Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Min Her Tişt Hîşt seva Pey Îsa Herim

Min Her Tişt Hîşt seva Pey Îsa Herim

Çaxê ez 16 salî bûm, bavê min gote min: “Hergê tu herî xizmet kî, îda venegere mal. Hergê tu vegerî, ezê nigê te bişkênim”. Lema min safî kir ku ji mal herim. Emirê minda cara pêşin bû ku min her tişt hîşt seva pey Îsa herim.

LÊ ÇIRA bavê min usa hêrs ket? Ezê niha wera gilî kim. Ez sala 1929-da 29 Tîrmehê hatime bûyînê, û gundda mezin bûm, kîjan ku provînsiya Bûlakanêda ne (Fîlîpîn). Me dewletî nedijît. Çaxê ez cahil bûm, ordiya Japonî Fîlîpîn zeft kiribûn. Lê gundê me gelek dûr bû ji wî şeherî, lema jî ew şer dûrî me bû. Wêderê ne radîo bal me hebû, ne têlêvîsiyon û ne jî rojname. Derheqa şer em ji meriva pêdihesiyan.

Ji heyşt zara, ez yê duda bûm, û kalik û pîrika min ez birin mala xwe ku tevî wan bijîm. Hingê ez heyşt salî bûm. Rast e em Katolîk bûn, lê kalikê min hiz dikir derheqa cûre-cûre rêlîgiya pêbihese, û lema ewî edebyetên rêlîgî top dikir, kîjan ku hevalên wî didane wî. Tê bîra min çaxê ewî belavokên ser zimanê Tagalog nîşanî min kir, kîderêda hînkirinên rêlîgiya qelp eşkere dikirin, û usa jî ewî Kitêba Pîroz nîşanî min kir. Min hiz dikir Kitêba Pîroz bixûnim, îlahî çar kitêbên pêşin yên mizgînî. Bi saya wê yekê min nêt xwera danî ku pey Îsa herim (Yûhn. 10:27).

HÎN DIBIM PEY ÎSA HERIM

Sala 1945-da Japonya zeftikirin dane sekinandin. Hingê dê-bavê min gotine min ku ez vegerime mal, û kalikê min şîret da min ku ez herim, û ez jî çûm.

Hine wede şûnda, sala 1945 meha Kanûna Pêşin, komeke Şedên Yehowa ji şeherê Angat hatine gundê me seva mizgîniyê bela kin. Şedekî emirda mezin hate mala me û mera şirovekir ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa “rojêd axiriyê” (2 Tîmt. 3:1-5). Ewî em teglîf kirin herine gundê nêzîkî me ser hînbûna Kitêba Pîroz. Dê-bavê min nehatin, lê ez çûm. Wêderê weke 20 merî hatin, û hinek ji wan pirsên Kitêba Pîrozva girêdayî didan.

Rast bêjim min fem nedikir ku ewana derheqa çi xeber didan, lema jî min safî kir ku ji civînê herim. Lê gava wana destpêkir kilama Padşatiyê bistirên, ez mam, çimkî ewê kilamê gelek dilê min girt. Paşî vê kilamê û dua, em gişk hatine teglîfkirinê ku herin Angatê ser civînê ku Ledê gerekê bibûya.

Ji me çend merî, riya weke 8 km niga çûn, seva herin ser civînê, kîjan ku malbeta Krûzda derbaz dibû. Weke 50 meriv hatibûn vê civînê. Ez ecêbmayî mam ku hela hê zarên biçûk jî ser pirsên çetin caba xwe didan. Paşî çend civîna, Damêan Santos bira, yê ku pêşeng bû û emirda mezin bû, ez teglîf kirim ku şev mala wîda bimînim. Me temamiya şevê derheqa Kitêba Pîroz xeber da.

