Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 18

Kîjan Lecêda Em Direvin?

Kîjan Lecêda Em Direvin?

“Lecêda . . . min riya xwe qedand” (2 TÎMT. 4:7).

KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Her kes ji me gerekê çi bike?

WEYÊ bixwesta lecmeydana çetinda bireviyana, îlahî hergê hûn nexweş bûna yan jî westiyayî bûna? Femdarî ye na. Lê Pawlosê şandî got, wekî hemû Mesîhiyên rast lecêda nin (Îbrn. 12:1). Hergê em dixwazin xelata ku Yehowa dide me, bistînin, firqî tune em cahil in yan emirda mezin in, qewat in yan westiyayî ne, em gişk jî gerekê heta xilaziyê vê lecêda bi sebir birevin (Met. 24:13).

2. Li gora 2 Tîmotêyo 4:7, 8, çira Pawlos bi serfiniyazî tevî Mesîhiya derheqa lecê xeber da?

2 Pawlos xwexa jî lecêda “riya xwe qedand”, lema bi serfiniyazî Mesîhiyên mayîn berbi vê yekê hêlan dikir. (Bixûne 2 Tîmotêyo 4:7, 8.) Lê ew çi cûre lec bû, besa kîjanî Pawlos dikir?

EM LECA ÇI CÛREYÎDA DIREVIN?

3. Pawlos derheqa çi cûre lecê xeber dida?

3 Pawlos çaxê dixwest dersên ferz hîn ke, cara ji lîstikên Yûnanistana berê mesele dianîn (1 Korn. 9:25-27; 2 Tîmt. 2:5). Gelek car ewî jîyîna Mesîhiya beramberî reva lecmeydanêda dikir (1 Korn. 9:24; Galt. 2:2; Fîlî. 2:16). Meriv çaxê xwe tesmîlî Yehowa dike û tê nixumandinê, hingêda ew destpêdike vê “lecêda” bireve (1 Pet. 3:21). Lê ew xeza fînîşêra hingê derbaz dibe, çaxê Yehowa wî pê jîyîna heta-hetayê xelat dike (Met. 25:31-34, 46; 2 Tîmt. 4:8).

4. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

4 Reva lecmeydana dirêj çida mîna jîyîna Mesîhîtî ye? Çend tiştada ewana mîna hev in. Were em tenê sê tişta şêwir kin. Ya pêşin, em gerekê riya rast bijbêrin, ya duda, gerekê hiş-aqilê xwe bidin ser fînîşê, û ya sisiya em gerekê berdewam kin birevin çaxê rastî çetinaya jî tên.

RIYA RASTDA BIREVIN

Em gişk gerekê riya Mesîhîtîda birevin (Binihêre abzasa 5-7) *

5. Em gerekê kîjan rê bijbêrin, û çira?

5 Seva revî xelatê bistînin, ewana gerekê vê rêda birevin, kîjan bona lecê hatiye bijartinê. Mîna vê yekê, hergê em dixwazin xelata jîyîna heta-hetayê bistînin, em gerekê riya Mesîhîtîda birevin, dêmek ser riya jîyînê (Kar. Şand. 20:24; 1 Pet. 2:21). Lê Mîrê-cin û piştgirên wî dixwazin em rêke din bijbêrin, ewana dixwazin em tevî wan riya wanda birevin (1 Pet. 4:4). Ewana qerfê xwe vê rê dikin, ya ku me bijartiye, û dibêjin, wekî riya wan ji ya me çêtir e, çimkî azayê dide. Lê ew yek derew e (2 Pet. 2:19).

