Here Naverokê

Here naverokê

SERPÊHATÎ

“Ez Tu Caran Tenê Nemame”

“Ez Tu Caran Tenê Nemame”

GAVA hezkiriyekî me dimire, gava em mala xwe bar dikin û diçin cihekî nû yan gava em bi tena serê xwe dimînin, dibe ku em xwe bêkes hîs bikin. Ev hemû tişt jî hatine serê min. Dîsa jî, gava ez jiyana xwe di ber çavan re derbas dikim, ez fehm dikim ku ez tu caran bi rastî tenê nemame. Ka ez ji we re bibêjim ku min ev yek çawa fehm kiriye.

MÎSALA DÊ Û BAVÊ MIN

Dê û bavê min Katolîkên dîndar bûn. Lê gava ew ji Kitêba Pîroz hîn bûn ku navê Xwedê Yehowa ye, ew bûn Şahidên Yehowa, û ew di xizmeta Yehowa de pir bixîret bûn. Bavê min dev ji çêkirina sûretên Îsa Mesîh berda. Li şûna vê, wî hunerên xwe ji bo çêkirina zemîna Salona Îbadetê ya pêşîn bi kar anî, ya ku li taxeke Manîlayê ya bi navê San Juan del Monte hat avakirin.

Bi dê û bav û maliyên xwe re

Ez di sala 1952yan de hatim dinyayê. Çawa ku dê û bavê min çar bira û sê xwişkên min ên mezin di rêya rastiyê de hîn kiribûn, wan ez jî hîn kirim. Gava ez mezin dibûm, bavê min ji min re digot ku bila ez her roj beşeke Kitêba Pîroz bixwînim, û wî gelek weşanên teşkîlatê bi min re dixwendin. Carinan, dê û bavê min çavdêrên rêwî û temsîlkarên buroyê li mala me dikirin mêvan. Ez û malbata min, me ji serpêhatiyên van birayan pir kêf û teşwîq distand, û me qerar da ku di jiyana xwe de, emê ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin xizmetê.

Dilsoziya dê û bavê min li min pir tesîr kir. Di sala 1971ê de, piştî ku diya min ji nexweşiyekê wefat kiribû, ez û bavê min, me bi hev re dest bi pêşengiyê kir. Lê di sala 1973yan de, gava ez 20 salî bûm, bavê min jî wefat kir. Ji ber ku min hem diya xwe hem bavê xwe winda kiribû, min xwe tenê û bêkes hîs dikir. Lê hêviya “saxlem û ewledar”, a ku Kitêba Pîroz dide me, alî min kir ku ez nêzîkî Yehowa bimînim û perîşan nebim (Îbranî 6:19, Mizgînî). Demeke kin piştî wefata bavê min, ez wek pêşengê xisûsî hatim şandin girava Coronê, li herêma Palawanê.

TAYÎNEKE ZOR

Gava ez gihîştim Coronê, ez 21 salî bûm. Heta wê demê, ez li bajêr dijiyam, lê li girava Coronê, li gelek malan av û elektrîk tune bû, û erebe û motosîklet jî hindik bûn. Çend xwişk û bira hebûn, lê gelek caran lazim bû ku ez bi tena serê xwe derkevim xizmetê. Meha pêşîn, min pir bêriya malbat û hevalên xwe dikir. Şevê, min li stêran dinêrî û ez digiriyam. Hindik ma ku ez dev ji tayîna xwe berdim û vegerim malê.

Wan deman, min dilê xwe ji Yehowa re vedikir. Ez li ser gotinên xweş ên Kitêba Pîroz û weşanên me difikirîm. Zebûr 19:14 gelek caran dihat bîra min. Min fehm kir ku eger ez bala xwe bidim tiştên ku li Yehowa xweş tên – mesela karên wî û sifetên wî – ewê bibe “zinar û rizgarkarê min”. Meqaleyeke Birca Çavdêriyê ya bi navê “Tu Qet Tenê Nînî” a pir alî min dikir. Min ev meqale dîsa û dîsa dixwend. Wan deman, qey ez bi Yehowa re tenê dimam, û fersenda min çêdibû ku ez dua bikim, lêkolîn bikim û kûr bifikirim.

