Derbazî serecemê

Îsa Kengê Hate Bûyînê?

Îsa Kengê Hate Bûyînê?

Caba Kitêba Pîroz

 Kitêba Pîrozda nayê gotinê derheqa roja konkrêt, ku kengê Îsa Mesîh hatiye bûyînê, çawa ku van kaniyada tê gotinê:

  •   “Roja bûyîna Mesîh tu kes nizane” (New Catholic Encyclopedia).

  •   “Derheqa roja bûyîna Mesîhye konkrêt, tu kes haş ji pê tune ye” (Encyclopedia of Early Christianity).

 Rast e Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku “Îsa Kengê Hate Bûyînê?”, lê du derece hene ku îzbat dikin, wekî Îsa 25 Kanûna Pêşin nehatiye bûyînê.

Zivistanê nîbû

  1.   Navnivîsar. Hine wext pêşiya bûyîna Îsa, Awgûstoyê Qeyser ferman da, “ku hemû merivên Împêratoriya Romayê bêne navnivîsarê”. Her kes gerekê şeherê xweda bihata navnivîsarê, ji bo çi jî ewana gerekê heftêkî yan hê zêde rêda bûna, ku bigihîştana şeherê xwe (Lûqa 2:1-3). Ev ferman hatibû dayînê, wekî topkirina xerc û gazîkirina eskeriyê hêsa kin, lê wê cimetê xweş nehata hergê her demsalada ev yek bihata dewakirinê. Û ne bi logîkî bû, hergê Awgûsto wedê zivistana sar zorê bineliyên xwe bikira, wekî bêne navnivîsarê.

  2.   Pez. Şivan “şevê xweyîtiya keriyê pezên xwe dikirin” (Lûqa 2:8). Vê kitêbêda Jîyîna Herrojî Wedê Îsada, tê gotinê ku keriyê pêz şev derva diman, “dêmek heftêk pêşiya Cejina Derbazbûnê [xilaziya Adarê]” heta nîvê Mijdarê. Û usa jî tê gotinê: “Zivistanê evana hundurda bûn, û ji vê yekê tê kifşê, wekî roja bûyîna Îsa, ya ku zivistanê derbaz dikin, ne rast e, û çar kitêbên Mizgîniyêye pêşinda jî tê gotinê, wekî şivan deştêda bûn”.

Destpêka payîzê

 Em dikarin wedê bûyîna Îsaye ne konkrêt pêbihesin, hergê ji roja mirina wî paşda hesab kin, dêmek ji roja Cejina Derbazbûnê 14 Nîsanê, sala 33 D.M. (Yûhenna 19:14-16). Xizmetiya Îsa destpêbû gava ew weke 30 salî bû, û sê sal û nîv kişand, dêmek ew destpêka payîzê, sala 2 B.D.M., hate bûyînê (Lûqa 3:23).

Çira Roja Bûyîna Îsa 25 Kanûna Pêşin Derbaz Dikin?

 Hergê îzbatî tune ne ku Îsa 25 Kanûna Pêşin hatiye bûyînê, wekî usa ne çira vê rojê kifş dikin? Ensîklopêdiya Brîtanîda tê gotinê, ku diqewime serwêrên dêrê ev roj bijartine, “wekî ev cejin bikeve roja derbazkirina cejina pûtparistî, ya ku Romaya ça ‘bûyîna xudanê tevêye ne altkirî’” kifş dikirin, û ev wedê rojvegera zivistanê derbaz dikirin, dêmek gava şev û roj dibûne wek hev. Li gora Ensîklopêdiya Amêrîkana, gelek lêkolînkarên Kitêba pîroz dibêjin, ku ev yek hatibû kirinê wekî bona “kesên pûtparist, yên ku rêlîgiya Mesîhîtî qebûl kirine, ev rêlîgiya diha qîmet be”.