasî ye (1. Mû. 1:31; Yêr. 10:12). Dema ku em bala xwe didin şixulên Yehowa, em dikarin çi bielimin? Em ecêbmayî dimînin ku hemû tişt çawa ji bo kara me hatine çêkirin. Kê ji me kêfxweş nabe dema dinêre li ezmanê bi gelek stêrkên bedew, yan jî li pêlên behra mezin, yan jî li gure-gura avê ku ji çiyayê tê xwarê? Ev tişt ji me re xweş tên û em ji wan kêf distînin, çimkî Xwedê em wisa afirandine, ku em bikaribin van tiştên bedew bibînin (Zebûr 19:1; 104:24 bixwîne).
5. Yehowa ji bo nîzama tebiyatê çi kiriye?
5 Bi hezkirina xwe, Yehowa ji bo hemû tiştên afirandî sînor kişandine. Ji bo ku her tişt binîzam be, wî hem qanûnên fîzîkî hem jî qanûnên exlaqî danîne (Zeb. 19:7-9). Hemû tiştên ku di kaînatê de hene, li gor mexseda Xwedê şixul dikin û her tişt li cihê xwe ye. Standardên hevkariya nav hemû tiştên afirandî, ji aliyê Yehowa ve hatine danîn. Mesela, qanûna erdkêşiyê atmosferê li nêzikî erdê digire û hereketên behrên mezin kontrol dike. Bi vî awayî ev qanûn ji bo jiyanê pir muhîm e. Hemû mirov, heywan û tiştên din li gor van sînoran û qanûnan hereket dikin. Nîzama tebiyatê bi aşkerahî nîşan dide ku mexseda Xwedê ji bo erd û mirovan heye. Di xizmeta xwe de, em dikarin bala mirovan bikişînin li ser van şixulên Afirandêr û behsa wî bikin (Pey. 4:11).
6, 7. Yehowa kîjan hediye dan Adem û Hewayê?
6 Mexseda Yehowa ya pêşin ew bû, ku mirov heta bi hetayê li ser erdê bijîn (1. Mû. 1:28; Zeb. 37:29). Ji bo ku jiyana Adem û Hewayê kêfxweş be, Xwedê bi comerdî cûre cûre hediye dan wan (Aqûb 1:17 bixwîne). Yehowa aqil û îradeya azad dan wan. Wekî din, Xwedê ew wisa afirandin ku ew bikaribin hez bikin û ji dostî û hevaltiyê kêf bistînin. Afirandêr bi Adem re xeber da û jê re got ku gerek ew çawa guhdarî bike. Ji xeynî vê, Adem elimî ku ew çawa bikaribe hewcetiyên xwe bi dest bixe û gerek ew erd û heywanan çawa xwedî bike (1. Mû. 2:15-17, 19, 20). Bi ser de, Yehowa kabîliyeta tamkirin, bihnkirin, dîtin, bihîstin û hîskirinê dan Adem û Hewayê. Bi vî awayî, wanê bikaribûya ji hemû tiştên bedew ên cenetê kêf bistanda. Ji bo jin û mêrê pêşin, şixulên balkêş jî pir bûn. Wanê bikaribûya heta bi hetayê ew şixul bikirana, dilşad bibûna û tiştên nû bielimiyana.
7 Wekî din, li gor mexseda Xwedê, Adem û Hewa wisa hatibûn afirandin ku ew bikaribin zarokên bêqisûr bînin dinyayê. Xwedê xwest ku zarokên wan jî bibin xwediyê zarokan, heta ku erd bi temamî bi mirovan tije bibe. Mirovên pêşin zarokên Yehowa yên bêqisûr bûn û Yehowa ji wan hez dikir. Wî xwest ku Adem û Hewa û hemû dê û bavên piştî wan jî ji zarokên xwe hez bikin. Erd wê heta bi hetayê bibûya warê wan, û hemû tiştên li ser erdê jî ji bo feydeya wan bibûna (Zeb. 115:16).
ÇI QEWIMÎ KU MEXSEDA XWEDÊ HÊ NEHATIYE CIH?
8. Xwedê çima qanûna 1. Mûsa 2:16, 17 dabû?
8 Mexseda Xwedê çima hema nehat cih? Yehowa qanûneke hêsan dabû Adem û Hewayê ji bo ku ew sînora azadiya xwe bizanibin. Xwedê wisa got: “Tu dikare li bexçê, mêwê heçî darên ku tu dixwaze bixwe! Lê belê, ji darê zanîna qencî û xerabiyê nexwe. Ji ber, roja ku tu ji wê bixwe, bi biryarî tuyê bimirî” (1. Mû. 2:16, 17). Fehmkirin û guhdarîkirina vê qanûnê ji bo Adem û Hewayê ne zor bû, çimkî xwarin têr tije hebû.
9, 10. a) Şeytan çawa Yehowa sûcdar kir? b) Adem û Hewayê çi hilbijart? (Binêre resmê ewilî.)
