Rabûna Miriya Çi Tê Hesabê?
Caba Kitêba Pîroz
Xebera Yûnanî, ya ku Kitêba Pîrozda hatiye welgerandinê ça saxkirin ji xebera “anastasîs” pêşda tê, ya ku tê hesabê “rabûn” yan jî “rabin ser piya”. Kesê saxkirî ji mirinê vedigere jîyînê û dîsa ça kesê berê ye (1 Korintî 15:12, 13).
Rast e xebera “saxkirin” Nivîsarên Îbranîda tune ye, ya ku usa jî tê navkirinê Peymana Kevin, lê yeke ev zelal besa hêviya rabûna miriya dike. Mesele Xwedê bi saya Hoseya pêxember sozekî usa da: “Ezê bi fîdye [bi kirînê] wan ji diyarê miriya, ji mirinê rizgar [xilaz] bikim” (Hoseya 13:14, ÎM; Îbo 14:13-15; Îşaya 26:19; Daniyêl 12:2, 13).
Meriv wê kîderê bêne saxkirinê? Hine meriv têne saxkirinê ser ezmana, wekî tevî Îsa Padşatiyê bikin (2 Korintî 5:1; Eyantî 5:9, 10). Kitêba Pîroz ev saxkirin nav dike “rabûna miriyaye pêşin”, ev gilî dide kifşê wekî saxkirineke din jî heye (Eyantî 20:6; Fîlîpî 3:11). Dêmek ev heye saxkirina duda, bona jîyîna ser erdê û heçî zef mirî wê wedê wê saxkirina duda ji mirinê rabin (Zebûr 37:29).
Meriv ça têne saxkirinê? Xwedê qewat da Îsa, wekî ew bikaribe miriya rake (Yûhenna 11:25). Îsa wê “hemûyên tirbada” vegerîne jîyînê û her meriv wê hema ev kes be, kîjan ku pêşiya mirinê bû, bi xeyset-hunur û bi bîranîna xweye berê (Yûhenna 5:28, 29). Kesên ku wê ser ezmana bêne saxkirinê, wê bedena ruhanî bistînin, lê ewên ku wê ser erdê bêne saxkirinê, wê bedena fîzîkiye bêqisûr û sihet-qewata kamil bistînin (Îşaya 33:24; 35:5, 6; 1 Korintî 15:42-44, 50).
Kê wê bêne saxkirinê? Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî “hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15). Yên heq têne hesabê xizmetkarên Xwedêye amin, yên usa ça Nuh, Sera û Birahîm (Destpêbûn 6:9; Îbranî 11:11; Aqûb 2:21). Lê yên neheq ew meriv in, yên ku pê prînsîpên Xwedê nedijîtin, çimkî mecala wan tune bû derheqa prînsîpên Xwedê pêbihesin.
Lê yên ku pêda ketibûn nava xirabiyê û gune dikirin û îda rastbûna wan tune bû, yên usa wê sax nebin. Gava merivên usa dimirin, ewana ser heta-hetayê dimirin û hêviya wan tune ji mirinê rabin (Metta 23:33; Îbranî 10:26, 27).
Saxkirin wê kengê destpêbe? Li gora Kitêba Pîroz saxkirina ser ezmên gerekê destpêbûya wedê serwêrtiya Îsa, dêmek ji sala 1914 (1 Korintî 15:21-23). Saxkirina ser erdê wê biqewime wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Îsa, gava erd bibe cinet (Lûqa 23:43; Eyantî 20:6, 12, 13).
Çira bi aqilayî ye rabûna miriya bawer kin? Kitêba Pîrozda hûr bi hûr tê gilîkirinê derheqa ne meriva, yên ku hatine saxkirinê û wedê wan saxkirina timê şede hebûn, yên ku dikaribûn wê yekê îzbat kirana (1 Padşatî 17:17-24; 2 Padşatî 4:32-37; 13:20, 21; Lûqa 7:11-17; 8:40-56; Yûhenna 11:38-44; Karên Şandiya 9:36-42; 20:7-12; 1 Korintî 15:3-6). Mesele saxkirina Lazar gelek mexsûs bû, çimkî ew îda çar roja mirî bû û Îsa wî ber çevê gelek meriva sax kir (Yûhenna 11:39, 42). Hela hê dijminên Îsa jî nikaribûn ev yek înkar kirana, lema jî wana safî kir Îsa û Lazar bikujin (Yûhenna 11:47, 53; 12:9-11).
Kitêba Pîroz nîşan dike ku hin qewat hin jî xwestina Xwedê heye wekî meriva ji mirinê rake. Xwedê bîranîna xweye bêsînorda her înformasiya derheqa wî merivî xweyî dike, kîjanî ew wê pê qewata xweye mezin ji mirinê rake (Îbo 37:23; Metta 10:30; Lûqa 20:37, 38). Xwedê dikare meriva ji mirinê rake û ew gelek hizreta wê yekê ye! Gava Kitêba Pîroz besa rabûna miriyaye axiriyê dike, ew derheqa Xwedê usa dibêje: “Tê bîra efirandinên destê xwe bikî” (Îbo 14:15, DT).
Nihêrandinên nerast derheqa rabûna miriya
Nihêrandina nerast: Rabûna ji mirinê ev heye, gava nefs û beden dibine yek.
Îzbatî: Kitêba Pîroz hîn dike, wekî nefs ev heye xwexa meriv, ne ku pareke wî ku paşê mirinê dimîne (Destpêbûn 2:7; Hezeqêl 18:4). Saxkirina ji mirinê nayê hesabê wekî ruh û nefsa meriv dibine yek, lê tê hesabê wekî Xwedê wî merivîra bedeneke teze dide û wê bîna jîyînê pifî wî bike û ew wê dîsa destpêke bijî.
Nihêrandina nerast: Hine meriv wê ji mirinê rabin û hema wê demê wê bêne qirkirinê.
Îzbatî: Kitêba Pîroz dibêje wekî “yên ku xirabî kirine bona dîwanê” wê rabin (Yûhenna 5:29). Lê dîwana wan wê ser hîmê kirên wane paşê saxkirinê bibe, ne ku pêşiya mirina wan. Îsa got: “Miriyê dengê Kurê Xwedê bibihên û ewên ku bibihên wê bijîn” (Yûhenna 5:25). Ewên ku “bibihên” dêmek gura Xwedê bikin û li gora wê zanebûnê bijîn, wê navê wan “kitêba jîyînêda” bê nivîsarê (Eyantî 20:12, 13).
Nihêrandina nerast: Meriv wê hema bi vî bedenî bê saxkirinê bi kîjanî ku mir.
Îzbatî: Paşî mirinê bedena meriv dirize û dibe toz û xalî (Waîz 3:19, 20).