Hingê, gelek ji me rastiyên Kitêba Pîroz zû qebûl kirin. Paşî çend civîna, bira ji min û ji yên din pirsîn: “Hûn dixwazin bêne nixumandinê?” Min got: “Belê, ez dixwazim”. Min dixwest ku “Xudan Mesîhra . . . xulamtiyê” bikim (Kols. 3:24). Em çûne ber çemê nêzîkî me, û wêderê em du meriv hatine nixumandinê sala 1946-da, 15 Sibatê.

Me fem kir ku em çawa Mesîhî, gerekê çev bidine Îsa û timê xizmet kin. Ew yek bavê min xweş nedihat, ewî gote min: “Tu hê biçûk î wekî bibî mizgînvan. Tu ku nuqî ava çêm bûyî, bi wê yekê tu nabî mizgînvan”. Min jêra şirovekir ku qirara Xwedê ye, wekî em mizgîniya Padşatiyê bela kin (Met. 24:14). Usa jî min gote wî: “Ez gerekê sonda xwe ku min ber Xwedê xwer, bînim sêrî”. Ew hema ew derece bû çaxê bavê min ez dame tirsandinê, çawa min jorê gilî kir. Belê, ewî rê min digirt, wekî ez xizmet nekim. Ew hema ew wede bû, kengê min cara pêşin bona nêtên ruhanî, her tişt pişt xweva hîşt.

Malbeta Krûz ez teglîf kirim, wekî Angatêda tevî wan bijîm. Paşê wana ez û qîza xweye biçûk Nora, hêlan kirin ku em bibine pêşeng. Me herda jî 1 Mijdarê sala 1947 pêşengtî destpêkir. Norayê şeherekî dinda xizmet dikir, lê min berdewam dikir Angatêda xizmet kim.

DERECA DIN KÎJANÊDA HER TIŞTÎ DIHÊLIM

Ez sê sal îda ça pêşeng bûm, çaxê birak ji fîlîalê Êrl Styûard, Angatêda ciyê ku gelek meriv top dibin gotar xwend, û 500 merivî zêdetir hatin. Ewî ser zimanê Înglîzî xeber dida, û paşî gotara wî min ser zimanê Tagalogî fikirên sereke ji gotara wî wekiland. Ez tenê heta koma hefta hîn bûme. Mektebêda dersdarên min timê ser zimanê Înglîzî xeber didan. Dîsa çi alî min kir wekî zimanê Înglîzî hîn bim, ew bû ku bi zimanê Tagalog edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz hindik bûn. Lema jî min gelek ji edebyetên me ser zimanê Înglîzî lêkolîn dikir. Usa ez zimanê Înglîzî rind hîn bûm û îda min dikaribû gotar tercme kira.

Vê rojê, Styûard bira civata vê mihalêra got, wekî fîlîal dixwaze du bira teglîfî Beytelê ke. Fîlîalêra alîkariya wan lazim bû, heta ku mîsyonêr ji welat biçûna ser Civata Mezin bi navê “Pêşdaçûyîna Têokratiyayê”, kîjan ku sala 1950 Niyû Yorkêda derbaz dibû. Ji wan bira yên ku teglîfî Beytelê kiribûn, yek ez bûm. Seva ku şixulê Beytelêda alîkariyê bidim, min dîsa her tişt pişt xwe hîşt. Dîsa ez hînî çi jî bibûm, min ew hemû tişt pişt xwe hîştin.

Sala 1950, 19 Hezîranê, ez hatime Beytelê û min destpêkir şixulê xwe bînim sêrî. Beytel maleke mezin û kevinda bû, dor berê kîjanî gelek baxên mezin hebûn. Wêderê gelek birên azep xizmet dikirin. Şebeqê min xwaringehêda alîkarî dida. Paşê nêzîkaya siheta neha, min ciyê kincşûştinêda kinc ûtî dikir. Û paşî nanxwarinê jî min usa dikir. Rast e mîsyonêr ji civata mezine hemdinyayê vegeriyan hatin, yeke min berdewam dikir Beytelêda xizmet kim. Min jûrnal dipêçan bona şandinê, dokûmênt tije dikir ku jûrnala kuda bişînin, û usa jî ez çawa sêkrêtar bûm. Min ew şixul dikirin, kîjan ku ji min dixwestin.