9 Bi devê marekî, Îblîs Şeytan Hewa xapand ku ew guhdariya Bavê xwe Yehowa neke (1. Mûsa 3:1-5 bixwîne; Pey. 12:9). Şeytan wisa îma kir ku qanûna ku gerek mirov ji her dara baxçe nexwin, derdekî mezin e. Şeytan wekî ku wisa got: “Ma tu nikarî li gorî dilê xwe hereket bikî?” Paşê, wî rasterast derew kir: “Bi biryarî hûn namirin.” Paşê jî, wî ji Hewayê re got ku ne lazim e ku ew guh bide Xwedê: “Xwedê dizane ku, dema hûn ji mêwa wî darî bixwin, dê çavên we vebin.” Bi vê yekê Şeytan îma kir ku sebeba qanûna Yehowa ev bû ku eger wan mêwe bixwara, mêwe wê ew hê zanyar bikira. Ji xeynî vê, Şeytan sozeke sexte da wan: “Hûn ê bi zanîna qencî û xerabiyê ve bibin mîna Xwedê”.
10 Niha Adem û Hewayê wê qerar bidaya: Gelo wanê guhdariya Yehowa bikira an jî guh bidaya mar? Çi heyf e ku wan guhdariya Xwedê nekir û ligel Şeytan li hember Xwedê serê xwe hilda. Ji ber ku wan nexwest ku Yehowa bibe bavê wan, ew ji bin destê wî derketin (1. Mû. 3:6-13).
11. Yehowa çima gunehê Adem û Hewayê ji nedîtî ve nehat?
11 Wexta ku Adem û Hewa li hemberî Yehowa rabûn, ew bûn gunehkar. Ji xeynî vê, orta wan û Yehowa xerab bû, çimkî ew Xwedayê pîroz e û xerabî li ber çavê wî reş e (Hab. 1:13). Eger Yehowa gunehê Adem û Hewayê ji nedîtî ve bihata, halê hemû mexlûqên bican wê xerab bibûya. Bi ser de, eger Yehowa wisa bikira, gotinên wî wê vala derketana. Lê Yehowa her tim li gor standardên xwe hereket dike, û ew sozên xwe her tim tîne cih (Zeb. 119:142). Adem û Hewa xwediyê îradeya azad bûn, lê Xwedê îzin nedabû wan ku ew ji qanûnên wî derkevin. Ji ber ku ew li hemberî Yehowa rabûn, ew paşê mirin û vegeriyan axa ku ew jê hatibûn afirandin (1. Mû. 3:19).
12. Halê zarokên Adem çi bû?
12 Çaxa ku Adem û Hewayê ji mêwe xwar, Yehowa êdî nikaribû wan wek ferdên malbata xwe qebûl bike. Xwedê ew ji Adenê derxistin, û êdî îzna wan tune bû ku ew paşê vegerin (1. Mû. 3:23, 24). Bi vî awayî, Yehowa bi heqiyê îzin da ku netîceyên kirinên wan bên serê wan (5. Mûsa 32:4, 5 bixwîne). Ji ber ku ew êdî qisûrdar bûn, wan êdî nikaribû sifatên Xwedê bi awayekî bêqisûr pêk bianiyan. Adem ne tenê îstiqbala xwe xera kir, lê wî îstiqbala zarokên xwe jî xera kir, çimkî ew bi guneh û mirinê hatin dinyayê (Rom. 5:12). Ji sebeba gunehê Adem, zarokên wî jî jiyana her heyî winda kir. Zarokên Adem û Hewayê û zarokên zarokên wan wê qisûrdar bibûna. Wekî ku Şeytan Adem û Hewa ji Xwedê qetandin, ew heta roja îroyîn mirovan dixapîne û wan ji Xwedê dûr dixe (Yûh. 8:44).
FÎDYE MIROVAN NÊZIKÎ XWEDÊ DIKE
13. Xwestina Yehowa ji bo însanan çi ye?
13 Dîsa jî, Xwedê ji mirovan hez dike. Adem û Hewayê xwe ji Xwedê dûr xist, lê Yehowa dixwaze ku mirov nêzikî wî bin û bibin dostên wî. Ew naxwaze ku kesek bimire (2. Ptr. 3:9). Ji ber vê yekê, piştî gunehê Adem û Hewayê, Xwedê tiştek çêkir ku mirov dîsa bikaribin bibin dostên wî. Dîsa jî Xwedê dev ji standardên xwe qet bernedaye.
14. a) Li gor Yûhenna 3:16, Xwedê ji bo xelaskirina însanan çi kir? b) Em dikarin cewaba kîjan pirsê bidin mirovan?
14 Yûhenna 3:16 bixwîne. Gelek mirovên ku em ji bo Êvara Bîranînê dawet dikin gotinên vê ayetê bi ezberî dizanin. Lê pirs ev e: Qurbanbûna Îsa çawa riya jiyana bêdawî vedike? Gava em mirovên dilpak ji bo Êvara Bîranînê dawet dikin, li Bîranînê û piştî Bîranînê, em dikarin alî wan bikin ku ew cewaba vê pirsê fehm bikin. Çaxa ku ew fehm dikin ku fîdye çawa hîkmet û hezkirina Yehowa nîşan dide, dibe ku dilê wan jî tesîr bigire. Em dikarin bala mirovan li ser kîjan fikrên der heqê fîdyeyê de bikişînin?
