Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Îşaya 60:1 behsa kê dike, û ew çawa ‘radibe’ û ‘dibiriqe’?

Îşaya 60:1 (Mizgînî) wisa dibêje: “Rabe, bibiriqe! Çimkî ronahiya te hat. Rûmeta Xudan bi ser te ve hilat.” Bi zimanê Îbranî, ev gotin qey ji jinikekê re tên gotin. Ayetên din nîşan didin ku ev jinika sembolîk bajarê Siyon yan Orşelîmê temsîl dike, yê ku wê demê paytexta Cihûdayê bû (Îşaya 60:14; 62:1, 2). Bajar temamiya milet temsîl dike. Li ser vê ayetê, du pirs tên meydanê: A yekê, Orşelîm kengê ‘rabû’ û ronahiya ruhî da? A diduyan, gelo gotinên Îşaya di rojên me de bi awayekî mezintir tên cih?

Orşelîm kengê û çawa ‘rabû’ û ronahiya ruhî da? Gava Cihû 70 sal li Babîlê sirgûn bûn, bajarê Orşelîmê û perestgeh wêran man. Lê piştî ku Babîl ket destê Med û Farisan, Îsraîliyên ji temamiya împaratoriya Babîlê êdî dikaribû vegerin welatê xwe û li wê derê ji nû ve ji Yehowa re îbadetê bikin (Esra 1:1-4). Ji sala 537an a B.M. û pê ve, hin kesên ji hemû 12 eşîran vegeriyan welatê xwe (Îşaya 60:4). Li wê derê, wan dîsa ji Yehowa re qurban pêşkêş dikirin û cejn pîroz dikirin. Wekî din, wan dest bi avakirina perestgehê kir (Esra 3:1-4, 7-11; 6:16-22). Rûmeta Yehowa dîsa bi ser Orşelîmê ve, yanî bi ser xizmetkarên wî ve hilat. Bi vî awayî, ew ji bo miletên ku ji aliyê ruhî ve di tariyê de bûn, dibiriqîn.

Lê belê, gotinên Îşaya wê demê tenê bi qismî hatin cih. Piraniya Îsraîliyan bi dewamî guh nedida Xwedê (Nehemya 13:27; Maleyaxî 1:6-8; 2:13, 14; Meta 15:7-9). Bi ser de, çend sedsal bi şûn de, wan Îsa Mesîh jî red kir (Meta 27:1, 2). Di sala 70yî ya P.M. de, Orşelîm û perestgeh dîsa hatin wêrankirin.

Yehowa ji berê ve behsa vê netîceya xerab kiribû (Danîêl 9:24-27). Eşkere ye ku armanca Yehowa ne ev bû ku hemû gotinên beşa 60î a kitêba Îşaya li ser bajarê Orşelîmê werin cih.

Gelo gotinên Îşaya di rojên me de bi awayekî mezintir tên cih? Belê, lê îcar, gotinên Îşaya li ser jinikeke din a sembolîk, yanî li ser “Orşelîma jorîn”, hatin cih. Pawlosê şandî di heqê wê de wisa nivîsî: “Diya me ew e” (Galatî 4:26, NWT). “Orşelîma jorîn” qismê ezmanî yê teşkîlata Xwedê ye, ya ku ji melekên dilsoz pêk tê. Îsa Mesîh û 144.000 şagirtên wî, yên ku wek Pawlosê şandî ji bo jiyana li ezmanan hatine hilbijartin, zarokên vê jinikê ne. Kesên hilbijartî “miletekî pîroz” in, ê ku wek ‘Îsraîla Xwedê’ tê binavkirin (1. Petrûs 2:9; Galatî 6:16).

“Orşelîma jorîn” bi destê zarokên xwe yên hilbijartî, yên ku li dinyayê ne, ‘radibe’ û ‘dibiriqe’. Ka em tiştên ku hatin serê wan bi gotinên beşa 60î a kitêba Îşaya re muqayese bikin.

