Here Naverokê

Here naverokê

KILAM 130

Hevdû Efû Bikin

Hevdû Efû Bikin

(Zebûr 86:5)

  1. 1. Bavê me Yehowa

    hazir e ku sûcên me

    bi temamî bibexşîne

    û jiyanê bide me.

    Eger em efû bixwazin

    û ji dil tobe bikin,

    bi saya fîdyeya Îsa

    emê bên efûkirin.

  2. 2. Madem ku sûcên me

    wisa tên efûkirin,

    ma ne lazim e ku em jî

    sûcên hev efû bikin?

    Gerek em bi dilovanî

    efûkar û hevdil bin

    û xîret bikin ku her tim

    qedrê hevdû bigirin.

  3. 3. Rêya hezkirinê,

    rêya herî bilind e.

    Hezkirin qet cih nahêle

    ji kîn û nefretê re.

    Eger em jî wek Yehowa

    mirovan efû bikin,

    Xwedê wê ji me razî be,

    emê nêzîkî wî bin.

(Li van ayetan jî binêre: Met. 6:12; Ef. 4:32; Kol. 3:13)