Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

Min Tiştekî ku ji Hekîmtiyê Baştir e, Dît

Min Tiştekî ku ji Hekîmtiyê Baştir e, Dît

“TIŞTÊN ku hûn niha behsa wan dikin, xeyala zaroktiya min bû!” Min ev yek ji jin û mêrekî re got, ên ku di sala 1971ê de hatin klînîka min a nû. Ev jin û mêr kî bûn, û gelo min behsa çi xeyalê dikir? A pêşîn, ka ez ji we re behsa vê sohbeta ku maneya jiyana min guherand, bikim û zelal bikim ku ez çima bawer im ku xeyala min a zaroktiyê wê di wexteke nêzîk de bê cih.

Di sala 1941ê de, ez li Parîsê (Fransa) di malbateke nedewlemend de hatim dinyayê. Min ji mektebê pir hez dikir, loma gava ez 10 salî bûm û bi êşa zirav nexweş ketim, ez pir xemgîn bûm ku îzna min tune bû ku herim mektebê. Doktoran digot ku ji ber ku pişikên min sist in, gerek ez ji nivîna xwe ranebim. Loma, di nav çend mehan de, min ferhengek dixwend û guh dida bernameya Radyoya Sorbonne’ê ya Zanîngeha Parîsê. Gava doktor got ku ez êdî qenc im û dîsa dikarim herim mektebê, ji şabûnan lingê min erd nedigirt. Min ji xwe re got: “Îşê doktoran çi qas xweş e!” Ji wê rojê û pê ve, xeyala min ev bû ku mirovên nexweş qenc bikim. Wexta ku bavê min ji min pirs dikir ku gava ez mezin bibim ezê bibim çi, min her gav wisa cewab dida: “Ez dixwazim bibim doktor!” Ev xeyal bû maneya jiyana min.

BI SAYA ZANISTÊ NÊZÎKÎ XWEDÊ DIBIM

Malbata min her çi qas Katolîk bû jî, min di heqê Xwedê de gelek tişt nizanibû, û gelek pirsên min hebûn, lê cewab tune bûn. Lê belê, piştî ku min li zanîngehê dest bi xwendina hekîmtiyê kir, ez bawer bûm ku jiyan hat xuliqandin.

Heta niha tê bîra min ku min çawa cara pêşîn hucreyên laleyan di bin mîkroskopê de lêkolîn dikir. Ez ecêbmayî mam ku hucreyên wê çawa xwe ji sir û germê diparast. Wekî din, min bala xwe dida ku sîtoplazma (yanî ava di hundirê hucreyê de) çawa kêm dibe gava xwê lê dikeve û zêde dibe gava ava paqij lê dikeve. Bi saya reaksiyonên wisa, organîzmayên biçûk dikarin hînî şertên nû bibin. Sîstema ku di her hucreyê de heye ez îqna kirim ku jiyan xwe bi xwe nehatiye meydanê.

Li sala diduyan a zanîngehê, min zêdetir îsbat standin ku Xwedê bi rastî heye. Li dersên anatomiyê, me lêkolîn dikir ku destê mirovan çawa dikare bi alîkariya masûlke, demar û hestiyan bilive. Mesela, min dît ku demarên ku yekî ji masûlkeyên bask bi hestiyê diduyan a tiliyê ve girêdide, dibin du par. Di bin wan de, demarên ku diçin sertiliyê, dilivin û di cihê xwe de tên girtin. Wekî din, tevnên qewî demaran nêzîkî hestiyên tiliyan digirin. Eger ev mekanîzma tune bûya, destê me wê nikaribûya bi rihetî hereket bikira. Min bi zelalî dît ku bedena mirovan ji aliyê kesekî pir aqilmend ve hatiye xuliqandin.

Gava min lêkolîn dikir ku zarok çawa tên dinyayê, ez ji Xaliqê jiyanê re hê jî zêdetir heyran dimam. Ez hîn bûm ku berî ku zarok tê dinyayê, ew bi navgîniya benê navikê oksîjenê distîne. Loma, alveolên pişikê hê perçivî nînin. Lê, gava wext nêzîk dibe ku zarok bê dinyayê, hundirê alveolan bi madeyeke xisûsî tê nixumandin. Wexta ku zarok tê dinyayê û cara pêşîn nefesê dikişîne, çend tiştên balkêş çêdibin. Quleke di dilê zarok de tê girtin, û xwîn diçe pişikan. Gava hewa dikeve alveolan, madeya di hundirê wan de alîkariyê dike ku dîwarên alveolan li hev nezeliqin. Ji nişka ve, zarok dikare xwe bi xwe nefesê bikişîne.

