Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 11

Em Çawa Dikarin ji Kitêba Pîroz Qewatê Bistînin

Em Çawa Dikarin ji Kitêba Pîroz Qewatê Bistînin

“Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (ROMAYÎ 15:4).

KILAMA 94 Razî ne seva Xebera Xwedê

VÊ GOTARÊDA *

1. Hine xizmetkarên Yehowa rastî çi cûre tengasiya tên?

GELO çetinayên te hene? Dibeke xûşk yan birakî dilê te êşandiye (Aqûb 3:2). Yan jî, dibeke hevalxebatçî yan hevaldersxanên te qerfên xwe te dikin, çimkî tu xizmetkarê Yehowa yî (1 Petrûs 4:3, 4). Dibeke hine merivên te naxwazin ku tu herî civîna yan jî derheqa baweriya xwe kesekî dinra gilî kî (Metta 10:35, 36). Gava tengasiyên me yên giran hene, carna gelek zor e ku em amin bimînin. Lê em dikarin bawer bin ku çi tengasiyên me hebin jî, Yehowa wê bîlanî û qewatê bide me ku em sebir kin.

2. Li gora Romayî 15:4, xwendina Kitêba Pîroz dikare ser me çawa hukum bike?

2 Kitêba Pîrozda, Yehowa nîşanî me dike ku merivên qisûrdar çawa himberî tengasiyên giran amin diman. Çawa ku Pawlosê şandî nivîsîbû, Yehowa dixwaze ku em ji serhatiyên usa dersa hîn bin (Romayî 15:4 bixûne). Xwendina van serhatiya dikare dilbînî û hêviyê bide me. Lê seva ku em bi rastî karê bistînin, ne bes e ku em tenê Kitêba Pîroz bixûnin. Gerekê em îznê bidin ku Nivîsarên Pîroz ser fikrên me hukum bikin û dilê me bigirin. Heger problêmeke me hebe, gelo em dikarin çi bikin? Seva ku em rêberiya baş bistînin, gerekê em (1) dua bikin, (2) serhatiyên ku em dixûnin bidine ber çevê xwe, (3) kûr bifikirin û (4) tiştên ku em hîn dibin bidine xebatê. Niha emê şêwir kin ku em çawa dikarin ji van gava karê bistînin. * Paşê, emê bi alîkariya van gava dîna xwe bidin serhatiya Dawid Padşa û Pawlosê şandî.

1. DUA BIKE

Pêşiya ku xwendina Kitêba Pîroz destpêkî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu ji xwendinê karê bistînî (Abzasa 3 binihêre)

3. (a) Pêşiya ku tu Kitêba Pîroz bixûnî, wê baş be ku tu çi bikî? (b) Li gora rêzên nîşankirî, ev yek çima ferz e?

3 (1Dua bike. Pêşiya ku tu xwendina Kitêba Pîroz destpêkî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu ji xwendinê karê bistînî. Mesele, heger problêmeke te hebe û tu nizanî ku vê problêmê çawa safî bikî, ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu prînsîpên kêrhatî bivînî, yên ku dikarin rêberiya te bikin (Fîlîpî 4:6, 7; Aqûb 1:5).

2. BIDE BER ÇEVÊ XWE

Gava tu Kitêba Pîrozda derheqa kesekî dixûnî, xwe dewsa wî dayne (Abzasa 4 binihêre)

4. Em çawa dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz diha zêde karê bistînin?

4 (2Bide ber çevê xwe. Ev yek ku em dikarin tişta bidine ber çevê xwe, pêşkêşeke ji Xwedê ye. Gava tu Kitêba Pîrozda derheqa kesekî dixûnî, halê wî bide ber çevê bike. Xwe dewsa wî dayne û bîne ber çevê xwe ku ewî çi didît û çi texmîn dikir. Ev yek wê alî te bike ku tu ji xwendina Kitêba Pîroz diha zêde karê bistînî.

