Tê Bîra We?
We rind dîna xwe da gotarên ji Birca Qerewiliyê yên vê salê? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên van pirsa bidin:
Yehowa çi mesele hîştiye, ku hindava jinada çawa bin?
Ew firqiyê nake orta jin û mêrada. Xwedê guh dide jina, hestên wan hildide hesab û bona wan xem dike. Usa jî ew îtbariya xwe wan tîne û şixulê xwe tesmîlî wan dike (w24.01, rûp. 15-16).
Em ça dikarin li gora vê şîretê hereket bikin, ya ku Efesî 5:7-da hatiye nivîsarê: “Hûn tevî yên usa nebin”?
Pawlosê şandî got, wekî em gerekê tevî kesên ku dikarin bibine sebeb, wekî em qanûnên Yehowa pêpes kin, hevaltiyê nekin. Xêncî wan meriva, yên ku em rû bi rû divînin, em gerekê tevî kesên ku em bi saya malperên sosyal xeber didin jî fesal bin (w24.03, rûp. 22-23).
Gerekê em xwe ji çi cûre serhatiyên derew biparêzin?
Dibeke hevalên me bi nêteke baş hine serhatiyên neîzbatkirî mera bişînin. Yan jî, dibeke merivên ku em nas nakin mera êmaîla bişînin. Carna kesên ku berê Şedên Yehowa bûn, lê bûne raber, dikarin xwe usa bidine kifş ku tê bêjî ewana dixwazin derheqa rastiyê hê zêde pêbihesin (w24.04, rûp. 12).
Derheqa dîwana Yehowa hindava Silêman Padşa û merivên ku Tofanêda û Sodom û Gomorayêda miribûn, em çi zanin û çi nizanin?
Em nizanin Yehowa derheqa wan çi safî kiriye, ewana wê ji mirinê rabin, yan na. Lê em zanin ku ew her tiştî zane û rema wî gelek mezin e (w24.05, rûp. 3-4).
Ew yek ku Xwedê “Qeya ye”, me çida dide bawerkirinê? (Qanûna Ducarî 32:4)
Yehowa sitara me ye, ew bi îtbar e, û ew sozên xwe timê tîne sêrî. Usa jî ew tu car nayê guhastinê, dêmek hunur û nêtên wî jî (w24.06, rûp. 26-28).
Tu ça dikarî hînî civateke teze bî?
Xwe bispêre Yehowa. Çawa ku ewî wedê berê alî xizmetkarên xwe dikir, ewê alî te jî bike. Civata xweye teze beramberî civata berê neke. Civata tezeda xîret be û xwera hevalên teze bivîne (w24.07, rûp. 26-28).
Em dikarin çi hîn bin ji sê meselên ku Metta serê 25-da hatine nivîsarê?
Mesela pez û bizina nîşan dike ku gerekê em Yehowara amin bimînin. Mesela qîzên serwaxt û bêfem nîşan dike, ku gerekê em hazir û hişyar bimînin. Û mesela telanta nîşan dike, ku gerekê em xîret û serxwe bin (w24.09, rûp. 20-24).
Gelo bilindaya eywana paristgeha Silêman çiqas bû?
Mesele 2 Dîrok 3:4-da, hine destnivîsarên kevin dibêjin ku bilindaya eywanê “120 enîşk” bû, dêmek weke 53 mêtr. Lê hine destnivîsarên din dibêjin, ku bilindaya wî “20 enîşk bû”, dêmek weke 9 mêtr. Qalimaya dîwarên paristgehê dide kifşê, ku elametiya duda rast e (w24.10, rûp. 31).
Çi tê hesabê ku berdestiyê civatê “gerekê mêrê jinekê be”? (1 Tîmotêyo 3:12)
Ew gilî tê hesabê ku gerekê ew tenê jinekê bistîne û gerekê ew zinêkariyê neke. Usa jî ew gerekê bi cûrekî necayîz jinên din nenihêre (w24.11, rûp. 19).
Em ji ku zanin wekî Yûhenna 6:53 nabêje ku wedê Şîva Xudan çi gerekê bihata kirinê?
Li gora Yûhenna 6:53, lazim e ku meriv bedena Îsa bixwe û xûna wî vexwe. Îsa ev yek sala 32 D.M.-da li Celîlê gotibû. Guhdarên wî Cihû bûn û wana hê baweriya xwe wî neanîbû. Lê Şîva Xudan salek şûnda li Orşelîmê cara pêşin hate derbazkirinê. Wêderê Îsa tenê tevî kesên ku wê tevî wî li ezmana serwêrtiyê bikin, xeber da (w24.12, rûp. 10-11).