Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Bira Hizkirina Biratî Timê Nav Weda Hebe”!

“Bira Hizkirina Biratî Timê Nav Weda Hebe”!

“Bira hizkirina biratî timê nav weda hebe” (ÎBRN. 13:1, DT).

KILAMÊN: 3, 20

1, 2. Çira qirna yekêda Pawlosê şandî Mesîhiyên Îbranîra nivîsî?

SALA 61 D.M. ye. Civata Mesîhî nav temamiya Îsraêlêda wedê edilayêra şa dibin. Rast e Pawlosê şandî di Romêda kelêda bû, lê ewî zanibû ku zûtirekê wê bê berdanê. Hevalê wîyî rêwîtiyêda Tîmotêyo îda ji kelê derketibû, û ew tevî Pawlos dixwastin ku rastî Mesîhiyên di Cihûstanêda bên (Îbrn. 13:23). Lê çawa ku Îsa pêxembertî kiribû, paşî pênc sala “ordiya dora Orşelîmê” girt. Û lema Mesîhiyên Cihûstanêda û îlahî ewên ku Orşelîmêda dijîtin, gerekê hazir bûna. Îsa temî da wan, ku çaxê ewana ordiya dora Orşelîmê bivînin, gerekê derbêra birevin (Lûqa 21:20-24).

2 Îda 28 sal derbaz bû, çaxê Îsa ew yek pêxembertî kir. Wî wedeyî Mesîhiyên Cihû ku di Îsraêlêda dijîtin, îda rastî gelek peyketina û zêrandina hatibûn û amin mabûn (Îbrn. 10:32-34). Lê yeke Pawlos zanibû ku zûtirekê ewana wê rastî çetinayîke mezin bên, kîjanîda ku baweriya wan wê bê cêribandinê (Met. 24:20, 21; Îbrn. 12:4). Û lema ewî dixwast ku ewana hazir bin bona çetinayên ku wê rastî wan bên. Wanra îlahî niha lazim bû sebirkirin û baweriya usa qewî, ku emirê xwe xilaz kin. (Bixûne Îbranî 10:36-39.) Lema Pawlos bi rêberiya ruhê Xwedê hêlan bû ku wan xûşk-birên delalra binivîse, seva ku wana qewî ke. Ew neme niha nas e çawa kitêba Îbranî.

3. Çira gerekê mera hewas be kitêba Îbranî?

3 Îro, ji me her kesîra gerekê hewas be giliyên Pawlos ku ewî Mesîhiyên Îbranîra nivîsî. Lê gelo çira? Çimkî em jî vê derecêda nin. Wedê wan “zemanêd xirabda”, cimeta Yahowa rastî hemû cûre peyketina û zêrandina tên (2 Tîmt. 3:1, 12). Bêşik, em bawerî û aminiya xwe xwey dikin. Niha gelek ji me wedê edilayêda dijîn, dêmek peyketin tune. Lê yeke, mîna Mesîhiyên wedê Pawlosda, tu kes ji me gerekê bîr neke ku zûtirekê baweriya me wê qayîm bê cêribandinê! (Bixûne Lûqa 21:34-36.)

4. Kîjan e rêza sala 2016 û çira ew rêz hate jibartinê?

4 Çi dikare alî me bike ku em xwe hazir kin bona qewimandinên ku gerekê rastî me bên? Di kitêba Îbranîda Pawlos gelek tişt kifş dike, kîjan ku wê alî me bikin baweriya xwe qewî kin. Ji wan tişta ya ferz nivîsar e Îbranîda serê xilaziyê, rêza ewlinda. Ew rêz hate jibartinê bona rêza sala 2016. Ew rêz me şîret dike: “Bira hizkirina biratî timê nav weda hebe” (Îbrn. 13:1, DT).

Rêza sala 2016: “Bira hizkirina biratî timê nav weda hebe” (Îbranî 13:1, DT).

ÇI TÊ HESABÊ HIZKIRINA BIRATÎ?

5. Çi tê hesabê hizkirina biratî?

5 Çi tê hesabê hizkirina biratî? Xebera Yûnanî “fîladêlfîa” ku Pawlos daye xebatê, raste-rast tê hesabê “hizkirina hindava bira”. Hizkirin hindava bira qewî ye û germ e, ça ku hizkirina hindava neferên malê yan hevala (Yûhn. 11:36). Em ne ku tenê xwe didine kifşê ku yançi em xûşk-birên hev in, lê em bi rastiyê jî çawa xûşk-bira ne (Met. 23:8). Hema derheqa hizkirina wî cûreyî ew giliyên xweş didine kifşê: “Hizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin” (Rom. 12:10). Hizkirina biratî girêdayî ye tevî hizkirina “agapê” ku ser hîmê prînsîpa ye, û ew hizkirin cimeta Xwedê yektiyêda xwey dike.