6. Hûn ji serhatiya Braîn çi pêhesiyan?

6 Her kesên ku tevî wan direvin, yên ku dinya Mîrê-cinda nin, wê zûtirekê têderxin, wekî ew riya ku wana bijartiye, ne ku azayê dide, lê wana dike xulam (Rom. 6:16). Dîna xwe bidine mesela Braîn. Dê-bavê wî ew şîret dikirin, wekî riya Mesîhîtî bijbêre, lê ew cahiltiyêda kete şikê, ku ev rê wê wî bextewar neke. Braîn safî kir tevî wan bireve, yên ku pê prînsîpên Şeytan dijîn. Ew gilî dike: “Min ne jî bawer dikir, wekî ew azaya ku min dixwest, wê min berbi tiştên usa xirab bive, kîjanava ez hatime girêdanê. Wede şûnda, min narkotîka dida xebatê, hînî îçkê bûm, û min bênamûsî dikir. Paşî çend sala, îda min destpêkir narkotîkên qayîm bidime xebatê, û ez bûme xulamê wan tişta. . . . Seva bi vî emirî bijîta, min destpêkir narkotîka bifiroşim”. Axiriyêda Braîn xwera nêt danî, wekî pê prînsîpên Yehowa bijî. Ewî riya xwe guhast û sala 2001-da hate nixumandinê. Ew niha bi rastî bextewar e, çimkî riya jîyînêda direve. *

7. Li gora Metta 7:13, 14, kîjan du rê pêşiya me ne?

7 Çiqas ferz e, wekî em riya rast bijbêrin! Mîrê-cina dixwaze, wekî her kes ji me “riya tengda”, ku “dibe berbi jiyînê”, reva xwe bide sekinandinê, û derbazî vê rê be, ser kîjanî heçî zef meriv diçin. Rast e ev rê dîna meriva dikişîne, çimkî hêsa ye vê rêra herin, lê ew “dibe berbi undabûnê”. (Bixûne Metta 7:13, 14.) Seva em ser riya rast bimînin û nekevine ber bayê merivên vê dinyayê, em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin û guh bidine wî.

HIŞ-AQILÊ XWE BIDIN SER XEZA FÎNÎŞÊ

Hiş-aqilê me gerekê ser vê rê be û em gerekê tu kesî nelikumînin (Binihêre abzasa 8-12) *

8. Yê ku direve, çaxê dikeve ew çi dike?

8 Yên ku lecmeydanêda direvin, hiş-aqilê xwe didine ser riya ku pêşiya wan e, seva nekevin. Lê dikare usa biqewime ku nişkêva ew ji bo reviyê kêleka xwe, bikeve, yan jî nigê wî bikeve çela. Hergê jî ewana dikevin, dîsa radibin û berdewam dikin direvin. Ewana dîna xwe nadine vê yekê ku çi bû menî wekî ewana ketin, lê hiş-aqilê xwe didin ser xeza fînîşê û xelatê ku dixwazin bistînin.

9. Hergê em bilikumin, em gerekê çi bikin?

9 Lecmeydana meda jî em dikarin gelek car bilikumin çaxê xeberdan yan kirên xweda şaşiya dikin. Yan jî xûşk-birên me ku tevî me direvin, dikarin şaşiyên usa bikin ku dilê me bêşînin. Çaxê tiştên usa diqewimin, em gerekê ecêbmayî nemînin, çimkî em gişk jî gunekar in, û em hemû jî riya tengra direvin. Lema jî bixwazin nexwazin cara emê “biniçînine” hev. Pawlos got, wekî cara gazinê me wê li hindava hevdu hebe (Kols. 3:13). Dewsa ku em hiş-aqilê xwe bidine ser vê yekê ku çi bû menî em likumîn, were em hiş-aqilê xwe bidine ser xelata pêşiya xwe. Hergê jî em bilikumin, were em dîsa rabin û reva xwe berdewam kin. Lê hergê em hêrs kevin, xeydê dilê xweda xwey kin, û nexwazin rabin, emê xeza fînîşêra derbaz nebin û xelatê nestînin. Xêncî vê yekê, emê bibine kevirê likumandinê ber nigê xûşk-bira, yên ku riya jîyînêda tevî me direvin.