Gelo şagirtên Îsa Mesîh ên hilbijartî çawa ‘rabûn’? Di sedsala diduyan a P.M. de, ew di nav zîwanên dijminên rastiyê de fetisîbûn û ketibûn tariya ruhî. (Meta 13:37-43). Bi vî awayî, ew ketin destê Babîla Mezin, yanî împaratoriya cîhanî ya dînê sexte. Kesên hilbijartî heta “rojên dawîn ên vê dinyayê”, yên ku di sala 1914an de dest pê kir, girtî man (Meta 13:39, 40, NWT). Di sala 1919an de, piştî ku ew serbest man, wan dest bi belavkirina mizgîniyê kir û bi vî awayî ronahiya ruhî da. a Bi salan, mirovên ji hemû miletan ber bi vê ronahiyê ve hatine. Di nav wan de, kesên bermayî yên Îsraîla Xwedê, yanî ‘padîşahên’ ku Îşaya 60:3 (Mizgînî) behsa wan dike, jî hene (Peyxam 5:9, 10).

Di pêşerojê de, kesên hilbijartî wê bi awayekî hê jî mezintir bi ronahiya Xwedê bibiriqin. Gelo çawa? Piştî dawiya emrê wan ê li dinyayê, ewê bibin qismê “Orşelîma nû”, yanî bûka Îsa Mesîh, a ku ji 144.000 kesên ku bi wî re padîşahî û kahîntiyê dikin, pêk tê (Peyxam 14:1; 21:1, 2, 24; 22:3-5).

Di pêkhatina Îşaya 60:1 de, “Orşelîma nû” wê roleke muhîm bilîze (Îşaya 60:1, 3, 5, 11, 19, 20 bi Peyxam 21:2, 9-11, 22-26 re muqayese bike). Bajarê Orşelîmê cihê hukûmetê bû, ya ku li ser welatê Îsraîlê hukim dajot. Mîna vê, “Orşelîma nû” û Îsa Mesîh jî wê li ser dinyaya nû hukim bajon. Bi vê yekê ku “Orşelîma nû” wê bi halê dinyayê eleqedar bibe, ewê qey “ji nav ezmên ji Xwedê [were] xwarê”. Kesên ji hemû miletan, ên ku guh didin Xwedê, wê “di ronahiya [wê] de rêve herin”, û ewê ji guneh û mirinê xelas bibin (Peyxam 21:3, 4, 24). Çawa ku Îşaya û pêxemberên din ji berê ve gotibû, her tişt wê bê nûkirin (Karên Şandiyan 3:21). Gava Îsa Mesîh bû Padîşah, vî îşê nûkirinê dest pê kir, û ev îş wê heta dawiya Hukimdariya Hezarsalî dewam bike.

a Hêzekîêl 37:1-14 û Peyxam 11:7-12 jî behsa nûkirina îbadeta rast dikin. Ev yek di sala 1919an de çêbû. Hêzekîêl ji berê ve nîşan dabû ku piştî demeke dirêj, hemû şagirtên Îsa Mesîh ên hilbijartî wê ji girtîbûnê xelas bibin û ji nû ve dest bi îbadeta rast bikin. Wekî din, Kitêba Peyxamê ji berê ve gotibû ku komeke biçûk a birayên hilbijartî, yên ku rêberiya xizmetkarên Xwedê dikin, wê bi awayekî mecazî ji nû ve çêbe. Bi rastî jî wisa bû. Piştî ku birayên me ji bo demeke kin bi neheqî li hebsê bûn û bêfealiyet man, ew ji nû ve bi karê Xwedê mijûl bûn. Di sala 1919an de, ew wek “xulamê dilsoz û bihîkmet” hatin tayînkirin (Meta 24:45, NWT; li kitêba Pure Worship of Jehovah – Restored At Last!, rûp. 118 bi zimanê Îngilîzî binêre).