MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 49
Wexta Karkirinê û Wexta Îstirhetê
“Hûn ... werin cihekî bêpêjin û piçekî bîhna xwe vedin” (MAR. 6:31).
KILAM 143 Berdewam Xizmet kin û Hîviyê bin
PÊŞGOTIN *
1. Gelek kes li karkirinê çawa dinêrin?
PIRANIYA mirovên li herêma te li karkirinê çawa dinêrin? Li gelek welatan, lazim e ku mirov pir bixebitin. Ew qas îşê wan heye ku ew nikarin îstirhetê bikin, bi malbatên xwe re wext derbas bikin yan jî hewcedariyên xwe yên ruhî têr bikin (Waiz 2:23). Ji aliyê din ve, hin kes ji karkirinê qet hez nakin û li bahaneyan digerin ku nexebitin (Mtl. 26:13, 14).
2-3. Li warê karkirinê, Yehowa û Îsa çawa ji me re bûne emsal?
2 Nêrîna Yehowa û Îsa ya li ser karkirinê ji nêrîna dinyayê cuda ye. Gotinên Îsa nîşan didin ku Yehowa her tim kar dike: “Bavê min heta bi îro jî dixebite, ez jî dixebitim” (Yûh. 5:17). Bîne ber çavê xwe ku Xwedê çi qas kar kir gava wî erd, ezman û bi milyonan melek afirandin. Wekî din, dinya bi eserên Xwedê yên bedew tije ye. Zebûrbêj wisa got: “Ya Xudan, çiqas pirr in karên te! Te hemûyan bi şehrezayî kir; ruyê erdê bi afirîdên te tije ne” (Zeb. 104:24).
3 Wek Xwedê, Îsa jî ji karkirinê hez dike. Gava Xwedê erd û ezman afirandin, Îsa bi “hosteyî” alî wî kir (Mtl. 8:27-31). Gelek wext bi şûn de, gava Îsa li dinyayê dijiya, wî karên mezin kirin. Karê Xwedê ji bo wî wek xwarin bû, û kirinên Îsa îsbat dikir ku Xwedê ew şandiye (Yûh. 4:34; 5:36; 14:10).
4. Emsala Yehowa û Îsa di heqê îstirhetê de çi rêyî me dide?
4 Ma emsala Yehowa û Îsa tê maneya ku em hewceyî îstirhetê nînin? Helbet na! Yehowa tu caran naweste, loma ne lazim e ku ew wek me îstirhetê bike. Dîsa jî, piştî ku Yehowa erd û ezman afirandibûn, wî “rehet kir û rawestiya” (2. Mû. 31:17). Eşkere ye ku ev yek tê maneya ku Yehowa heta wextekê dev ji karkirinê berda ku ji karên xwe kêfê bistîne. Mîna vê, Îsa her çi qas bi xîret kar dikir jî, wî wext vediqetand ku îstirhetê bike û bi hevalên xwe re xwarinê bixwe (Met. 14:13; Lûqa 7:34).
5. Em carinan rastî çi çetinahiyê tên?
5 Kitêba Pîroz me teşwîq dike ku em karkerên jîr û jêhatî bin û tembel nebin (Mtl. 15:19). Gelek ji me ji bo debara malbata xwe dixebitin. Wekî din, ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em îşê belavkirina mizgînê jî tînin cih. Dîsa jî, ji me re car caran îstirhet jî lazim e. Gelo li te zor tê ku tu hem ji bo karê xwe, hem ji bo xizmeta xwe û hem jî ji bo îstirhetê wext veqetînî? Gerek tu çi qas kar bikî û çi qas îstirhetê bikî?
MAQÛL BE
6. Marqos 6:30-34 çawa nîşan dide ku Îsa di warê kar û îstirhetê de maqûl bû?
6 Li warê karkirinê, pir muhîm e ku em maqûl bin. Silêman Padîşah bi îlhama Xwedê wisa nivîsî: “Wexta her karî heye.” Paşê, wî behsa çandin, avakirin, girîn, kenîn, reqisîn û karên din kir (Waiz 3:1-8). Xuya ye ku di jiyana me de, kar û îstirhet cihekî muhîm digirin. Nêrîna Îsa ya li ser kar û îstirhetê maqûl bû. Carekê, şandiyên Îsa ji xizmetê vedigeriyan. Îşê wan ew qas pir bû ku “wan fersend nedidît ku xwarinê jî bixwin”. Loma Îsa got: “Hûn bi serê xwe werin cihekî bêpêjin û piçekî bîhna xwe vedin” (Marqos 6:30-34 bixwîne). Wexta Îsa û şagirtên wî her çi qas kêm bû jî, Îsa dizanibû ku ew hewceyî îstirhetê ne.
7. Wê çima baş be ku em qanûna li ser roja Sebtê lêkolîn bikin?
7 Însan bi rastî jî carinan hewceyî îstirhetê dibe. Ev yek ji qanûna li ser roja Sebtê rind tê fehm kirin. Em her çi qas ne di bin Qanûna Mûsa de bin jî, wê baş be ku em lêkolîn bikin ku vê qanûnê di heqê roja Sebtê de çi digot. Bi saya vê, em dikarin nêrîna xwe ya li ser kar û îstirhetê analîz bikin.