Wexteke kin piştî ku ez gihîştibûm Coronê, ez wek rîspî hatim tayînkirin. Ji xeynî min rîspiyên din tune bûn, loma min Mekteba Xizmeta Teokratîk, Civîna Xizmetê, Lêkolîna Kitêbê ya Civatê û Lêkolîna Birca Çavdêriyê îdare dikirin. Wekî din, min her hefte gotara umûmî jî pêşkêş dikir. Bi rastî jî wexta min çênedibû ku ez xwe tenê hîs bikim.

Li Coronê xizmeta min pir xweş derbas dibû. Hin xwendekarên min paşê vaftîz bûn. Lê belê, hin zehmetî jî hebûn. Carinan lazim dibû ku ez nîv roj rê bimeşim heta ku ez bigihîjim cihê xizmetê, û min nedizanibû ku şevê, ezê li ku derê rakevim. Me li gelek giravên biçûk jî xizmet dikir, û lazim bû ku em bi qeyîkan herin wan deran. Ev yek ji bo min qet ne hêsan bû, çimkî min nikaribû ajne bikim, û carinan firtone jî çêdibûn. Yehowa ez li hemberî hemû zehmetiyan diparastim û destek dida min. Paşê, min fehm kir ku Yehowa ez ji bo zehmetiyên hê jî girantir hazir dikirim, ên ku ez di tayîna xwe ya nû de rastî wan hatim.

PAPUA GÎNEYA NÛ

Di sala 1978an de, ez hatim şandim Papua Gîneya Nû, giraveke li bakurê Awistralyayê. Li wê derê gelek çiya hene, û mezinahiya wî welatî bi qasî mezinahiya Spanyayê ye. Teqrîben 3 milyon însanên ku li wê derê dijîn bi zêdetirî 800 zimanî xeber didin. Dîsa jî, piraniya însanan bi zimanê Tok Pisin dizanibû.

Ji bo demekê, min li serbajarê Port Moresby’yê li civateke bi zimanê Îngilîzî xizmet dikir. Lê paşê, ez derbasî civateke bi zimanê Tok Pisin bûm, û min ji bo hînbûna zimên ders stand. Min tiştên ku ez di dersê de hîn dibûm, di xizmetê de bi kar dianîn. Bi vî awayî, ez zimanê Tok Pisin zû hîn bûm, û pir wext derbas nebû ku min êdî dikaribû bi vî zimanî gotaran pêşkêş bikim. Piştî ku ez gihîştim Papua Gîneya Nû, salek jî derbas nebû ku ez ji bo civatên bi zimanê Tok Pisin ên çend herêmên mezin wek çavdêrê herêmê hatim tayînkirin.

Ji ber ku civat pir dûrî hev bûn, lazim bû ku ez gelek komcivînên herêman organîze bikim û pir rêwîtiyê bikim. Di serî de, min xwe tenê hîs dikir ji ber ku her tişt ji bo min nû bû – welatekî nû, zimanekî nû û urf û adetên nû. Ji ber çiyayan, min nikaribû bi erebeyê ji civatekê herim civateke din. Loma, hema hema her hefte lazim bû ku ez bi teyareyê rêwîtiyê bikim. Carinan, di teyareya yekmotorî de tenê yek rêwî hebû, ew jî ez bûm. Ji bo min, rêwîtiya bi teyareyê bi qasî rêwîtiya bi gemiyê xerab bû.

Li piraniya malan telefon tune bû, loma ez bi destê nameyan bi civatan re diketim îrtibatê. Gelek caran ez berî nameyan digihîştim civatan, û lazim bû ku ez ji xelkê bipirsim ka malên Şahidên Yehowa li ku ne. Lê gava min xwişk û bira didîtin, ew gelekî dilxweş dibûn, û min fehm dikir ku keda min ne badîhewa ye. Min desteka Yehowa bi gelek awayan didît, û dostaniya min ya bi wî re her ku diçû xurttir dibû.

Gava ez cara pêşîn çûm civîneke li girava Bougainville’ê, jin û mêrekî rûken hatin ba min û pirsîn: “Te em nas kirin?” Hat bîra min ku gava ez nû gihîştibûm bajarê Port Moresby’yê, min mizgînî dabû wan. Min bi wan re dest bi kursa Kitêba Pîroz kiribû, û paşê, birayekî herêmî dewam kiribû, û her du êdî bûbûn Şahidên Yehowa. Ez sê sal li Papua Gîneya Nû mam, û li wê derê gelek serpêhatiyên min ên xweş çêbûn.

