Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Nivîsên Metta û Lûqa yên der heqê bûyîna Îsa û biçûktiya wî de çima ji hevdû cuda ne?

Nivîsa Metta ya der heqê bûyîna Îsa û biçûktiya wî de hinekî cude dibe ji nivîsa Lûqa, çimkî Metta hê zêde dibêje der heqê qewimandinên ku tevî Ûsiv de qewimîne, lê Lûqa hê zêde der heqê Meryemê de dibêje.

Metta nivîsiye ku Ûsiv çi kir gava elimî ku Meryem hemle ye, wisa jî nivîsiye ku di dîtinokê de melek çawa ji wî re şirovedike der heqê bûyîna Îsa de, û çawa Ûsiv pey rêberiya melekê çû (Met. 1:19-25). Metta wisa jî dibêje der heqê dîtinoka Ûsiv de çaxa melek temî da wî ku bireve Misrê û wî wisa jî kir, ew malbata xwe ve revî Misrê. Hin jî Metta nivîsiye der heqê dîtinoka Ûsiv de ku çaxa melek ji wî re got, ku ew vegere Îsraêlê û çawa ew vegeriya. Û wisa jî wî got der heqê qerarkirina Ûsiv de ku malbata xwe ve derbasî Nisretê be (Met. 2:13, 14, 19-23). Di kitêba Metta de beşa 1 û 2an de, navê Ûsiv 10 caran tê xebitandinê, lê navê Meryemê tenê 5 caran.

Lê Lûqa hê zehf der heqê Meryemê de dibêje. Mesela, ew digot ku çaxa melek Cibrayîl hat ba wê, çaxa Meryem çû cem mirovê xwe Êlîzabêtê, û çawa Meryemê pesnê ji Yehowa re da (Lûqa 1:26-56). Lûqa wisa jî nivîsiye gotinên Şimhûn, der heqê cefên Îsaye axiriyê ku wî ji Meryemê re got. Paşê, Lûqa got çaxa malbata Ûsiv çû perestgehê gava Îsa 12 salî bû û ew gotinên Meryemê dibêje ne ku gotinên Ûsiv. Lûqa wisa jî zêde dike ku çawa hemû qewimandin li ser Meryemê bandor bûn (Lûqa 2:19, 34, 35, 48, 51). Du beşên pêşine di kitêba Lûqa de navê Meryemê 9 caran tê xebitandinê, lê navê Ûsiv 4 caran. Dêmek, Metta hê zêde bala xwe dide li ser kirên Ûsiv û derecên wî, lê Lûqa hûr bi hûr dibêje der heqê Meryemê de û tiştên ku tevî wê diqewimîn.

Dîsa hin ferq heye di orta nivîsên Lûqa û Metta de. Wan secereya Îsa ne mîna hev nivîsî. Metta kal-bavên Ûsiv rêz dike û nîşan dike, ku rast e Îsa kurê Ûsivî helal nîne, lê kurê wî tê hesabê, û loma Îsa bi qanûnî warê padîşahiya Dawid e. Çima? Çimkî Ûsiv ji zuriyeta Padîşah Dawid bû aliyê kurê wî Silêman de (Met. 1:6, 16). Lê Lûqa kal-bavên Meryemê rêz dike û nîşan dike ku Îsa ji bûyîna xweye bi bedenî, warê padîşahiya Dawid e (Rom. 1:3). Çima? Çimkî Meryem jî ji zuriyeta Padîşah Dawid bû, lê aliyê kurê wî Natan de (Lûqa 3:31). Lê gelo Lûqa di secereya xwe de çima nabêje ku Meryem qîza Elî ye? Çimkî di secereyan de tenê navê mêran dihat nivîsandin. Loma jî çaxa Lûqa behsa Ûsiv dike û jê re dibêje kurê Elî, wisa dihat fehmkirin ku Ûsiv zavayê Elî bû (Lûqa 3:23).

Secereyên Metta û Lûqa eşkere dikin ku Îsa bi rastî Mesîhê sozdayî bû. Ew îsbat dikin ku Îsa ji zuriyeta Dawid bû, wisa eşkere bû, ku Fêrisî û qanûnzanan jî nikaribûn bibêjin ku ev yek derew e. Secereyên Metta û Lûqa baweriya me qewî dikin û îsbat dikin ku hemû sozên Xwedê wê mutleqe bên cih.