Bi Tenê ji bo Xatirê Rûkenekê!
DU JINÊN ciwan bi hev re li cihên ticarî li bajarê Filîpînê Baguio dimeşiyan. Çavê wan li erebeya weşanan ket, lê ew neçûn wir. Xwişka me Helen, a ku li cem erebeya weşanan disekinî, bi rûkeneke şîrîn li wan nêrî. Her du jin di riya xwe de çûn, lê rûkena xweş a Helenê dilê wan girt.
Paşê, gava ew bi otobusê diçûn malê, bala wan ket ser lewheya mezin a jw.org ya li Salona Îbadetê. Hat bîra wan ku wan berê eynî nivîs li erebeya weşanan jî dîtibû. Ew ji otobusê peya bûn û wan li ber deriyê Salona Îbadeta li bernameya ji bo wexta hemû civînan mêze kir.
Her du jin di wexteke nêzik de çûn yek ji wan civînan. Û gava ew derbasî Salona Îbadetê bûn, gelo çavê wan li kê ket? Li Helenê! Wan dîsa ew jina bi rûkeneke delal nas kir. Helen dibêje: “Wexta ku ew ber bi min ve hatin, hinekî tirs ket dilê min. Ez fikirîm ku belkî min tiştekî şaş kiriye.” Lê wan jinan ji Helenê re zelal kir ku hal û mesele çi ye.
Kêfa jinên ciwan ji civat û ji sohbeta bi xwişk û birayan re hat; wan xwe wek li malê rihet hîs kir. Gava wan piştî civînê dît ku xwişk û bira salonê paqij dikin, wan pirsî ka ew dikarin alî wan bikin. Yek ji van jinan êdî ji wî welatî derketibû, lê jina din dest bi çûyîna civînan û lêkolîna Kitêba Pîroz kiriye – û ev gişt bi tenê ji bo xatirê rûkenekê çêbû!