MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 30
Bigihîje Dilê Mirovên Nedîndar
“Bona ku hin kesî xelas bikim, bi her kesî re bûm her tişt” (1. KOR. 9:22, KP).
KILAM 82 Bira Ronaya We Eyan be
PÊŞGOTIN *
1. Li van salan, gelek mirov li dîn û baweriyan çawa dinêrin?
BI HEZARAN salan, piraniya mirovên li seranserê dinyayê aîdî cure cure dîn û baweriyan bûn. Lê li van salan, gelek însanan êdî fikra xwe guhertiye û dev ji dîn û baweriyê berdaye. Li hin welatan *, piraniya mirovan xwe wek kesên nedîndar hesab dikin (Met. 24:12).
2. Gelek însan çima dîndar nînin?
2 Çima gelek mirov êdî xwe dîndar hesab nakin? Hinek belkî bi zêdeyî bala xwe didin kêfa xwe yan jî derd û xemên xwe (Lûqa 8:14). Hin mirov jî bûne ateîst, yanî bawer nakin ku Xwedê heye. Wekî din, hin kes bawer dikin ku Xwedê heye, lê belê bi dîtina wan, tenê mirovên paşdemayî dîndar in. Ew difikirin ku dîn bi zanist û mantiqê vê hevgirtî nîne. Belkî ew ji heval, mamoste yan kesên bi nav û deng gelek caran dibihîzin ku jiyan xwe bi xwe hatiye meydanê. Ji aliyê din ve, ew ji tu kesî nabihîzin ku çi qas îsbat hene ku Xwedê bi rastî heye. Wekî din, gelek mirov seba çavbirçîtî û durûtiya alimên dînî aciz bûne. Ji xeynî vê, hin fealiyetên dînî li hin welatan hatine qedexe kirin.
3. Armanca vê meqaleyê çi ye?
3 Îsa Mesîh dixwaze ku em mirovên ji “hemû miletan bikin şagirtên” wî (Met. 28:19). Em çawa dikarin alî kesên nedîndar bikin ku ew ji Xwedê hez bikin û bibin şagirtên Îsa? Gerek em fehm bikin ku her kes ne wek hev e. Mesela, dibe ku reaksiyona kesên ku li Ewropayê mezin bûne ji reaksiyona kesên ku li Asyaya Rojihilat mezin bûne, cuda be. Çima? Li Ewropayê, gelek kesan bihistiye ku her tişt bi destê Xwedê hatiye afirandin, û ew di heqê Kitêba Pîroz de hin tiştan dizanin. Lê belê li hin welatên Asyaya Rojhilat, Kitêba Pîroz kitêbeke nenas e, û gelek kes bawer nakin ku Xwedê heye. Ev meqale wê alî me bike ku em bigihîjin dilê mirovên ji cure cure kok û baweriyan.
NÊRÎNEKE POZÎTÎF XWEDÎ BIKE
4. Em çawa dikarin nêrîneke pozîtîf xwedî bikin?
4 Pozîtîf be. Her sal, hin kesên nedîndar dibin Şahidên Yehowa. Gelek ji wan jixwe mirovên biexlaq bûn, û wan ji durûtiya dînî nefret dikir. Hinek jî bêexlaq bûn, û lazim bû ku ew ji hin adetên xwe yên xerab bifilitiyana. Em dikarin bawer bin ku bi alîkariya Yehowa, em dikarin kesên ku “dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e, bibînin (Kar. 13:48, WDN; 1. Tîm. 2:3, 4).
5. Gelek mirov çima guh didin me?
5 Nazik be. Gelek caran mirov guh didin me, ne seba vê ku em çi dibêjin, lê seba vê ku em çawa xeber didin. Li wan xweş tê gava em bi dilgermî û zarşîrinî dipeyivin û rind guh didin wan. Li şûna vê ku em zorê li wan bidin ku ew gotinên me qebûl bikin, em xîret dikin ku nêrîna wan fehm bikin. Mesela, hin kes naxwazin bi kesekî nenas re di heqê dîn de sohbetê bikin. Hinek jî aciz dibin gava kesek ji wan dipirse ka ew di heqê Xwedê de çi difikirin. Hin kes jî naxwazin ku kesên din bibînin ku ew Kitêba Pîroz tevî Şahidên Yehowa lêkolîn dikin. Çi dibe bila bibe, gerek em hîsên mirovan bikin hesabê (2. Tîm. 2:24).