ROJA SEBTÊ: WEXTA ÎSTIRHET Û ÎBADETÊ
8. Li gor 2. Mûsa 31:12-15, armanca roja Sebtê çi bû?
8 Kitêba Pîroz dibêje ku piştî şeş “rojên” afirandinê, Yehowa ji aliyê afirandina dinyayê ve dev ji karê xwe berda (1. Mû. 2:2). Ji ber ku Yehowa ji karkirinê hez dike, ew helbet bi awayên din “heta bi îro jî dixebite” (Yûh. 5:17). Wekî ku Yehowa şeş roj kar kiribû û li roja heftan dev ji karê xwe berdabû, lazim bû ku xizmetkarên Xwedê her hefte li roja heftan, yanî li roja Sebtê îstirhetê bikin. Xwedê got ku roja Sebtê di nav wî û Îsraêl de nîşanek e – roja “rehetiyê ya ku ji XUDAN re pîroz e” (2. Mûsa 31:12-15 bixwîne). Karkirin ji bo her kes qedexe bû – ji bo zarok, xizmetkar û heywanên malê jî (2. Mû. 20:10). Bi vî awayî, fersend çêdibû ku mirov zêdetir bala xwe bidin tiştên ruhî.
9. Li rojên Îsa di heqê roja Sebtê de kîjan nêrînên nemaqûl hebûn?
9 Roja Sebtê ji bo xizmetkarên Xwedê pir bifeyde bû. Çi heyf e ku li rojên Îsa, gelek alimên dînî ji bo roja Sebtê gelek qaîdeyên nemaqûl danîn. Mesela, wan digot ku li roja Sebtê, qedexe ye ku mirov simbilên genimê biqetîne yan jî mirovên nexweş qenc bike (Mar. 2:23-27; 3:2-5). Nêrînên wisa ne li gor fikra Xwedê bû, û Îsa alî guhdarên xwe dikir ku ew vêya fehm bikin.
10. Metta 12:9-12 nêrîna Îsa ya li ser roja Sebtê çawa eyan dike?
10 Îsa û şagirtên wî yên Cihû di bin Qanûna Mûsa de bûn, loma wan roja Sebtê digirt. * Lê belê, Îsa bi gotin û kirinên xwe nîşan dida ku roja Sebtê gerek bi awayekî maqûl bê girtin. Mesela, wî got ku li “roja Sebtê qencî kirin caiz e” (Metta 12:9-12 bixwîne, KP). Îsa nedifikirî ku qencîkirin roja Sebtê xera dike. Kirinên Îsa bala mirovan dikişand ser yek ji fikrên sereke ya roja Sebtê. Gava xizmetkarên Xwedê ji karê xwe îstirhet dikir, wan dikaribû bala xwe bidaya tiştên ruhî. Mesela, wisa tê fehm kirin ku malbata Îsa li roja Sebtê bi tiştên ruhî mijûl dibû. Mesela, gava Îsa hat bajarê xwe Nisretê, ew “li ser adeta xwe, di roja Sebtê de kete keniştê û bona xwendinê rabû ser pêlan” (Lûqa 4:15-19).
TU LI KARKIRINÊ ÇAWA DINÊRÎ?
11. Di warê karkirinê de, kî ji Îsa re bûbû emsal?
11 Gava Ûsiv îşê xeratiyê rêyî Îsa dida, wî bê guman nêrîna Xwedê ya li ser karkirinê jî hînî wî dikir (Met. 13:55, 56). Îsa roj bi roj didît ku Ûsiv çawa kar dikir ku debara malbata xwe bike. Gelek sal bi şûn de, Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Yê pale hêjayî heqê xwe ye” (Lûqa 10:7). Belê, Îsa rind dizanibû ku mirov gerek çawa kar bike.
12. Kîjan ayet nêrîna Kitêba Pîroz a li ser karkirinê nîşan didin?
12 Pawlos jî yekî bixîret bû. Wî di jiyana xwe de herî zêde di îşê belavkirina mizgîna Îsa Mesîh de kar dikir. Ji xeynî vê, wî ji bo debara xwe jî kar dikir. Wî ji civata Selanîkê re wisa got: “Me nanê belaş ji tu kesî nexwar, lê em bi ked û zehmet şev û roj dixebitîn, da ku em ji kesekî ji we re nebin bargiranî” (2. Sel. 3:8; Kar. 20:34, 35). Li vê ayetê, Pawlos belkî behsa îşê çêkirina konan dikir. Gava ew li bajarê Korîntê dima, ew tevî Akîlas û Priskîlayê di vî karî de dixebitî. Ev yek ku Pawlos “şev û roj” dixebitî nayê maneya ku wî bê rawestin kar dikir. Wî carinan îstirhet dikir, mesela li roja Sebtê. Li wê rojê, wî mizgîn dida Cihûyan, ên ku roja Sebtê kar nedikir (Kar. 13:14-16, 42-44; 16:13; 18:1-4).