6. Mesîhiyên rast ça didine kifşê hizkirina biratî?

6 Zandarekî got ku xebera “hizkirina biratî” ku di Kitêba Pîrozda hatiye xebitandinê, di “edebyetên dinda gelek hindik tê xebitandinê”. Cihûstanêda, xebera “bira” dihate hesabê ne ku tenê birê helal, lê usa jî merivên nêzîk. Lê ew xeber ewana tu car derheqa merivên ji miletên din nedidane xebatê. Lê Mesîhî Mesîhiyên din hesab dikin çawa “bira”, û firqî tune ewana çi milet in (Rom. 10:12). Û Yahowa em hîn kirin ku hizkirina meye biratî hebe (1 Têsln. 4:9). Lê gelo çira gelek ferz e ku timê nav meda hizkirina biratî hebe?

ÇIRA FERZ E KU TIMÊ HIZKIRINA BIRATÎ BIDINE KIFŞÊ?

7. a) Kîjan e meniya sereke ku çira em gerekê hizkirina biratî bidine kifşê? b) Meniyên din bînin ku çira ferz e em hizkirina xwe hindava hevdu qewî kin.

7 Caba vê pirsê ew e, ku Yahowa ji me dewa dike ku em timê hizkirina biratî bidine kifşê. Hergê em xûşk-birên xwe hiz nekin, em nikarin bêjin ku em Yahowa hiz dikin (1 Yûhn. 4:7, 20, 21). Hin jî, em hevdura lazim in, û îlahî wedê çetinaya. Pawlos zanibû ku zûtirekê hine Mesîhiyên Îbranîra, kîjanara ku ewî neme nivîsîbû, wê lazim be mal û hebûkên xwe bihêlin. Û Îsa eyan kir ku ew wede wê çiqas çetin be (Marq. 13:14-18; Lûqa 21:21-23). Lema îlahî wî çaxî Mesîhiyara lazim bû hizkirina hindava hevdu hê qewî kin (Rom. 12:9).

8. Pêşiya destpêbûna tengasiya mezin em gerekê çi bikin?

8 Tengasiya mezin zûtirekê wê bê (Marq. 13:19; Eyan. 7:1-3). Û wî çaxî, bona me wê baş be ku evê temiyê bînin sêrî: “Were, ya netewa [cimeta] min, bikeve odeyên xweyî hundirîn û li pey xwe deriyan bigire; heta ku xezeb derbaz bibe hinekî xwe veşêre!” (Îşa. 26:20). Ew “odeyên hundir” dibeke têne hesabê civatên me, dêmek ew cî, kîderê ku em tevayî çawa xûşk-bira Yahowara xizmet dikin. Lê bes nîne ku em tenê timê tevayî top bin. Pawlos anî bîra Mesîhiyên Îbranî ku çaxê ewana top dibin, gerekê “hizkirinê û qencîkirinêda” hêlana bidine hev (Îbrn. 10:24, 25). Em îda niha gerekê hizkirina xwe hindava xûşk-bira qewî kin, çimkî ew yek wê alî me bike wedê cêribandin û çetinayên axiriyêda.

9. a) Kîjan mecalên me hene ku bidine kifşê hizkirina biratî? b) Mesela bînin, çawa cimeta Xwedê dane kifşê hizkirina biratî.

9 Hela hê niha jî, pêşiya destpêbûna tengasiya mezin, hizkirina biratî mera gelek lazim e. Gelek ji xûşk-birên me ziyan standine ji bo erdheja, sêlava, firtona, tsûnamiya, û ji bo xezebên din. Hinek jî, teyax dikin ber zêrandina û peyketina (Met. 24:6-9). Xêncî wan tişta, em gişk jî her roj rastî problêmên êkonomî tên, dêmek perava girêdayî, çimkî em dijîn di vê dinya xirabda (Eyan. 6:5, 6). Rast e problêmên usa zêde dibin, lê were em hê zêde bidine kifşê hizkirina xwe hindava xûşk-bira. Belê, “hizkirina geleka wê sar be”, lê hizkirina meye biratî gerekê timê hebe (Met. 24:12). [1]

ÇAWA EM DIKARIN HIZKIRINA XWEYE BIRATÎ XWEY KIN

10. Emê niha derheqa çi şêwir kin?

10 Roja îroyîn em rastî gelek problêma tên. Lê ça em dikarin bizanibin ku hizkirina me heye hindava xûşk-birada? Di kîjan derecada em dikarin îzbat kin, ku didine kifşê ewê hizkirinê? Paşî wan giliyê Pawlos, “bira hizkirina biratî timê nav weda hebe (DT)”, ewî çend tişt got ku çawa Mesîhî dikarin ewê hizkirinê bidine kifşê. Werên niha em şeş ji wan tişta şêwir kin.

