Here Naverokê

Here naverokê

Silavdayîn Muhîm e

Silavdayîn Muhîm e

“ROJ BAŞ! Tu çawa yî?”

Bê gûman te gelek caran silavên wisa dane. Dibe ku te deste xwe jî dirêj kiriye an yek hembêz kiriye. Adet û peyv ji hev çi qas cuda bin jî, silavdayîn li seranserê dinyayê wek tiştekî muhîm tê dîtin. Eger mirov silav nede an nestîne, ev yek wek tiştekî bêedeb tê hesibandin.

Dîsa jî, silavdayîn ji her kesî re hêsan nayê. Hinek şerm dikin an xwe kêm dibînin. Ji hinekan re jî zor tê ku ew silavan bidin kesên xerîb. Lê belê, silaveke kin jî dikare tesîreke mezin bike.

Ji xwe wisa bipirse: “Feydeya silavdayînê çi ye? Kitêba Piroz der heqê silavdayînê de çi rêyî min dide?”

“JI HEMÛYAN RE” SILAVAN BIDE

Gava mirovê pêşîn ê ku ne Cihû bû ket civatê, Petrûs fehm kir ku Xwedê miletan ji hev cihê nake (Kar. 10:34). Paşê, Petrûs nivîsî ku Xwedê “dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Ptr. 3:9). Wekî din, Petrûs ji şagirtên Îsa re wisa got: “Ji hemûyan re hurmetê bikin. Ji biratiyê hez bikin” (1. Ptr. 2:17). Li gor van ayetan, ma ne lazim e ku kok, milet an kultûra mirovan çi be jî, em silavan bidin wan? Bi vî awayî, em dikarin hurmet bidin wan û nîşan bidin ku em ji wan hez dikin.

Pawlos wisa got: “Çawa ku Mesîh hûn qebûl kirin, hevdû qebûl bikin” (Rom. 15:7). Pawlos behsa hin xwişk û birayan kir, ên ku ji wî re “bûn xemrevînî”. Îro, Îblîs hê jî zêdetir hicûmî xizmetkarên Xwedê dike. Loma xwişk û birayên me bi rastî jî hewceyî xemrevînî û teseliyê ne (Kol. 4:11, KP; Pey. 12:12, 17).

Serpêhatiyên Kitêba Pîroz nîşan didin ku tesîra silavdayînê çi qas mezin e.

FEYDEYÊN SILAVDAYÎNÊ

Berî ku jiyana Îsa derbasî zikê Meryemê bû, Yehowa melekek şandibû ba wê. Melek jê re wisa got: “Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e.” Meryem şaş ma û nizanibû ku melek çima hat ba wê. Loma melek wisa got: “Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye.” Wî jê re got ku mexseda Xwedê ev e ku ew Mesîh bîne dinyayê. Dilê Meryemê seba gotinên melek êdî rihet bû, û wê wisa cewab da: “Va me, ez cêriya Xudan im. Bila wek ku te gotî, ji min re bibe” (Lûqa 1:26-38).

Melek her çi qas xebervanê Yehowa bû jî, wî bi nezaket silav da. Em çawa dikarin vî melekî ji xwe re bikin nimûne? Wê baş be ku em silavan bidin kesên din û cesaret bidin wan. Bi xeberdana kin, em dikarin alî kesên din bikin û nîşanî wan bidin ku em bi rastî xizmetkarên Yehowa ne.

Li civatên Anatolya û Ewropayê, gelek nasên Pawlos hebûn. Di nameyên wî de gelek silavên xisûsî hene. Mesela, em vêya li Romayi 16:1-16 dibînin. Li van ayetan, Pawlos silav şandin gelek kesan. Mesela, wî behsa “xwişka me Fîbiyê” kir û ji xwişk û birayan re wisa got: “Wê bi navê Xudan, bi awayekî ku li pîrozan tê, qebûl bikin û çi hewcedariya wê bike ba we, alîkariya wê bikin.” Pawlos silav şandin Priskîla û Akîlas û der heqê wan de wisa got: “Ne bi tenê ez, lê belê hemû civînên bawermendan ên di nav miletan de jî ji wan re spasdar in.” Wekî din, Pawlos silav şandin kesên ku îro nayên nas kirin, mesela hevalê wî Apênetos û xwişkên Trîfêna û Trîfosa, “yên ku di xizmeta Xudan de dixebitin”. Belê, Pawlos her tim silav didan xwişk û birayan.

Bîne ber çavê xwe ku xwişk û bira çi qas şa bûn ji ber ku Pawlos ew anîn bîra xwe. Vê yekê mutleqe hezkirina wan ji Pawlos re û ji hevdû re xurttir kir. Van silavên germ bêguman cesaret da xwişk û birayên din û alî wan kir ku ew dilsoz bimînin. Belê, silavên ku eleqeya şexsî eyan dikin, dostî û hevaltiyê xurttir dikin û yekîtiya xizmetkarên Xwedê bi pêş dixin.

Wexta ku Pawlos gihîşt lîmana Potiyolê û berê xwe da Romayê, birayên herêmî hatin pêşiya wî. Gava Pawlos ew ji dûr ve dîtin, wî “şikir ji Xwedê re kir û cesaret stand” (Kar. 28:13-15). Eger wexta me tune be ku em dirêj dirêj sohbet bikin jî, wê baş be ku em bi rûkenî silavan bidin. Bi saya vê, dibe ku kesekî xemgîn cesaret bistîne.

DESTPÊKEKE BAŞ

Ji ber ku hin şagirtên Îsa bi dinyayê re dostî dikir û wisa dibûn zînakarên ruhî, Aqûb dixwest şîreteke cidî bide wan (Aqûb 4:4). Dîsa jî, binêre ku Aqûb çawa dest bi nameya xwe kir:

“Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, silavan li diwanzdeh eşîrên ku belav bûne dike” (Aqûb 1:1). Bi saya vê silava dilnizm, bêguman ji xwendevanên wî re hêsantir bû ku ew şîreta wî qebûl bikin. Belê, berî ku em behsa tiştekî cidî bikin, wê baş be ku em bi dilnizmî silav bidin.

Dibe ku em carinan bifikirin ku silava me nehatiye bihîstin. Dîsa jî, wê baş be ku em ji dil silavan bidin (Met. 22:39). Li Îrlendayê, xwişkeke me dereng gihîştibû Salona Îbadetê. Gava ew zû zû çû cihê xwe, birayekî bi rûkenî wisa got: “Roj baş. Bi xêr hatî!” Lê belê xwişka me cewab neda. Ew tenê çû û li cihê xwe rûnişt.

Çend hefte bi şûn de, ev xwişk çû ba birayê ku silav dabû û got ku wê rojê, li mala wê problemeke mezin hebû. Wê ji birayê me re wisa got: “Wê êvarê, ez pir xemgîn bûm, û hindik mabû ku ez nehatama civînê. Ji bîra min çûye ku li wê civînê çi hatibû gotin, lê min silava te ji bîr nekiriye. Min xwe bi rastî aîdî civatê hîs kir. Zehf spas!”

Birayê me nizanibû ku tesîra silava wî ew qas mezin bû. Ew wisa dibêje: “Gava wê ji min re got ku ew seba silava min çi qas kêfxweş bû, min rind fehm kir ku silavdayîn çi qas muhîm e. Ez jî kêfxweş bûm.”

Silêman Padîşah wisa nivîsî: “Nanê xwe bavêje wecê avan; ji ber ku tuyê li pêy pirr rojan wê bibîne” (Waiz 11:1). Belê, qîmeta silavdayînê pir mezin e – hem ji bo xwişk û birayên me hem jî ji bo me!