FÎLÎPÎNÊ DIHÊLIM Û DIÇIM MEKTEBA GÎLED

Sala 1952-da, ez û 6 bira ji Fîlîpînê teglîfî Mekteba Gîled kirin. Şabûna min bêhesab bû. Amerîkayêda gelek tişt bona me teze bûn û nenas bûn. Ew gelek cude dibû ji gundê biçûk kîderê min dijît.

Tevî hevaldersxanên Gîledê

Mesele, em gerekê hîn bûna ku ça hacet û firaqên mera nenas, bidine xebatê. Û xêncî vê yekê, hewa jî gelek sar bû! Şebeqê gava ez derketim derva, min dît hemû tişt sipî ye. Ew cara pêşin bû çaxê min berf dît. Ew gelek bedew bû, lê min derbêra fem kir ku qayîm sar e.

Çaxê ez Mekteba Gîledda hîn dibûm, ew hemû guhastin ber çevê min nedihatin. Hînkirinêda dersdara cûre-cûre mêtodên kêrhatî didane xebatê. Em hîn bûn ku lêkolîna kûr bikin. Hînbûna Mekteba Gîledda, gelek alî min kir ku ruhanîda hê qewî bim.

Çaxê min ev mekteb xilaz kir, ser wextekî ez hatim kifşkirinê ça pêşengê mexsûs Bronksêda, (Niyû York). Sala 1953, meha Tîrmehê, ez çûme ser civata mezin, kîjan ku Bronksêda derbaz dibû. Paşî vê civatê ez hatime kifşkirinê Fîlîpînêda.

ŞEHERÊ KOMFORT DIHÊLIM

Birên ji fîlîalê gotin: “Niha tuyê xizmet kî ça berpirsiyarê mihalê”. Ewê kifşkirinê diha zef mecal da min ku raste-rast pey Îsa herim, kîjan ku diçû şeher û gundên dûr, wekî alî cimeta Yehowa bike (1 Pet. 2:21). Ew mihala ku min gerekê ça berpirsiyarê mihalê wêderê xizmet kira, têrîtoryake mezin bû. Ew Lûsonaya Navend bû, kîjan ku Fîlîpînêda giraveke here mezin e. Provînsiya Bûlakan, Nûêva-Êsîja, Tarlak, û Zambalês diketine nava vê têrîtoriyayê. Seva teseliya hine şehera bikim, ez gerekê Çiyayên Siyêra Madrêye çel-kortra derbaz bûma. Ne otobûs diçûne li wan ciya, ne jî trên, lema jî min ji xweyên erebên barkêş hîvî dikir ser kêrana rûnêm, kîjan wana pê ereba dibir. Gelek car ewana qayîl dibûn, lê rast bêjim hêsa nîbû.

Gelek civatên mihala minda biçûk bûn û teze bûn. Birên wan civatada gelek razî bûn ku min alî wan kir hê rind civata û usa jî civatên xizmetiyê organîze kim.

Wede şûnda ez hatime kifşkirinê rêgîona Bîkolêda. Wêderê gelek kom hebûn ku ciyên gelek dûr bûn, û wan ciyada cara pêşin pêşengên mexsûs xizmet dikirin. Destava Malekê ew bû ku erdêda çel kolayî bû, kîderê herdu aliyava kêran hatibûn danînê. Carekê çaxê min nigên xwe danî ser kêrana, kêran ketin û ez jî ketim çelê. Minra wede lazim bû ku xwe temiz kim bişom, û destpêkim şixulê xwe bikim.

Çaxê min wê mihalîda xizmet dikir, hingê min destpêkir derheqa Norayê bifikirim, ya ku tevî min Bûlakanêda pêşengtî destpêkir. Hingê ew pêşenga mexsûs bû, şeherê Dûmagêtêda, û ez çûm teseliya wê bikim. Paşî vê yekê, hine wede me hevdura neme dinivîsî, û sala 1956, me hev stand. Heftêkî şûnda paşî dewata me, me teseliya civata Girava Rapû Rapû kir. Em çiyara derbaz bûn, û niga gelek erd çûn, lê ew şabûneke mezin bû ku me tevayî alî xûşk-bira dikir ku ciyên dûrda dijîtin!