MALBATEKE JÎR Û JÊHATÎ

Ez û Adel

Berî ku ez di sala 1978an de ji Coronê çûm, min xwişkeke delal û fedakar a bi navê Adel nas kiribû. Du zarokên wê hebûn, Samuel û Shirley, û wê hem pêşengiya daîmî dikir hem li diya xwe dinêrî. Di meha pêncan a sala 1981ê, ez vegeriyam Filîpînan ku bi Adelê re bizewicim. Piştî vê, me bi hev re pêşengiya daîmî dikir û li malbatê dinêrî.

Xizmeta li Palawanê – ez, Adel û zarokên me Samuel û Shirley

Her çi qas ez xwediyê zar û zêç bûm jî, ez di sala 1983yan de dîsa wek pêşengê xisûsî hatim tayînkirin, û ez hatim şandin girava Linapacanê, li herêma Palawanê. Em gişt derbasî wî cihê tenha bûn. Li wê derê, Şahidên Yehowa qet tune bûn. Diya Adelê teqrîben salek bi şûn de wefat kir. Em pir xemgîn bûn, lê bi saya xizmetê, me li hemberî vî derdî sebir kir. Li Linapacanê, me bi gelek kesan re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, loma pir wext derbas nebû ku ji me re Saloneke Îbadetê lazim bû. Ji ber vê yekê, me ji xwe re saloneke biçûk ava kir. Sê sal piştî ku em gihîştin wê derê, 110 kes hatin Bîranîna Mirina Îsa Mesîh. Piştî ku em ji wê derê çûn, gelek ji wan bi pêş ve çûn û bûn Şahidên Yehowa.

Di sala 1986an de, ez hatim şandin girava Culionê. Li wê derê, koloniyeke kesên bicuzam hebû. Li wê derê, Adel jî wek pêşenga xisûsî hat tayînkirin. Di serî de, em hinek ditirsiyan ji ber ku gerek em mizgîniyê bidin kesên bicuzam. Lê belê, xwişk û birayan ji me re got ku wan mirovan êdî tedawî dîtibû û talûke tune ye ku nexweşiya wan derbasî me be. Hin ji wan kesên nexweş dihatin civînên ku li mala xwişkekê dihatin derbaskirin. Em zû hînî vê rewşê bûn, û em pir şa bûn ku me dikaribû mizgîniya Kitêba Pîroz bidin kesên ku difikirîn ku tu kes ji wan hez nake, ne Xwedê ne jî însanên din. Ew ji ber hêviya ku rojekê, ewê qenc bibin, pir dilxweş dibûn (Lûqa 5:12, 13).

Gelo jiyana li Culionê ji bo zarokên me çawa bû? Ez û Adel, me gazî du xwişkên ciwan ji Coronê kir, da ku bi zarokên me re hevaltiyê bikin. Samuel, Shirley û van du xwişkan bi hev re xizmet dikir û bi gelek zarokan re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir. Ez û Adel, me jî bi dê û bavên van zarokan re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir. Ji bo demekê, me bi 11 malbatan re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir. Ji ber ku gelek kesên nû rind bi pêş ve diçûn, pir wext derbas nebû ku me civateke nû çêkir.

Di serî de, li herêmê tenê yek rîspî hebû, ew jî ez bûm. Loma, buroyê ji min re got ku bila ez civînên ji bo heft mizgînvanên li Culionê û paşê jî ji bo neh mizgînvanên li gundekî bi navê Marily derbas bikim. Marily bi gemiyê teqrîben sê saet ji me dûr bû. Piştî civînan, em li wê derê bi hev re bi saetan rê dimeşiyan ku li gundekî bi navê Halsey bi mirovan re kursa Kitêba Pîroz derbas bikin.

Bi zeman re, li Marily û Halsey’yê gelek kes bûn Şahidên Yehowa. Ji ber vê yekê, me li wan deran Salonên Îbadetê avakirin. Wek li girava Linapacanê, xwişk û birayan û kesên eleqedar piraniya malzemeyan tedarek kir û destek da karê avakirinê. Li salona li Marily’yê 200 kes bi cih dibûn. Gava ji bo derbaskirina komcivînan hewcedarî çêdibû, vê salonê dikaribû zêdetir kes jî bi cih bikirana.