6. Pawlosê şandî xeberdana xwe çawa li gor baweriya mirovan diguherand, û em çawa dikarin wî ji xwe re bikin nimûne?
6 Eger kesek ji peyvên wek “Kitêba Pîroz”, “Xwedê” yan “dîn” aciz dibe, wê baş be ku em wek Pawlosê şandî bikin û pêşkêşiya xwe li gor baweriya mirovan biguherînin. Gava Pawlos bi Cihûyan re dipeyivî, wî li ser Nivîsarên Pîroz muhakeme dikir. Lê belê gava wî li Aryopagosê tevî fîlozofên Yewnan xeber dida, wî rasterast behsa Kitêba Pîroz nedikir (Kar. 17:2, 3, 22-31). Em çawa dikarin Pawlos ji xwe re bikin nimûne? Eger tu rastî kesekî bêyî, yê ku Kitêba Pîroz qebûl nake, wê belkî baştir be ku tu rasterast behsa Kitêba Pîroz nekî. Yan jî, eger tu têderxî ku kesek nerihet dibe gava xelk dibîne ku tu Kitêba Pîroz vedikî, tu belkî dikarî ayetan li ser cîhazeke elektronîk bixwînî.
7. Wê baş be ku em wek Pawlos çi bikin?
7 Mirovan fehm bike û rind guh bide. Pir muhîm e ku em fikir û nêrînên mirovan fehm bikin (Mtl. 20:5). Pawlos di nav Cihûyan de mezin bûbû. Ji ber vê yekê, gava wî mizgîn dida kesên ji miletên din, ên ku Yehowa û Nivîsarên Pîroz rind nas nedikirin, lazim bû ku ew metodên xwe biguherîne. Wê belkî lazim be ku em lêkolînê bikin yan ji mizgînvanên ceribandî bipirsin ji bo ku em rind fehm bikin ku mirovên li herêma me çi difikirin û çi hîs dikin (1. Korîntî 9:20-23 bixwîne).
8. Em çawa dikarin dest bi sohbeteke li ser Kitêba Pîroz bikin?
8 Armanca me ev e ku em kesên “hêja” bibînin (Met. 10:11). Ji bo ku xizmeta me serkeftî bibe, gerek em fersendê bidin mirovan ku ew fikrên xwe bînin zimên. Paşê, lazim e ku em rind guh bidin wan. Birayekî li Îngilistanê ji mirovan dipirse ka li gor wan, zewac çawa dikare bextewar be, gerek mirov zarokên xwe çawa perwerde bike yan mirov çawa dikare serî bi neheqiyê re derxîne. Piştî ku birayê me guh dide cewabên wan, ew wisa dibêje: “Weke 2.000 sal berê, nivîskarek wisa gotibû: ....” Paşê, ew hin ayetan li ser telefona xwe nîşanî wan dide, lê rasterast nabêje ku ew ji Kitêba Pîroz dixwîne.
BIGIHÎJE DILÊ MIROVAN
9. Em çawa dikarin alî van kesan bikin, ên ku naxwazin di heqê Xwedê de bipeyivin?
9 Em çawa dikarin bigihîjin dilê mirovên ku ji sohbetên di heqê Xwedê de aciz dibin? Em dikarin behsa tiştekî bikin, ê ku jixwe li wan xweş tê. Mesela, gelek kes ji tebîatê re heyran dimînin. Em dikarin wisa bibêjin: “Wek tu dizanî, gelek teknolojiyên nû li gor emsala tiştên ku ji berê de li tebîatê hebûn, tên îcad kirin. Mesela, mirovên ku mîkrofon û kamerayan çêdikin, guh û çavên mêş û kêzikan lêkolîn dikin. Bi dîtina te, tebîat çawa hat meydanê? Gelo tebîat ji aliyê hêzeke mezin ve, ji aliyê kesekî ve yan bi awayekî din hatiye çêkirin? Bi hezaran sal berê, helbestvanekî wisa gotibû: ‘Ma yê ku goh çêkirî nabihîze? Yê ku çav çêkirî nabîne?’ (Zeb. 94:9, 10). Hin zanyar jî wisa difikirin!” Paşê, em dikarin vîdeoyekê ji jw.org® lêdin yan broşûra Jiyanê Çawa Dest pê Kir? bidin wan.