3. KÛR BIFIKIRE

Ser rêzên ku tu dixûnî kûr bifikire û têderxe ku gotinên wan bona te çima ferz in (Abzasa 5 binihêre)

5. Em çawa dikarin kûr bifikirin, û ev yek çima ferz e?

5 (3Kûr bifikire. Li ser rêzên ku tu dixûnî kûr bifikire û têderxe ku ew bona te çira kêrhatî ne. Ev yek wê alî te bike ku tu têmayê diha baş fem bikî. Gelo çawa? Bîne ber çevê xwe ku tu dixwazî xwarineke xweş çêkî. Ne bes e ku her tişt ber destê te hebe. Lazim e ku tu her tiştî rast bidî xebatê. Mîna vê yekê, seva ku tu ji gotinên Kitêba Pîroz karê bistînî, gerekê tu li ser wan kûr bifikirî û wan bi hevva girêdî. Bona fikirandina kûr, ji xwe hine pirsa bipirse û li ser cabên wan bifikire, mesele: “Merivê derheqa kîjanî ez dixûnim çi kir ku problêma xwe safî bike? Yehowa çawa alî wî kir? Dersên ku min ji vê serhatiyê standine çawa dikarin alî min bikin ku ez himberî tengasiya amin bimînim?”

4. BIDE XEBATÊ

Tiştên ku tu hîn dibî bide xebatê, wekî safîkirinên diha baş bikî, dilrihetiyê xwey kî û baweriya xwe diha qewî kî (Abzasa 6 binihêre)

6. Çima ferz e wekî em tiştên ku hîn bûne bidine xebatê?

6 (4Bide xebatê. Îsa Mesîh gotibû ku heger em tiştên ku hîn dibin pêk neynin, emê mîna wî merivî bin, yê ku xaniyê xwe li ser qûmê ava dike. Ew çiqas xîret bike jî, cefê wî badîhewa ye. Gelo çima? Çimkî heger firtone û sêlav li xaniyê wî keve, xanî wê hilşê (Metta 7:24-27). Mîna vê yekê, heger em dua bikin, bidine ber çevê xwe û kûr bifikirin, lê tiştên ku em hîn bûne pêk neynin, cefê me wê badîhewa be. Û gava em rastî zêrandin yan tengasiya bên, emê nikaribin amin bimînin. Lê heger em lêkolînê bikin û tiştên ku em hîn bûne bidine xebatê, emê safîkirinên baş bikin, edilayî wê bikeve dilê me, û baweriya me wê diha qewî be (Îşaya 48:17, 18). Ka em bivînin ku em bi saya van çar gava ji serhatiya Dawid Padşa dikarin çi dersa bistînin.

EM DIKARIN JI DAWID PADŞA ÇI HÎN BIN?

7. Niha emê derheqa serhatiya kê şêwir kin?

7 Qet dost yan merivekî te dilê te êşandiye? Ça emê niha bivînin, tiştekî usa hatibû serê Dawid Padşa jî. Kurê wî Abşalom nemamî li wî kir û dixwast padşatiyê ji destê wî bigire (2 Samûyêl 15:5-14, 31; 18:6-14). Gelo tu dikarî ji vê serhatiyê çi dersa hîn bî?

8. Tu çawa dikarî alîkariya Yehowa bistînî?

8 (1Dua bike. Mîna Dawid Padşa, dilê xwe Yehowara veke û wîra bêje ku tu çima xemgîn î (Zebûr 6:6-9). Paşê, ji Yehowa reca bike ku ew alî te bike wekî tu wan prînsîpa bivînî, yên ku dikarin rêberiya te bikin.

9. Çi hatibû serê Dawid?