11, 12. Çi tê hesabê ku mêvanhiziyê bidine kifşê? (Binihêre şikilê ewlin.)

11 “Mêvanhiziyê bîr nekin”. (Bixûne Îbranî 13:2.) Ew giliyê “mêvanhizî” ku Pawlos daye xebatê, raste-rast tê hesabê “qencîkirin xerîbara”. Dibeke ew gilî dike bîra me mesela Birahîm û Lût. Ew her du mêra qencî dane kifşê wan mêvanara, kîjan ku nas nedikirin. Ew mêvan milyaket bûn (Destp. 18:2-5; 19:1-3). Pawlos ew mesele anîn, seva ku Mesîhiyên Îbranî hêlan ke, wekî ewana hizkirina xwe hindava xûşk-birada bidine kifşê ku mêvanhiz bin.

12 Em ça dikarin mêvanhiziyê bidine kifşê? Em dikarin xûşk-bira teglîfî mala xwe kin, mesele ser xwarinê, seva ku tevî hev xeber din û hevdu dilgerim kin. Nelazim e cûre-cûre tişt, yan jî gelek pere xerc kin seva ku mêvanhiziyê bidine kifşê. Hin jî em naxwazin ku tenê wana teglîf kin, yên ku wê bikaribin mera qenciyê bikin (Lûqa 10:42; 14:12-14). Nêta me gerekê ew be ku hevdu dilgerim kin, ne ku bi tişta xûşk-bira ecêbmayî kin! Dibeke em berpirsiyarê mihalê û jina wî nas nekin, lê em wanara jî dikarin mêvanhiziyê bidine kifşê (3 Yûhn. 5-8). Rast e wedê meyî aza haqas tune ye û usa jî strêsên her rojî em distînin, lê gelek ferz e “mêvanhiziyê” bîr nekin!

13, 14. Em ça dikarin “girtiya bîr bînin”?

13 “Girtiya bîr bînin”. (Bixûne Îbranî 13:3.) Pawlos di wê rêzêda nedigot derheqa hemû girtiya. Ewî bona wan bira xeberda, kîjan ku bona baweriyê hatibûn girtinê. Pawlos xwexa jî çar sala kelêda bû, çaxê ewan giliya Mesîhiyên Îbranîra nivîsî (Fîlî. 1:12-14). Ewî payê bira da ku ewana “diketine halê girtiya” (Îbrn. 10:34). Hine bira alî Pawlos dikirin çaxê ew kelêda bû, lê yên din dûr diman. Lê ewana ça dikaribûn alî wî bikirana? Wana karibûn bona wî dua kirana (Îbrn. 13:18, 19).

14 Îro, em jî dibeke mîna wan Mesîhiya dûr in ji birayên ku kelêda nin. Dibeke em nikarin alî wan bikin, mîna wan xûşk-bira ku nêzîkî kelayên wan dimînin. Lê em dikarin duayên xweda bidine kifşê berdiliyê û hizkirinê hindava xûşk-bira, dêmek timê bona wan Yahowara dua bikin. Mesele, em dikarin bîr bînin û dua bikin bona wan xûşk-bira û hela hê zara jî, kîjan ku Erîtrêyayêda kelêda nin, û usa jî ew sê bira ku îda 20 sal e kelêda nin, ew hene Paûlos Êyasû, Êsak Mogos, û Nêgêdê Têklêmarîam.

15. Em ça dikarin hindava zewacê qedir bidine kifşê?

15 “Bila her kes bi hurmet li zewacê binêre”, (ÎM). (Bixûne Îbranî 13:4.) Em usa jî dikarin hizkirinê hindava xûşk-birada bidine kifşê, çaxê namûsiyêda xwe temiz xwey dikin (1 Tîmt. 5:1, 2). Hergê kesek “namûsa xûşk-birara dilîze”, dêmek bênamûsiyê dike, ew bi wê yekê ziyanê hin dide wî tevî kê bênamûsî kir, hin jî malbeta wî. Xêncî vê yekê, îtbariya ku ser hîmê hizkirina biratiyê ye ziyanê dikeve (1 Têsln. 4:3-8). Usa jî bidine ber çevê xwe, ku jin wê çi texmîn ke, çaxê pêbihese ku mêrê wê pornografyayê dinihêre, kîjan tê hesabê çawa bênamûsî. Gelo mêr bi wê yekê dide kifşê ku ew jina xwe hiz dike û ser zewaca xwe bi hurmet dinihêre? (Met. 5:28).

