Dilxweşiya Heta bi Hetayê
(Zebûr 16:11)
Daxe:
1. Çi qas bedew in karên te,
Yehowa Xwedê!
Te hemû tişt çêkirine
Bi hezkirinê.
Erd û ezman, deşt û zozan,
Hemû karên te, ya Xudan –
Bihara dilan!
(NEQERAT)
Dilê me gelek şa bûye
Bi her tiştê ku te daye
Û bi soza cenetê.
Ya Xwedê, em şikurdar in,
Ji destê te em distînin
Dilxweşî û şabûnê
Heta bi hetayê!
2. Yehowa, Bavê me tu yî,
Tu dilovan î!
Tu dilrehm î, tu hêjayî
Hemû pesnan î!
Kerema te çi qas pir e,
Hezkirina te mezin e,
Me dilxweş dike!
(NEQERAT)
Dilê me gelek şa bûye
Bi her tiştê ku te daye
Û bi soza cenetê.
Ya Xwedê, em şikurdar in,
Ji destê te em distînin
Dilxweşî û şabûnê
Heta bi hetayê!
(PIR)
Qurbanbûna Îsa Mesîh
Hêvî daye me.
Bi saya wî şabûna me
Wê tu caran xelas nebe.
(NEQERAT)
Dilê me gelek şa bûye
Bi her tiştê ku te daye
Û bi soza cenetê.
Ya Xwedê, em şikurdar in,
Ji destê te em distînin
Dilxweşî û şabûnê
Heta bi hetayê!
(NEQERAT)
Dilê me gelek şa bûye
Bi her tiştê ku te daye
Û bi soza cenetê.
Ya Xwedê, em şikurdar in,
Ji destê te em distînin
Dilxweşî û şabûnê
Heta bi hetayê!
(Wekî din, li Zeb. 37:4 û 1. Kor. 15:28 binêre.)