Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

RÊBERÎ BONA LÊKOLÎNÊ

Fikirên Sereke Biwekilîne

Fikirên Sereke Biwekilîne

Gelo cara usa dibe, ku paşî lêkolînê, nayê bîra te ku te çi xwendiye? Hergê ev problêm bal te heye, wê baş be wekî tu paşî lêkolînê fikirên sereke dîsa carekê biwekilînî.

Gava tu lêkolîn dikî, car-cara bisekine û fikirên lapî ferz xwera binivîse. Dîna xwe bidê ku Pawlosê şandî ça alî wan meriva kir, yên ku nemên wî dixwendin, ewî got: “Fikira wan tiştên me pêşda gotin ev e” (Îbranî 8:1). Bi van giliya ewî alî wan kir, wekî ewana nêta xeberdana wî fem bikin û hevgirêdana vê yekê bivînin.

Dibeke tu paşî lêkolînê dikarî bona wekilandina fikirên sereke weke 10 deqa başqe kî. Hergê fikirên sereke neyêne bîra te, binseriya yan jî cimlên pêşin yên abzasa binihêre. Hergê tu tiştekî teze hîn bûyî, bi giliyên xwe vê yekê şiroveke. Wekilandina fikirên sereke wê alî te bike, wekî tu wan fikira bîr nekî û diha baş fem kî, ku ew ça dikare karê tera bîne.