10. Em ça dikarin nebine “kevirek li ber nigê” kesekî?

10 Dîsa çi cûreyî nebine “kevirek li ber nigê” xûşk-bira, ew e ku bihêlin ewana xwexa safîkirina bikin çawa dixwazin, ne ku zorê wan bikin, wekî mîna me safîkirina bikin (Rom. 14:13, 19-21; 1 Korn. 8:9, 13). Wî cûreyî, emê nebine mîna wan reviya lecmeydanêda, yên ku hevra dikevine lecê, û her kes xelatê tenê xwera dixwaze. Ew revî tenê dikevine heyra xwe seva serkevin. Ewana yên mayîn dev didin, seva ku pêşiya wan kevin. Lê em mîna wan reviya nînin, em hevra nakevine lecê (Galt. 5:26; 6:4). Nêta me ew e ku çiqas dikarin alî geleka bikin, wekî tevî me xeza fînîşê derbaz bin, û xelata jîyînê bistînin. Lema jî em şîreta Pawlos tînin sêrî, ku “tenê li kara xwe negerin, lê . . . li kara hevalê xwe jî” (Fîlî. 2:4).

11. Yê revî hiş-aqilê xwe dide ser çi, û çira?

11 Xêncî vê yekê, çaxê revî riya pêşiya xwe dinihêrin, ewana hiş-aqilê didine ser xeza fînîşê. Hergê jî çevê wan xeza fînîşê navîne, ewana didine ber çevê xwe, ku ça xeza fînîşê derbaz dibin û xelatê distînin. Ewana çaxê timê ser vê yekê difikirin, qewatê distînin û berdewam dikin direvin.

12. Yehowa ji hizkirinê çi soz dide me?

12 Yehowa ji hizkirinê soz dide, wekî xilaziya reva lecmeydana me, wê xelatê bide me, dêmek jîyîna heta-hetayê, ser ezmana yan jî cinetêda ser erdê. Kitêba Pîroz evê xelatê mera zelal eyan dike, seva em bikaribin bidine ber çevê xwe, ku jîyîna me axiriyêda wê çiqas xweş be. Hergê hêviya me hiş û dilê meda timê sax bimîne, emê nehêlin, wekî tiştek me usa bilikumîne, ku em nikaribin rabin.

NAVA ÇETINAYADA JÎ BERDEWAM KIN BIREVIN

Em dixwazin wedê çetinaya jî berdewam kin riya jîyînêda birevin (Binihêre abzasa 13-20) *

13. Em çida ji reviyên lîstikada cude dibin?

13 Lîstikên Yûnanîda yên direviyan gerekê ber çetinaya teyax kirana, mesele ewana diwestiyan û êş dikişandin. Hingê wana hêviya xwe dida tenê ser vê yekê, çi ku hîn bibûn û ser qewata xwe. Em jî mîna wan reviya têne hînkirinê, ku ça lecmeydanêda birevin. Lê dereca me ji ya wana cude dibe vê yekêda, ku em dikarin qewatê ji Yehowa bistînin, û sînorê qewata wî tune. Yehowa soz dide, ku hergê em îtbariya xwe wî bînin, ew wê me ne ku tenê hîn ke, lê usa jî qewî ke! (1 Pet. 5:10)

14. Çaxê em rastî çetinaya tên, rêzên ji 2 Korintî 12:9, 10, ça dikarin alî me bikin?

14 Çetinayên Pawlos gelek bûn. Xêncî ku geleka ew bêhurmet dikirin û pey wî diketin, ew usa jî cara sist dibû, û diçerçirî ji bo “stiriyek” li bedena xweda (2 Korn. 12:7, ÎM). Lê ew çetinayî bona wî nedibûn sebeb ku ew bikeve, dewsê ewî ser van çetinaya dinihêrî ça mecal, ku destê Yehowa bivîne. (Bixûne 2 Korintî 12:9, 10.) Ji bo vê nihêrandina wî, Yehowa alî wî kir, ku hemû cêribandinên xweda teyax ke.

15. Hergê em çev bidine Pawlos, emê çi bivînin?

15 Bona baweriya me, cara me jî bêhurmet dikin û pey me dikevin. Em usa jî dibeke ji bo sihet-qewata xirab diçerçirin, û bêtaqet dibin. Lê hergê em çev bidine Pawlos, ev çetinayî wê mera bibin mecal, seva destê Yehowa bivînin, ku ew wê ça bi hizkirin alî me bike.

