KILAM 148
Yehowa Xelas Dike
(2. Samûyêl 22:1-8)
-
1. Xwedayê rastîn tenê tu yî, Yehowa!
Ecêb in karên te
li erd û ezmanan.
Tuyê me xelas bikî ji dijminan
bê guman.
Mîna te kes tune!
(DÎSGOTIN)
Bawer be bi Yehowa, qet netirse!
Wî soz daye ku ewê me xelas bike.
Loma xurt be, pişta xwe bide
Xwedayê me.
Tenê ew e xelaskarê me,
zinarê me.
-
2. Dora me bi bendên mirinê girtî ye.
Cesaretê bide,
û me mêrxas bike!
Dengê me bibihîze
ji textê xwe.
Zû were, me zû rizgar bike!
(DÎSGOTIN)
Bawer be bi Yehowa, qet netirse!
Wî soz daye ku ewê me xelas bike.
Loma xurt be, pişta xwe bide
Xwedayê me.
Tenê ew e xelaskarê me,
zinarê me.
-
3. Fermana Yehowa wê
dereng nemîne.
Her kes wê bizane
ku navê wî çi ye.
Roja Yehowa êdî pir nêzîk e,
şik tune,
her kes wê bibîne.
(DÎSGOTIN)
Bawer be bi Yehowa, qet netirse!
Wî soz daye ku ewê me xelas bike.
Loma xurt be, pişta xwe bide
Xwedayê me.
Tenê ew e xelaskarê me,
zinarê me.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 18:1, 2; 144:1, 2)