Min dixwest Xaliqê van tiştan zêdetir nas bikira, loma min Kitêba Pîroz hûr û kûr lêkolîn kir. Qanûnên paqijiyê, yên ku Xwedê zêdetirî 3.000 sal berê dabû miletê Îsraêlê pir bala min dikişand. Xwedê ji wan re gotibû ku ew pîsiya xwe bi axê binixumînin, bi nîzamî serê xwe bişon û kesên ku giran nexweş in bişînin karantînayê (3. Mûsa 13:50; 15:11; 5. Mûsa 23:13). Zanyaran ancax çend sedsal berê fehm kir ku nexweşî çawa belav dibin, lê ev melûmat bi hezaran sal berê jixwe di Kitêba Pîroz de hebû. Wekî din, min dît ku qanûnên di heqê paqijiya cinsî de çawa siheta milet diparast (3. Mûsa 12:1-6; 15:16-24). Min fehm kir ku Xaliq ev qanûn ji bo xêra mirovan dabûn, û wî kesên ku guh dida van qanûnan, bibereket dikirin. Ez emîn bûm ku Kitêba Pîroz ji aliyê Xwedê ve hatiye îlham kirin, lê min navê Xwedê nizanibû.

DIZEWICIM Û YEHOWA NAS DIKIM

3 Nîsan 1965: Daweta me

Gava ez li zanîngehê hekîmtiyê hîn dibûm, ez rastî keçikeke bi navê Lydie hatim û dilê min ket wê. Di sala 1965an de, gava ez hê di nîvê xwendina xwe de bûm, ez pê re zewicîm. Di sala 1971ê de, ji 6 zarokên me, êdî 3 hatibûn dinyayê. Lydie ji bo min destekeke pir mezin bû, hem di îşê min de, hem jî li malbatê.

Piştî ku ez 3 sal li nexweşxaneyê xebitîm, min klînîka xwe vekir. Wexteke bi şûn de, ev jin û mêrê ku min li destpêkê behsa wan kiribû, ji bo tedawiyê hatin klînîka min. Gava ku min xwest ji zilam re reçete binivîsim, jina wî rica kir: “Doktor, ji kerema xwe re, bila her tişt bê xwîn be”. Ez ecêbmayî mam û min jê pirsî: “Xêr e?” Wê got: “Em Şahidên Yehowa ne.” Min di heqê Şahidên Yehowa û nêrîna wan a li ser xwînê de qet nebihîstibû. Wê Kitêba Pîroz derxist û bi destê wê nîşanî min da ku ew û zilamê wê çima xwînê red dikin (Karên Şandiyan 15:28, 29). Paşê, wan ji min re got ku Padîşahiya Xwedê wê çi bike. Ewê kul û derd, nexweşî û mirinê tune bike (Peyxam 21:3, 4). Ez şa bûm û min got: “Tiştên ku hûn niha behsa wan dikin, xeyala zaroktiya min bû! Ez bûm doktor ku derdên mirovan derman bikim.” Gotinên wan ev qas xweş bûn ku me saet û nîvek li ser vê mijarê sohbet kir. Piştî ku ew çûn, min du tişt fehm kirin: Min êdî nedixwest Katolîk bûma, û ez pêhesiyam ku navê Xaliqê ku min dixwest ew nas bikira, Yehowa ye!

Ev jin û mêr 3 caran hatin klînîka min û her car, sohbeta me weke saetek dikişand. Min ew dawetî mala xwe kirin, da ku emê karibin li ser Kitêba Pîroz zêdetir xeber bidin. Jina min Lydie her çi qas dihat kursê jî, wê qebûl nedikir ku hin hîndariyên dêra Katolîk şaş in. Loma min qerar da ku keşîşekî gazî mala xwe bikim. Me heta nîvê şevê bi destê Kitêba Pîroz li ser hîndariyên dêrê munaqeşe kir. Piştî vê sohbetê, Lydieyê qebûl kir ku Şahidên Yehowa heqîqetê hîn dikin. Her ku diçû, me ji Yehowa Xwedê zêdetir hez dikir, û di sala 1974an de, em bin av bûn.