9 (2Bide ber çevê xwe. Serhatiya Dawid bîne ber çevê xwe. Kurê wî Abşalom gelek sala durûtî dikir û xwe ber cimetê şîrin dikir (2 Samûyêl 15:7). Gava ew difikirî ku wext îda gihîştiye, ewî cesûsên xwe şande temamiya welat, wekî ewana meriva hazir bikin ku wî ça padşa qebûl bikin. Xêncî vê yekê, ewî şêwirmendekî Dawid, bi navê Ahîtofel jî xapand ku ew piştgiriya wî bike û miqabilî Dawid rabe. Paşî ku Abşalom xwe ça padşa elam kir, ew pey bavê xwe Dawid ket wekî wî bikuje, yê ku ça tê kifşê hingê giran nexweş bû (Zebûr 41:1-9). Gava Dawid plana Abşalom bihîst, ew ji Orşelîmê reviya. Paşê, ordiya Abşalom tevî ordiya Dawid Padşa şer kir û da der, û Abşalom hate kuştinê.

10. Gava Dawid Padşa rastî tengasiya hat, ewî çi nekir?

10 Bîne ber çevê ku Dawid Padşa seva van tengasiya çiqas xemgîn bû. Ewî kurê xwe Abşalom hiz dikir û îtbariya xwe şêwirmendê xwe Ahîtofel dianî. Lê wana herda jî mixanetî wî kir. Wana dilê wî gelek êşand, û serda jî dixwestin wî bikujin. Dîsa jî, Dawid îtbariya xwe hindava hevalên xwe yên din unda nedikir û nedifikirî ku her kes bûye dijminê wî. Usa jî, ew nekete heyra xwe û tenê ji welat nerevî. Belê, Dawid wan tengasiyada mêrxasî û sebira xwe unda nekir. Gelo çi alî wî kir?

11. Gava Dawid rastî problêma mezin hat, ewî çi kir?

11 (3Kûr bifikire. Gelo serhatiya Dawid Padşa dîna te dikişîne ser kîjan prînsîpa? Ji xwe bipirse: “Dawid çi kir ku problêma xwe safî bike?” Dawid nediket panîkê û bi lez safîkirinê nekir. Ji aliyê dinva, ewî îzin neda tirsê wekî riya wî bigire ku safîkirina bike. Ewî him ji Yehowa him ji dostên xwe alîkarî xwest. Paşî ku ewî safîkirinek kir, ewî derbêra li gora safîkirina xwe kir. Dawid çiqas xemgîn bû jî, ewî îzin nedida ku dilê wî bi kîn û nefretêva tije be. Usa jî, ewî baweriya xwe hindava Yehowa û dostên xwe unda nedikir.

12. Yehowa çawa alî Dawid kir?

12 Gelo Yehowa çawa alî Dawid Padşa kir? Kitêba Pîroz nîşan dike ku Yehowa qewat da Dawid, wekî ew bikaribe li himberî vê tengasiyê sebir bike (Zebûr 3:1-8; sernivîs). Yehowa safîkirinên Dawid kerem kirin û alî dostên Dawid yên amin kir.

13. Heger kesekî dilê te pir êşandibe, tu çawa dikarî çev bidî Dawid Padşa? (Metta 18:15-17)

13 (4Bide xebatê. Ji xwe bipirse: “Ez ça dikarim çev bidime Dawid Padşa?” Ya yekê, wê baş be ku tu zû tiştekî bikî seva problêma xwe safî bikî. Li gora derecê, tu dikarî şîretên ku Metta serê 18 têne dayînê, bidî xebatê (Metta 18:15-17 bixûne). Lê gava tu hêrs î û eciz î, lez safîkirina neke. Ji Yehowa hîvî bike ku ew dilrihetî û bîlaniyê bide te, wekî tu bikaribî safîkirinên baş bikî. Îtbariya xwe hindava hevalên xwe unda neke, û alîkariya wan înkar neke (Metelok 17:17). Ji her tiştî zêdetir jî, guh bide şîretên ku Yehowa bi saya Xebera xwe dide te (Metelok 3:5, 6).

EM DIKARIN JI PAWLOSÊ ŞANDÎ ÇI HÎN BIN?