16. Hergê jî hûn sihet-qewatêda sist in, yeke hûn çi dikarin bikin?

16 Dibeke hûn nexweşê nav cî-nivîna ne, yan jî seqet in. Yan diqewime çokên we sist in, yan çevada belengaz in. Hergê usa ne, gelo hûn dikarin tevî cahila û tevî yên ku sihet-qewat in, birevin? Belê, dikarin! Gelek xûşk-birên emirda mezin û yên bêtaqet riya jîyînêda direvin, lê ne pê qewata xwe. Ewana qewatê ji Yehowa distînin bi vê yekê, ku pê têlê guh didine civata yan jî pê vîdêo strîmîngê dinihêrin. Û ewana xizmet dikin bi vê yekê, ku şedetiyê didine hekîma, berdestiyên hekîma û merivên xweyî nêzîk.

17. Yehowa ça ne hindava wan, yên ku sihet-qewatêda sist in?

17 Hergê hûn bona Yehowa nikarin haqasî bikin çiqas dixwazin, dilşkestî nebin û nefikirin wekî hûnê nikaribin heta xilaziyê riya jîyînêda birevin. Yehowa we hiz dike bona baweriya we hindava wî û bona hemû kirên we, ku hûn nava gelek salada bona wî dikin. Wera îlahî niha alîkariya wî lazim e, û ew wê tu car we nehêle (Zeb. 9:10). Lê dewsê ew wê diha nêzîkî we be. Dîna xwe bidin mesela xûşkekê ya ku sihet-qewatêda sist e. Ew dibêje: “Sihet-qewata min hê xirab û xirab dibe, lema jî ez îda haqas meriva navînim seva wanra şedetiyê bidim. Lê ez zanim ku hela hê cefên minî biçûk jî dilê Yehowa şa dikin, û ez xwexa jî şabûnê distînim”. Çaxê hûn dilteng in, bîr nekin ku hûn tenê nînin. Bifikirin ser mesela Pawlos, û bînin bîra xwe wan giliyên wî ku dilbîniyê didine me: “Ez . . . sistiya . . . begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim” (2 Korn. 12:10).

18. Îlahî çetinaya kîjan meriva giran e?

18 Hinek jî yên ku riya jîyînêda direvin, rastî çetinayên mayîn tên. Problêmên wan, merivara nayêne kifşê û lema meriv wana fem nakin. Mesele, dêprêsiya wan heye, yan jî timê bînteng û nerihet in. Îlahî halê van xizmetkarên Yehowa çetin e. Çira? Çimkî çaxê kesek milê xwe dişkêne yan jî seqet e, ev problêma wî gişk divînin, û ji dilşewatiyê dixwazin alî wî bikin. Lê ser wan, yên ku êmosyalîda sist in yan jî dêprêsiya wan heye, nayê kifşê ku ewana diçerçirin. Bi rastî ewana jî dereca çetinda nin çawa yê milşkestî, lê ewana weke wî dilbîniyê û hizkirinê nastînin, çimkî ser wan nayê kifşê, ku ewana hewcê alîkariyê ne.

19. Em ji serhatiya Mefîboşet çi hîn dibin?

19 Hergê sihet-qewata we xirab e û hûn nikarin haqas bona Yehowa bikin çiqas dixwazin, û difikirin ku tu kes we fem nake, serhatiya Mefîboşet dikare dilbîniyê bide we (2 Sam. 4:4). Bidine ber çevê xwe, derdê wî besî wî nîbû ku ew seqet bû, serda jî Dawid Padşa neheqî wî kir. Mefîboşet neheq nîbû vê yekêda çi ku hate serê wî. Lê ewî îzin neda, wekî ev çetinayî wî bikin zulm. Ew emirê xweda razî bû bona tiştên qenc, û qenciya ku Dawid berê hindava wîda kiribû, ewî dişêkirand (2 Sam. 9:6-10). Çaxê Dawid hindava wîda neheqî kir, ewî her tişt hilda hesab. Lema ew ji bo şaşiya Dawid hêrs neket. Û ewî ne jî Yehowa neheq dikir, ku çira Dawid usa serê wî kir. Mefîboşet dikete heyra padşa, dêmek bijartiyê Yehowa, û difikirî ku ça ew dikare alî wî bike (2 Sam. 16:1-4; 19:24-30). Yehowa rêberî kir, wekî serhatiya Mefîboşet bona kara me Xebera Wîda bê nivîsarê (Rom. 15:4).

