Kîderê Ez Dikarim Hêviyê Bistînim?
Caba Kitêba Pîroz
Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Xwedê dixwaze “hêviyê û axiriya baş” a bide me (Yêremya 29:11, DT). Xwedê Kitêba Pîroz pêşkêşî meriva kir, “wekî em bi sebirê û wan gotinên nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4). Bi saya şîretên ji Kitêba Pîroze bîlanî, em dikarin problêmên xweyî herrojî safî kin û hêviya axiriya baş bistînin. Were em hine ji wan şîreta şêwir kin û xwexa wê yekêda îzbat bin.
Ser vê rûpêlê
Ça Kitêba Pîroz alî meriya dike, wekî bi şabûnê ser axiriyê binihêrin?
Kitêba Pîroz, rêberî û şîretên kêrhatî dide, yên ku dikarin alî me bikin jîyîna xwe baş kin û ser axiriyê bi pozîtîv binihêrin. Vira çend mesele hatine dayînê.
Şîretên kêrhatî Kitêba Pîrozda bigere. Zebûra 119:105-da tê gotinê “Xebera Te çira gavên min e û ronaya şiverîyên min e”. Çawa ku fenereke baş û qewî alî te dike ku bivînî çi ber nigê te ye û çi pêşiya te ye, bi vî cûreyî Xebera Xwedê jî du tiştada dikare alî te bike. Ya pêşin, şîretên wêye kêrhatî alî me dikin, wekî nihêrandina pozîtîv xwey kin û çetinayên xweyî herrojî safî kin. Hînkirinên ji Kitêba Pîroz qewatê didin û “dilê mêriv şa dikin” (Zebûr 19:7, 8). Ya duda, bi alîkariya Kitêba Pîroz em dikarin hêviya baş bistînin, çi ku Xwedê soz daye bona erdê û bona însanetê. Bi saya wê hêviyê em şabûna mezin û rihetiya dil distînin, kîjan ku tu kes nikare ji me bistîne.
Îzinê bidine kesên din ku alî we bikin. Carna ji bo derecên çetin, meriv dixwaze xwe ji nefer û hevalên xwe, dûr bigire. Lê li gora şîretên Kitêba Pîroz ev yek ne bi bîlanî ye, çimkî dikare berbi gavên nebaş bive (Metelok 18:1). Merivên ku me hiz dikin, dikarin alî me bikin, wekî em gavên usa nevêjin, ji bo çi jî poşman bin. Xêncî wê yekê ewana dikarin şîretên baş bidine me û alî me bikin serî ji çetinaya derxin (Metelok 11:14). Him jî ewana dikarin ber dilê meda bên, hêlanê û qewatê bidine me, wekî em bikaribin wê dereca xweye çetinda sebir kin, heta ku Xwedê îlacekê dike (Metelok 12:25).
Xwedêra dua kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Barê xwe ji Yehowara b berde û ewê ji tera bibe alîkar. Ji ber ku ew tu cara destûrê nade, ku mirovên rast” bilikumin (Zebûr 55:22, DO). Yehowa hêjayî ye, ku bê navkirinê “Xwedayê hêviyê” (Romayî 15:13, ÎM). Hûn dikarin derheqa hemû kul-derdên xwe jêra bêjin, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Hemû xemên xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Xwedê “wê xwexa we kamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke” (1 Petrûs 5:10).
Bira çetinayî hêviya we qewî kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lê yê guh dide [Xwedê] wê sax-silamet bijî û ji sawa xirabîyê tevhev nebe” (Metelok 1:33). Li Avstralyayê firtonê mala kulfetekê, navê kîjanê Margarêt e, hûrdexweşî kir. Axiriyê ewê heçî zef hebûna xwe unda kir. Lê dewsa ku dilteng bûya, ew dersekê hîn bû: tiştên matêrîalî wedelû ne û hêsa dikarin unda bin. Paşî wê yekê ewê fem kir, wekî jîyînêda diha tiştên ferz hene ku gerekê qîmet kin, ew merivên me ne, hevalên me, heleqetiya me tevî Xwedê û hêviya ku Kitêba Pîroz dide me (Zebûr 37:34; Aqûb 4:8).
Kitêba Pîroz çi hêviyê dide însanetê?
Kitêba Pîrozda tê gotine, wekî Xwedê axiriya baş bona erdê û însanetê hazir kiriye û ev yek gelek nêzîk e. Bi rastî ew problêmên ku îro rastî însanetê tên, îzbat dikin ku em “rojên axiriyêda” dijîn (2 Tîmotêyo 3:1-5). Zûtirekê Xwedê wê hukumetiya ser erdê hilde destê xwe û hemû kul-derdên însanetê bide hildanê. Xwedê wê bi saya padşatiya hemdinyayê, ya ku tê navkirinê Padşatiya Xwedê, evê yekê bike (Daniyêl 2:44; Eyantî 11:15). Hema derheqa wê Padşatiyê Îsa duayê xweda digot: “Padşatiya te bê, emirê te be . . . li ser erdê” (Metta 6:9, 10).
Kitêba Pîrozda qirara Xwedê zelal tê gilîkirinê. Niha dîna xwe bidinê wekî Padşatiya Xwedê wê çi problêma bide hildanê:
Wê îda birçîbûn tune be. “Bira erd berê xwe bide” (Zebûr 67:6).
Nexweşî îda wê tune bin. “Yê ku li wir rûdinê, wê nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Îşaya 33:24).
Mirin wê îda tune be. Xwedê wê “ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:3, 4).