14. Gotinên ji 2 Tîmotêyo 1:12-16; 4:6-11, 17-22 dikarin mêrxasiyê bidin kê?

14 Diqewime neferên te miqabilî te dertên, yan jî şixulên Şedên Yehowa welatê teda hatine qedexekirin. Heger usa ye, gotinên ji 2 Tîmotêyo 1:12-16 û 4:6-11, 17-22 *, yên ku Pawlos kelêda nivîsîbûn, dikarin mêrxasiyê bidin te.

15. Tu dikarî ji Yehowa çi reca bikî?

15 (1Dua bike. Pêşiya ku tu van rêza bixûnî, bi zelalî Yehowara besa problêma xwe bike û wîra bêje ku ev problêm çawa li ser te hukum dike. Paşê, ji Yehowa reca bike wekî ew alî te bike ku tu ji serhatiya Pawlos hîn bî ku çawa serî tengasiyên xwera derxî.

16. Çi hatibû serê Pawlos?

16 (2Bide ber çevê xwe. Halê Pawlosê şandî bîne ber çevê xwe. Ew Romêda kelêda bû û bi zincîra girêdayî bû. Ew berê jî ketibû kelê, lê îjar, ewî zanibû ku ewê bê kuştinê. Hine hevalên wî pişta xwe dane wî, û hin jî ew bêtaqet ma (2 Tîmotêyo 1:15).

17. Pawlosê şandî dikaribû çi bikira?

17 Pawlosê şandî dikaribû seva safîkirinên xwe poşman bûya û bifikiriya ku heger ew nebûya şagirtê Îsa Mesîh, ewê neketa kelê. Ewî dikaribû merivên herêma Asyayêda, yên ku pişta xwe dabûne wî, hêrs keta û îtbariya xwe hindava dostên xwe yên din unda bikira. Lê Pawlos usa nekir. Gelo çi alî wî kir ku ew bawerî û hêviya xwe xwey bike?

18. Pawlos çawa wedê tengasiya sebir dikir?

18 (3Kûr bifikire. Li ser vê pirsê bifikire: “Gava Pawlosê şandî rastî tengasiya hat, ewî çi kir?” Gava ew li ber mirinê bû, Pawlos dîsa jî bîr nedikir ku tiştê herî ferz ev e ku ew rûmetê bide Yehowa. Usa jî, ew difikirî ku ew çawa dikare kesên din hêlan bike. Ewî xwe dispart Yehowa û “her gav şev û roj” dua dikir (2 Tîmotêyo 1:3). Ewî bi zêdeyî dîna xwe nedida kesên ku pişta xwe dabûne wî, lê seva alîkariya dostên xwe yên amin, razî bû. Usa jî, Pawlosê şandî Xebera Xwedê berdewam lêkolîn dikir (2 Tîmotêyo 3:16, 17; 4:13). Ya herî ferz jî, ew bawer bû ku Yehowa û Îsa Mesîh wî hiz dikin. Belê, wana Pawlos nehîşt, û Pawlos zanibû ku ewê xelata xwe bistîne.

19. Yehowa çawa alî Pawlos dikir?

19 Yehowa bi saya Hagabo pêxember pêşda Pawlosra gotibû ku ewê rastî zêrandina bê, çimkî ew şagirtê Îsa Mesîh ye (Karên Şandiya 21:11-13). Gelo Yehowa çawa alî Pawlos dikir? Ewî caba duayên Pawlos dida, û timê qewat dida wî (2 Tîmotêyo 4:17). Pawlosra hate gotinê ku ewê bigihîje xelata xwe. Usa jî, Yehowa bi saya dostên amin yên Pawlos alî wî dikir.

