Ji Me re Dinyayeke Xweş Pir Lazim e!
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, António Guterres, wisa gotibû: “Dinyaya me bi temamî serobino bûye.” Tu çi dibêjî, ma gotina wî nerast e?
Însan ji ber van xeberên reş û tarî pir aciz dibin:
Nexweşî û pandemiyên malxerab
Felaketên tebîetê
Feqîrî û birçîtî
Gemarîbûn û germbûna dinyayê
Zilm û zordarî û rişwet
Şer û herbên malwêran
Pir eşkere ye ku ji me re dinyayeke xweş lazim e. Hesreta dilê me ev e:
Siheteke bêqisûr
Sax û selametî û emniyet
Têr û tije xwarin
Dinyayeke paqij
Edaleta ji bo her kesî
Aştiya li temamiya dinyayê
Gava ku em behsa dinyayeke xweş dikin, em dixwazin çi bibêjin?
Gelo çi wê bê serê vê dinyayê?
Ji bo ku em di dinyayeke xweş de bijîn, gerek em çi bikin?
Ev kovara Birca Çavdêriyê xweş zelal dike ku Kitêba Pîroz li ser van pirs û meseleyan çi dibêje.