DÎSA TEGLÎFÎ BEYTELÊ DIKIN

Paşî weke çar salên şixulê berpirsiyartiyê, me teglîfkirin stand ku fîlîalêda xizmet kin. Û sala 1960, meha Çileyê, xizmetiya meye Beytelê destpêbû. Nava wan gelek salada heta roja îro ez gelek tişt hîn bûme ji wan bira, yên ku cabdariyên mezin tînin sêrî, û Nora jî cûre-cûre şixul dike Beytelêda.

Gotarê dixûnim ser  civata mezin û birak ser zimanê Kêbûanî gotara min tercime dike

Bona min keremeke mezin bû ku min pê çevê xwe didît, wekî Fîlîpînêda çiqas gelek meriv dibûne xizmetkarên Yehowa. Çaxê ez cara pêşin cahiltiyêda hatime Beytelê, temamiya welatda weke 10 000 mizgînvan hebûn. Lê îro wêderê 200 000 mizgînvana zêdetir hene, ji wana bi seda xizmetkarên Beytelê ne, yên ku alîkariyê didine şixulê belakirina mizgîniyê.

Wede derbaz dibû û lazim bû ku Beytelê mezin kin. Lema jî Koma Rêberiyê mera got ku erd bigerin, seva avaya teze ava kin. Ez tevî serkarê îdara neşirkirinê, mal bi mal diçûme bal cînara ku nêzîkî fîlîalê dijîtin, seva bipirsin hela kesek erd difiroşe. Wêderê gelek Çînayî dijîtin. Lê tu kesî nedifrot, û merivek hela hê jî mera usa got: “Çînayî nafiroşin, lê tenê dikirin”.

Gotara Albêrt Şrêdêr tercme dikim

Lê rojekê, cînarekî mera got ku ew dixwaze erdê xwe bifiroşe me, çimkî derbazî Amerîkayê dibe. Em gelek ecêbmayî man. Paşî vê yekê dîsa tiştên usa qewimîn ku me qe ne jî dikaribû bawer kira. Cînarekî din jî xwest erdê xwe bifiroşe, û ewî yên mayîn jî hêlan dikir seva erdê xwe bifiroşin. Me hela hê jî ji wî merivî erd kirî, kîjanî mera got ku “Çînayî nafiroşin”. Wedekî kinda, mezinaya ciyê fîlîalê sê cara zêdetir bû. Ez sed selefî bawer im ku ew yek qirara Yehowa Xwedê bû.

Sala 1950, ez ji endemên Beytelê yê lapî cahil bûm, lê îro ez jina xweva endemên lapî emirda mezin in. Ez tu car poşman nabim ku pey Îsa diçûm, kuda jî ewî min dişand. Rast e dê-bavê min, ez ji mal derxistim, lê Yehowa malbeteke gelek mezin da min, û ew malbet gişk wî hiz dikin. Ez qe dudilî nînim ku Yehowa her tiştî dide me çi ku mera lazim e, firqî tune em kîjan cabdariya distînin. Ez û Nora gelek ji Yehowa razî ne bona her qenciya wî, û em yên din jî hêlan dikin ku qenciya wî bicêribînin (Malx. 3:10).

Îsa carekê xercgirekîra navê kîjanî Mettayê Lêwî bû, got: “Pey min were”. Lê Metta çi kir? “Ewî jî her tişt hişt, rabû pey [Îsa] çû” (Lûqa 5:27, 28). Mecalên min jî hebûn ku tişta pişt xweva bihêlim seva pey Îsa herim, û ez yên din jî hêlan dikim wekî usa bikin, û wê gelek kerema bistînin.

Bi şabûnê berdewam dikim Fîlîpînêda xizmet kim