20. Problêmên aliyê êmosyalîda ça ser hineka hukum dibin, lê ewana gerekê çida dudilî nebin?

20 Hine xûşk-birên me, yên ku êmosyalîda halekî giranda nin, çaxê jîyîna herrojîda tevî meriva ne, tevhev dibin û nerihet in. Wanra çetin e herine wan ciya, kîderê gelek meriv in, lê yeke ewana dîsa jî têne civata û civatên mezin. Wanra nehêsa ye tevî merivên nenas bikevine xeberdanê, lê yeke ewana xizmetiyêda tevî meriva xeber didin, dêmek şedetiyê didin. Hergê tu jî wî halîda nî, bîr neke tu tenê nînî, çimkî gelek xûşk-bira jî halekî usada nin. Dudilî nebe, dilê Yehowa şa dibe, ku tu çiqas dikarî bi dil û can jêra xizmet dikî. Ew yek ku tu ji bo wan problêma neşkestî, îzbat dike wekî Yehowa te kerem dike û qewatê dide te * (Fîlî. 4:6, 7; 1 Pet. 5:7). Hergê sihet-qewata teye fîzîkî yan êmosyalî xirab e, û tu berdewam dikî Yehowara xizmet dikî, bawer be wekî Yehowa ji te razî ye.

21. Pê alîkariya Yehowa em çi dikarin bikin?

21 Çiqas baş e, wekî ev lec derheqa kîjanî Pawlos got, cude dibe ji leca berê. Berê leca revêda tenê merivek serdiket û xelat distand. Lê leca jîyîna Mesîhîtîda her kesê ku heta xilaziyê amin bimîne, wê xelata jîyîna heta-hetayê bistîne (Yûhn. 3:16). Lecmeydanêda revî gerekê sihet-qewat bûna, yan na wê serneketana, lê leca meda, firqî tune sihet-qewata me baş e yan na, yeke em berdewam dikin direvin (2 Korn. 4:16). Pê alîkariya Yehowa em gişk jî dikarin heta fînîşê birevin!

KILAMA 144 Ewan Soza Tu Bîr Neke!

^ abz. 5 Îro gelek xizmetkarên Yehowa ji bo emirê xweyî mezin û ji bo nexweşiyên xwe diçerçirin. Usa jî em gişk cara diwestin û qidûm dikevin. Lema jî mera dikare bê kifşê, ku em îda nikarin lecmeydanêda birevin. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku her kes ji me ça dikare bi sebir bireve û leca bona jîyînêda serkeve, derheqa kîjanî Pawlos got.

^ abz. 6 Binihêre gotar “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”, “Birca Qerewiliyêda” ya 1 Çileyê, sala 2013.

^ abz. 20 Seva ku hê zêde pêbihesin, ku ça teyax kin ber vê problêmê û ça hine meriv teyax dikin, binihêrin jw.org®-da bernama meha Gulanê sala 2019. Bikevin KITÊBXANE > JW BRODKASTÎNG.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birê emirda mezin xizmetiyêda xîret e, û ew yek alî wî dike ku ser riya rastiyê bireve.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Em dikarin meriva bilikumînin hergê zorê wan bikin hê zêde îçkê vexwin, yan jî hergê em xwexa xwe kontrol nekin ku çiqas vexwin.

^ abz. 67 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bira hela hê nexweşxanêda nav cî-nivînada jî ser riya Mesîhîtî dimîne, bi vê yekê ku hekîmara şedetiyê dide.