YEHOWA DIBE MANEYA JIYANA MIN

Gava ez elimîm ku armanca Xwedê ya ji bo însanan çi ye, maneya jiyana min bi temamî guherî. Ez û Lydie, me di jiyana xwe de êdî herî zêde bala xwe dida xizmeta Yehowa. Me xîret dikir ku zarokên xwe li gor prensîpên Kitêba Pîroz mezin bikin. Me zarokên xwe hîn dikir ku gerek ew ji Xwedê û ji mirovan hez bikin. Pêkanîna van prensîpan em nêzîktirî hev dikirin (Metta 22:37-39).

Gava em tînin bîra xwe ku zarokên me yekîtiya di nav me de çawa didît, em gelek caran dikenin. Wan dizanibû ku qanûna mala me, emrê Îsa Mesîh bû: “Bila erêya we ‘Erê’ be û naya we ‘Na’ be” (Metta 5:37). Mesela, carekê Lydieyê ji qîzeke me ya 17 salî re îzin neda ku ew bi komeke ciwanan re derkeve û bigere. Yek ji wan ciwanan ji qîza me re got: “Madem ku diya te îznê nade, ji bavê xwe îznê bixwaze!” Qîza me wisa cewab da: “Cewab wê dîsa eynî be. Dê û bavê min her tim li ser fikrekê ne.” Belê, hemû zarokên me didît ku ez û Lydie, em bi yekîtî prensîpên Kitêba Pîroz pêk tînin. Em ji Yehowa re şikurdar in ku îro gelek ferdên malbata me ji Yehowa re xizmet dikin.

Heqîqetê her çi qas maneya jiyana min guherand jî, min dîsa jî dixwest bi destê zanîna xwe ya tibî destekê bidim xizmetkarên Xwedê. Loma, min bi dilxwazî li Beytela Parîsê û paşê li Beytela nû ya li Louviersê wek doktor xizmet dikir. Êdî weke 50 sal e ku ez destekê didim Beytelê. Di nav van salan de, min li Beytelê ji xwe re gelek dostên baş dîtin ku hin ji wan zêdetirî 90 salî ne. Rojekê, gava min Beytelvanekî nû nas kir, ez pir şa bûm gava ez pêhesiyam ku weke 20 sal berê, doktorê ku alî bûyîna wî kiribû, ez bûm.

YEHOWA JI BONA XIZMETKARÊN XWE XEM DIKE

Bi salan, her ku min didît ku Yehowa çawa bi navgîniya teşkîlata xwe rêberiyê dide xizmetkarên xwe û wan diparêze, hezkirina min ya ji wî re xurttir dibû. Li destpêka salên 1980an, Koma Rêberiyê bernameyek çêkir ku îrtibata di nav Şahidên Yehowa û hekîman de baştir be.

Di sala 1988an de, Koma Rêberiyê departmaneke nû çêkir. Navê vê departmanê, Xizmeta Agahdarkirina Nexweşxaneyan bû. Di serî de, vê departmanê rêberiya Komîteyên Îrtibata bi Nexweşxaneyan re dikir, a ku li Amerîkayê hatibûn saz kirin, da ku Şahidên Yehowa karibin ji xwe re tedawiyên minasib bibînin. Paşê, ev sîstem hat berfirehtirkirin, û li Fransayê jî Komîteyên Îrtibata bi Nexweşxaneyan re hatin sazkirin. Ez pir şa me ku teşkîlata Yehowa bi dilovanî piştgiriya xwişk û birayên nexweş dike!

XEYALA MIN TÊ CIH

Em ji belavkirina mizgînê kêfê distînin

Min ji hekîmtiyê bi rastî jî pir hez dikir. Lê belê, ez êdî fehm dikim ku hê muhîmtir e ku ez alî mirovan bikim ku ew kaniya jiyanê, yanî Yehowa nas bikin. Piştî ku ez teqawid bûm, ez û Lydie, em bûn pêşengên daîmî, û her meh bi gelek saetan mizgîna Padîşahiyê belav dikir. Heta niha jî em çi ji destê me tê dikin ku jiyana mirovan bi destê vî îşî xelas bikin.

2021: Tevî Lydieyê

Ez îro jî carinan alî mirovên nexweş dikim û wan qenc dikim. Dîsa jî, ez dizanim ku doktorê herî baş jî nikare hemû nexweşiyan qenc bike yan ji mirinê xelas bike. Loma ez li benda wê rojê me ku êş, nexweşî û mirin wê tune bibin. Di dinyaya nû de, ezê bikaribim heta bi hetayê di heqê tiştên ku Xwedê xuliqandine de û di heqê bedena mirovan de hîn bibim. Heta niha, tenê pareke xeyala zaroktiya min hatiye cih, lê ez bawer im ku rojekê, xeyala min wê bi temamî bê cih!