16. Çaxê em razî ne, ew yek ça alî me dike ku hizkirinê hindava xûşk-bira bidine kifşê?

16 “Destêd weda çiqas heye, razî bin”. (Bixûne Îbranî 13:5.) Çaxê em îtbariya xwe Yahowa tînin em razî ne. Ew yek alî me dike ku rast binihêrin ser hebûnê û pera (1 Tîmt. 6:6-8). Hin jî, ew alî me dike ku em fem kin, ku heleqetiya me tevî Yahowa û xûşk-birên me hê ferz e, ne ku tiştekî ku dikarin pê pera bikirin. Merivê ku razî ye, ofe-of nake, ne jî kesekî gunekar dike seva halê xwe. Ew meriv ne çevnebariyê dike û ne jî tima ye, çimkî ew hunur dikarin hizkirina hindava xûşk-bira bitemirînin. Dewsê, ew meriv ku razî ye merdaniyê dide kifşê (1 Tîmt. 6:17-19).

17. Çawa mêrxasî alî me dike ku hizkirina biratî bidine kifşê?

17 “Rûyê me digire ku em bêjin: ‘Xudan piştovanê min e û ez natirsim’”. (Bixûne Îbranî 13:6.) Îtbarî hindava Yahowa mêrxasiyê dide me, seva ku em ber çetinayên giran teyax kin. Ew mêrxasî alî me dike ku nihêrandina me pozîtîv be. Hizkirina biratî û nihêrandina meye pozîtîv, wê alî me bike ku hevdu bişidînin û dilgerm kin (1 Têsln. 5:14, 15). Hela hê wedê tengasiya mezin jî, wedê lapî çetinda, emê bikaribin bi mêrxasî “rabin serê xwe bilind kin”, çimkî emê bizanibin ku azabûna me nêzîk e (Lûqa 21:25-28).

Tu dişêkirînî şixulê ku rûspî bona me dikin? (Binihêre abzasa 18)

18. Em çawa dikarin hizkirina xweye biratî hindava rûspiya qewî kin?

18 “Rêberêd xwe bîr bînin”. (Bixûne Îbranî 13:7, 17.) Çaxê em difikirin derheqa wê xebata giran ya ku rûspî bona me bêheq dikin, hizkirina me hindava wan qewî dibe û em hê zef şixulê wana dişêkirînin. Em tu car naxwazin bibine sebebê wê yekê ku ewana şabûnê unda kin yan eciz bin. Dewsê, hergê em guhdariya wan bikin û tevî wan şixulkariyê bikin, emê “qedirê wana bi hizkirinê hê bilind bigirin bona şixulê wan” (1 Têsln. 5:13).

WÊ YEKÊDA HÊ PÊŞDA HERIN

19, 20. Em ça dikarin “hê pêşda herin” hizkirina xweye hindava xûşk-birada?

19 Bêşik, cimeta Yahowa bi hizkirina xweye hindava xûşk-bira tê naskirinê. Pawlos jî wê yekêda îzbat bû. Lê ewî hemûya hêlan kir ku hizkirinê bidine kifşê û di “wê yekêda hê pêşda herin” (1 Têsln. 4:9, 10). Eyan e, ku timê hene tiştên usa, çida em dikarin hê pêşda herin!

20 Çaxê em nava temamiya salêda rêza salê binihêrin, were em usa jî bifikirin ser wan pirsa: “Gelo ez dikarim hê zêde mêvanhiz bim? Ez ça dikarim hizkirinê bidime kifşê hindava wan xûşk-bira, kê kelêda nin? Gelo ez didime kifşê ku ez bi hurmet dinihêrim ser zewacê ku Xwedê saz kiriye? Ez ça dikarim bi rastiyê razî bim wan tiştara çi ku bal min heye? Ez ça dikarim hê zef îtbariya xwe Yahowa bînim? Ez ça dikarim bi temamî şixulkariyê bikim tevî yên cabdar?” Hergê em di wan şeş tiştada hê pêşda herin, ew rêza salê di Oda Civatêda wê tenê nîşan nîbe. Lê ew wê bîne bîra me ku em evê şîretê bidine xebatê: “Bira hizkirina biratî timê nav weda hebe” (Îbrn. 13:1, DT).

^ [1] (abzasa 9) Binihêrin mesela ku Şedên Yahowa çawa hizkirina biratî dane kifşê wedê xezeba, di jûrnala “Birca Qerewiliyêda, ya 15 Tîrmehê, sala 2002, abz. 8-9, û kitêba “Şedên Yahowa: Mizgînvanên Padşatiya Xwedê”, serê 19.