15. Îsa çawa ji Adem cuda bû?
15 Yehowa mirovekî bêqisûr wek fîdye da. Ew mirov Îsa bû. Wê lazim bibûya ku Îsa ji Yehowa re dilsoz bimaya û canê xwe ji bo însanan bidaya (Rom. 5:17-19). Berî hemû tiştên din, Xwedê Îsa afirandibû. Paşê, Yehowa jiyana Îsa ji ezmanan derbas kir erdê (Yûh. 1:14). Wek Adem, Îsa jî mirovekî bêkêmasî bû, lê wî wek Adem nekir. Wekî ku ji bo mirovekî bêqisûr lazim e, Îsa li gor standardên Xwedê dijiya. Çi qas zor bû jî, Îsa tu car guneh nekir û ji qanûnên Xwedê derneket.
16. Fîdye çima hediyeyekî gelek biqîmet e?
16 Ji ber ku Îsa mirovekî bêqisûr bû, wî karibû canê xwe ji bo mirovan bidaya ku ew ji guneh û mirinê bifilitiyana. Îsa li ber Xwedê mirovekî bêkêmasî, dilsoz û îtaetkar bû. Lazim bû ku Adem jî wisa bibûya, lê ew wisa nebû (1. Tîm. 2:6). Îsa qurban bû, û bi vî awayî wî rê vekiriye ku her kes bikaribe jiyana bêdawî bistîne (Met. 20:28). Belê, fîdyeya ku Îsa da rê vekiriye ku mexseda Xwedê ya pêşin bê cih (2. Kor. 1:19, 20). Fidye fersend dide her kesî ku ew jiyana bêdawî bistînin.
YEHOWA RÊ VEKIRIYE KU EM NÊZÎKÎ WÎ BIN
17. Fîdye riya çi vekiriye?
17 Ji bo dayîna fîdyeyê, Yehowa pir fedakarî kir (1. Ptr. 1:19). Wî îzin da ku Kurê xweyî yekta ji bo însanan bimire, çimkî Xwedê gelek qîmet dide wan (1. Yûh. 4:9, 10). Em dikarin bibêjin, ku Îsa li cihê Adem bû bavê me (1. Kor. 15:45). Îsa hem jiyan dide me hem jî rê vedike ku em paşê bikaribin bibin ferdên malbata Xwedê. Belê, bi saya qurbanbûna Îsa, Yehowa dikare mirovan dîsa qebûl bike wek ferdên malbata xwe – bêyî ku Xwedê qanûnên xwe betal bike. Carekê bifikire: Rojekê hemû mirovên dilsoz wê bêqisûr bibin! We çaxê êdî her kes – hem li ezmanan hem jî li ser erdê – wê bi temamî bibin wek malbatekê. Emê gişt bi temamî bibin zarokên Xwedê (Rom. 8:21).
18. Yehowa wê kengê ji bo her kesî bibe “her tişt”?
18 Şeytan, Adem û Hewa li hemberî Yehowa rabûn, lê Yehowa dîsa jî ji mirovan hez dike. Belê, em gişt gunekar in, lê Şeytan nikare dilsoziya me li ber Yehowa xera bike. Bi saya fîdyeyê, Yehowa wê alîkariya hemû zarokên xwe bike ku ew bi temamî bibin mirovên rast. Bîne ber çavê xwe ku jiyan wê çi qas xweş be, çaxa her kes, yên ku Îsa qebûl dikin û pê bawer dikin, wê heta bi hetayê bijîn (Yûh. 6:40). Ji hezkirin û hîkmeta xwe, Yehowa wê alîkariya mirovan bike ku ew bêqisûr bibin, çawa ku wî di destpêkê de xwestibû. Paşê, Bavê me Yehowa wê ji bo her kesî bibe “her tişt” (1. Kor. 15:28).
19. a) Eger em qîmet didin fîdyeyê, emê bixwazin çi bikin? (Binêre çarçoveya “ Li Mirovên Hêja Bigerin”.) b) Li meqaleya bê, emê çi bibînin?
19 Eger em qîmet didin fîdyeyê, emê mutleqe ji mirovên din re jî behsa wê bikin ku ew jî bikaribin ji vî hediyeyê mezin feyde bistînin. Gerek mirov bizanibin ku bi saya fîdyeyê, Yehowa bi hezkirinê fersend dide her kesî ku ew heta bi hetayê bijîn. Lê fîdye ji bo sebekeke din jî gelek muhîm e. Li meqaleya bê, emê bibînin ku doza ku ji aliyê Şeytan ve di baxçeyê Adenê de hat avêtin meydanê, bi qurbanbûna Îsa wê çawa bê safî kirin.