10. Em çawa dikarin tevî kesekî ku naxwaze di heqê Xwedê de bipeyive dest bi sohbetê bikin?
10 Piraniya însanan hesreta jiyaneke baş in. Lê belê gelek kes ditirsin ku rojekê, dinya wê wêran be. Nazirekî herêmî yê ku li Norwêcê xizmet dike dibêje ku kesên ku naxwazin di heqê Xwedê de sohbetê bikin dîsa jî hazir in ku li ser halê dinyayê sohbetê bikin. Gava ew rastî mirovan tê, ew wisa dipirse: “Bi dîtina te, gelo halê dinyayê wê rojekê baştir bibe? Gelo siyasetvan, zanyar yan kesên din dikarin alî me bikin?” Piştî ku ew cewabê didin, birayê me ayetekê dixwîne yan behsa ayetekê dike, ya ku nîşan dide ku halê dinyayê wê çawa bê rast kirin. Li hinekan xweş tê gava ew Zeb. 37:29; Waiz 1:4).
soza Kitêba Pîroz dibihîzin ku dinya wê heta bi hetayê bimîne û însanên qenc wê heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn (11. (a) Wê çima baş be ku em xeberdana xwe li gor mirovan biguherînin? (b) Li gor Romayî 1:14-16, Pawlos çi dikir, û em çawa dikarin wî ji xwe re bikin nimûne?
11 Gerek em xeberdana xwe li gor mirovan biguherînin. Çima? Her kes ji hev cuda ye. Tiştekî ku li yekî xweş tê dikare kesekî din aciz bike. Em dikarin bi hinekan re rasterast li ser Xwedê yan li ser Kitêba Pîroz bipeyivin, lê ji bo kesên din, gerek em bi awayekî din dest bi sohbetê bikin. Lê çi dibe bila bibe, wê baş be ku em tevî hemû cure mirovan xeber bidin (Romayî 1:14-16 bixwîne). Helbet lazim e ku em ji bîr nekin ku yê ku rastiyê li dilê kesên dilpak mezin dike, Yehowa ye (1. Kor. 3:6, 7).
EM ÇAWA DIKARIN MIZGÎNÊ BIDIN ATEÎSTAN?
12. Em çawa dikarin bigihîjin dilê kesên ku kûr nefikirîne ka Xwedê heye yan na?
12 Li seranserê dinyayê, mizgînvan gelek caran rastî mirovên ji welatên Asyaya Rojhilat tên. Li hin ji van welatan, dewlet îznê nade fealiyetên dînî, û gelek mirov kûr nefikirîne ka Xwedê heye yan na. Gava em kursa Kitêba Pîroz rasterast ji wan re teklîf dikin, hinek ji wan qebûl dikin, lê hin kes di serî de naxwazin fikrên nû lêkolîn bikin. Em çawa dikarin bigihîjin dilê kesên wisa? Hin mizgînvanên ceribandî bi temayeke rojane dest bi sohbetê dikin û bi mirovan ji dil eleqedar dibin. Paşê, eger fersend çêbe, ew ji mirovan re dibêjin ku wan ji xebitandina prensîpeke Kitêba Pîroz çawa feyde dîtiye.
13. Çi dikare bala mirovan bikişîne ser Kitêba Pîroz? (Li rûyê kovarê binêre.)
13 Gelek kes serê pêşîn heyran dimînin gava ew dibînin ku hîkmeta Kitêba Pîroz îro jî çi qas bifeyde ye (Waiz 7:12). Xwişkeke ku li New Yorkê mizgînê dide mirovên ji Çînê, wisa dibêje: “Ez bi dil û can guh didim mirovan. Eger ew nû hatibin welatê me, ez pirsên wisa dipirsim: ‘Tu hînî vira bûyî? Te ji xwe re îş dîtiye? Xelkê vira li te baş in?’” Pirsên wisa car caran riya sohbetekê li ser Kitêba Pîroz vedikin. Paşê, xwişka me carinan wisa dibêje: “Bi dîtina te, em çawa dikarin bi mirovan di selametê de bin? Îzin heye ku ez metelokeke ji Kitêba Pîroz rêyî te bidim? Li vir wisa tê gotin: ‘Lidarxistina munaqeşeyê wek vekirina bendên avê ne. Berî ku şer dest pê bike, ji wê derê here’ (Mtl. 17:14, WDN). Ma ev şîreteke baş nîne ku em bi mirovan re di selametê de bin?” Bi saya sohbetên wisa, em dikarin fehm bikin ku kî dixwaze zêdetir melûmatê bistîne.
