KILAM 47
Roj bi Roj Dua Bike!
(1. Selanîkî 5:17)
-
1. Dilê xwe veke ji Yehowa re,
ew tim hazir e ku guh bide me.
Ew dilovan e, ew dostê me ye.
Vê îmtiyazê qet îhmal neke.
Roj bi roj dua bike!
-
2. Spasiyên xwe ji Xwedê re bêje,
efû bixwaze û efû bike.
Îtiraf bike hemû sûcên xwe.
Em ji axê ne, ew rind dizane.
Roj bi roj dua bike!
-
3. Derdê xwe bêje ji Yehowa re,
ewê rêberî û hêzê bide.
Ew Bavê me ye, xema me dixwe,
nêzîkî me ye, me diparêze.
Roj bi roj dua bike!
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 65:5; Met. 6:9-13; 26:41; Lûqa 18:1)