13. Emsala Pawlos çi rêyî me dide?
13 Pawlosê şandî emsaleke baş bû. Wî her çi qas ji bo debara xwe kar dikir jî, wî belavkirina mizgînê tu caran îhmal nedikir (Rom. 15:16; 2. Kor. 11:23). Pawlos kesên din teşwîq dikirin ku ew jî wisa bikin. Mesela, wî got ku Akîlas û Priskîla “bi saya Mesîh Îsa hevalkarên” wî ne (Rom. 12:11; 16:3). Pawlos ji Korîntiyan re got ku bila ew “di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Kor. 15:58; 2. Kor. 9:8). Bi îlhama Yehowa, Pawlosê şandî wisa nivîsî: “Eger yek nexwaze bixebite, bila xwarinê jî nexwe” (2. Sel. 3:10).
14. Maneya gotinên Yûhenna 14:12 çi ye?
14 Li van rojên dawîn, karê herî muhîm karê belavkirin û hînkirina mizgînê ye. Îsa ji berê de gotibû ku karên şagirtên wî wê ji karên wî mezintir bin (Yûhenna 14:12 bixwîne). Wî nedixwest bigota ku emê mîna wî mucîzeyan bikin, lê ku emê bigihîjin zêdetir deran û zêdetir mirovan û ku emê vî îşî bi zêdetir salan bikin.
15. Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin, û çima?
15 Eger tu di îşekî de kar dikî, ji xwe wisa bipirse: “Li cihê îş, gelo mirov min wek karkerekî jîr û jêhatî dibînin? Gelo ez karê xwe di wextê de û bi awayekî baş tînim cih?” Eger tu wisa bikî, patronê te wê bi îhtimaleke mezin ji te razî be. Wekî din, mizgîna Padîşahiyê wê li dilê hevalkarên te xweştir bê. Di heqê belavkirin û hînkirina mizgînê de ji xwe wisa bipirse: “Gelo xwişk û bira min wek mizgînvanekî bixîret dibînin? Gelo ez ji bo ziyaretên pêşîn rind haziriyê dikim? Gelo ez kesên eleqedar zû ziyaret dikim? Gelo ez hemû cureyên xizmetê bi awayekî baş tînim cih?” Eger tu wisa bikî, tuyê ji vî karî kêfê bistînî.
TU LI ÎSTIRHETÊ ÇAWA DINÊRÎ?
16. Ferqa di nav nêrîna Îsa û şandiyên wî û nêrîna gelek mirovan de çi ye?
16 Îsa dizanibû ku ew û şandiyên wî carinan hewceyî îstirhetê ne. Lê belê, gelek kesên ku li dema Îsa djiyan û însanên îroyîn wek zilamê dewlemend in, ê ku Îsa li mîsala xwe behsa wî kiribû. Zilam her tim ji xwe re wisa digot: “De rûne, bixwe, vexwe û kêfê bike” (Lûqa 12:19; 2. Tîm. 3:4). Hiş û aqlê vî zilamî her tim li ser îstirhet û kêfê bû. Îsa û şandiyên wî ne mîna vî zilamî bûn. Ew ne tenê bi kêfa xwe mijûl dibûn.
17. Gava îşê me tune, em wexta xwe çawa bi kar tînin?
17 Em dixwazin Îsa ji xwe re bikin emsal. Gava îşê me tune, em ne tenê îstirhetê dikin, lê em mizgînê jî belav dikin û diçin civînan. Ev yek ji bo me ew qas muhîm e ku em çi ji destê me tê dikin ku van fealiyetên pîroz her tim bînin cih (Îbr. 10:24, 25). Gava em diçin tatîlê, em li wê derê dîsa jî dev ji civînan bernadin, û gava fersend derdikeve, em ji mirovan re behsa mizgînê dikin (2. Tîm. 4:2).
18. Padîşahê me Îsa dixwaze ku em çi bikin?
18 Em şikurdar in ku Padîşahê me Îsa Mesîh maqûl e û alî me dike ku em jî di warê kar û îstirhetê de maqûl bin (Îbr. 4:15). Ew dixwaze ku em têra xwe îstirhetê bikin. Wekî din, ew dixwaze ku em ji bo debara xwe bi xîret bixebitin û ji îşê belavkirina mizgînê kêfê bistînin. Li meqaleya din, emê bibînin ku Îsa çi kir ku me ji koletiyeke zalim bifilitîne.
KILAM 38 Ew wê Te Qewî ke
^ par. 5 Kitêba Pîroz alî me dike ku em di warê kar û îstirhetê de maqûl bin. Ev meqale wê rêyî me bide ku qanûna li ser roja Sebtê çawa nîşanî me dide ku gerek em li kar û îstirhetê çawa binêrin.
^ par. 10 Şagirtên Îsa qedrê qanûna Sebtê ew qas digirt ku wan heta dawiya roja Sebtê ji bo cenazeya Îsa hazirî nekir (Lûqa 23:55, 56).