14. Gava mirov dibêjin ku baweriya wan bi Xwedê tune, birayekî li Asyaya Rojhilat çawa alî wan dike?
14 Eger kesek ji me re bibêje ku ew bawer nake ku Xwedê heye, em dikarin çi bikin? Birayekî ku bi gelek salan li Asyaya Rojhilat xizmet dike, wisa dibêje: “Gava mirovên vira dibêjin ‘Baweriya min bi Xwedê tune’, ev yek bi gelemperî tê maneya ku ew baweriya xwe bi pûtan naynin. Loma ez dibêjim ku pût ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin û sexte ne. Paşê, ez pir caran Yêremya 16:20 dixwînim: ‘Ma mirov ji xwe re îlahan çêdikin? Û ew ne îlah in!’ Pişt re, ez wisa dipirsim: ‘Em çawa dikarin ferqa nav xwedayê rastîn û îlahên çêkirî bizanibin?’ Ez rind guh didim cewaba mirovan û paşê Îşaya 41:23 (WDN) dixwînim: ‘Ji me re bibêjin ku çi wê biqewime, da ku em bizanibin ku hûn îlah in.’ Paşê, ez mîsalekê nîşan didim ku Yehowa ji berê de çawa gotibû ku çi wê biqewime.”
15. Birayekî me çi metodê bi kar tîne?
15 Li Asyaya Rojihilat, birayekî din li ziyaretên dubare wisa dibêje: “Ez bala wan dikişînim ser mîsalên hîkmeta Kitêba Pîroz, pêxembertiyên Kitêba Pîroz ên ku hatine cih û qanûnên ku kaînatê kontrol dikin. Paşê, ez nîşan didim ku tiştên wisa çawa îsbat dikin ku Afirandêrekî bihîkmet heye. Gava kesek îhtimala hebûna Xwedê qebûl dike, ez rêyî wî didim ku Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de çi dibêje.”
16. Li gor Îbranî 11:6, çima lazim e ku xwendekarên me baweriya xwe bi Xwedê û Kitêba Pîroz bînin, û em çawa dikarin di vî warî de alî wan bikin?
16 Gava em bi kesên nedîndar kursa Kitêba Pîroz îdare dikin, gerek em bi dewamî alî wan bikin ku baweriya wan bi hebûna Xwedê zêde be (Îbranî 11:6 bixwîne). Wekî din, gerek em alî wan bikin ku ew baweriya xwe bi Kitêba Pîroz zêde bikin. Ji bo vê, wê belkî lazim be ku em hin nuqteyan çend caran dubare bikin. Li her dersê, wê belkî baş be ku em îsbatan nîşan bidin ku Kitêba Pîroz Peyva Xwedê ye. Ji bo vê, em dikarin bi kurtasî muzakere bikin ku gotinên Kitêba Pîroz çawa hatine cih, Kitêba Pîroz ji aliyê zanist û tarîxê ve rast e û prensîpên Kitêba Pîroz ji bo jiyana me çi qas bifeyde ne.
17. Hezkirina me çawa dikare li ser mirovan tesîr bike?
17 Mirov dîndar bin yan nedîndar bin, hezkirina me dikare alî wan bike ku ew bibin şagirtên Îsa (1. Kor. 13:1). Em dixwazin rêyî wan bidin ku Xwedê ji me hez dike û dixwaze ku em jî ji wî hez bikin. Sal bi sal, bi hezaran kesên ku berê bi dîn eleqedar nedibûn tên bin av kirin ji ber ku ew êdî ji Xwedê hez dikin. Loma pozîtîf be û hezkirina xwe ji her cure mirovan re eyan bike. Rind guh bide wan ku tu wan fehm bikî. Belê, bi hal û hereketên xwe alî wan bike ku ew bibin şagirtên Îsa!
KILAM 76 Gelo Tu Şa Nabî?
^ par. 5 Li hin welatan, hejmara mirovên nedîndar zêde bûye. Li vê meqaleyê, emê muzakere bikin ku em çawa dikarin mizgîna Kitêba Pîroz bidin mirovên wisa û alî wan bikin ku ew baweriya xwe bi Kitêba Pîroz û bi Yehowa bînin.
^ par. 1 Mesela Albanya, Almanya, Awistirya, Awistralya, Azerbaycan, Çekya, Çîn, Danîmarka, Fransa, Holenda, Hong Kong, Îngilistan, Îrlenda, Îsraêl, Japon, Kanada, Koreya Başûr, Norwêc, Spanya, Swêd, Swîsre û Viyetnam.
^ par. 53 RESIM: Birayek mizgînê dide hevalkarekî xwe, û zilam paşê li Kursa Kitêba Pîroz a li ser înternetê dinêre.