20. Li gora Romayî 8:38, 39, em ça dikarin çev bidine Pawlos?

20 (4Bide xebatê. Ji xwe bipirse: “Gelo ez çawa dikarim çev bidime Pawlosê şandî?” Mîna Pawlos, gerekê em hazir bin ku seva baweriya xwe emê rastî zêrandina bên (Marqos 10:29, 30). Seva ku em li himberî tengasiya amin bimînin, gerekê em timê Yehowara dua bikin û Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Gerekê em tu car bîr nekin ku yek ji tiştên herî ferz ev e ku em rûmetê bidin Yehowa. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê me tu cara nehêle û tu tişt nikare me ji hizkirina wî biqetîne (Romayî 8:38, 39 bixûne; Îbranî 13:5, 6).

JI SERHATIYÊN KESÊN AMIN HÎN BIBE

21. Çi alî Aya û Hêktor kir ku ew serî bi tengasiyên xwera derxin?

21 Halê me çi be jî, em dikarin ji serhatiyên kesên amin, yên ku Kitêba Pîroz besa wan dike, qewat û mêrxasiyê bistînin. Mesele, serhatiya Ûnis alî xûşkeke Japonî ya bi navê Aya kir, wekî netirse xizmet ke wêderê, kîderê gelek meriv in. Lê serhatiya Rûtê, xwestina xortekî bi navê Hêktor, dê-bavê kîjanî Şedên Yehowa nînin – zêde kir ku ew derheqa Yehowa hîn be û wîra xizmet bike.

22. Tu çawa dikarî ji serhatiyên ji Kitêba Pîroz karê bistînî?

22 Li ser jw.org û li edebyetên me, tu dikarî gelek serhatiyên ji Kitêba Pîroz bivînî. Vîdêo, aûdîo-drama, kitêb û jûrnalên me dikarin alî te bikin ku tu van serhatiya bidî ber çevê xwe û ji wan qewat û mêrxasiyê bistînî. * Pêşiya ku xwendinê destpêkî, guh bidî aûdîokî yan vîdêokî binihêrî, dua bike ku Yehowa alî te bike ku tu fikirên lazim xwera bivînî. Kûr bifikire ku gava xizmetkarên Yehowa yên berê rastî tengasiya dihatin, wana çi kir û Yehowa çawa alî wan kir. Têderxe ku tu çawa dikarî hine dersên ji van serhatiya di jiyana xweda bidî xebatê. Bona alîkariya Yehowa razî be. Razîbûna xwe wîra bi vê yekê bide kifşê, ku kesên din bişidîne û alî wan bike.

23. Li gora Îşaya 41:10, 13, Yehowa wê çawa alî me bike?

23 Îro dinya di bin kontrola Şeytanda ye, û jîyîn cara gelek zemet e (2 Tîmotêyo 3:1). Lê dîsa jî ne lazim e ku em bi zêdeyî bitirsin û berxwe kevin. Yehowa halê me rind zane. Ewî soz daye ku heger em bikevin jî, ewê me bi destê xweyî rastê bigire (Îşaya 41:10, 13 bixûne). Belê, em dikarin bawer bin ku Xwedê wê alî me bike. Tengasiyên me çi bin jî, em dikarin ji Kitêba Pîroz qewatê bistînin, wekî em bikaribin sebir kin û Yehowara amin bimînin.

KILAMA 96 Xebera Xwedê, Xizne ye

^ abz. 5 Kitêba Pîroz nîşanî me dike ku Yehowa xizmetkarên xwe hiz dike û alî wan dike ku ewana li himberî tengasiya amin bimînin. Ev gotar wê me hîn ke ku em çawa dikarin ji lêkolîna Kitêba Pîroz diha zêde karê bistînin.

^ abz. 2 Bona hê zêde mêtodên lêkolînê, binihêrin broşûra bi navê “Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa”, têma “Kitêba Pîroz”, binserî “Xwendina û Femkirina Kitêba Pîroz”.

^ abz. 14 Van rêza wedê Hînbûna “Birca Qerewiliyê” civatêda nexûne.

^ abz. 22 Mesele, li ser jw.org bikeve HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > BAWERÎ HINDAVA XWEDÊ > ÇEV BIDINE BAWERIYA WAN.