Em Çawa Dikarin Dostên Rastîn Bin?
GAVA problem çêdibin, gelo tu carinan difikirî ku kes tune ye ku alî te bike? Ji ber ku rojên me zehmet in, dibe ku em car caran cesareta xwe winda bikin û xwe tenê hîs bikin (2. Tîmotêyos 3:1). Lê belê, ne lazim e ku em bi tena serê xwe bi derdên xwe micadele bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku gava em dikevin tengasiyê, dostên rastîn dikarin destekê bide me (Methelokên Silêman 17:17).
DOSTÊN RASTÎN ÇAWA DIKARIN DESTEKÊ BIDIN?
Hevalên Pawlosê şandî, yên ku bi wî re rêwîtî dikir, pir destek dida wî (Kolosî 4:7-11). Gava Pawlos li Romayê li hebsê bû, dostên wî gelek îşên ku Pawlos nikaribû bikirana, dikirin. Mesela, Êpafrodîtos tiştên ku xwişk û birayên ji Filîpiyê şandibûn, gihandin destê Pawlos (Filîpî 4:18). Tixîkos nameyên Pawlos birin çend civatan (Kolosî 4:7). Gava Pawlos li malê girtî bû yan li hebsê bû, wî xizmeta xwe bi saya desteka dostên xwe dianî cih. Gelo tu çawa dikarî dostekî rastîn bî?
Serpêhatiyên xwişk û birayên me nîşan didin ku dostên rastîn çawa dikarin destekê bidin hevdû. Mesela, bîne ber çavê xwe ku xwişkekê çawa destek dida pêşengeke daîmî ya bi navê Elisabet, a ku li Spanyayê dijî. Gava diya wê bi kansera xerab ket, xwişka me ji Elisabetê re gelek mesajên bi ayetên Kitêba Pîroz şandin. Elisabet wisa dibêje: “Wan mesajan alî min dikir ku ez xwe tenê hîs nekim” (Methelokên Silêman 18:24).
Gava em alî xwişk û birayan dikin ku ew xizmet bikin yan herin civînan, dostaniya me ya bi wan re xurttir dibe. Mesela, gelo tu dikarî xwişk yan birayekî emirmezin bi erebeya xwe bibî civînan yan xizmetê? Bi vî awayî, tu dikarî kesekî wisa teşwîq bikî, û ew jî dikare te teşwîq bike (Romayî 1:12). Lê belê, hin xwişk û birayên me nikarin ji malê derkevin. Gelo em çawa dikarin ji wan re dostên rastîn bin?
JI BO YÊN KU NIKARIN JI MALÊ DERKEVIN DOSTEKÎ RASTÎN BE
Hin xwişk û birayên me ji ber nexweşiyê yan sebebên din nikarin herin civînan. Mesela, halê birayê me David, ê ku bi kanser ket, bîne ber çavê xwe. Wî zêdetirî şeş mehan kemoterapî stand. Wan mehan, David û xanima wî Lidia bi destê înternetê diketin civînan.
Gelo xwişk û birayan çawa destek dida wan? Piştî her civînê, hin kesên ku li Salona Îbadetê bûn xîret dikir ku bi destê înternetê
bi wan re sohbetê bikin. Wekî din, gava David û Lidiayê cewab didan, xwişk û birayan bi destê mesajan pesnê wan dida. Ji ber vê yekê, David û Lidiayê xwe ew qas tenê hîs nedikir.Gelo tu dikarî bi kesên ku nikarin ji malê derkevin re xizmet bikî? Eger tu planên xwe hebekî biguherînî, tu dikarî nîşan bidî ku te ew ji bîr nekirine (Methelokên Silêman 3:27). Mesela, gelo tu dikarî bi wan re nameyan binivîsî yan bi telefonê xizmet bikî? Kesên ku nikarin ji malê derkevin belkî dikarin bi destê înternetê bikevin civînên xizmetê. David û Lidiayê ji vê îmkanê pir hez dikir. David wisa dibêje: “Sohbeteke biçûk û duakirina bi komê re qeweteke mezin dida me.” Ji xeynî vê, gelo tu dikarî carinan xwendekarekî xwe bînî mala xwişk yan birayekî ku nikare ji malê derkeve ku li wê derê kursa Kitêba Pîroz derbas bikî?
Gava em wexta xwe bi xwişk û birayên ku nikarin ji malê derkevin re derbas dikin, em sifetên wan ên baş rind nas dikin û dibin dostên hev. Mesela, gava tu bi wan re xizmet dikî, tu dibînî ku ew Kitêba Pîroz çawa bi awayekî baş bi kar tînin ku bigihîjin dilê kesên din, û ev yek dibe sebeb ku tu hê jî zêdetir ji wan hez bikî. Gava tu di fealiyetên ruhî de destekê didî xwişk û birayan, bi vî awayî tu hê zêdetir ji xwe re dost û hevalan qezenc dikî (2. Korîntî 6:13).
Gava Pawlos rastî tengasiyan hat, dostê wî Tîtos çû ziyareta wî. Vê yekê cesaret da Pawlos (2. Korîntî 7:5-7). Mîsala Tîtos nîşanî me dide ku ji bo ku em teseliyê bidin xwişk û birayan, ne bes e ku em dilê wan bi gotinên xwe xurt bikin. Ji xeynî vê, lazim e ku em bi wan re wext derbas bikin û alî wan bikin (1. Yûhena 3:18).
DI DEMA ZILMÊ DE DOSTEKÎ RASTÎN BE
Li Rûsyayê, xwişk û birayên me li hemberî zilmê destekê didin hevdû. Mesela, ka bala xwe bide serpêhatiya Sêrgêy û xanima wî Tatyanayê. Polîsan li mala wan lêgerîn kiribû û ew biribûn qereqolê. Pêşî, Tatyana hat berdan. Sêrgêy wisa dibêje: “Gava ew gihîşt malê, xwişkeke cesûr hat mala me. Paşê, hevalên din jî hatin û alî me kir ku em mala xwe paqij bikin.”
Sêrgêy dibêje: “Methelokên Silêman 17:17 li min pir xweş tê. Ev ayet wisa dibêje: ‘Heval herdem hez dike, bira jî ji bo tengasiyê çêbûye.’ Di dema zilmê de, min dît ku ev gotin çi qas rast in. Gava min nikaribû bi tena serê xwe sebir bikim, Yehowa hevalên bêtirs şandin ku alî min bikin.”
Halê dinyayê her ku diçe xerabtir dibe, û em hewceyî dostên pêbawer in. Di dema tengasiya mezin de, em hê jî zêdetir hewceyî van dostan bibin. Loma, bila em çi ji destê me tê bikin ku ji niha ve ji hevdû re dostên rastîn bin! (1. Petrûs 4:7, 8).