ŞÎN, TENÊBÛN Û DILXWEŞIYA NÛ

Di sala 1993yan de, gava zarok êdî mezin bûn, ez û Adel, me li Filîpînan dest bi karê çavdêrê herêmê kir. Di sala 2000î de, ez çûm Kursa Perwerdeyê Xizmetê, da ku ez bibim mamosteyê vê kursê. Ez difikirîm ku hunerên min têra min nakin ku ez vê wezîfeyê bînim cih, lê Adelê her tim dilê min xurt dikir û digot ku Yehowa wê qewetê bide min ku ez vê wezîfeya nû pêk bînim (Filîpî 4:13). Adelê dizanibû ku bi rastî jî wisa ye, çimkî wê jî wezîfeya xwe li gel nexweşiya xwe pêk dianî.

Di sala 2006an de, gava min li kursê mamostetî dikir, ba Adelê nexweşiya Parkinsonê derket. Em gelek xemgîn bûn. Min got ku bila em dev ji wezîfeya xwe berdin ku bi siheta wê eleqedar bin, lê Adelê got: “Ji kerema xwe re doktorekî bibîne, yê ku dikare alî min bike. Ez dizanim ku Yehowa wê alî me bike ku em wezîfeya xwe dewam bikin.” Piştî vê, Adelê şeş sal bê şîkayet xizmeta xwe dewam kir. Gava ew êdî nikaribû bimeşe, ew bi erebeya seqetan diçû xizmetê. Gava êdî li wê zor dihat ku xeber bide, wê li civînan bi yek du peyvan cewab dida. Heta ku Adel di sala 2013an de wefat kir, gelek xwişk û birayan ji wê re mesaj dişandin û ji ber sebra wê pesn didan wê. Min zêdetirî 30 salî bi hevala xwe Adelê re derbas kiribû, û gava ew ket xewa mirinê, ez pir xemgîn bûm û min xwe dîsa tenê hîs kir.

Adelê dixwest ku ez wezîfeya xwe dewam bikim, loma min wisa jî kir. Ez her tim bi mesûliyetên xwe mijûl bûm, û vê yekê alî min dikir ku ez xwe bi zêdeyî tenê hîs nekim. Ji sala 2014an heta sala 2017an, ez li welatên ku xwişk û bira nikarin bi serbestî îbadetê bikin diçûm civatên bi zimanê Tagalog. Piştî vê, ez li Taywanê, li Amerîkayê û li Kanadayê diçûm ziyareta civatên bi zimanê Tagalog. Di sala 2019an de, min li Hindistanê û li Taylendayê çend sinifên Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê bi zimanê Îngilîzî derbas kirin. Min ji wan wezîfeyan pir kêf distand. Gava ez bi xizmeta Yehowa mijûl dibim, ez pir dilxweş dibim.

ALÎKARÎ TIM NÊZÎK E

Li her wezîfeya nû, min ji xwişk û birayên ku min nas dikirin pir hez dikir, loma çûyîna ji wan deran her tim zor bû. Wan deman, ez hîn dibûm ku xwe bi temamî bispêrim Yehowa. Min tim desteka wî dîtiye, û vê yekê alî min dikir ku ez hînî guhertinan bibim. Îro, ez li Filîpînan wek pêşengê xisûsî xizmet dikim. Ez hînî civata xwe ya nû bûme, û xwişk û bira bûne malbata mine ezîz. Wekî din, ez şa me ku Samuel û Shirley jî wek dayika xwe bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikin (3. Yûhena 4).

Xwişk û bira bûne malbata mine ezîz

Di jiyana xwe de, ez rastî gelek zehmetiyan hatime. Hevala mine ezîz ji nexweşiyeke xerab derd kişand û paşê jiyana xwe ji dest da. Wekî din, gelek caran lazim bû ku ez hînî şert û mercên nû bibim. Dîsa jî, min dîtiye ku Yehowa “nêzîkî her yekî ji me ye” (Karên Şandiyan 17:27). Destê Yehowa “ne kin e”, loma ew hazir e ku destek û qewetê bide xizmetkarên xwe, heta yên ku li cihên tenha dijîn (Îşaya 59:1). Zinarê min Yehowa her tim li kêleka min bûye, û ez ji wî re şikirdar im. Ez tu caran tenê nemame!

a Li kovara Watchtower, 1 Îlon 1972, rûp. 521-527, bi zimanê Îngilîzî binêre.